Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
îtîrafên tirşikvanan - tirşik
îtîrafên tirşikvanan
(284) (24) (15)
di mijarê de bigere

262. Ji bo xew ve herim her şev bizina dijmêrim. Çiqas xeyalî be jî bawer nakim şivanek emrê xwe de qansî min bizin jimartibi.



20.01.2017 02:56 | biaqila malê

263. Ev îtîrafeke yan îtîrafêk niye nizanim lê belê ez hê jî nikarim bi kurdî wek serî biaxivim. Ji bilî hevokên hêsan yên guftûgoyan, wisa hêdîkâ dipeyivim. Digel vê ez kesekî kurdîzanim yan kurdînezanim nizanim. Ji ber ku ez ji biçûkatî(dema ku ez dusalî bûm) heta niha dûrî welatim, derveyî kurdistanê dijîm û kes nîne em bi hev re bi kurdî biaxivin wilo bûye li gorî ramanê min.

Bi rastî jî mixabin zimanê kurdî bi taybetî li bakûrê kurdistanê zarawayên kurmancî û kirmanckî di nav tehlûkeyê de ye. Rewş divêt bi vê awayî nebûba belam...



30.01.2017 04:47 | rûbar

264. Tirşikvanek heye ez kîngê navê w di bêşa nivîskarên girêdayî de dibînim hizûra min direve.



18.03.2017 01:21 ~01:21 | bûtîmar

265. nikarime xwe.



18.03.2017 01:45 | gumgumok

266. û ew kes xwe baş dizane ku reşşikan dide min *
îtîrafên tirşikvanan/98372
cizîrîyê bi stranbêja ingilîz re stran gotî/98390

Dev ji van tevgerên zarokane berde küçüğüm*



19.03.2017 04:01 ~04:08 | bûtîmar

267. îro min bi ecele ji înternetê bilêta Îzmîrê birî. ji ber ku ecele bû min li detay metayan nenerî. paşê hevalên ba min pirsîn kîjan balafirgeh e. wê gavê min got ulaaaaan!! min lê nêrî sabiha gökçena jehr û ziqqûm e. hefteyek berê min gotibû ez êdî min bikujin jî ez bilêtê ji bo wir nabirim lê va ye min birî :(
balafirgeha Ataturkê nîv saet dûrî malê ye û sabiha gokçen ji 2 saet zêdetir. ez ji qehran mirim niha li cehnemê me



19.03.2017 07:51 | mergehez

268. îtîraf dikim ez nîzanîm tirşik bikarbeynim



20.03.2017 00:17 | kanî27

269. Hê min ji binî destê xwe ne daye kûçikan.



26.04.2017 15:19 | gumgumok

270. yek navê min Gulêê ye, yê din jî -çapkın kız- *



26.04.2017 19:36 | gulêê

271. Ez van rojan li ser cihnivînan radizêm. ;)



26.04.2017 21:24 | endazer

272. hewl didim ku peyama 100.000ê ya tirşikê binivîsim lê hîn gelek peyam mane. min nizanibû li ser hev nivîsandina gelek peyaman evqas zor e. tu peyamekê dinivîsî paşê mijar nayê bîra te, dema te mijar dît îcar mijareke din lazim e...
tabî ez dikarim niha peyamên boş beredayî binivîsim lê wê çaxê tu wateya nivîsandina peyaman namîne. niha dixwazim bi peyamên xweş û kêrhatî bigihêm 100.000î!



09.06.2017 07:16 | mergehez

273. Carna ez navê tirsik.netê antîsempatîk dibînim.
navekî vî navî baştir bihata peydakirin wê rindtir bûya.
ez kesên nû re pêşniyar dikim milet bo endambûnê bêdil dimînin.



23.06.2017 01:45 | bûtîmar

274. pirr hej jÊ dikem ku li ser etimolojiya peyvan lÊkolînan bixwînim.
carinan bi saetan serê xwe li ser ferhengên etîmolojiyê diêşînim.
bi rastî jî ziman tiştekî pirr xweş e. carinan tu dikevî li pey peyvekê, ew peyd te bi xwe re dibe û hew dinêrî ku eslê peyvê di zimanê ku qet haya te jê nîn e de xîmÊ xwe çêkiriye.
li malê di pirtûkxaneya min de du heb pirtûkên li ser etîmolojiya kurdî hene lê mixabin ev her du jî pirr qels in, di zimanê kurdî de vê taliyê 180 hezar bêtir peyv hene (peyvên ji zimanên biyanî ketine jî têde) lê ev her du pirtûk jî lêkolînên li ser sê-çar hezar peyvan in.
li ser netê malparên baş hene lê ew jî ne yên zimanê kurdî ne, ger em hewl bidin û di tirşikê de li ser etimolojiyê agahiyan binivîsin(yên rast) dê pirr baş be

not: mindal tu neyÊ!



28.06.2017 13:17 | ferhenga şikestî

275. min îro gregor samsayek kuşt *



28.06.2017 18:49 | bûtîmar

276. berî 2-3 saetan, min bi xeletî hemû dengdanên di tirşikê de, kirin dengê ecêb.
lê di dawiyê de min yêdekek dît û dengan veguherand weke berê. ez bawer im qet wendahî çênebû di vê pêvajoyê de.



08.07.2017 21:59 | simurg56

277. idî ez jî ji wan kesan im ew kesên ku dewa zewacê dikin *

(bnr: tirşikvanên ku dawa zewacê dikin)
(bnr: xortê kurd ên ku doza zewacê dikin)

(bnr: sonda me doza me ye) *



31.07.2017 15:13 ~15:16 | bûtîmar

278. Îtiraf dikim!
he jî peyvên kîjan mê û nêr e nizanim, ferheng e dinerim.



05.11.2017 18:01 | xelefêserhedî

279. Yek-du Tirşikvan hene, ez peyamên wana qet naxûnim, dîrekt derbas dibim *

dibêjim "haa temam dîsa tiştên wisa..." Û derbas dibim.


têbinî: ferhenga şikestî ji wan kesan nîn e.
her çiqas ez lê mehnîya bim jî, peyamên wî hêjayê xandinê ne tabî..



01.12.2017 02:56 ~02:58 | bûtîmar