Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
îtîrafên tirşikvanan - tirşik
îtîrafên tirşikvanan
(284) (24) (15)
di mijarê de bigere

155. Bi rasti ez pir Kurdi nizanim binifsînim. Hevîyamın ewe ku ez hîne nivisandina kurdî bibim.



27.03.2015 21:02 | tîrejên rojê

156. ji sê tiştan pirr hez dikim;

kurd, kurdî û kurdistan



27.03.2015 21:14 | ceso

157. Dema min bihîst tirsik hatiye avakirin, ez bûm endamê tirsikê .Di serî de min derbarê qasî 15 an 20 mijaran de şîrove û tişt nivîsandin. Lê niha îtiraf dikim ku ev bûye salek min tu tişt nenivîsandiye. Eyba reşê, şerma giranê ji bo min ne wisa?

Ez ê ji vir pê ve hewl bidim ku zêdetir binîvîsim...



28.03.2015 00:28 | nuçevan

158. di tirşikê de nû me nizanim ku peyamên taybet mirov ji hev re dişînin admîn dikarin wan bixwînin an na. jvê mereq dikim. ji ber ku tişta taybet taybet e. *



28.03.2015 12:32 | bijêrvan

159. Çend roj ewil hindik mabû ez zewicîbûm û xebera malbata min jî tinebû.

(bnr: tu çavê şeytanê)



28.03.2015 14:49 | quşxaneli

160. min do şevê di sernava rasteqînê de bi qasî barê karekî tiştina nivîsandin, ji bela ku ji telefonê ketim û ji bela ku piçeke dirêj dem jê derbas bûn, bêî ku copy bikim min şiyand û min dît ku ne onlîne im:(

yanê ketim ber xezeba înternetê û piştre min bi xwe de nedît ku cardî binivîsim



31.03.2015 12:53 | ferhenga şikestî

161. ez îtîraf dikim ku tişta ku dê min ê bigota wê nebûna îtîrafek. lewma min negot.



01.04.2015 01:05 | serhednişîn

162. min gellek tiştên nivisandina zimanê kurdî bi alikariyê tirşikê hû kir û êdî hû dikim. min berê kurmancî û zazakî tenê bila qeide zanibû.



04.04.2015 18:32 | cinorek

163. yekşemê ezmûnê min destpêdikê le ez ne dikarim dev ji tirşikê berdim ne jî dikarim pênûsa xwe biavejim.ketim ê E'rafe ki mezin.



04.04.2015 20:28 | quşxaneli

164. We qet diziya Xwedê kiriye?



Ez ne diz im û kesî jî diziya min nebihîstiye. Lê Xwedê min efû bike min berî çend salan ji Xwedê televîzyonekê dizî!



Ji sersalê re du roj mabûn û berfê rêya di navbera gund û bajêr girtibû. Vije-vija berf û bagerê ji mirov re digot ku dê heta hefteyek an jî du hefteyên din jî rêya gund venebe. Ez jî di mal de bi tenê me û hevala min jî televîzyoneka 55 nizanim çiye. Îca dema Xwedê ji mirov re li hev neyne, nayne. Tupa televîzyona min a ji dema hezretê Deqyenûs de mabû qediya û ez bê heval di odeya xwe de asê mam. Televîzyon xerab bibû û tiştekî ku ez xwe pê re mijûl bikim tunebû. Min herî zêde dixwest di yelevîzyonê de şahiyên sersalê bibînim û minê êvara sersalê yekem car bi kurdî di Kurd1a rehmetî de li fîlma Titanicê temaşe bikira. Televîzyon xerab bibû, bêhna min haşa hizûr diçû qûna min re.



Piştî banga îşayê bû û ez ji holika xwe derketim, min hinekî xwe bi avêtina berfa ser banê mijûl kir. Feqeyên mizgeftê piştî nimêja îşayê ji mizgeftê belav derdiketin û di nav berfê de ber bi malên xwe ve diçûn. Du feqeyên ku li ber deriyê min re dervaz dibûn qala fîlmekî ku mele wî evarî li mezgeftê bi wan daye temaşekirin dikirin.



