Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 13 peyam
îtîrafên tirşikvanan - tirşik
îtîrafên tirşikvanan
(284) (24) (15)
di mijarê de bigere

135. Dergîsek min ê turk hebu.ji min pirskir hayatım bi kurdi çiye min got jînamin.pişt wi gelek dem şunda ji minre got jînamin. Min jêre got ev peyv ji jinanre tê gotin Em gelek kenîyan.



26.02.2015 13:50 | sedrik

136. îroj ji rojan şemiyê ye, ango dawiya hefteyê ye, wek şemiyên din dereng ji xewê şiyar bûm tavilê çûm li ber şibakê û pê hesiyam ku hê jî li ber dîmenên stenbolê şiyar dibim, mala min li pendîkê ye û behreke mezin û xaniyên bêserûber li pêşiya min in, tenê me dîsa, na ne tenê me dîmenek ligel min e û qaqlîbazên stenbolê ligel eciziya min didin perwazan, perên wan xweşik in û dibêjim bena ne

erê tenê me, ne hevalek ku bêhna xwe pê vekim, ne jî dostek derdên xwe pê sivik bikim.

derdê xeribiyê pênûs li mehmed uzun hêjandibû, fawaz hussein herdem behsa xeribî û mişextiyê dikir, ger ku nejiyabî pirr li ser naponijî, hay ji girîngiya welêt nabî.

xwe di axeke biyanî de wek bêkesayet hîs dikî, çi zanim ez dema li kolanan dimeşim dibêm qey her kes dizane ku ez xerîb im ne ji wan im, uryan im tazî me kirasa min qetiyaye, dil dikim ku vegerim û hîn nema piyên xwe rakim ji axa xwe ya pîroz, erê pîroz lê pîrozbûna axa merivî girêdayî axê nîn e, hemû bîranînên te li wir mane, kolan bi kolan, kuçe bi kuçe, tax bi tax, semt bi semt hemû tevde xwediyî rêç û şopên lingên te ne, hez bikî jî nekî jî hemû yên te ne bêî wan tu tune yî, xalî yî, vala yî, bêkiras î û ya girîng bê rih û giyan î..

îroj ji rojan şemiyê ye û ez wekî hemû şemiyên din li malê, çavên xwe bi tenê ji xewkan vedikim, li pêşiya min behreke mezin û xaniyên bêserûber...



28.02.2015 13:52 | ferhenga şikestî

137.



28.02.2015 13:55 | ferhenga şikestî

139. min di 2012'an de hemû ferheng û peyvên turkcekurtcesozluk.com'êHere lînkê'ê bi bernameya ku min çêkiribû, di çend şevan de daxistine ser kompîtûra xwe û min ji simurg56 re name şand ku ez jê destûrê bixwazim ku wan têxima wîkîferhengê, lê ji wî bersiv nehat û ez zêde bi şopê neketim û min ew têxistine wîkîferhengê.



01.03.2015 13:42 | fethî ronî

140. ez qedera çend hefteyan e bûme tirşikvan lê tirsa nezanbûnê xwê şaşo paşo kirinê min nedivîsî.qasi çend dekka bêrê jî ketime tirşik ê ez çi bibînim hevalekî hêja dibêje kes nay nanivîse loma ez jî diçim .min jî li ji xwe ra got gere tu tirsa xwe bicuyî û derkevî holê ji mêjîyê te çi were bi xulamtîya tiliyên xwe derbasê li tirşik ê kî.



heval ferhanga şikestî tu jî xwe akî xembar ne bira ma derdê te ewê tu li nav tirşikvana modaya tirsik.net'ten siktirolup gitme derxî meydanê



