Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


23 mijar û 41 peyam
kolber - tirşik
kolber
(5) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. têgeheke kurdî ye.. di çapemeniya kurdî ya li başûr û rojhilatê kurdistanê de gelekî tê bikaranîn.. di ferhengên li ber destê min de, ez liqayî vê peyvê û wateya wê nehatim.. lê bi qasê ku ji hevokên ku ev têgeh xwe lê digire, dixweye, tê wateyên wek qaçaxçî û hemal û barkêşê..

nimûneyek ji nûçeyeka rûdawê, ya li ser kuştina du kolberên kurd:

''Her sal jiyana hejmareke zêde ji kolberan di navbera Rojhilat û Bakur, Rojhilat û Başûrê Kurdistanê dikeve Metirsiyê de ku ji bo peydakirina pêdiviyên jiyana xwe karê kolberiyê dikin.''

http://rudaw.net/kurmanci/kurdistan/100220142



10.02.2014 18:00 ~2020.04.11 22:48 | endazer

2. karê ku destê tunebûn û fekîrîye li cîhanê de tene kurd bikartînîn. hêrçar parçen de herî zêde alê îranê û iraq ê de navbera sînorên van herdu dewletên dagirker de tê dîtîn. ser ker,hesp û qantirran barên xwe sînor derbasdikin. karêki dijware.navbera sînoran de tên kuştin,çîyayan dikevin û serma u seqeman dicemidin dimrin.

termê kolberê 14 salî hat dîtin
Here lînkê



22.12.2019 21:49 | golikvan

3. Peyvek e ku ez nû seh dikim/dibihîzim. Ji ber ku misêwa me peyva qaçax bi kar dianî. Sed heyf û Mixabin bes kurd êşên giran dane di vê karê de . Mînaka Roboskî ango ew bobelata xopan bes e bo nîşandanê.



22.12.2019 22:08 | darînê daryo

4. qenela youtubeê ya voainkurdi ser wan videoyek bi kitekit çêkiriye, fermo:



27.03.2021 19:14 | ezcan

5. Tiştekî ecêb e ez jî li ser Facebookê li wê vîdeoya jorê a heval ezcan lînk parve kiriye rast hatim. Ji xwe dijminê Kurdan kêyfa wan tê ji bo vî halî me. Xwezî binnivîsa îngilîzî jî hebûya yan jî belgefîlm bi Îngilîzî jî bihata weşandin bila dinya rewşa me bidîta. Belkî gunehê hinekan bi me bihata me rizgar bikiranan ji van hovên dora me. Mala bêdewletiyê xera bibe.



27.03.2021 22:29 | xabûrî

6. Kesên ko kolbertî dikin re tê gotin. Kolber nav şertên zihmet û dijwar da dixebitin. Ev karê zor û zihmet ji ber perçebûna kurda derketiye holê. Rayeya kuştinê destê Leşkerên artêşa dewleta îranê heye û heta niha gelek kolber jî hatine kuştin. Nav kolberan pîr-ciwan gelek kes heye. wek kurdên li tirkiyê înşaata da beşên herî zihmet dixebitin kurdên îranê jî wir wisa dixebitin, ji ber ku wek kurdên tirkiyê xeynî vî karî çareya wan tunne.
Li vê vîdeoya kurt da giraniya barên wan tê xuyan: Here lînkê
Ne barê ser pişta wan, min zêdetir barê bêkesiya wan dît ku wan xistiye van halan.



20.12.2022 17:56 | pêşewa

dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Xwedê te hidayet bike Xwedê rêya rast ber te xe Xwedê te nexe ber ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku zêdebûna wê digihîje tenê cîhekî: hêsanî. hêsanî bi hêz...
femonasyonalîzm [1]
li ewropayê salên dawî fikreke nû şîn bû. Navê wê femonasyonalîzm e. E...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Nivîskarên ku eyb kirine û simurg56 bi hêrs kirine. Yên ku simurg bin ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
belki ev jî bala te bikişînin
» kolber

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî