Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


31 mijar û 51 peyam
mem ararat - tirşik
mem ararat
(10) (1) (1)
di mijarê de bigere

20. albûma wî a dumahîkê gelek xweş e.

hin stranên wî referansê dide bûyer, çîrok û tiştên dîrokî.

dengek delal û dilovane.



12.08.2018 03:00 | wiha wilo wisa

21. Ne ew tenê seyda perinçek, xecê herdem û halit bilgiç bi stranê xweyî kevn bi taybetî * diya xweyê pkkê û kurda kutane stranên wan yê nûn muheqeq gohdarbikin



12.08.2018 14:43 | telebê hz mêdî

22. hem dinivîse hem distre. Di wan salên dawî de bi xatrê wî û seyda perînçek muzîka Kurdî li ser piya ne.



29.11.2019 21:05 | kajav

23. Stranbêjekî kurd yê xwedî dengekî pirr bi bandor e. Ez bêjim bi xêra wî min ji muzîka kurdî hezkir ne derew e * spas birêz Mem



29.11.2019 21:47 ~2019.12.01 21:07 | xabûrî

24. eger mûzîka kurdî bi xatirê seyda perînçek li ser pîyan mabe hama koka mûzîka kurdî biqele.
mem ararat baş e qenc e lê ji bo seyda nikarim van tiştan bêjim. her çi be jî angaşta li ser mem ararat jî hinekî fîşalkirî ye. çi ku şivan û ciwan jî têde mûzîka kurdî tu car li ser navê ferdekî tenê nahyê nirxandin û ew kes nabe pîvana mayîn û nemayînê.



30.11.2019 00:10 | ferhenga şikestî

25. Stranbêjekî xwedî dengekê zelal û nerm e. Guhdarkirina wî aramîyê dide merivan.

Strana wî ya dilşikestî, jiber wateya wê ji bo min û hezkiriya min a ewil (erê edî bû ewil) heye, favoriya min e. Hertim guhdarî dikim.



30.11.2019 15:32 | xelîl

26. ev çend salen dawî û dijwar da stranbêjen stranên xwe en biwate û dengê xwe ye xweşik ve dile gele xwe gêş kirîye û dike. strana wî ye herî watedar ji bo min Lorika Cemîla ye.çiwext guhdardikim kezep li min dişewite.



30.11.2019 16:11 | golikvan

27. Li ser çiyayên Amedê de dengê te vedikim bilbilan dixapînim mem..



01.12.2019 01:13 ~01:23 | kajav

28. stranbêjek zehf hatîye mezinkirin e. Ji xeynî Lorîka Cemîlayê û Strana Bêdengîyê xebatek ya wî ya ewqas serkeftî tuneye li gorî min. Bêhtir nanê paşerojê dixwe ew jî.



01.12.2019 06:49 | lîfikê firaxê

29. Dengê wî dişibe ya ayfer düzdaş. Kêfa min ji Dengê eyferê re nayê. Ji ber wê ji mem re jî nayê. Gotin muzîk filan bêvan xweş e wekî din.



01.12.2019 09:35 | xwelî li ser

30. Dengê wî pir xweşe henûn e merm e . Ji her tiştê xweştir strana dinîvîse ne tenê ji yên hatîyê nîvîsandinê distrê.



01.12.2019 11:24 | azad30

31. muzîka strana wî ya bîranîn zehv dişibe muzîka Mihemed Şêxo ya mixabina vê jînê


Mihemed Şêxo - Mixabin vê jînê




Mem Ararat - (bnr: bîranîn)




01.12.2019 12:07 ~12:14 | bûtîmar

32. Bi awayekî ecêb ji aliyê her kesî tê hez kirin. Ez notr im zêde guhdar jî nakim.



01.12.2019 12:11 | biaqila malê

33. Ji dêrîka Mêrdînê ye.



22.12.2019 19:31 | azad30

34. Bi karê cotkarîyê re mijûl e. Miroveke nefsbiçûk e. Xwedî dengeke efsûnî ye. Lê ez dibêjim divê heta 2 an 3 salan albûm felan dernexe. Ji ber ku her ku dihere dubare çêdibe.



22.12.2019 20:38 | darînê daryo

35. stranbêjekî jêhatî ye û vê taliyê di mûzîka kurdî de pirr bi nav û deng e. çi kurdên gewre çi yên apolîtîk gellek kes guhê xwe didinê û hejê dikin. mûzîka wî ji gellek mirovên ku dewa stranbêjiyê dikin çêtir e lê ecêb e dikim nakim kêfa min ji dengê wî re nayê, nikarim guhê xwe bidimê.



23.12.2019 18:47 ~18:51 | xeyda

36. Xwûdawendê strana ye
Di stranê wî de peyvên kurdî yê resen pir in
Li ser hesabê xwe ji bo ziman awha gotibu
" ji bo ziman heya ku li ser malpêran hûn dijûnê xelkê didin bi zimanê xwe stranên nemir bibêjin ev yek dê ziman mayînde bike"



04.02.2020 21:48 | tîrêj zana 21

37. dikare bi birûyên xwe li sazê bixe.

îro vîdyoyek weşandîye ji bo pîrozkirina newrozê.

bi taybetî piştî sanîyeya 1:00ê, birûyên wî (nexasim ya rastê) radibe govendê.



21.03.2020 12:20 ~12:20 | simurg56

38. Albuma xwe ya nû amade kiriye piştî mehekê wê bê parvekirin. Hem dengê wî xweş e, hem dinivîse hem distre.. hunermendî ev e.



24.09.2020 21:53 | kajav

39. Gotûbêj li gel Mem Ararat:




02.12.2020 18:45 | merwano