Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    3 mijar û 3 peyam
    îtîrafên tirşikvanan - tirşik
    îtîrafên tirşikvanan
    (154) (15) ecêb (11) (123)
    di mijarê de bigere

    282. De bêjin çen kes tirşikvanên zilam ker gaye *



    2016.01.01-14:25 | kuxik

    283. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2016.01.02-23:44 | elegez

    284. Ez heta nîvê şevê li benda barana berfê bûm. Xêra xwedê sisêyê şevê berfê lê kir lê niha jî li bendê me qene erdê bigire. Kengî dinya rehnî bî ezê derkevim der ve û guh bidim dengê sipîya berfê. Min bêriya bêhna sermaya berfê kiriye..



    2016.01.03-06:52 | kevçiyê dil

    285. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2016.01.07-18:28 [guhertin:2016.01.07 18:28]| rasteqîn

    286. ez îtîraf dikim dema reşşik an çepik distînim wêneyê xwe li cîhê dengdanên dawîn dibînim wer kêf xweş dibim.. zilma li kurda dibe jibîr dikim.. û jiber peyamên min ji hinekare dibin kul û derd bêhtir kêfa min tê werhasil bi xwe serbilind dibim..



    2016.01.10-14:11 [guhertin:2016.01.10 14:14]| shorbevan

    287. îmana min ji sihûda min û ji min diçe! îmana min û hew!

    kes nizane ku çend heb gerdûn û kaînat hene û hebûne. Sêzde mîlyar sal in ku ev kaînat heye û bi mîlyaran stêrk hene û li dora wan stêrkan bi mîlyaran gerstêrk hene ku di nav daîreya îhtîmal de ye di nav wan bi mîlyaran gerstêrkan de toximê jiyanê li ser bi mîlyonan gerstêrk hebe lê li talih û sihûda min a reş binihêrin ku di nav wan bi mîlyonan gerstêrk de ez hatim li dinyayê ketim. Wekî ku ev yek ne bes be di nav sê mîlyar û nîv sal emrê vê gerstêrka dinyayê de ez hatim û hatim li vê heyamê ketim. Wekî ku ev jî ne bes be di nav ewqas bejahî û parzemîn û cih û war û dewletan de xwedê min li tirkiyê da û di vê ciwantiya xwe de, di salên jiyana xwe yên herî xweş de ez rastê desthilata erdoganê faşîst hatim. Felek ev çi sihûda quzzilqurt e felek?! Ji bo ku ez wî bibexşînim divê xwedê pir li ber min bigere pirr!



    2016.01.10-21:52 | ceso

    288. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2016.01.11-18:08 | rasteqîn

    289. Ez îtîraf dikim ku berê em û rasteqîn bi hemû awayan em dijberê hevbûn lê êdî ez jî hima bêje li ser her tiştî weke wî difikirim.



    2016.01.11-20:50 | ceso

    290. ez bi coş li benda eşqê ceso û rasteqînî me.



    2016.01.12-16:56 | wiha wilo wisa

    291. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2016.01.12-17:30 | rasteqîn

    292. îroj nivîskarek ji min re gacinceke xwe ragihand, got di derheqê min de tiştên nebaş hatine nivîsin, min jî bi wateya erê yav tu mafdar î, refleskekê nîşan da, piştre hatim min li mijara wê/î vekir û min dît ku yê ku herî zêde rexne kiriye meger ez im :/



    2016.04.05-21:52 [guhertin:2016.04.05 21:56]| ferhenga şikestî

    293. tirşikê de heft heb hesabê min henin.



    2016.04.05-22:52 | bêhna_piştî_baranê

    294. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2016.04.07-00:19 | elegez

    295. Karekî minî girîng heye. Herì kêm 6 mehan divê. . Lê mixabin ji telefon, tirşik, film û rêzefilmê house md ez nikarim karê xwe bikim. Rojeke min û qutbûna telefûn, tirşik û filman heye . Ka bixêr. Bêka kengî ye.



    2016.04.07-00:35 | gumgumok

    296. Car caran Mala formata tirşîkê xirab dikem. Haya min jê heye*. Ką hela binêre dirêjîya sermijarê teqez moderator dîn bûne (bnr: xeyalên wek ezê rojekê bo tirşîkê têra ansîklopedîyekê tiştên bi kêr binîvîsim)



    2016.04.26-00:05 [guhertin:2016.04.26 00:07]| azad30

    297. Newêrim îtîraf bikim. Wilqasî ziravê min nîne.



    2016.04.26-00:29 | gumgumok

    298. Ez van rojan li ser ewran radizêm.



    2016.12.07-22:20 | endazer

    299. Heta demek nêz jî min nizanîbû her du guhên mirov dibihîze;))



    2016.12.08-14:50 | porkurîşk

    300. Min klama şahê bedo ji keçkeka koreyî re got.
    Nûha pir şerm dikim.



    2016.12.08-18:51 | cinorek