Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


6 mijar û 7 peyam
îtîrafên tirşikvanan - tirşik
îtîrafên tirşikvanan
(284) (24) (15)
di mijarê de bigere

298. Berê bi navekî din jî li vir bûm lê bi nivîsandina navekî cudatir mirov xwe azadtir hîs dike, her çend mirov nikaribe bi temamî otosansûrê ji ser xwe biavêje jî.



01.04.2019 11:44 | henûn

299. Min jî dixwast wekî berê her roj bêm li Tirşikê lê mixabin ew kêfa berê nîn e. min sêrî de got qey dema min nîn e lê niha fêm dikim ku ji tirşikê sar bûme. yanê sorun bende değil sende canısı :///



25.04.2019 01:14 | jifêzagorda

300. Bila dilê kesekî neşike

lê a rastî ev e ku gava tûrikê hîn kesan vala dibe û ti gotinê van namîne yekcar tirşik tawanbar dikin. Ev hîç li xweşa min naçe bixwedê.

Bi hezaran mijar hene li bendê ne ku werin gotûbêjkirin. Her roj bi hezaran bûyer rû dide.

Kesên ku ji wan rûdanan hema tenê li ser yekî jî mijar venakin û tewizandîbûna xwe vedişêrin û hemî tawanan têkde diavêjin situyê tirşikê bi derbirrîneke herî sivik bêmaf in.

Her kî be ez jî bim ev wilo ye. 2 roj 3 roj yên xwe bidin hev û di derbarê tiştekî de peyamek binivîsin. Yekî her hefte peyamek binivîse ew di salekî de 52 peyam.

De êdî divê têbigihin pirsgirêk ji we derdihê.



25.04.2019 04:44 | bilbilê dilkul

301. Min xwest ez hemû peyamên xwe yên li vira jê bibim. Hetta min dest pê kir lê dawiyê ez poşman bûm û min nîvî de hîşt.



04.08.2019 02:10 | biaqila malê

302. Li xwe mukir bêm ez di jiyana xwe de bi gelemperî bi Tirkî qise dikim mixabin. Ev yek e jî dibe sedema paşveçûn a kurdî. Mirov dikare bi zimanekî binivîse lê divê mirov bi wî zimanî gotinên pêşiyan û biwêjên di nav hevokên xwe de bîne ziman. Ji bo vê yekê jî divê zêdetir bê axiftin.



12.11.2019 19:29 ~19:32 | hesinkar

303. heke em ragihandinên telefonî yên tikûtenê û xwendina pirtûkan nehesibînin ji xêndî twitterê ez tu carî bi jînde kurdî bi kar nayînim. li der û dora min dilbikurdî kesek tune ye. ji xwe hevala min a kurd a tenê jî kurdî nizane. kerba ez ê di xwe'n-nim. *



13.11.2019 18:19 ~18:19 | biruya hayao miyazaki

304. Bavê min di sala 1942an de ji dayik bûye ez di sala 1990an de ji dayîk bûm. Yanî bavê min tam 48 sal ji min mezintir bû. Bavê min ji ber çend pirsgirêkan du car zewicîye. Ez naxwazim têkevim hûrgilîyên malbatê. Bavê min gelek ji nezerê ditirsiya çi ku gelek bobelatan hatibûn serê wî û ew her gav digot çavêd xelkê pîs e zû nezer dikin min hemî tiştên xwe ji ber wana wenda kirin. Neyse hevalno bavê min ji ber têkçûnên xwe gelek ji min û ji birê min hez dikir gelek ditirsiya tiştinan bihatana serê me loma gelek caran dema li derûdorê yekî jê re bigota çend kurên te hene? Bavê min digot kurên min tune ne ewê ku li gel min e lawê cîranê me ye. Paşê dema zilam ji dikan biçûya dîsa qala çîroka xwe ya pêncî salan dikir û digot nezer heye nezer. Bavê min însanekî baş bû lê hinekî feodal bû nikaribû di roja îroyîn de tiştinan ji hev derîne loma gelek caran em bi hev diketin.
Carekî got bavê min ji min re digot ji xwe re mal bistîne heyfa perayên te ne lê bavê min gotiye madem zarokên min nabin ez jî mal nastînim. Bavê min par mir wexta miribû 76 salî bû û ew 76 sal bê mal û milk di dara dinyê de geriya. Digot min guh neda şîretên bavê xwe loma ne min mal ne jî milk nîn e lê bes hûn her du kurên min hene hûn baş bin bes.
Bi tenê xeyalekî bavê min hebû ez hê deh salî bûm digot bila ez zarokên we bibînim Hama wê kêlîyê xudê rihê min ji min bistîne. Ez bi tenê dixwazim zarokên we bibînim, hêj wan bikim ji xeynî vê yekê tiştekî dî nedifikirî yanî 10 saliya min tê bîra min ango 18 sal Hama bêje kengî biçûyama cem wî digot Hama ez zarokê te bibînim besî min e. Mirovekî bifikirin bi roj û bi şev bi tenê xeyala neviyên xwe kirine, bi tenê xwestiye kurê kurê wî hebe û ew jî paşê bimire.
Bavê min par di meha hezîranê de rehmet kir û kurê min jî sê meh paşê hat dinyayê. Yanî ev feleka xayîn nehişt zilamekî extîyar, kalekî têkçûyî, însanekî henun bigihîje tekane miraza xwe....
Lawê min 14 mehî ye hê jî kengî lê binêrim bavê min tê bîra min law dibêjim bavê min bi salan xeyala dîtina vî kurikî kir lê nedî feqîre min. Gelo bavê min eger bijiya û nevîyê xwe bidîta dê çi bikira? Çawa wî hembêz bikira? Çawa wî bigeranda? Çawa hej wî bikira? Çawa wî bigirta li ser çokên xwe? Çawa pê re biketa dîyalogê?
Ya girîngtir, kelîya ku bavê min cara ewil nevîyê xwe bidîta gelo sûretê wî bi çi şêweyî bikeniya? Kelecana xwe bi bişirîn an bi girîn bida der?
17 meh berê bavê min mir, 14 meh berê kurê min hat. 17 meh e bavê xwe difikirim 14 meh e kêfa bavê xwe difikirim. Xudê bi sê mehan hemî bextewarîya min ji min girt...
Aniha tekane xeyala min ev e ku ez kurê lawê xwe yanî ciwanê xwe bibînim...



24.11.2019 23:51 ~23:56 | ferhenga şikestî

305. Gelek caran dixwazim werim li ser tirşik netê tiştinan binivîsim lê tirşik ne wek twîtterê ye loma ez zêde guh didim tiştên li vir dinivîsim lê hingî dişixulim û dibetilim halê min namîne ez li ser entryan bifikirim lê her roj têm û mijaran dixwînim. Ez gelekî li ber vê ferhengê dikevim ku em xatirê wê nizanin destpekê de ez :(



25.11.2019 00:40 | biaqila malê

306. Cêwiyê mi zazakî yew şîîr nuştibî. Hema ma key kîyeyê tazîye di kom bibînî, ma henekê xwu ci û şîîra êy kerdinî. Seba ke şîîra ey de qal û vatişê bawkalê mi bî. (Carna bawkalê mi qalî keyeyê xwuno newe bikerdinî vatinî “keyeyê mi ra gere dewa qasa biaso”).
Cêwîyê mi zîyara dewa ma ser şîir nuştibî. Yew çardeyê şîîr de sey bawkalê mi vatibî “to sero aseno dewa qasa” seba no rêzikê, ma henekê xwu bide kerdinî. Ena ray mi nara bi nîyetê henek şîîra ey vati û mi ser facebook bar kerde. Şarê dewa ma hende şîîra êy begem kerdibî her kes qal û behsê ci kerdinî. Mi bi henek ci namdar kerde.

Şîîra ey:



08.12.2019 23:22 ~2019.12.09 11:13 | kajav

307. min waneyê îngilîsî bi zaravayê soranî bi tîpên erebî gûhdar dikir

(bnr: ne poşman im)



07.02.2020 19:55 | tîrêj zana 21

308. Ez nizanim ezê çi îtîraf bikim.



07.02.2020 21:32 | xabûrî

309. Keçika hevala min tir, li min dikir fis..



07.02.2020 22:17 | zîzo

310. Bi hebûna nivîskarê me yê nû, tîrêj zana 21, tahm û quality ya tirşikê pir hat xwarê. Dilêm ji tirşikê sar bû. kêf ji xwendina tirşikê nagirim. Çend hefte ye dilêm nîn e ez tiştan di tirşikê da binivîsim biweşînim. pir xemgîn im. xwe ecêb dibihîsim wekî ku tiştekî hêja ji destê min çûye. (te got tirşik?)

Yekê heqeret lê kir, yekê got "zêde êrîşkar (aggressive) dinivîse", yekê din jêacizbûna xwe aşkere kir, yekê din jî got min wî block kirîye. yekê got rastnivîsînê nizane, yekê got formata tirşikê binpê dike. pirên wan rast in. ez jî pir jê hers bûm. ji helwesta wî ya xerabe pir aciz bûm. wekî ku yekî rabûye bi awayekî hostetî û professional tirşikê sabote dike. çima wer dike? (em vê yekê bidin alîyekî ji ber ku ez nikarim li vir yekî mehkeme bikim.)

pir lê hûr bûm. rewşa hebûn û tevgerên vî nivîskarî pir kompleks e. kîjan bêjim, kîjan nebêjim. wextêm tune ye. îcar, her ku diçe heyfa tirşikê dibe. ji ber ku dilêm naçe peyamên wî bixwînim (naecibînim loma) nikarim çareserî jî bibînim. dawîya dawîn, piştî çend rojan, min vê pirsgirêkê li gor xwe bi tiştekî ve girêda: kêmasîya social intelligenceê.

ji çomezîyê ta niha, ev nivîskar nekarî xwe di nav civaka tirşikê ya heftsalî da biguncîne, cih ji xwe ra çêbike. Kêmasîya social intelligenceê tiştekî weha ye ku nahêle mirov hay ji xwe hebe, adapte bibe. loma tişt ji destê wî jî nahê. Ev yek ne tiştekî şexsî ye. her kes bi awayekî ye. tirşik ji her kesê ra vekirî ye (çareserîya vê yekê tuneye). ew biçe, dê yekê din were.

heyfteya berê bû, ji bo ku peyameka xerab di tirşikê da bidim jêbirinê, bi saetan lê hûr bûm: tirşik forûm/116712 heya moderator pê qanî bikim bêhna min çikîya. li şûna wê min dikarîbû çend peyamên balkeş ku zûda di hişê min da bûn binivîsim. heyfa wextê min û ya tirşikê ye. ma ez mecbûr im tiştan analîz bikim, hûrgilîyan tê da ji hev veqetînim, pênase bikim û xeterî bidim ber çavan. belê ez mecbûr im * ji bo ev platform piçekî bi quality bimîne divê mirov hinekî xwe pê biêşîne.

îcar tîrêj zana mala me xera kir. peyamên wî yên bêqayîde û bêsînor... wextê mirov tuneye her tiştî rast bike. qasî ez dibînim, moderator jî bes naxebitin. hew simurg56 e. werhasil, çend hefte ye, heyfa tirşikê ye.

em ewqas jî bedbîn nebin lo! me go tirşik.net cihê rehabîlîtasyonê ye. tendirustîya wê li ser we hemûyan be îşala!

edit: nivîskarekî hêja ye. êdî ji van rexneyên li jor azad e. tîrêj zana 21/121481



09.02.2020 11:55 ~2021.12.20 11:05 | mirovekirind

311. li ser imdb 1 puan didim filmên tirkan ên nîjadperest ku min seyr nekirye.



25.02.2020 02:04 | hespêsor

312. Nivîsên dirêj yên tirşikê , xwe de nabînim ku bixwînim lê dema peyamek wiha jî bibînim Here lînkê , dixwînim û dû re dibêjim belê nivîs çiqas dirêjbe ewqas bi tehm e. Belê min ev nivîs xwend Here lînkê



08.04.2020 04:48 ~04:49 | brzn

313. wek hûn jî zanin ;
berê kuçe tev ax bûn ,
av rojekê hebû deh royan tinne bû .
şaredarî xwe li me ne dikir xwedî jî ..

wêga cîranê me jî xwedîyê firatborû ya bajêr bûn
halê wan xweş bû wille

wan biryar da ku borîyê taxê tevî ji kîs xwe çêkin , mala wan ava be .

li hember mala me érdek vala hebû meskenê bîracîyên kurd bû
(keko tinne bûn wê çaxê)
wan borîyê taxê tevî danîbûn wur ,
"érd li himber me û li tenişta wan bû"

rokê bîracî rabûn ez û lawê metka xwe çûn mekanê wan
(ma hingî dayka min digot neçe wur , neçe wur ji min re bibû meraq)

prekêtên rûniştinê , ardûyên ji bo êgir , çeqmaq (hestebar) û çend şûşê bîra hebûn
me agir pêxist , me xwe da ber
pişt re em rabûn lê me venemirand wî agirî .
"wext jî berêvarî "

êvarî li ser şîvê ;
bû hewarên dayka min ,
mehel tev kom bibû û bi satila vedimrandin agir, bi pêr nifirê go dihat kirin xwedê zani , rebena ca min nifira li xwe dikir hay ji wê tinne bû
û mehel tev digot em ê xwîna bîracîyan vexwin , em ê di sed yekê wannin ...

û piştî şeş sala borîyê avê hat taxa me
tev ji kertîya min û kurmetê min .



08.04.2020 13:15 ~17:49 | shwinsherm

314. diho şeva din, saet 4ê sibeyê min sîparîşa pîzzayek mezin da û tenê serê xwar. û ser de jî tasek şîrbirinc wek şîrînahî xwar.

(bnr: true story)

(bnr: let the lînç begin)

(bnr: tirşikvanên xure)



08.04.2020 16:45 ~16:52 | xelîl