Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
tiştên ku kurdan li mirovahiyê zêde kirine - tirşik
tiştên ku kurdan li mirovahiyê zêde kirine
(19) (5) (4)
di mijarê de bigere

1. gelek zêde tişt zûzuka nayê bîra mirov lê berî her tiştî zimanê kurdî û xwarina ûr û rovî



01.07.2013 10:13 | simurg56

2. gotinên pêşiyên kurdan



01.07.2013 10:17 | simurg56

3. Zozangerî yek ji wan tiştan e.



16.07.2013 00:07 | filankes

4. robota yekemîn a dinya ye .



(bnr: elcizîrî)



16.07.2013 00:16 | brusk56

5. Dengbêjî tiştên herî girîng e.. wek mînak Huseyinê Farê strana were têlê bûye efsaneyek..



16.07.2013 00:17 | roj

6. Newroz e, serhildan e, şoreş e !



16.07.2013 00:17 | filankes

7. qilozet



16.07.2013 00:45 | tavrosi

8. govend



16.07.2013 00:51 | shepirze

9. Tirşik



16.07.2013 00:51 | tavrosi

10. brakuji (mixabin)



16.07.2013 00:51 | shepirze

11. beyzbol (bnr : gûhşegî)



http://kurumsal.kulturturizm.gov.tr/turkiye/sirnak/kulturatlasi/guhseg-oyunu-topa-vurma#content



16.07.2013 00:58 | shepirze

12. hezkirina Tirk



16.07.2013 01:00 | tavrosi

13. tirşikçiyên wekê mehmet metiner, muhsin kızılkaya û hwd.. tabî bi têkarî û piştgiriya parî û bertîlên dewletê..



16.07.2013 01:04 | endazer

15. kewên polîtîk an kewên cehş lê haya kewê reben ji vê çirokê nine.



16.07.2013 01:28 | tivirloismail

16. ecêb e kesekî neneivîsiye û behsan nekiriye hê.. helbet (bnr: serhişkî) û (bnr: serhildan)..



16.07.2013 02:29 | endazer


18. ferhengên tirkî kurdî



16.07.2013 02:58 | rohat_rosî

19. Nalî, Hecî Qedirê Koyî, Cegerxwîn, Osman Sebrî, Qedrîcan, Melayê Cizîrî û bi sedan hêjahiyên din.



16.07.2013 10:28 | filankes

20. cara duyemîn mîrovatî ji kurdistanê zede buye.



16.07.2013 12:23 | berxedanjiyane

21. Kurdan li mirovahiyê Kurd zêde kirin e,ma ne bes e?



16.07.2013 12:45 | cirano

22. dema min tûzik li otelek a 5 stêrkî ya tirkîye dit ez gelekÎ qeherîm. min di got qey tuzik ser ruyê erdê tenê li gundê me çê dibêt!



18.07.2013 23:17 | shepirze

23. çêkirina zarokan



28.08.2013 19:28 | firat

24. gotina "sîr dermanê kîr"



28.08.2013 22:59 | quto

25. zerdeştê kal .. an jî pîrozkirina agiR, Tarî û ronahî, nexweşî û xweşî, xerabî û qencî, Dûalîsm û dîalektîk ..



29.08.2013 02:09 | chepo gewez

26. niyandina kerê. ev çi trawma ye hewal. lebê, hewal jî hebû, ne?



29.08.2013 12:40 | înano lo

28. (bnr: zimanê kurdî)

(bnr: werzîşa quç avêtinê)

(bnr: werzîşa molotof avêtinê)



08.11.2013 01:37 | brusk56


30. Mala Ziya > Malaysia > Malezya



Di sedsala 16'an de, kaptan-ı deya Okuz Memed Paşa, tevî deh hezar leşkerên xwe yê deryayyê, li keştî û kalyon û kadirgayan siyar dibe û bo fetihkirina Çîn û Maçînê derdikeve seferê lê, ji bela şeytaniyê be, ji ehmeqiya paşa be, hêj nayê zanîn , artêş rêya xwe şaş dike, di şûna Cebelîtarikê de ber bi Mersînê ve diçe.



Paşa hey dibine ku li ber çiyayayek BİLİND Ê bê serî û bê binî ye! Leşker tî û birçî, di nav kêç û spiyan de digevizE. Okuz Memed Paşa, keştiyên xwe kaş û berkaş bi zorî tîne nêzîkî çiyê û tevî leşkerên xwe peya dibe; gelî bi gelî li gUndeki xwedanxêr digere, da ku zik têr , ser û guh paxiş bike...



Çawa dibe dîrokzan hêj jî li ser dixebitin ; ew û leşker di newalekî asê de dîsa rêya xwe şaş dikin, vir de wê de diçin tên, dikin nakin rê sererast nakin. Ber bi êvarê, têderdixin ku ew ji sibê de li dora xwe GİLOVER digerin!



Rasterast di heman roj û heyamê de ji Pasûrê, ji eşîra Xiyan Elîxanê kurê Sêvdîn jî, bo serdana xinamiyê xwe yê Ziya, bi kera xwe ber bi Mersînê ve diçe. Bona ku rêya xwe kin bike xwe dide çiyê, di rêşêvanan de li ser pişta kera xwe dest AVİTİYE pelika guh, kilam û stranan Û HYRANOKAN li dû hev rêz dike, Jİ KÊFA DİLA RE ber bi bajêr ve hûrk hûrik dimeşe.



Okuz Memed Paşa li rêya çareseriyê digere ku ji nişkave dengê merivekî li ber gohan dikeve:



“ Çûme mala Ziya mala Ziya xanimê lorke; danî ber min goştê miya delalê lorke…”



Çi serÊ we tirşikhezan biêşînim; Paşa bi lez û bez, bi kelecaneke kesnedîtî xwe digihînê Elîxan; Silavek ji nav dil û gurçikan lê dike; jê dipirse;



"SENİ ALLAH MI GÖNDERDİ; İsmin nedir; nasılsın îyi mîsîn; NEREDEN GELİR NEREYE GİDERSİN;? ( XWEDê TE BİSER ME DE ŞAND; NAVÊ TE ÇİYE; ÇAWAYÎ; BAŞÎ)

Rebeno, peyvek be jî Tirkî nizane! Çawa ku çav bi qumandarÊ KİNC Bİ TÎTİK PÎTİKÊN ZÊR Û ZÎVÎN XEMİLANDÎ û bi leşkeran dikeve, QİDÛMÊ WÎ DİŞKÊ dibêje;



" efendi, Bİ QUR'ANA TE XWENDÎ, ez bê sûc û bê gune me! Ez rebenê Xwedê diçim mala Ziyayê xinamiyê xwe "



qumandar çendik û çend caran jê pirsa NAVÊ wî, pirsa riya gund û bajêr dike, Elîxan tenê dibêje Mala Ziya Û MALA ZİYA!



pAŞA ji hêrsan nizane çi bike. Pihînek li Kerê dide, wî di gelî re davêje xwarê; bi milê Elîxan ve digire û wî tevlî artêşa xwe dike. Qasekî şûn de tê hişê wî ku di van çiyayan de ew ê tevî leşkerên xwe bibe para devê gur û hirçan; dîsa vedigere keştiyê û xwe davêje ser deryaya Spî...



Ew hê ji Elîxan hêviya xwe qut nekiriye; jê pirsa rê û dirban dike: Çiya û giran nîşanî wî dide: “ soyle oxlim; burasi neresi?” ( Kuro, ka bibêje ev der, kuder e?)

Elîxanê Reben tim û tim heman bersîvê dide paşa: “Qumandar Elahwekîl min ti sûc e; ez diçim Mala Ziya”

Dîsa, cardin, sibe- êvar dipirse, bersîv tim û tim “ Mala Ziya ye!”

Bi şev û roj li ser behrê diçin, nêzîkî Çîn û Maçînê rastî giraveke mezin tên; Okuz Memed Paşa dîsa ji Elîxan dipirse: Oxlim bûrasi neresi? ( Kurê min ev der kuder e? Elîxanê bê zar û bêziman lê vedigerîne:

-Mala Ziya qumandar!

Dawiyê de hew sebra Okuz Memed Paşa dimîne, keştiya xwe ber bi giravê ve dikişine, Pihînek li qûna Elîxanê reben dide, wî ji keştiyê davêje, li dûv wî diqîre dibêje :

“ -A… godugumunu, al sana Mala Ziya!” ( Min bi dayika te çi kiro; ha ji te re mala Ziya)



Çend meh şûn de Okuz Memed Paşa ji seferê vedigere; di ber giravê re derbas dibe…

Ew ê gazî Elîxan bike lê, dikeve bîrê ku navê wî nizane. Heta Xwedê daye diqîre:

Mala Ziyaaaaaa! Mala Ziyaaaaaa!

