Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
îtîrafên tirşikvanan - tirşik
îtîrafên tirşikvanan
(284) (24) (15)
di mijarê de bigere

280. Peyama tirşikvanan herî kêm sê an jî çar cara dixwînim. Yên xwe jî tê de. Heta hinek peyam hene belkî bîst car zêdetir xwendime. Ya ji ber fêm nakim kurdiya min kêm e(birastî jî kêm e) ya ji ber nivîskarên din nikarin ravebikin kurdiya wana kêm e. Lê ji xwendina wan aciz nabim ew baş e.

Kitêba an jî nivîsara ku min xwendiye zehf hez dikim ku careke din bixwînim û dixwînim. Gelek tiştan ferî mirov dike.

Li twiterê peyamên kurdî naxwînim ji xeynî nûçeyan. Hema derbas dibim. Ne hêjayî xwendinê ne.

Ez li facebook û twitterê(wek xwendevan) bi aktîf bikartînim. Di rojekî de gelek gelek gelek rojname û gotar dixwînim. Li twitterê hema bêje hemû nûçeyan dixwînim. Divê îtiraf bikim berî niha rojnameyên kurd hêj baş bû. Ev sê sal e zehf derev dikin. Ev sê mehe gihîştin ê tirka.

Ezê bi demekî ji tirşikê veqetim. Tirşikvanên ku ji tirşikê qetiyane fêm dikim.

Berî niha li tirşikê mirov hebûn zehf ji ber xwe tiştan digotin hem bi aliyê siyasî hem bi aliyê dînî. Min tenê dixwend. Piştî qerara xwe da ez jî binivîsim ewê çi bê. Piştî ku min jî nivîsand ew kesên ku tavêtin yek bi yek ji holê çûn. Hinek peyamên xwe birî filan. Zehf bitehlûke bûn. Dikaribûn baş binivîsînin lê tev vira digotin. Berê seateke min qerar da ku min wana pûç kir min erka xwe bi cîh anî û ne carek bi dehan cara nîşana ramanên rasteqîn da. Dersek da wana. Ez jî alim nîn im. Her tiştî nizanim divê zehf bixwînim. Karê min jî hene. Min destnîşan kir ku Kurdî bêxwedî nîn e. Palewanên qehreman bêxwedî nîn e. Îslam bê xwedî nîn e. Kurdî ew qas reben nebûye. Kurd ev qas biçûk nîn e. Û biya min biser jî ketim. Vaye du heb nivîskarên kirmanckî jî vegeriyane. Baş e.

Ezê piştî veqetîna xwe jî peyaman bixwînim. Heke ezê bibînim tirşik dîsa ketiye nah halekî wisa xirab ezê tevlî bibim allah wekîl.

Di demekî nêzîk de ji nişka ve ava rûbara xwe biqetînim. Ji ber vê zehf bextiyar im. Û zehf kelecan im. Ezê çi bibînim eceba? Belkî herim twiterê. Xwedê dizanê. Êdî ez jî di nav mêvanan de hejmarek bibim. Law law law. Min hîç texmîn nedikir îro qerara xwe bidim. Û him jî bê xatir xwestin. Bimînin xêr û xweşiyê de.

Vêga hat bîra min evê jî bêjim carinan di mijara fîlman de binivîsînim. Ew zahf xweş e. Tabî ne her roj, Mehekî de an jî du mehan de carek filan. Pişt re fêrî kurdî bibim li mijara pirtûkan jî binivîsim. Êdî divê kurdî bialimim. Problemek mezin e di jiyana min de ev. Xwedê ji her kesê re pêşî jî ji kurda re şîfayek bi lez bişînê.

Însanoxlî bir kûş mîsalî nîrden nîreye. Ez çawa hatim li vir? Çawa diçim ji vir? Îtirafek balkêş e. Bersiva Her du pirsan jî nizanim. Way be. Iyimiş. Bir şey bilmemek. Güzel şey.



01.12.2017 04:31 | rûbar

281. Vaye demeke dirêj e ji ber tiralî, xerabiya derunî, rewșa welat û siyasetê min tu tiștî du tirșikêde parve nekiriye. û îtîrafeke din; min dest bi lîstikeke mobîl jir û ji rewșa welêt pir bêhêvî me.



23.12.2017 15:17 | azadixwaz

282. îtîrafe an îtîraf nîne , ez ji hîjdeh salî me , lê hertim xwe heftê salî hest dikim.



30.12.2017 00:23 | kurdokercewsî

283. li gor min her kes xirab e. heta bavê min û diya min jî.



30.12.2017 03:38 | sloujouc

284. di vê heftê de min xwe pir betiland û min îro ji karê xwe ya nîvro reviya û min got mêvanên min ên qedirbilind hatine, nabe ku ez nerim malê. derew e. ji xêynî min rûh û cin û afirîndeyên din kesekî li malê tune ye.

bi hejmarî be jî, hema ev pênç sal bû, dilê min dibijiya ku ez jî li bin vê verşokê binivîsînim. *



30.12.2017 15:21 ~15:35 | biruya hayao miyazaki

285. Îro min tê anî der, nivîskareke go j'min wê ye mêr e , jin derket. Peyre min peyamên jinikê dûbare kir, dîse xwend. Û ez şaş man. J'bo go wateya berî ez bielimim û piştî ez elimîm zayendê wê zehf guherî. Îda Çêtir watedar xwuya dikirin.

Va ez îtîraf dikim û min niha fêhm kir go ez hinek mirovan li gora zayend û navan kategorize dikim, ne li gorî fikr û raman. Heyfa minê ! *

Îda hun dikarin bi vê stranê bersiva min bidin û min fêhtkar bikin *





03.01.2018 22:27 | gumgumok

287. hebûna tirşikê ji bîra min diçe. bo mînak ev demekî gelek dirêj bû, ji bîra min çûbû. lê niza^m ji dil derbas bû û hestekî got ka bikevê.



21.02.2018 02:36 | wiha wilo wisa

288. îşev di dilê min de tengasiyek heye lê sedema wê nizanim..



26.08.2018 01:04 | bûtîmar

289. Ez telebê hz mehdî me, xocê xizirê vî zemanî me, shorbevan'im û şûrê hz mehdî me, xwedê nûra xwe bi destê min, hz mehdî û telebeyên wî temam dike. tevgerên min aqilê kesî têrnake ku fehmbikin mesela ez bibibêjim min araqê xwariye dilê ne rihet têde rihet kiriye, û min xwedê nenasiyê jî kiriye bê ehlaqiyê kiriye û diserde di dinyayêde ti kes bîna min îmanxurt tune. Ez tiştek wisame bi serê merivde naçe tiştek ecêbe newsa?



26.08.2018 17:11 ~17:15 | telebê hz mêdî

290. Ji ber ku karên min van rojan pir zehv in nikarim bitirşikînim. Hêviya betlaneya somestirê me.

Biborîne tirşika delal.:(



28.12.2018 11:23 | xelîl

291. her yekî bo min hevalekê/î virtual bibin jî ez pir ji hevalên min ên li tirşikê hez dikim.

happy new tirşik ji we re hevalên tirşikvan û yên netirşikvan!



28.12.2018 19:20 | mirovekirind

292. Nivîsa min ji axaftina min baştir e. Ez kêm bi kurdî diaxivim. :(



30.03.2019 19:25 ~19:26 | hesinkar

293. ez ji agirîyê me û min her tim perwerde bi zimanê t*rkan dît.Wê demê da min tu carî ne ji zimanê t*rkî û ne jî rêzimana wî ne jî dersa wêjeyê hez kir.

Lê dema ku min bala xwe da li ser kurdî , min fehm kir ku divê mirov zimanê xwe biparêze , bipêyve û binvîse.

Rastî yê da ku dewletekî me hebûya û pêwîsta zimanê kurdî bi min tune bûya bawer dikim min dîsa ji rêzimanan û wêjeyan hez ne dikir: )))



30.03.2019 20:02 | brzn

294. ez narsîst im.



31.03.2019 00:14 | gulêê

295. ez ji t*rkî xeberdanê pirr acizim yaw , dema ku zêde xeberdim diwestim yaw



01.04.2019 00:20 | brzn

296. Min îro raya xwe da Chp û ji qehra serê min diêşe. Hesteke ecêb e.



01.04.2019 00:43 | biaqila malê

297. ji ber ku ne li mal bûm min raya xwe neda chpyê loma rehet im. lê bawer im li mal bûma jî min ê raya xwe nedana. lê merivê min, malbata min ku li izmirê rudinên li ser daxwaza silhedîn raya xwe dan chp. hêvî dikim chp wan poşman neke.



01.04.2019 01:16 | hêvî