Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    1 mijar û 1 peyam
    îtîrafên tirşikvanan - tirşik
    îtîrafên tirşikvanan
    (154) (15) ecêb (11) (123)
    di mijarê de bigere

    301. merheba, li amedê Hiqûqê dixwînim û gihame pola 4ê. li vir ders li ser salê hesab dbin, yanî dewra ewil vîze (ezmûna ewil) dewra duyê fînal in. ev du hefte ye, ez dikevim ezmûnên vîzeyê, ji 11 ezmûna 9 qedîyan; mane 2 heb. ceza ozel û cmk. herdu sibî li pişt hev inm ceza ozel dersa sala borî ye, min hêj derbas nekirîye. xwedê bela xwe bide wî yê ev bername çêkirî; ev herdu ders kirine eynî rojê. û ez li vir îtiraf dikim hê jî li herdu dersa nexebitîme; ku ev herdu ders ji hev zortir in, dersên herî zor in. êdî îşev ez ê not mota bixwînim. ez zanim ev ne dersên nota ne, lê çi bikim wext nema.



    2016.12.29-18:19 | xendekî

    302. Ji bo xew ve herim her şev bizina dijmêrim. Çiqas xeyalî be jî bawer nakim şivanek emrê xwe de qansî min bizin jimartibi.



    2017.01.20-02:56 | biaqila malê

    303. Ev îtîrafeke yan îtîrafêk niye nizanim lê belê ez hê jî nikarim bi kurdî wek serî biaxivim. Ji bilî hevokên hêsan yên guftûgoyan, wisa hêdîkâ dipeyivim. Digel vê ez kesekî kurdîzanim yan kurdînezanim nizanim. Ji ber ku ez ji biçûkatî(dema ku ez dusalî bûm) heta niha dûrî welatim, derveyî kurdistanê dijîm û kes nîne em bi hev re bi kurdî biaxivin wilo bûye li gorî ramanê min.

    Bi rastî jî mixabin zimanê kurdî bi taybetî li bakûrê kurdistanê zarawayên kurmancî û kirmanckî di nav tehlûkeyê de ye. Rewş divêt bi vê awayî nebûba belam...



    2017.01.30-04:47 | rûbar

    304. Tirşikvanek heye ez kîngê navê w di bêşa nivîskarên girêdayî de dibînim hizûra min direve.



    2017.03.18-01:21 [guhertin:2017.03.18 01:21]| hozan serhad

    305. nikarime xwe.



    2017.03.18-01:45 | gumgumok

    306. û ew kes xwe baş dizane ku reşşikan dide min *
    îtîrafên tirşikvanan/98372
    cizîrîyê bi stranbêja ingilîz re stran gotî/98390

    Dev ji van tevgerên zarokane berde küçüğüm*



    2017.03.19-04:01 [guhertin:2017.03.19 04:08]| hozan serhad

    307. îro min bi ecele ji înternetê bilêta Îzmîrê birî. ji ber ku ecele bû min li detay metayan nenerî. paşê hevalên ba min pirsîn kîjan balafirgeh e. wê gavê min got ulaaaaan!! min lê nêrî sabiha gökçena jehr û ziqqûm e. hefteyek berê min gotibû ez êdî min bikujin jî ez bilêtê ji bo wir nabirim lê va ye min birî :(
    balafirgeha Ataturkê nîv saet dûrî malê ye û sabiha gokçen ji 2 saet zêdetir. ez ji qehran mirim niha li cehnemê me



    2017.03.19-07:51 | mergehez

    308. îtîraf dikim ez nîzanîm tirşik bikarbeynim



    2017.03.20-00:17 | kanî27

    309. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2017.03.20-00:17 | kanî27

    310. Hê min ji binî destê xwe ne daye kûçikan.



    2017.04.26-15:19 | gumgumok

    311. yek navê min Gulêê ye, yê din jî -çapkın kız- *



    2017.04.26-19:36 | gulêê

    312. Ez van rojan li ser cihnivînan radizêm. ;)



    2017.04.26-21:24 | endazer

    313. hewl didim ku peyama 100.000ê ya tirşikê binivîsim lê hîn gelek peyam mane. min nizanibû li ser hev nivîsandina gelek peyaman evqas zor e. tu peyamekê dinivîsî paşê mijar nayê bîra te, dema te mijar dît îcar mijareke din lazim e...
    tabî ez dikarim niha peyamên boş beredayî binivîsim lê wê çaxê tu wateya nivîsandina peyaman namîne. niha dixwazim bi peyamên xweş û kêrhatî bigihêm 100.000î!



    2017.06.09-07:16 | mergehez

    314. Li vir peyamek hebû lê xuya ye ev peyam hatiye jêbirin

    2017.06.21-00:25 | elegez

    315. Carna ez navê tirsik.netê antîsempatîk dibînim.
    navekî vî navî baştir bihata peydakirin wê rindtir bûya.
    ez kesên nû re pêşniyar dikim milet bo endambûnê bêdil dimînin.



    2017.06.23-01:45 | hozan serhad

    316. pirr hej jÊ dikem ku li ser etimolojiya peyvan lÊkolînan bixwînim.
    carinan bi saetan serê xwe li ser ferhengên etîmolojiyê diêşînim.
    bi rastî jî ziman tiştekî pirr xweş e. carinan tu dikevî li pey peyvekê, ew peyd te bi xwe re dibe û hew dinêrî ku eslê peyvê di zimanê ku qet haya te jê nîn e de xîmÊ xwe çêkiriye.
    li malê di pirtûkxaneya min de du heb pirtûkên li ser etîmolojiya kurdî hene lê mixabin ev her du jî pirr qels in, di zimanê kurdî de vê taliyê 180 hezar bêtir peyv hene (peyvên ji zimanên biyanî ketine jî têde) lê ev her du pirtûk jî lêkolînên li ser sê-çar hezar peyvan in.
    li ser netê malparên baş hene lê ew jî ne yên zimanê kurdî ne, ger em hewl bidin û di tirşikê de li ser etimolojiyê agahiyan binivîsin(yên rast) dê pirr baş be

    not: mindal tu neyÊ!



    2017.06.28-13:17 | ferhenga şikestî

    317. min îro gregor samsayek kuşt *



    2017.06.28-18:49 | hozan serhad

    318. berî 2-3 saetan, min bi xeletî hemû dengdanên di tirşikê de, kirin dengê ecêb.
    lê di dawiyê de min yêdekek dît û dengan veguherand weke berê. ez bawer im qet wendahî çênebû di vê pêvajoyê de.



    2017.07.08-21:59 | simurg56

    319. idî ez jî ji wan kesan im ew kesên ku dewa zewacê dikin *

    (bnr: tirşikvanên ku dawa zewacê dikin)
    (bnr: xortê kurd ên ku doza zewacê dikin)

    (bnr: sonda me doza me ye) *



    2017.07.31-15:13 [guhertin:2017.07.31 15:16]| hozan serhad

    320. endazer li ser ewran ranazê êdî. bi qewlê ciwan wî jî êdî "text û xatûn"ek heye *



    2017.11.05-02:17 [guhertin:2017.11.05 02:20]| sergijik