Ti deng ji Elîxan dernakeve lê, ji wê rojê şûn de navê wê giravê dibe "Malaziya"… Xwedê qe qebûl neke; Tirk, çima ku ew bi Kurdî ye, di devê xwe de dibin tînin dikin Malezya…

Bi gotina hin dîrokzanan, Elîxan li wir ji xwe re jineke sîpehî ya niştecih tîne, dibe mal û hal; dibe xwedî zar û zêç ... Kî dizane , dibe ku gelê Malazyayê, ji pişta Elîxan li hev zÊde bûBe, rengê xwe yê qer û qemer ji Elîxanê me yê Pasûrî stendibe!



08.11.2013 14:25 | mamoste marûf

31. çêr û nifirên bêhempa.



08.11.2013 23:22 | nunê

32. yekem car avahÎ li kurdistanÊ hatine çÊkirin; QotÊ ber çem



09.11.2013 11:22 | xelîlêzer

33. tarza muzîkê ya flamenko.. navê camêrê ku bavê flamenkoyê ye Zeyrab e di sedsala nehemîn de jiyayê ji ber rewşa xwe ya nebaş koç kiriye û ji musilê çûye spanyayê versiyonên gîtar û udê çêkiriye û tova flamenkoyê avêtiye di dewletên awropayê de di dibistanên muzîkê de zeryab wek ders tê xwendin. di derheqê wî de tiştên pirr baş tên gotin û mixabin haya kurdan jê tune ye



11.12.2013 00:39 | ferhenga şikestî

34. (bnr: kutilk)

(bnr: anket heye werinê)



25.12.2013 23:33 | oxir

35. xizem (piercing)

deq (tattoo)

û mûzîka rapê jî dibe ku kurdî be. bi şeref carna gava ku ez guhdarî miradodikim tê bîra min.



26.12.2013 01:38 | saladin

37. rastnivîs (bnr: xizêm).

belê kê gotiye kurdan daye mirovahiyê.

sernavekî seyr e. ez bizanim bê me çi daye mirovahiyê jî ez nabêjim ka bila mirovahî tiştê ji me stendiye bide me wekî dî ne giring e.



26.12.2013 06:11 | dijber

38. (bnr: kürt böreği)

(bnr: bratiya gelan)*



03.01.2014 23:40 | ceso

39. duyem netewa xayînê qewmê xwe ye ya, yekem jî kew in.



15.01.2014 03:40 | berxweda

41. ji bilî kurdan kîjan gelê din bîst caran hati,ye xapandin ji hela gelekî ve û hîn jî dibêjin em û ew birane. kurdan ev trawmaya bindestiyê nîşanî cîhanê daye.



20.02.2014 22:23 | dara

42. (bnr: ceyrana qaçax)



05.04.2015 00:34 | vêca çiyeeee

43. (bnr: birakujî)



05.04.2015 10:30 | simurg56

44. (bnr: birafiroşî)



11.05.2015 23:28 | endazer

45. (bnr: bira belaş dayîn)

(bnr: ji hevra jêhatî bûn)

li hemberî zilmû neheqîya ji xeynî serî bilindkirinê hê jî gû kî zêde ne kirine lê ewê zêdekin eşitlik û kardeşlik demokrasî û azadîyê o têştê wisa tewşik lê niha na .



12.05.2015 12:29 | shorbevan

46. (bnr: kükürt)



13.06.2017 14:06 | mindal

47. (bnr: çok üst düzey bir espri)



13.06.2017 14:27 | ferhenga şikestî

48. Xeber û dijûnên fantastik e.



05.01.2018 11:55 | ferzendegulek

49. (bnr: şemlê) *



28.01.2019 15:25 | bûtîmar

50. rizgarkirina "qûna biratiya gelan û qûna cihanê" ji daîşa ku digotin xilaznabe ye!



22.02.2020 01:15 | brzn

54. Hebe hebe xwarina tirşikê ye! Temam temam qebûl henekeke qalîta wê kêm bû!



06.02.2021 01:21 | hemdilaarda

55. (bnr: ez)*



06.05.2021 18:09 | heval.js

56. (bnr: faşîzma kurdan)



06.05.2021 20:40 ~21:10 | serpale

57. mast



06.05.2021 21:45 ~23:09 | xabûrî

58. têkoşîna ji bo zimanê zikmakî. li seranserê cîhanê tu milletek nikarê ve armancê de weke kurdan berxwebide li ber ewkas zextî!!



06.05.2021 21:55 | golikvan

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» tiştên ku dema mirov hîn dibe bejn lê kurt dibe
» kurdandin
» zêde bûna xwendekarên kurdî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi jiyan anket cand
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî