Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
îtîrafên tirşikvanan - tirşik
îtîrafên tirşikvanan
(284) (24) (15)
di mijarê de bigere

83. ji ber strana şemamê, carekê gelek rizîl bûm.

hevalek tirk ji min pirs kir ka wateya wê çi ye. ji ber ku li derdorê kesek ku ji min zêdetir kurdî bizane, tunebû. min jî (ji ber ku stranê de dibêje şemamê û domamê) got bi qasê zanim wateya wê "keça mamê mirov" e, lê 2-3 deqe din derket hplê ku ne wisa ye.



15.04.2014 21:17 | simurg56

84. ceso hez dikim.*



19.04.2014 19:19 | xwelî li ser

85. madem ceso û xwelî li ser mikur hatin û evîndariya xwe bi me re parve kirin divê ez jî li paş nemînim:-)

ez jî ji endazer û ji nazim tolhildan hez dikim:-)



19.04.2014 23:32 | ferhenga şikestî

86. Yê ku reşşikan dide mazlumozdogan ne ez im! Bê henek ceso/22480



21.04.2014 02:11 | ceso

87. min hesabekî vekir di twitterê de, beriya niha jî di facebookê de, ku bi wêneyekî keçikek xweşik e û bi navê keçan e. bi vî awayî min reklama tirşikê kir. lê bila xwedê we bide bawer kirin, metod û rêya herî baş ev derket. yanê ew çi hewes û eşq û kêf bû * her roj bi dehan kesan daxwaza hevaltiya dişaniya, bi sedan kesan peyamên teybet dişaniya. lê paşê ji ber ku di demek kurt de hejmara hevalên min zêde zêde zêde bû, facebookê hesaba min girt. niha jî ji min nasname dixweze *

neyse min niha jî heman tiştî di twitterê de da despê kirin. ez ê tweetên tirşikê rt bikim .



(bnr: yaw ez çi beraz im) *



22.04.2014 01:00 | brusk56

88. min dinyayek tişt nivîsand û paşê bêyî ku li derekî qeyd bikim min jê bir..



23.04.2014 02:11 | endazer

89. xemgîn im, betilî me nizanim bê ka ezê çi bikim. jiyanek tevlihevbûyî dibihure û ez di nav wê jiyanê de mame nikarim xwe tev bidim. ne dikarim paş de herim ne jî dikarim pêş de.. di holê de mame û li benda destekî me ku wê xwe dirÊjî min bike û min ji vê quzilqirtê xelas bike.

Têbinî : ne şaş bim hat*



23.04.2014 02:14 | mergehez

90. duh sibehê ezmûna me hebî, mamosteya me jî qene kopye negihijin destê ti kesî em bi dedektorê qontrol kirin, dilxwede me nikarî em bi xwe re telefon tablet laptop netbook hwd bibin hundir, lê ez û telefona xwe em ji dedektörê reviyan û koma me jî dawiyê de ket ezmûnê*, axir yên ezmûna wan xelas bî min go wan alo

di koma min de kêmî 80yê pûan nînê û bêhna min fireh e, ez ne poşman im*



23.04.2014 02:25 | kevçiyê dil

91. biskek berê di rawestgeha taxa gewranê ya ofîsê de rastê wê hatim bi qasî 3 deqe li wê nêriyam lê tirsayam ku herim bêjim merhaba...



23.04.2014 19:59 | ferhenga şikestî

92. van rojan ji tirşikê bêhtir ekşî-yê dixwînim. gellek caran jî nizanim çi dixwînim, ji tiştê ku dixwînim ti gû fêm nakim. carinan jî dibînim ku google vekirî ye û weke gêjan lê dinêrim nayê bîra min ku min ji bo çi ew vekiriye. nizanim depresyona biharê hatiye serê min an ez hino hino dÎn dibim...



23.04.2014 21:20 | oxir

93. ez nema bi xwe re dibînim bitirşikînim tirşika rengîn..



24.04.2014 00:28 | mergehez

94. min hê jî helbestên Selim Temo yên kurdî nexwendiye. *



26.04.2014 18:24 | avên_sar

95. her çiqas ez gundî bim jî, ez boxer'êr Calvin Klein li xwe dikim. lê kes nabîne/nizane, qas perê diçin. bijî derpeyên spî!



27.04.2014 15:44 | daskan

96. her çi qas ku ez bajarÎ bim jî bê derpî digerim. kes ne dibîne ne jî dizane bê ji çi qas mesrefê difilitim. bijî timahîzm



27.04.2014 15:49 | oxir

97. wextê min cara yekemîn li xezê filmê kurmancî seyr kiribû min digo qey hinek ketine pişta tvyê û bi kurmancî dişitexilin *



27.04.2014 17:58 | gêjê

98. min hê jî guhdarî the godfather û the lord of the rings nekiriye.

dikarim nîv saetan behsê bikim lê min temaşe nekiriye *



28.04.2014 19:44 | brusk56

99. ew qas westiyame ku, nikarim peyaman bi dawî bikim. tişta ku dixwazim bêjim di niviyê de dimîne.

şevbaascsvsvzjcacvac.



08.05.2014 02:41 | brusk56

100. ji xwarina tirşik Ê hez nakim. lÊ ferhenga wÎ xweşÊ.*



13.05.2014 11:27 | bexdenoz