Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
aleksander jaba - tirşik
aleksander jaba
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. alexander auguste jaba an bi awayekî din august dementievîç jaba (bi Polonî: August Kosciesza Zaba) di sala 1801 de li Kraslavê di malbatek katolîk arîstokrat de ji dayik bûye di navbera salên 1824 -1828 de li Unîversîta vîlenskî ku bi wezareta derve ve girêdayî bû beşê zimanên rojhilatê xwendiye. Pişt re di konsolxaneyên Rûsyayê de li Yafa, Selanîkê û Smyrna (navê îro, Îzmîr) xebitiye. Ji sala 1848 heta sala 1866 an li Erziromê bûye konslê Rûsyayê. di salên 1853- 1856 de ketîye şerê Kirimê paşê disan vegerîya ye Erziromê, Li ser daxwaza mudûrê muzeya Asîya yê Borîs Andreyevîç Dorna dest bi fêrbûna zimanê Kurdî kirîye bi vê munasebetê Li wir dostaniya wî bi Melle Mehmûdê Bazîdî, Ehmed Xan û gelek zanayên Kurd re çê dibe, û mirov dikare bêje ev dibe sebebên ku wêjeya kurdî zengîntir dibe. Li ser adet çîrok û edebyata kurdan lekolîn kirine û ew di sala 1860'ê de di kovara fransî Recueil des notices et récits de la littérature et des tribus du Kourdistan de dane çap kirin. Her weha ferhengek dest nivîsa Jaba Kurdî-Frensî, Frensî-Kurdî hin nehatîye çapkirın heye. Di sala 1879 de Jaba Ferhenga a Kurdî Frensî amade kir, paşê bi lêzedekirna alimê Almanî Ferdinand Justi ku kurdîya wê bi tîpên erebî û transkrîptsya wê ya latînî ji alî Jaba de hatîye amadekirin, hat çap kirin. Jaba gelek sûd ji Bayezîdî û zanyarên Kurd ên din wergirtîye. Di sala 1866 dawî li karê wî tê û li Izmîrê bi cîh dibe. Di Sala 1894'an li Smyrna (Îzmîrê) dimire.



08.02.2014 07:20 | endazer

2. li gorî mizgînî û xeberxêrekî arşÎva wî ya kurdolojiyê ya di kitêbxaneyên rûsî de, ku ji 54 beşan pêk tê û 4017 rûpel in. li ser qewl û peymana di navbera kurdolojiya zanîngeha artukluyê û kitêbxanyên rûsî de, hatine kopyakirin û anîne mêrdînê, êdî heçî xwendekarên dixwaze wê bikaribe ji bo nivîsandina teza xwe ji van çavkaniyên nestêle îstîfade bke, herwiha li gorî heman nûçeya xêrê tê gotin ku heman ekîb dê ji bo anîna koleksiyona mînorskî jî hewl bidin û bişixulin..



http://www.haberdiyarbakir.com/arsiven-rusya-en-kurdolojiye-koleksiyona-aleksander-jaba-61826h/



08.02.2014 07:25 | endazer

3. (z. 1801 Krasław − m. 3'ê rêbendanê 1894 li Îzmîrê) rojhilatnas û kurdzanekî polonî ye.



Jaba di sala 1801 de li Kraslavê di malbatek katolîk arîstokrat de ji dayik bûye di navbera salên 1824 -1828 de li Unîversîta vîlenskî ku bi wezareta derve ve girêdayî bû beşê zimanên rojhilatê xwendiye. Piştre di konsolxaneyên Rûsyayê de li Yafa, Selanîkê û Smyrna (navê îro, Îzmîr) xebitiye. Ji sala 1848 heta sala 1866 an li Erziromê bûye konslê Rûsyayê. di salên 1853- 1856 de ketîye şerê Kirimê paşê disan vegerîya ye Erziromê, Li ser daxwaza mudûrê muzeya Asîya yê borîs andreyevîç Dorna dest bi fêrbûna zimanê Kurdî kirîye bi vê munasebetê Li wir dostaniya wî bi mele mehmûdê bazîdî, ehmed xan û gelek zanayên Kurd re çê dibe, û mirov dikare bêje ev dibe sebebên ku wêjeya kurdî zengîntir dibe. Li ser adet çîrok û edebyata kurdan lekolîn kirine û ew di sala 1860'ê de di kovara fransî Recueil des notices et récits de la littérature et des tribus du Kourdistan de dane çap kirin. Her weha ferhengek dest nivîsa Jaba Kurdî-Frensî, Frensî-Kurdî hin nehatîye çapkirın heye. Di sala 1879 de Jaba Ferhenga a Kurdî Frensî amade kir, paşê bi lêzedekirna alimê Almanî ferdinand justi ku kurdîya wê bi tîpên erebî û transkrîptsya wê ya latînî ji alî Jaba de hatîye amadekirin, hat çap kirin. Jaba gelek sûd ji Bayezîdî û zanyarên Kurd ên din wergirtîye. Di sala 1866 dawî li karê wî tê û li Izmîrê bi cîh dibe. Di Sala 1894'an li Smyrna (Îzmîrê) dimire.



(bnr: koleksiyona aleksander jaba)



18.09.2014 11:26 | xwelî li ser

4. arşiva wî ya bêhempa ji aliyê zanîngeha artukluyê bi 30 hezar dolaran hatibÛ Kirîn lê ez niha nizanim anîne yan na? heke anîbin divê ev arşiva bêhempa ji bo hemû kurdan re vekirîbe em ê gelek jê îstîfade bikin



18.09.2014 11:30 | ferhenga şikestî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» aleksander jaba

Kategoriyên mijarê:: cand dirok ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî