Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
îtîrafên tirşikvanan - tirşik
îtîrafên tirşikvanan
(284) (24) (15)
di mijarê de bigere

118. ez pir hez dikim di tirşikê de binivîsim lê ji ber kar û barên min gelek caran dem nabînin ku binivîsim.



31.10.2014 16:08 | nazim tolhildan

119. carinan mirov xewnekê dibîne, 2-3 rojan nikare ji tesîra wê xelas bibe..



02.11.2014 02:02 | brusk56

120. Min hej keçikekê kir wê jî hej min.lê ji ber bêaqilî ya min em negehiştîne hevdu..jiber hindê ez herro bo xwe dijûna rêzdikem ..



02.11.2014 04:14 | vêca çiyeeee

121. Ez qet dersê xo ra nêxebitêna. Her tim ser o gurreyê tewşan de vindena, şuxulêna. Hele ez biewnê dawîyê mi se beno.



Ha Hebêk keçêk zî esta, weş û rind a.



02.11.2014 13:30 | endazyar

122. loma bêkari ji sibehi ez runiştime li xêvjimare û disekînim maçe beşiktaş-fenerbahçe ku ê dest pê be sehet hefteda.



02.11.2014 15:29 | nivîskarê bêkes

123. ma gelo ez ê kenge bibim endamê tirşike



26.11.2014 01:58 | bager elih

124. hevalê min ê malê nizane torrent çi ye, car heye 10-12 fîlman bi hev re davêjim ser torrentê û tabî bivê nevê dikutim qûna leza înternetê de, hevalê min jî ku tîryakê înternetê ye çawa dbîne ku înternet giran bûye tê dibêje yaw hacî ev çi ji vê înternetê hatiye, heta bi ser googleê ve dibim nîvê emrê min diçe ez jî her heman bersivê diidim û jê re dibêjim ''ez jî nzanim belkî ji ber pirsgirêkeke teknîkî be carina li deverinan baximê li xeta înternetê dikin ji ber wê giran dibe'' ji xwe ji bo wî înternet facebook û lîstikên sanal ên online in ji ber wê dilê min pê naşewiye û li ber nakevim.. *

madem mesele li ser înternetê vebû ez tiştekî din jî bêjim sê çar keçên teredînî yên cîranê hemberê mala me hene, sê çar meh berê bi awayekî pêhesane ku li malê înternet heye yek ji wan hat go tu dikarî şÎfreya înternetê bidî carinan spartekên me çêdibin em mecbûr dimînin diçin heta Înternet cafeyan min jî go ser çava, du sê roj di ser re bihurîn çi bibînin min dît hingî diçe înterneta gewr sisttir û girantir dibe min go ka ez li modemê binêrim ev çi mesele ye, ez çûm ser adrêsa modemê wey xwudêyoo ji 20 mekîneyan zêdetir bi xeta me ya înternetê ve girêdayî ne, tabî bi dest xwe re min têketina wan hemû mekîneyan asteng kir, bû roja dî min dît dîsa hat ber derî û go em nikarin bikevin înternetê qey te şîfre guheriye min go na şÎfre her eynî min neguheriye lê carinan ji mesafeyên dûr nakişîne belkî ji ber wê be filan..

axirê qey xanimê mesele fêhm kiriye kengî li asansorê an li hola apartmanê em liqayî hev bên, rûyê xwe ji min ba dide, mehdê xwe tirş û tehl dike tu wê bêjî qey min bavê wê kuştiye.. *



26.12.2014 23:08 | endazer

125. li vî bajarî, yanê li stenbolê heft mehên min qediyan, bi gotineke din, heft meh e ku ji amedê dûr im, heft meh e ku di jiyanê de hilnayêm û nahewim, dê nehewin jî.

belkî li hemberê xwedê neheqiyek be jî lê hîn hemû bawerî û îdealên min taluq avêtin, dibe ku biçin sergoyê jî..

jiyan di nava tirkan de, di nava şênî û civatên wan de wek gûyî ye, ji gûyî jî xerabtir, pîstir, genîtir û bêhnpêketîtir e, hê jî hînî wan nebûme, kî tê dibêje, tu yê hînî wan bibî helbet, ya rastî naxwazim hînî wan bibim, emr li min zêde dibin, her ku dihere madeya min tehltir û tirştir dibe, jiyan û pêvrebûna ligel tirkan ez ji jiyanê, ji xweşî û qenciyê, ji bêhngirtinê sar kirim, hew dilê min di asmîna kurdistanê de aso û aliqî maye, dil dikim ku vegerim, lê dibêm tu yê bi çi rûyî vegerî serhedo?

heft meh e ku li stenbolê me, biyanîbûneke beloq ji çavên min dihere, weka ku nêm ji rênasî bihere, li van deran naqosên dêran kerr minare kin nîn in, dilên rût ên bajariyan kerr û kin in, xwezî tirşikvanino mirin hebûya veqetîn tunebûya..

heft meh e pê hesiyame ku tirkiya min jî ne baş e, min berê digot qey tirkiya min li gor rêjeya tirkiya amediyan baştir e lê na bavê min! niha di nava wan de dibînim ku hîç ne baş e, dilê min bo ferqa bilêvkirina 'qaf' û kef'ê nekeliya û çû, hê jî nikarim bêjim kağıt, ew her qaxit e, û çi îşê me pê kağıtê heye? nizanim..

dema ku kurdek tê van deran dil dike ku siwarî keştiyan bibe û ji ser tengava stenbolê ve, ji hêlekê ber bi hêlekê ve here û sîmîtan biavêje bo qaqlîbazan; min carekê jî dil nekir û neavêt, min hej ji wan jî nekir, ji lew ew ajalên axa welatê min nîn im, dibêm qey ew jî neyarên min in, lê xaliqên xwedê ne, de were vê rastiyê bipejirîne... hîç ne pêkan e gidî!

heft meh e ku xwîna min li girava dîrokî ya stenbolê jî netevizî, hama qurteke kelecan jî di nava damarên min de negeriyan û tevz nexistin laşê min, darên parqa gulhaneyê, sûretek ji daristanên şewitandî ên welatê min dianîn bîra min; ku min digo xelk hej ji xwe û kêfa xwe dikin, ma sucê daran çi ne? lê bo ku darên ha bibin populer, darên min bûn qurbanî...

heft meh e ku ji amedê dûr im, xalî me, vala.. ketime di depresyonê re, ku zaroyên doyîn hê nû ji rewşa ha derketine, ma dibêm ne eyb û fedî ye ku tu nikarî ber xwe bidî? ma gidyanoo! jixwe rewş ne ji ber wê bû ku me go ha berxwedan ha berxwedan û mal li xwe şewitand û malik li xwe xerab kir?

mikur têm ku çi qas eciz bim jî ji kurdan hez dikim, hej jê dikim ku bi kul û derdên wan re bijîm, emr kin û elemgirtî be lê bes careke din dernekevim ji xaka xwe yaw, ku rojeke bikaribim vegerim, ez ê êdî hîç jê dernekevim -ji bo ger û geştê jî-

civata tirkan weka ekşîsozlukê ye bi xwedê, heke hevoka wan bi 'amk' dest pê neke nikarin bipeyivin, min bêriya dijmînên 'gedê bajêr' ên amedê kiriye, çêrên ku ji qirikî tê û dilê marivî rehet dike..



27.12.2014 00:57 | ferhenga şikestî

126. nêzê sal û nîv e ku endamê tirşikê me lê min hê jî avatareke li gor dilê xwe nedît yaww, dil bi êşan im tirşikkkêê!

mîna ebru gündeşê, ku serê carê sevgiliyê xwe dibedilîne, ez jî ji ecizî û nerazîbûnê avatara xwe dibedilînim, ebruya kafir dît mêrekî dewlemend lê min nedît avatarek! *



30.12.2014 00:51 | ferhenga şikestî

127. va fînalêt min destpêkirin.lê ez û hevalên min şev û roj bataq û okêy dileyzîn.xebitîna dersan sifir e.



30.12.2014 16:00 | vêca çiyeeee

128. îtîrafname: li tirşikê vegeriyam. min bêriya tirşikê kiribû. :(



30.12.2014 16:22 | terkexem

129. min heta niha digot qey di stêra tirşikê de bi tenê ken li vir bû nivîsandî ye

(we çima negot tiştên din jî hene kafirno?)

piştî ku hayil bûm, kengî stêr bibînim têm li ser bê ka çi heye..*



19.01.2015 01:01 | ferhenga şikestî

130. min carêk li beqal benîşt dizîbû..gava min benîşt dizî ,ez zarokek 6 salî bûm.



19.01.2015 18:05 | hesen bira

131. ji sala 2006'a, heta sala 2012'a ez li ser wîkîpediyayê gelek xebitiyabûm. min gelek gotar çêkirin û gelek tevlêkirin kirin. lê motîvasyona min a ewilîn a di vî karî de pêşdebirin û baştirkirina kurdî ya min bû. herçiqas min bi vê motîvasyonê dest pê kiribe jî, dû re niyeta min her ku çû xalistir û jidiltir bû, ji ber ku, wek tê zanîn, rêya çêtirîn a elimîna tiştekî nivîsandin e. niha zûve ye ku ez têde kar nakime, lê ne ji ber ku meqseda min hasil bûye, ji ber ku wexta min nabe.



25.01.2015 21:51 | fethî ronî

132. ji bo ku çomeziya min ji holê rabe û li ber vê eyba mezin fediyê giran nejîm, min vê peyamê nivîsand..*




133. heya wextekî min stranaa koma wetan ya bi navê sîne weke navê bajarê rojhilatê kurdistanê dizanîbû *



25.01.2015 22:10 | berxweda

134. ihi ihi, beriya ku bipeyivim divê qirika xwe ya tehl paqij bikim

neyse tirşikvanîno em di mikurhatineke dî de careke din bi hev re ne*

îroj yanê piştî saeta dozdehê şevê şeş salên min û wê qediyan yanê şeş sal berê di vê rojê de me hev nas kiribû, teqrîban hesabên me yên wê çaxê, divê niha em zewicandî bûna lê çênebû, biborîna delala min, min tu bê stran şandî, bila hemû xezebên vê cihana qehbik li min biqewimin ku veqetîna me neheqiyeke mezin bû..

neyse vê carê ez ê dirêj nekim û serê we neêşînim, li xwe miqate bin û xwedî li evîna xwe derkevin. dinya pûç û vala û xalî ye