Herçend ez nediçûm mizgeftê û min nimêj nedikir jî, min ji feqe û cimûetê bihîstibû ku Mele Bariş televîzyonek aniye, li mizgeftê fîlm û rêzefîlmên girêdayî cemaeta Silêman bi feqên gund dide nîşandan. Mele ji bajarekî tirkan hatibû û bi kurdî nedizanî. Wî qet ji min hez nedikir û min jî ji wî. Welhasil min zanî ku televîzyonek li mala Xwedê heye.



Piştî ku cimûet ji mizgeftê belav bû, minî kafir riya mala xwedê girt û ez bê destmêj ketim hundir. Ji ber heyveşevê hundirê mizgeftê ronî bû. Yekser çavên min li televîsîonê ket û min bê ku destûr ji Xwedê bixwazim kir himbêza xwe û bir mala xwe.



Televîzyona min û ya Xwedê di heman qalibî de bûn. Herdu jî 55 ekran bun. Lê ji ber markeyên wan ne weke hev bûn, diviya min hundirê wan veguhezta. Yanî kurt û kurmancî min ekrana televîzyona xwe kir nav ya Xwedê û ya Xwedê jî kir nav ya xwe û nameyeke bi kurdî ji Xwedê re nivîsî û wê nameyê jî kir hundirê televîxyonê û televîzyon bir û danî mala Xwedê. Ji bilî Xwedê kesî ez nedîtim.



Piştî du hefteyan min bihîst ku televîzyona Xwedê xerab bûye û televîzyon birine cem hoste. Nameyek bi kurdî ji alî îlahî ve di hûndirê televîzyonê de derketiye û mele ji bo xwendinê li kesekî digere.



05.04.2015 00:47 | arifo

165. di rojê de 9999999... car pêl li reklamokên beredayîdikim..

simurg56ez ê te dewlemend bikim*



06.04.2015 00:38 ~00:39 | ferhenga şikestî

166. ez itiraf dikem min şifreye xwe hındakırıbu,ewe cara duyemine ez dibim endam,hej wexte nu webi ,tirşik net ,andame we e awil ez bum..



06.04.2015 01:43 | baynu

167. heftiya vîzeyan e.ez dindik jî naxebitim.niza bo çi nakem xem.divêt ez bixebitim.jixwe min du ders hene ku dê salek din dîsa hilgirim.lê naaaaa...fayde naket.



07.04.2015 21:35 | vêca çiyeeee

168. çend sal berê me dukkaneke emlakê vekiribû.me tabelayek ji bo wê dabû çêkirin.jixwe hertişt bi vê yekê destpê kir.me mêze kir ku gava hinek erebe derbas dibin ji me re tîtikê lê dixin,silav didin,nîşana zaferê dikin.carek erebeya partiyê jî silav da me.em pêşî lê şaş man lê dûre me fêhm kir ku tabeleya me kesk û sor û zer e lewma ew silav didin me.

niha ez ji wan kesan re dibêjim: me ew tabela ji ber welatparêziya xwe çênekir.tenê tesadufek e*



12.04.2015 21:40 | bayesar

169. Nêzika deh salan e jiyan ji min re giran tê. Ne ku bêhêvî me lê ji ber ku mirov bêyî kategorîzekirinê nikarin bifikirin ez pir diêşim. Gava bi yekê tirk re diaxivim ji ber ku mafê kurdan diparêzim bi yek carek dibim terorîst. Gava ku bi hdpîyan re diaxivim ji ber wan rexne dikim bi yek carî dibim barzanicî an jî hîzbullahçî gava ku barzaniciyan rexne dikim bi yek carî dibim murîd an jî evdoperest, gava bi ateîstan re diaxivim bi yek carî dibim erebekî hov ê biegal û şaşik, gava bi misilmanên serhişk re diaxivim bi yekcarî dibim har û jirêderketî... Pêşî dipirsin tu ji kîjan komê yî? çiqas bibêjim ez ceso me jî dîsa dipirsin tu ji kîjan komê yî... Dîsa dîsa dîsa...

Here lînkê



12.04.2015 23:46 ~23:49 | ceso

170. binavê "nemrud" û "chaco" li uludağ sözlükê dinivîsînim û min format hin nekir çû.



13.04.2015 10:40 | shorbevan

171. sibê ezmûna minê fîzîkê heye û heta niha nexebitîm :'((



13.04.2015 22:54 | rûbar payîz