01.03.2015 22:40 | xeteraqirêj

141. Min jî hêviya xwe ji pêvajoya çareseriyê birî ..



02.03.2015 21:35 | brusk56

142. min bi berxwedana xwe 4 kîlo girtin*

xwedê mezin e keçî bizin e*



03.03.2015 21:21 | ferhenga şikestî

143. belkî haya te ji vir hebe, îroj nebe dê sibe hebe teqez! ma dinya ne piçûk e? ma xwudê jî ne senarîstekî ecêb e? ma rêyên te wê nekevin li pêşiya min? helbet.

tu bayekî sar î, ji xeyalên te sir û seqem difûrin êdî. strana zülfü livaneli ya sevda değil ya ku te pênç sal berê ji min re gotibû, êdî ev stran jî vî bayî germ nake, tu mir î nema zindî dibî, êdî ji vir şûnda tu bifikire canim



25.03.2015 22:14 | ferhenga şikestî

144. (bnr: ev çi bû law)



25.03.2015 22:16 | ceso

145. (bnr: ferhenga şikestî îtîraf dike)



25.03.2015 22:18 | xendekî

146. îro ezmunekê min hebu û ez neçûm, raketim.



25.03.2015 22:38 ~22:39 | barca63

147. Di Wextê xwe yê vale de radikevim.



26.03.2015 00:38 | brusk56

148. ji bo dilê xwe xweş bikim îtiraf3en tirşikvanan dixwînim, lê ya ferhenga şikestî dilê min xweş nekir. jixwe min bi temamî fêhm nekir.

(bnr: hinekî din vekirî û bi kitekit)



26.03.2015 00:45 | azadixwaz

149. erê roja newrozê bû tirşik ê xweşî û şahî bû ... deng hat dengê dîlan ê.herkesî destavête govenda delîlo yê belê em hekarîyî ji deverên dî cuda ne,divê cihêrengiya me hebe.û me destavête şêxaniya geveriyan..serçopî ez bûm destê min de jî hevalê min yê sinifa min hebû..piştî du deqayan dest ê min û hevalê min jêkvebûn û destek nerm û germ hate destê min.ew bû..wekî rojê bû..ji pirça wê ya sor ku dirêj û mişe bû min serûçavên wê nedidît.carekê pirça xwe avête pişta xwe û ew rûyê wek heyva çardeşevî bi çavê min ketin..hey yarebî te ev rûye ji ber peqlavê çêkiriye çi ?

piştî govend xilas bû sohbetek jî çêbû..temenê wê salek ji min pitir bû..lê ne xem bû.erê xem a min ne xem bû lê xem ek a wê hebû ew jî bo min bû xem..diyare di dilê wê xalî nebû.kesek ê li wêrê hey û ew ez nîn im ..wê gavê dinya ji ber çavê min reş bû..hêvî yên min şikestin û ewqas tirşik ê ..min çîrokek tehl bo te got dê niha bi xatrê te ...



26.03.2015 02:36 | vêca çiyeeee

150. ji bo vêca çiyeeee

(bnr: li cem her gulîsorekî simbilboqek heye)



26.03.2015 08:57 | xendekî

151. bnr: tevgerên şîzofrenîk/20633



26.03.2015 20:50 ~20:50 | ceso

152. Ev du heyv bûn min tirşik jibîr kiribû, doh ceso anî bîra min, sax be*

lê niha jî fêdî dikim binivîsim piştî ew qas zemanî *



edit: jixwe min nivîsandin jî jibîr kiriye gelo me smiley û stêrk çewa li hev dianîn :(



26.03.2015 21:05 ~21:43 | kevçiyê dil

153. kengî bibînim ku li derekê dibêjin çima kes di tirşikê de nanivîse wek ku hemû kom bûne û li benda bersiva min sekinîne ..belkî tenê ji ber vê dinivîsim niha



27.03.2015 01:47 | diranfîq

154. dema li xwaringeha nexweşxaneyê xwarinê bixwim, her car dirankolkek(kurdan) distînim lê hema bêje qet bi kar naynim û divêjim sergoyê.



27.03.2015 19:17 | simurg56