Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
naverokên tirşik.netê di googleyê de - tirşik
naverokên tirşik.netê di googleyê de
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. nizanim ji ber çi ye lê tu naveroka tirşik.netê ne girêdayî googleyê ye. heta niha bi hezaran sernavan, mijaran tişt hatine nivîsîn lê di googleyê de gava mirov lê digere tiştek ji tirsik.netê naxuye. cihde uludag, ekşîsozluk filan bêhvan derdikeve lê deng ji tirşikê nîn e.? xwezî ev tiştên em dinivîsin wek mijar cihde di rêza yekem de di googleyê de hebûya. wê ji bo kurdî tişteke nuwaze bûbûya.! lê nizanim ji ber çi ye? daxwaz ew e ku rêveberên tirşik'ê vê pirsgirêkê bidin.?



14.02.2014 02:11 | xendekî

2. (bnr: seo)

(bnr: search engine optimization)



14.02.2014 02:24 | endazer

3. problemek e ku du sedemên wê yên mezin ev in;



1- google mixabin zimanê kurdî nas nake. dema hûn googlê de tiştekî kurdî binivîsin û lê bigerin google gelek caran tîpên kurdî davêje paş guhê xwe û bi tîpên ingilizi/tirkî lêgerînê dike. ji ber ku di van zimanan de encam zêdetir in. ji ber ku înternetê de nivîsên kurdî ne zêde ne, google berê xwe dide çavkaniyên din. weke mînak google translate'tê de nêzikî 50 ziman hene lê kurdî tune. yanî li gorî google kurdî zimaneke ku nayê zanîn e.



2- tirşik ne malpereke gelekî populer e. temam destpêkek baş e lê dema hûn bi malperên tirkî re qiyas bikin hê gelek biçûk e. weke mînak tirşikê de rojê 50-100 peyamên kurdî tên nivîsandin lê di ekşi sozlukê de her roj nêzikî 60.000 peyam tên nivîsandin. helbet google wê vê malperê zêdetir derxe pêş. ji aliyê din ver tirşik bi tenê ye, lê bi tirkî bi dehan ferheng hene. ji malperên din jî rewş wisa ye.



google, nivîsên tirşikê jî dişopîne. di vê rûpelê de hemû mijarên tirşikê û nexşeya mijarên tirşikê heye; https://www.tirsik.net/sitemap.xml (li binê serûpela tirşikê de, li jêr lînka vê heye)

google ji vir dikare hemû guherînin di tirşikê de, bişopîne.



ger hûn google de cudahiya ku û kû binivîsin wê tirşik malpera yekemîn ber, ji ber ku ev mijar tenê tirşikê de heye. malperên din de heta niha tiştekî wisa nehatiye nivîsandin.

ger hûn ferqa kolan û kuçeyan binivîsin, wê dîsa wisa be.

ger hûn kovara wêje û rexne binivîsin, wê tirşik bibe malperê 5emîn fîlan.

lê ger hûn 15.02.1999 girtina abdullah öcalan binivîsin wê google here ji te re bi hezaran malper bibîne û xwedê zane ka tirşik çendemîn e..



15.02.2014 11:38 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» naverokên tirşik.netê di googleyê de

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî