Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    3 mijar û 3 peyam
    îtîrafên tirşikvanan - tirşik
    îtîrafên tirşikvanan
    (154) (15) ecêb (11) (123)
    di mijarê de bigere

    201. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2015.04.14-12:12 [guhertin:2015.04.14 12:17]| shorbevan

    202. dema ku bêhna min teng dibe, bo dermanî û bo bêhnvedanê entryên shorbevanî dixwînim, hama xwudê jê razî*



    2015.04.14-21:15 | ferhenga şikestî

    203. wextekî pîla mişka kombersa min xilas bibû, ez çûm min pîla bangesaeta hevale xwe yê malê jê derxist û li mişka xwe da û pîla xwe ya xilas bûyî jî li saeta wî da, min ji bîr kir ez ji hevalê xwe re bêjim.. hevalê min ê malê mamoste ye, sibehê zû radibe diçe mektebeka gund, axirê sibehê ez rabûm de ji xwe re taştê hazir bikim, min dît ku hevalê min jî li malê ye, min go te xêr e, tu çima neçûyî mektebê, go saeta min a bangê xirab bûye, vê sibê lê neda ez jî di xew de mam û min nekarî bigihim servîsa mektebê..

    min jê re behsa pîlê nekir, min go ka bîne ez ji te re çêkim, ez çûm marketê min pîlek kirî Û li saetê da, bu tiqtiqa saetê, ez çûm min saeta wî dayê û min jê re go carê berî ku tu razihî li saeta xwe binêre ka dişixule an na.. *



    2015.04.14-22:26 | endazer

    204. digel ku dengdanek hdpê me jî ji ber ku xwîntehliya sosyalîzma hov tîne hişê min dikim nakim dilê min li alên pkk nakele dikim nakim nakele. li ber dilê min ala min, ya kurdistana başûr e. çiqas xweş û rengîn e.



    2015.04.14-23:59 | ceso

    205. Min pir bérîya tirşikvanan kir ya hu ma ev imtihanén zanîngeyé kenge biqedin bo xwedé ? Min pîr bu li zanîngeyé



    2015.04.17-00:08 | tîrejên rojê

    206. ez itiraf dikim lê yê bawerke ne wunin

    li derveyê tirşikê min nedin xeberdan ez xeber nadim e zanim wun bawernakin lê disa ez îftirakî bi xweve weynim.



    2015.04.23-12:51 | shorbevan

    207. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2015.04.24-00:51 | elegez

    208. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2015.04.24-15:59 | hêja hûner

    209. mın hêjî format ne xwendiye. hima min di serda lê nihart û derbas bûm.



    2015.04.25-12:50 | shorbevan

    210. gava dî min dît simurg56 li jêr mijara pêkenokê pêkenokek nivîsiye, pêkenoka nivîsî ew qas fiş û eletewş bû, min xwe negirt û reşşika xwe ya ewil di tirşikê de da simurg56, bila qisûrê efû bike..

    hinek pêkenok û çîrok tenê bi zimanên xwe xweş û pêkenî ne dema ji bo zimaneke din tê wergerandin tu te'm û me'na wan namîne..

    simurg56 te divê tu jî vê peyama min reş bike em biçin ji ber hev ve *



    2015.04.25-22:24 | endazer

    211. Ez hêjî nizanim bakûr ku der e başûr ku der e. Gava di cihekî de rastê van peyvan têm pêşî çend saniye difikirim û pey re têdigihîjim... Peyre dîsa heman quzzilqurt.



    2015.04.28-22:24 | ceso

    212. 1-bi rasti klavya min a kurmaci tunneye ,ew yek ji bo min itirafe.

    2- ez nizanim ku ,ka de yekitiya zimane kurdi ,çawa standardize be gelo ? wan tiştene hem sere min u hem jı dile min dieşine .



    2015.04.28-23:45 | baynu

    213. îroj liqayî kesekê hatim, bawer bike pirr dişibiya te, min dirûvê te lê anî û heyfa şeş salan ji rûyê wê yê lihevhatî anî û min di bîr anî ku ew serborî gorekî veşartî ye di dilê min de, ji bo ku ji axê rabe jê re bayekî sivik jî bahane ye, bi xwexapandinên xwe yên sêwî, dikim ku destên xwe ji te bişom lê nabe... dibihîzî?



    2015.04.29-20:42 | ferhenga şikestî

    214. Min di rojêkê de telefûnên 4 keçikan xwest.Min ji bo xwe ev serkeftinêk hesiband.Le ya xirab yekê tenê telefûna xwe da min û wê jî peşniyara min ya evindariyê qebûl nekir.



    2015.04.30-00:11 [guhertin:2015.04.30 00:12]| hûteheftserî

    215. min bêriya wan şerên navxweyî yên tijî heqaret ên tirşikcanan (ne tirşikvan) kiriye. * yaw ez çi zexel im.* bila soz û bext be ku vê carê pevçûnek derbikeve ez ê nebêjim bes e bila heta û hetayê şer bikin.

    ...

    carna dilê min ji hdpê, pdk, pkk dixele lê ez çawa diçim di twîtirê de çend deqeyan twîtên nijadperestên tirk dixwînim di nava çend kêliyan de dibim netewperwerek hovê kurd. pkk û pdk û hdp li ber çavên min dibin pîroz û bimbarek.

    ...

    ji bo rewşa min a kevirlêbarî çar encam hene.

    1- an ez pir jîr im û piraniya mirovan normal in

    2- an piraniya mirovan ehmeq in û ez normal im

    3- an ez ehmeq im û piraniya mirovan normal in

    4- an piraniya mirovan jîr in û ez normal im

    gelo kîjan? ez dibêjim didu. sisê jî dibe...

    ...



    2015.05.02-21:42 | ceso

    216. wûn bi çi bawerin ez ji wera bi wî sond bixwum min bêriya tirşikê kirîye. ev internet bûye nexweşînek limin lê min hinek kêmkir niha ez tedawî dibim lê mixabin eşâ bê dermane. ti başbûna min tine bi qurana kû we xwendîye



    2015.05.02-23:06 | shorbevan

    217. ez îtirafka din jî dikim min dît hisa şikestî nayê min dev ji nivîsa entry berda carek mindî hayloo vaye şikestî jî dev jê berdaye yanjî ewji tedawî dibê kêm dike o hima min ji nava serê xwe kir hewar û min got ez di şanşê xwe nim û min got gere ez disa herim tirşikê û ez hatim



    2015.05.02-23:24 | shorbevan

    218. ez fetîşîstê memikan im.neku cihek din,hema ew cotik aqlê min ji serê min diben.



    2015.05.04-01:14 | vêca çiyeeee

    219. ez pir kêm dinivîsim. mixabin wextê min zêde nîne.



    2015.05.04-11:06 | mîrêhekarya

    220. ez îtiraf dikim min reşşik nedaye kesî heta niha ewê rekor di destê minda be kesê ne li gorî formatê jî ne nivîsandibe û troll be jî hurmeta min ji wanre heye



    not: bira pozê hinka bi şewite o bibeecin ههههههههههه welle govend ranabe... tey tey



    2015.05.07-21:50 | shorbevan