1. pêxemberekê xwudê ye, xwudê ji bo xelkê ku ji rê derketine û bi ya emr û fermanên xwudê nakin, hişyar bike, rêkiriye, lê mirovên ku bi ya xwudê nakin û gotinên wî ser guhê xwe re diavêjin, pakiyê ji nuh pêxember jî nakin.. axirê xwudê li vî qewmî tê xezebê û lehî û tofana avê li wan radike.. berî tofanê, xwudê ji nuh pêxember dixwaze ku keştiyekî çêke û di vê keştiyê de, ligel mirovên bawerî bi xwudê û bi pêxemberê xwudê anîn, ji her cure jîndaran cotekî hilîne. nuh nebî jî keştiyekî çêdike û wekê ku xwudê emr kirî, ligel mirovên ku bawerî pê anîne û ji her cureyekî jîndaran cotekî dixe di keştiya xwe de, piştî qederekî erd û ezman diqelişe û ji her derî av dizê, pê re pê re ligorî baweriyekî temamê dinyayê û ligorî baweriyekî jî qismek ji dinyayê di bin avê de dimîne, axirê hemû mirov û jîndaran ku ji keştiyê mayîn, di avê de dixeniqin.. |
|
12.02.2014 02:42 |
endazer
|
2. li gorî tevrat û incîlê ne pêxember e, ewliyayekî ye. |
|
12.02.2014 11:23 |
biruya hayao miyazaki
|
3. sernivîsa go min wekî yuhh nebî! xwendî ye. ya rastî nebî nuha. ni zemanê nebî nuh de... |
|
06.03.2014 14:42 |
mamostanısebin
|
îy yo hee [1] |
|
fuckîro rebeno [1] |
|
nexweşiya mirovê vî wextî [2] |
|
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |