Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    2 mijar û 2 peyam
    min ev nivîs ji xwe re nivîsî - tirşik
    min ev nivîs ji xwe re nivîsî
    (0) (0) ecêb (1) (6)
    di mijarê de bigere

    1. nivîsên ku tirşikvan ji xwe re dinivîsin.

    (bnr: derd-kul-êdî çi dibe bila bibe, binivîse şerm neke keko)



    2013.06.30-00:09 | borazboz

    2. sibeh bû, roj radibû li ser piyan, diçû, diçû, diçû... çûyîn bi hezeke şîn ve, çûyîn bi xatirxwestinên girîn ve... digot: divê hê ewr venebin tu biçî, çavên min divê te nebîne. digot: divê hê tu bêriya min nekî... va bû nîvro, kî dizane riya wê ber bi ku ve...



    2013.07.02-19:25 | borazboz

    3. nebêje dîwar spî ne. rengên wan gorî dîtinên te ye. bîbikên xwe nede pêşiya mirêkên sar, ew, germahiya çavên te ne...



    2013.07.04-20:24 | borazboz

    4. qet nebe 2 mehan carekê fatûreya telefona xwe razîne. ji ber ku meha sêyemîn di wextekî herî krîtîk de xeta telefonê tê girtin.

    du caran hat serê te bila nebe sisê...



    2013.07.04-20:43 | simurg56

    5. Dikaribû bi tenê carekî min hembêz bike û valahiya 'emrê min a ku mîna axa bêrû maye, tijî bike.



    2013.07.04-23:10 | borazboz

    6. bêwê[î]bûn/bêwê[î]yî di tu zimanî de nexweş e qurban...



    2013.07.06-02:45 | borazboz

    7. Zarok hene; di bin xewnên dopêçkirî de ji wateya jiyanan ditirsin. Lêvên wan xwînbûnî. Çavên wan bi tirseke biçûkî, reng esmer, reng esmer... Li bajarên bêlûnapark dijîn. Sedema hebûna wan wek sedema mirinê çewt e. Zarok hene li herêmên terikandî. Tiştên ku ew berî her tiştî hîn dibin, zordariya serdestan e. Û lepên wan ên biçûk kevirên mezin digirin. Zehf na, wek ku rûyên wan nehatî, riyên wan derdikevin warên dûr. Ew, di şevên reş de haya bêriyê hildidin. Keser dikişînin kûr bi kûr. Zarok hene, zarok. Xwediyê kenên qedexe ne... Bizanibe wezo, bizanibe...



    2013.07.06-20:41 | borazboz

    8. îro tiştekî ku were qeydkirin nîn e...



    2013.07.07-16:55 | borazboz

    9. here paşîva xwe têr têr bixwe dev ji nivîsên wiha wêjeyî berde, tu yê sibê heta êvarê tî-birçî bimînî *



    2013.07.09-01:17 | borazboz

    10. Dinya kulmek ba ye pif dikî diçe namîne...



    2013.07.09-12:14 | tirsikhez

    11. piçekî kenên te bila bi rastî bin.



    2013.07.31-05:24 | borazboz

    12. îro di vî dilê min î kavilbûyî de kakilê çu gotinên kaw û kubar tunin. loma ez ê tu tiştî li vir li pêsira dîrokê de daneliqînim. wez ê min go. wez ê huş bim qasekî...



    2013.09.26-00:42 | serhednişîn

    13. aram be, dev jê berde, guhê xwe nede vê jiyana xapînok. ma tu xwe biqehirîni wextê xwe nebaş û bi xeman de bibihurînî dê çi bibe, bejna te dirêj bibe? de berde bila biherike çemê jiyanê, xwe jê re berde heta tu gihayî behrê. dilşa nebe jî dilaram be qet nebe.



    2013.10.17-15:35 | azadixwaz

    14. ca rojekê jî strana xêro abbas ya bi navê 'dîlberê lê' guhdarî neke tu bi xwedê yaw!



    2014.01.08-11:49 | borazboz

    15. Ez difikirim gelo çima kes min naşopîne li ser twitterê!

    Nebêjin nivîsên te nexweş in

    çawa bin ji ew ên tirkî xweştir in..

    an divê ez we bişopînim..

    ez bişopînim ez ê keçikên xweşik bişopînin ezbenî û ez ê xera bibim û her tiştî ji bîr bikim...



    2014.05.30-01:42 | dijber

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    hello world [1]
    hînî qodnivîsînê dibim, di şûna hello world de min silav kurdistan niv...
    tiştên ku kurd pê teqlîda tirkan dikin [1]
    Di zimanê Kurdî de deng piranî ji qirika meriv derdikevin, hinek kurd ...
    soundtrackên bijarte [1]
    (bnr: the divergent series allegiant)

    Tove Lo - Scars
    pirtûkxaneya îskenderiyeyê ya kurdan [7]
    Pirtûkxaneya Îskenderiyeyê ji aliyê Xirîstiyanên radîkal ve di dema (v...
    hozan serhad [1]
    Keşka her ro tiştek li ser mijara rojnivîska tirşikvanan biniv...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » min hezar carî welatê xwe ramûsand
    » nivîskarên nanivîsin
    » xwe kir kirin
    » nivîsîna heman peyamê bi çend zaravayan

    Kategoriyên mijarê:: tirsik
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî