Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
îtîrafên tirşikvanan - tirşik
îtîrafên tirşikvanan
(284) (24) (15)
di mijarê de bigere

228. min biskek berê straneke siya şevê ya sitêyê vekir û guh da wê, û bawer dikim ku ezê heta şefeqê li ser hêv guhdarî bikim..

di nava stranê de gotineke weha heye;'jiyan bila bibore, mirin paqijî ye''



erê lê dayê

rast e

jiyan bila bibore, mirin paqijî ye

dayê ka dolbenda morî li ser teyî

dayê ka porsima zêr li ser zêrayî

dayê ka destê te her ro li min pêçiyayî

dayê ka şîrê te bi dilê te keliyayî



dema min guhên xwe baş dan gotinên stranê, dêya min hat bîra min û li ser netê geriyam hemî gotinên evê stranê...

kizinî ket cergêm. min got yahû mirov çi zikreş in! ji ber derdê dinyayê û xirecira evê xopanê, her tişt jibîr dike, mariv dêya xwe ya ku nayê bîra mêriv jî jibîr dike? erê dike lê ev stran cardî dêya min hanî bîra min, erê lê dayê jiyan bila bibore, mirin paqijî ye..

bêrya te dikim, zanibe ew zarokê çar salî hê li vir e



04.11.2015 00:43 ~00:44 | ferhenga şikestî

229. min çendek berê çewtiyeke gelek mezin kir, lê ditirsim ji simurg56 re bêjim, belkî ew jî nikaribe rast bike lewma nizanibe baş e

dawiya dawî ewê min biqewirîne ji vir*



09.11.2015 13:13 | ferhenga şikestî

230. min çeppikek da peyama jor îtîrafên tirşikvanan/79305 da ku li şuna peyamên ku herî dawî hatine dengdanê heya çavê simurg56 pêkeve daleqandî bimîne û simurg56 dehwa xetaya ferhenga şikestî bike *



09.11.2015 20:20 | ceso

231. Min jî çewtiya Ferhenga şikesti zehf mereq kir û got ev peyam îtîrafên tirşikvanan/79305 zehf ecêb e, pakêtek dendik min ji xwe re amade kir belkî sîmurg56 bi pistûka ferhenga şikesti bigire û em jî temaşe bikin*



10.11.2015 02:39 | kevçiyê dil

232. îtîraf dikim di tirşikê de bêhemdê xwe kirina xeletiyek mezin, zêde ne pêkan e. ji ber ku vegera piraniya xeletiyan (carina zehmet be jî) heye.

tişta ferhenga şikestî kirî jî wisa bû û şikir hat çareserkirin. me tenê ceza dayê ku di civîna bê ya tişikvanan de bibe sponsor.



10.11.2015 22:07 | simurg56

233. îroj ev bû salek e ku bi tenê dijîm, mala min ji navenda bajêr dûr e, mîsal ji bo ku karibim bigihîjim kadikoyê kêmtir saetek û nîv bidim ber çavan..

carinan dipirsin 'ma çawa sebra te tê,ma qet natirsî, ma çawa dikarî bi tenê debara xwe bikî..

êdî ji van pirsan kerixîme, ew dibên qey bersiva evan pirsana jî wek pirsê hêsan û rehet e..

erê sebra min nayê hem jî hîç nayê, ji eciziyê nizanim çi bikim car carinan çiraya malê vedimirînim û bi saetan di tariyê de rûdinim. lê çi bikim, ji tenêtiyê jî hez dikim..

erê carinan pirr ditirsim li stenbolê diz pirr in carinan ji ber nobetan 32 saet nayêm malê kes li malê namîne, lazimiyên min ên malê çendîn kêm bin jî, bi vê mehînaya xwe encax dikarim di 5 mehan de xisara xwe berteraf bikim, carinan ji ber tirsê ji xewê dipekim, gelek caran xewnereşkan dikim mêvan, hama kitek jî pejn ji cihekî were hildifirim bê ka kî hatiye.. lê ji ecizikirina hevalên malê bêtir ditirsim. naxwazim bi însanan xerîb re her gav bijîm..

erê debara stenbolê zor dijwar e, kirê buha ne heqê rê buha ye û xwarin buha ne lê ne hêja ne bi qasî tênetiyê..

evana giş çareser dibin lê ya xerabtir carinan dawiya heftê jî dernakevim derve, telefona xwe diqufêlim û bi qasî 64 saetan ji devê min tîpek jî dernakeve, roja dî axaftin zortir dibe law ma mariv dengê xwe ji bîr dike, beriya ku qirika xwe paqij nekî peyv ji devê mêriv dernakeve.

hevalên min ên ji stenbolê bi pirranî zaza ne, yên dî jî kurdî nizanin, loma ez gelek bêriya axaftina kurmancî dikem, dema wilo dibe ji qahra dimirin, pirr zora min dibe pê wardiqilim ku ev kirasa zengarî ya evê dewletê bi top û tifingê li ser laş û giyanê me kiriye ferz, diperçiqe pîneyên wî ji her derê laşê diqelişe, dema wilo dibe amed têt bîra min.

dema tenê dibim herî zêde bêrya amedê dikim û ji êvarê heta şefeqê guhdariya strana min navê xwe kola li bircên amedê dikim bi girî dibim paşê li xwe hêrs dibim lan oxlim ka tu dibûy entelektuel? ev çi hal e? ma tu zaroyê doyîn î ku her hefteyeke careke girîn dikeve qirika te? ka rabe lan, qehwe vexwe, fîlmek veke lê darî bike û dev jê berde heyran ev qedera te ya nema dişê jê birevî..

piştre dinêrim ev hal ne tu hal e diçim radizêm û dîsa ji xewê hildifirim...



11.11.2015 20:24 ~20:31 | ferhenga şikestî

234. ez li xwe mikur têm ku ez nikarim tiştê niha dikim ji we re bibêjim.îca hûn fêm bikin

(bnr: gelo niha dijber çi dike)



12.11.2015 21:12 | dijber

235. erê herê da bo we bêjim..

min gotibû di hilbijartinan da ez dê yan boykot kem yan jî dengê xwe dem hakparê. îkametgaha min li geverê ye bes ez li bajarek dî dixwînim. û min nedişêya biçim geverê. roja dengdanê birakê min yê hdpyî ku apoçîyek tam e bo min têlefon kir û gote min ez dê biçim şûna te deng bidem. hindî min gotê nede hdpê çû da hdpê...



12.11.2015 22:29 | vêca çiyeeee

236. demeke dirêj e, peyamên li ser rastnivîsê û redaksîyonê hema bêje qet naxwînim.

dema dibînim mijar ev e dibêm eee! û derbasî mijarek din dibim.



22.11.2015 20:38 | simurg56

237. Em ber bi ku ve diçin nizanim. Her roj bi dehan mirov tên kuştin li kurdistanê. Vaye îro jî tahir elçi kuştin. Di heman bûyerê de 2 sîvîl jî hat kûştin. Li nisêbînê, dêrikê, farqînê, cizîrê, amedê.. Mirina sîvîlan bûye tiştek normal. Ne tu kes hesab dipirse ne jî tu kes berpirsyariyê distîne. Êdî em bi xwe jî zêde li ser naaxivin. Ji me re jî bûye tiştek normal. Jinên zaro, zarokên 3-4 mehî hatin kuştin. Heçko tu tişt nebûyî em jiyana xwe didomînin.



Ya rastî carinan dibêjim, çi hewce bû kurdistan, çi hewce bû kurdî. Em bûbûyan tirk wê her tişt çareser biba. Em ji kurdî baştir tirkî dizanin. Niha ji bo ku kurdî hîn bibin xwe didin zorê. Ji bo kurdistanê ava bikin tên kuştin. Qey piştî kurdistan ava bû wê her tişt çareser bibe qey wê dîsa bêkarî feqîrî tûne be ? Qey wê dîsa pirsgirêkên jinan tune be ? Wê dewleta me ne paş be ? Min bi kurdî jiyaye bi tirkî jiyaye çi ferq e. Erê elbet mirov bi zimanê xwe bijî xweş e lê gelo hêja bû ku ev qas xwîna me birije. Piştî birayê me, hevalê me cîranê me mir, ez ê çi bi kurdî bikim. Ew qas kurd hatin kuştin, bi milyonan insan koç kirin, îşkenceyên hov dîtin, mala wan hat şewitandin.. Nizanim carinan dibêjim xwezî me qet doza kurdîtiyê doza kurdistanê nekiriba..



29.11.2015 00:48 ~00:49 | brusk56

238. ji ber ku tenduristiya min a derûnî xera nebe, heya ji destê min tê, peyamên shorbevan naxwînim.



11.12.2015 16:26 | nazim tolhildan

239. Diya xwe ji welêt zehftir hez dikim.



27.12.2015 02:48 | deynê doqizincî ayê

240. dema mal de tenê dimînim tiştê pîs dikim. xemgînim lê rastî ewe.



27.12.2015 11:25 | bêhna_piştî_baranê

241. dema min her sê îtîrafên li jor vê entrya xwe xwendin, dilê min ji jiyanê sar bû..



27.12.2015 11:47 | ferhenga şikestî

242. ez îtiraf dikim min bêrîya nivîsandina endazer, ceso, elegez, xendekî, hêja huner berxweda, rasteqîn, mele ahmedê nalbend û ferhenga şikestî kirîyê.



bê henek elegezek hebû mir ma çibû haya kesî ji we jê heye gelo? *



27.12.2015 16:50 ~2016.01.03 02:23 | shorbevan

243. ez dixwazim îtirafek din jî bikim, ez herî hatime tirşikê ti xêr û bereket nemaye..



27.12.2015 16:54 | shorbevan

244. îtîraf; ez hê jî nizanim tirşikê bikar bînim. heval behsa ferhengê dikin, behsa entrya dikim. haya min ji tiştekî tune. heta doh min nedizanibû mijarek jî vekira.



27.12.2015 18:16 | bêhna_piştî_baranê

245. belkî hûn tiştekî wek ecêb binêrin û ji aliyekî din ve trajediyekî ye û gelek jî ev hal mixabin nav miletê me de tê dîtin jî...



ez û bavê min heta niha ku sî sal ê derbastir e em bi qasî deqekî (bi nivîsê ve 1 deqe) Ji hev re kurmancî xeber neda.



01.01.2016 01:52 | mîr