Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    1 mijar û 1 peyam
    îtîrafên tirşikvanan - tirşik
    îtîrafên tirşikvanan
    (154) (15) ecêb (11) (123)
    di mijarê de bigere

    221. ez îtiraf dikim gava entry min tên jê birin dilê min ji tirşikê sar dibe û ez bi vî awayê hetanî niha min nivîsandîye ez ne nivîsînim ez nikarim binivîsinim. û ez li malparek din digerim bira tirşikvan bibin alîkarî ji minre karek bibînin lotikxane be nasname be anf... be hima bira ji minre qelemekî û defterekî bistînin bese ji serê min zêdeye. niha di rûdawêde dinivîsînim. lê rûdaw jî wekî tirşikêye hetanî entrykî meriv dikevê meriv qansêrî dibe.

    Here lînkê





    2015.05.08-21:22 | shorbevan

    222. Ez ê niha rûpelekî ser leyla güven nivîsand xwedê bela xwe Daye ez têketîbûm tirsik ê ema derketîye mi got Mijar bişîne go Qet mafê te tune ez ê dîn bûm

    Nivîsa min wenda bû



    2015.05.08-23:48 | zergahemzaerdaldilbirîn

    223. ez îtiraf dikim gava ji minre reşşik didin kêfa mintê ez tînim bi firim... û ez bi reşşikê xwe serbilindim çiqas pirvin dide nîşan ev tev serkeftina mine û qehirandina hinek kesaye.

    (bnr: de inca bixwun)

    (bnr: ka bila bê) reşşik



    2015.05.09-21:35 | shorbevan

    224. ez îtiraf dikim malla ferhenga şikestî hezar car ava be yê reşşika dide min wan ji minre aşkere kir.







    edît: hem îtiraf hem jî îftirayeke ev



    2015.05.10-19:20 [guhertin:2015.05.10 19:35]| shorbevan

    225. Car caran wexta şeveqê şiyar dibim xwe pir xerîb hîs dikim.



    2015.05.10-19:26 | mircembeli

    226. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2015.05.10-20:01 | rasteqîn

    227. di heqîba min de tiştek nema, min divê li ser dîroka siyasî ya başûr û rojhilatê kurdistanê û dîroka siyaseta tirk tiştinan bixwînim, tişta di heqîba min de ketî ser hev min belav kir piştÎ vê saetê her tişteka ez bêjim wê xwe dubarekirin be.. wekê goleke genî hest bi xwe dikim..



    2015.05.11-15:40 | endazer

    228. yekem fîlma ku ez li ber giriya bûm berîtan bû.

    niha fahm dikim ku derhêner di fîlm de nedigo pêşmergeyên dihat ê ynkê bû an ê pdkê bû. ya rast jî ew bû. balkişandina çîroka berîtanê ji eşkere kirina "dijmin"an girîngtir bû.



    2015.05.11-16:11 | berxweda

    229. ez îtiraf dikim hingî min wêneyê simurg56 endazer7/22 û berxwedayê ci war ne kifşkirî dibînim dilê min ji ala rengîn û ji kek nêçirvan sar dibe erê welle



    2015.05.26-20:16 | shorbevan

    230. carina ez ji yekî hez nekim, radibim û rûdinim planên kuştin an jî lêxistina wî/wê dikim. planên min çiqas xweş bi hewqas kêfa min jê tê, dûre dibêm "amaaan hele dev jê berdi lo!" Xêra va xeyalperestiya xwe pir caran ji şer dûr dikevim.



    2015.05.27-00:24 | arya jîyanda

    231. ev salek e min bîr nebir ku ez vegerim Kurdistan a xwe. Qizeke tirk hişê min ji min biri bû. Xwedê hez bike em ê vegerin Kurdistan ê..



    2015.05.27-10:53 [guhertin:2015.05.27 10:53]| ciwanqoser

    232. Carna xeletîyêt mazin yên rastnivîsa kurdî dikim.



    2015.05.27-12:22 [guhertin:2016.03.28 20:00]| azad30

    233. yê ku çeppikan dide shorbevan ez im*



    2015.06.16-21:01 | ceso

    234. ez gava dikevim tirşikê ewil li çepik û reşika dinêrim gava ku reşşik hebin dest bi çêra/dijûna dikim lê gava çepik hebin ez dibêm hima xwedê ji wî kesî razî ku li çepika dixe.



    2015.06.16-21:07 | shorbevan

    235. we xwe kuşt law bes serî li hev mezin bikin.



    2015.06.17-10:52 | ciwanqoser

    236. welehi ev hilbijartina giştî de ez wisa westiyam ku tu yê bêjî qey kamyoneke bibar li ser min re derbas bû. êdî ne ji bo kar û barên min taqeta min maye, ne jî ji bo ku di tirşikê de binivîsim taqeta min maye.



    2015.06.17-14:04 | nazim tolhildan

    237. yek ji tiştê herî zêde ez dibehecim xwendina sirûda tirko ye. di mezûniyetê de jî dê ev marş were xwendin.. ne ji malbatê bûya ez ê neçûma mezûniyetê jî..



    2015.06.17-14:40 | berxweda

    238. ez rojî nagrim. (bnr: ez ne atêîstim) (bnr: sedemên rojî negirtinê)



    2015.06.21-18:42 | hûteheftserî

    239. Ez jî nagrim. Min îro (bnr: goştê xinzîr) xwariye. Parsûyên biraştî. Ê ma qey lezetek wê hebû.



    2015.06.21-18:45 | hola êzîda

    240. Dixwazim hinek mijaran da binivîsim lê ji ber bandora rojê hal min de naminê.nivîs ji min re gelek dijwar tê.piştî fitarî jî wext namînê.



    2015.06.23-19:36 | ronahî