Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
şefkat tepe - tirşik
şefkat tepe
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. rêzefîlmeka zirecêb ya samanyolu tv-ya kanala cemaeta fethullah gülen.. rêzefîlm behsa çi dike, mijar çi ye, baş nizanim, lê bi qasê ku ji devê xelkê seh dikim di kuştina temsîlî ya gerîlayên pkkê de, ji polat alemdarê kurtlar vadisiyê jî bihurandine..

li gorî dengûbehsan û vîdeoya min darî kirî, di beşa nû ya rêzefîlmê de, pêxember li ber yekîneyeka eskerên bijarte yên tirk, di kaseya qemyonekî de nazil dibe, bi nûra xwe her yekî yeko yeko teftîş dike û lêdide diçe.. li ser vê yekê, hemû esker dikevin pey erebeya ku pêxemberê xwudê tê de ye, û dikin girîn û hawar, dibêjin neçe, dev ji me bernede, qehremanek ji nav yekîneyê, dibîne ku pêxember pakiyê ji eskeran nake û guh nade wam, radibe xwe davêje bin erebeyê û erebeyê disekinîne.. filan..

me peyamên sublîmînal dîtine, lê ne bi vê ecêbê.. bi rastî jî heta serê dimîne, qûn ecêban dibîne..



12.02.2014 00:10 | endazer

2. şefkat, rehm û dilovanî û tepe jî; gir û banî.. bi kurt û kurmancî girê rehmê..

beşa ku pêxember lê nazil dibe; http://www.gazeteciler.com/diziler/peygamber-kamyon-kasasinda-stv-dizisinde-74090h.html



12.02.2014 00:12 | endazer

3. eV LEŞKER KÎ NE?

lI GOR FLÎMÎ EV LEŞKER LI DIJÎ GERÎLLAYÊN PKKÊ ŞER DIKIN E. eM DIKARIN BÊJIN KU LI DIJÎ KURDAN JÎ ŞER DIKIN. vÊCA LI GOR FLÎMÎ PÊXEMBERÊ XWEDÊ ALÎKARIYÊ DIDÊ WAN LEŞKERÊN KU LI DIJÎ KURDAN AN JÎ PKKÊ ŞER DIKIN. kURD KÎ NE ? eW JÎ MISILMAN IN. kURO HEY KERA DI WE Û DIYA WE GAYÎ. eV DÊQEBH MIROVÎ JI MISILMANÎ Û ÎSLAMÊ JÎ SAR DIKIN. sED REHMET LI KAFIR Û CIHÛYAN. dEMA MIROV TIŞTÊN WUSA DIBÎNÊ MIROV DIBÊJÊ XWEZÎ EM BI VAN DÊQEHBAN RE NE HEM-ol (AN JÎ HEV DÎN) BAN E. vÊCA WÊ SIBEHÊ HETA ÊVARA BÊJIN KU PKK DÎN-DIJMINÊ ÎSLAMÊ YE Û DIXWAZÊ KURDAN BIKÊ ZERDEŞTÎ . kURO WELLEHÎ PÊXEEMBERÊ KU EZ BAWERÎ Û ÎMANÊ PÊ TÊNIM ALIKARÊ BIDÊ DIJMINÊ MIN Û BI DIJMINÊ MIN RE LI DIJÎ MINŞER BIKIN WELLEHÎ EZÊ BIBIm CIHÛ JÎ, ÊZÎDÎ jÎ Û MESÎHÎ JÎ..



12.02.2014 00:29 | nan û av

4. rêzefîlma ku wisa dixweye, rehme'l gora kurtlar vadisiyê aniye..



(bnr: rehmet li gora kefendiz)



12.02.2014 00:35 | endazer

5. Şefkat ez im û tepe jî bikeve cihekî wan!



12.02.2014 12:39 | ceso

6. rojê çûne ez tew dê û bavê xwe çûm mevandarîye metê xwe.me runîşt çay hat civatêk bi kurdî çê bu.seat bû heşt-neh var min nêrî matê min got '' wey hele stv vekîn ,şefkat tepe dest pê bike '' ez matmayî mam.min hindirê xwe de got'' wey êrde kêtno heyfa hûn kurmancin''.min nekanî bî deng bejim ji min re bigotin wey tu bûye terörörö..hezar carê mixabîn kurmanc jî ev nalêtê rêzfîlma temaşa dikin.çito sÊbrÊ xwe tên nizanim.



12.02.2014 13:02 | maryam

7. ji her tiştî re temam lê min wê lînkê guhdarî kir û dît, pêxember bi ritueleke bangkirina giyanên mirî* tê û dure nizam çima, direve. tişteke wisa tvyeke biyanî de derketa wê stv û aligirên wan xwe li dîwaran bidan.



12.02.2014 22:39 | azadixwaz

8. nerÎna oryantalist e ku hê jÎ kurdan hov û xwe jî şareza pêşkêş dikin.



20.05.2014 11:56 | dil-tesne

9. hovîtiya cemaeta sergolik ''f.gulen''



20.05.2014 22:39 | havîn

10. mîna tek turkiyeyê, rêzefîlmek din ya ji bo reşkirina kurdan e, li televîzyona stvyê.

îro piştî binçavkirina senarîst û derhênerê tek turkiyeyê, çêkerê vê rêzefîlmê jî hatiye binçavkirin.



14.12.2014 13:43 | simurg56

11. ne ji ber ez li vî rêzefîlmê temaşe dikim lê hindî ez dizanim ew "şefkat tepe" ye.

anyway kurd gelek hejê dikin.hetta ez dikarim bêjim piraniya temaşevana kurd in. çand a kurdan rezîl dikin.lê dîsa jî kurd hejê dikin.



14.12.2014 15:47 | vêca çiyeeee

12. (bnr: şefkat tepe)



14.12.2014 18:15 | uciezkvidyêvp

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» şefkat tepe
» tepelûsk

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî