Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 13 peyam
îtîrafên tirşikvanan - tirşik
îtîrafên tirşikvanan
(284) (24) (15)
di mijarê de bigere

51. çay û cixare tune be. ez nikarim bifikirim *



10.03.2014 20:29 | rêzan

52. mijara ku ji alîyê admîn ve hatîye vekirin û ne li gorî formata tirşikê ye.

(bnr: sen de mi brütüs)



11.03.2014 19:49 | nazim tolhildan

53. mijara ku yek ji mijarên taybet yên derî formatê ye (min vê jî niha ji ber xwe avêt *). ji bo mînakek din;

(bnr: tirşik forum)

(bnr: stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin)



11.03.2014 20:05 | simurg56

54. ez teknîkerê tendurîstiyê me û min kpss qezenç kir ez ê heta meheke paşê herim dest bi kar bikim lê min stenbol qezenç kir bi xwedê min hê di xewna xwe de jî stenbolê nedîtiye ez nizanim çi bikim ji ameda rengîn ber bi dojeha mirovan wê çawa bibe nizanim.. şeytan dibêje neçe lê bêrika min jî dibêje gûyê ji serê xwe mezintir nexwe û biteqize...



12.03.2014 23:23 | ferhenga şikestî

55. min ti carî ji helbesta cegerxwîn hez nekiriye. full stop.



13.03.2014 23:16 | cercîs rewanî

56. deh malên min hebin, ez odeyekê jî nadime kejê bêmal.



13.03.2014 23:24 | cercîs rewanî

57. kîsikê mejiyê min ji xwendekarên qedexeparêz diçe!



16.03.2014 02:21 | zero

58. dilê min ji kurdÎtiyê dixele..

dilê min ji edebiyata kurdî ya serdema îroyîn dixele..

dilê min ji siyaseta kurdî dixele.

di teoriyê de azadî û serxwebûna kurdistanê dixwazim lê dema kurdan dibînim dibêjim heft xwezî bi bindestiyê..

dilê min bi teyyîb erdogan dişewite..

li ber mirina tu kesî nakevim ya berkin elvan û ugur kaymaz û yên dî jî tê de, û bawer nakim ku ji dêûbavên yên mirî û hatîn kuştin pê ve tu kes li ber mirina tu kesî bikeve..

û

ey xwuda ataş baran e baran e

xaniyê dilê'm wêran e wêran e..



16.03.2014 02:40 | endazer

59. ez xiyalperestekî me. heta wê rewşê min ew çendî pêşve çûye ku, carinan, qasê çend çirkan, ji bîr dikim ku tiştên ez difikirim û diaxifim, xiyal in.



dibe ku rewşeki psikolojîk be, heke wisane, nexwa min zû da pê girtî ye.



16.03.2014 13:03 | ervah.azad

60. di dilê min de çoleke virt û vala heye..



16.03.2014 22:05 | endazer

61. her car wek îtîraf tijji tiştan dinivîsim lê dû re reş dikim..



16.03.2014 22:27 | gulgenim

62. ez gava ji kurdiya xwe sar dibim, dikevim youtubê û stran û klîbên hozan serhad temaşe dikim. dengê wî hêzeke bêhempa dide min hetta dikarim bibêjim ku wek bandora afyonê li ser min pêk tê



16.03.2014 23:37 | ferhenga şikestî

63. dema ku bi tena serê xwe dimînim bi dizî li strana dombrayê guhdar dikim. *



16.03.2014 23:45 | oxir

64. ez dixwazim ku navê tirşik.netê biguhere!!

de bipirsin çima?

yaw yabo dema ez ji heval û derûdora xwe re behsa tirşikê dikim ez eyn gêj dibim yaw. dibêjim ferhenga înteraktîf e, dibêjin ew çi ye, 2 saet qala ferhengê û qala înteraktîfê dikim. bi qeda û bela merama xwe li dû hevudu rêz dikim di dawiya ravekirinê de ji min re dibêjin navê wê çi bû? ez dibêjim tirşik.net e paşê heneka xwe bi min dikin dibêjin em tirşikçî nîn in qaşo henek dikin bi qewlê tirkan 'zavallılar' rebenê xwedê ne dizane ferheng çi ye ne dizane înteraktîf çi ye û bi ser de jî henek û tinaza xwe dike.. bes e bila navê tirşikê bê guhertin ez jî rehet bikim hûn jî:-)



19.03.2014 23:53 | ferhenga şikestî

65. ez çi dikim çi nakim dîsa jî nikarim fediyokbûna xwe li ser xwe biavêjim... mixabin ku min pirr hewl da dîsa jî bi ser neketim. ji zarotiyê min heta niha ez wisa me min 4 sal zanîngeh xwend di sê bajarên ku çanda wan ji hev cuda de jiyam, ketim gelek civatên cur bi cur, min bi sedan pirtûk xwendin lê feyde nekir hê jî fediyok im hê jî fediyok im... ji min re psîkolog û terapî divê. ..



22.03.2014 21:38 | ferhenga şikestî

66. min di eksisozlukÊ de deh entry nivîsand û piştî wê hew du-sê caran tenê ketimê. rojekê hevalÊ min ji min pirsî, got "ka tu bû nivîskar?" min jî li eksisozlukê nerî û ez bÛbûm nivîskar. lê piştî demekê ez jî adiz bÛm û min nenivîsand. hevalê min got ka şîfreya xwe bide min, ezê binivîsim. min jî da wî. nêvî bêtir entry yÊn wî ne. piştî min şîfre guhert û neda wî, min dest bi jê birina entry'yên wî kirin lê naqedin mîratmayon. * *



25.03.2014 01:30 | mergehez