Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
îtîrafên tirşikvanan - tirşik
îtîrafên tirşikvanan
(284) (24) (15)
di mijarê de bigere

101. min qet texmîn nedikir ku bûyerek bê serê tirkan û ez ev qas xemgîn bibim. min digot qey piştî ev qas êşan ku kurdan ji destê tirkan dîtine, êdî çi bê serê tirkan ew qas tesîr li min nake.

lê wisa nebû, hingî wêne û nûçe û çîrokên mirovan ên li qezaya li somayê mirine dinêrim kelogirî dibim..

karkerên hêjar, xizan herdem reben û bêkes in ..



16.05.2014 00:00 | brusk56

102. ez li xwe mikur têm..

Ez qet ji ereb, tirk û farisên baş hez nakim

Dixwazim neyarên me hemû xerab û ker bin



16.05.2014 02:12 | dijber

103. gelek sal berê bû.

ez di ortaokul'ê (dibistana navîn) de bûm.

ji dibistanê hatibûm, birçî bûm û li malê kes tunebû.

demên wisa de, edeta min bû, min herdem ji xwe re çay çêdikir û bi çayê jî penîr dixwar.

lê wê rojê min got, ez ê vê carê ji xwe re hêk bikelînim.

te dît, ez zêde biaqil im û zana me, loma fikrek hat bîra min; min ava çayê xist çaydankê de û danî ser êgir.

paşê min hêkan jî êxist di nav vê avê de û wisa keland. dema hêk çêbûn, min wan ji avê derxist û paşê çaya xwe çêkir. qaşo fikrek aqilane bû û min bi vî awayî teserûf kiribû.



paşê dema ku carekê bi apê xwe re, li malê tenê mabûn ez rabûm ji me re hêkan çêbikim lê mamê min wisa nabe. min got çima, hema tenê li min nêrî û min fêhm kir.

xwedêyo aqlê min li ku derê bû wê demê.

niha jî dema tê bîra min, dilê min ji ber xwe diqeqile. iççç!!



12.06.2014 20:53 | simurg56

104. me îro tirşik û savar xwar pir xweş bu : P



14.06.2014 02:42 | nîgarvan

105. min li ser tirşikê ji xwe re hesebeke nû vekir, min biryar dabû ku êdî bi heseba xwe ya nû binivîsim û min çend peyam jî nivîsand lê destê ji vê hesabê nabe loo/lêê destê min naçe ku diguherînim min ji 600 bêtir peyam nivîsiye heyfa min lê tê



15.06.2014 13:41 | ferhenga şikestî

106. min li ser tirşikê ji xwe re hesebeke nû vekir, min biryar dabû ku êdî bi heseba xwe ya nû binivîsim û min çend peyam jî nivîsand lê destê min ji vê hesabê nabe loo/lêê destê min naçe ku biguherînim min ji 600 bêtir peyam nivîsiye heyfa min lê tê



15.06.2014 13:42 | ferhenga şikestî

107. tantûnî xweş e. bi taybetî ya diya min.. hinekî tûj be jî hahoo ...



25.06.2014 00:49 | brusk56

108. gava dî li ser youtubeê min stranek vekir, lê berî reklama cornettoyê derket û di reklamê de jî yalın straneka bi navê yeniden (ji nû ve) digot.. normalde ceynika serê min ji reklamên li ser vîdeoyên youtubeê û popbêjên tirk diçe, lê çawa min dengê yalın bihîst çar salên min ên lîseyê ketin bîra min de.. di serwîsê de her wextî radyoya powertürk vekirîbû û wextê nû derketî her gav û saet strana zalim ya yalin lê didan.. û dÎsa di serwîsê de cara ewil dema dilê min ji bo eşq û evînê wekê çûkekî serjêkirî diperpitî keşke (xwezîka) ya yalın lêdida.. ji ber wê hê jî kengî ji derinan dengê yalın bi ber guhê min bikeve bivê nevê dem ji bin piyê min dikişe û di bin barana bîranînên xwe yên xortaniyê de şil dibim..

neyse hevalê min ê malê ku êdî ji tirsa min newêre guhdarî stranên popa tirkî bike, bi ser min de girt.. *



25.06.2014 02:10 | endazer

109. Ez heyranê ajda pekkan im. Him mûzîka wê, him jî ew*



01.07.2014 12:18 | ceso

110. her çi qas ez * li dijberê dengdanê ji bo serokkomariya tirkiye ji bim di balefirgeha ataturk a li stembolê de dema min ew sindoq dîtin min nekarî xwe û min reya xwe bikaranî û min muhra ku serdê tercih dinivîse bin wêneya selahattîn demirtaş xist.

tişta ecêb ev bû ku di ser serê kabina ku min reya xwe bikaranî kamera hebû.dema min ferq kir ku kamera heye min li jor nêrî û min slavek da kamerayê min reya xwe bikaranî.*

xwedê xêr bike.xwedê wî * ji me ji neyne fihêtê.



04.08.2014 09:17 | karmatî

111. li kÊfa xwe binêre :-)



26.08.2014 14:11 | ferhenga şikestî

112. biskek berê xalê min ê mezin telefonî min kir, 52 sal emrê wî ye, ji min re got ez niha derbasî kobanê bûm êdî venagerim, ji min xatir xwast...

ez ji xwe dipirsim, gelo min çi hîs kir û ez çi hîs dikim, nizanim êdî bi rastî nizanim ji her tiştî eciz bûbûm niha jî..



23.09.2014 10:10 | ferhenga şikestî

113. birayên ezîz ez jî dixwazim derdekê xwe ji we ra parve bikim. min doh nuçeyek xwend derbarê şervanên ypg ê de. cîwanek di Êrîşeke daişÊ de destÊ xwe yÊ rastÊ winda dike Û heval jÎ jÊ ra dibÊjin " tu dikarÎ şerÎ nekÎ lewra destÊ te yÊ raste ÊdÎ tune" ew hevalÊ delal jÎ naxwaze ji şerÊ dÛr bikeve Û ji ber hindÊ guh nade hişyarÎyÊn hevalÊt xwe.

Û ez xwe difikirim ji ber xwendina xwe, ji ber karê xwe ango ji ber berjewendÎyÊn xwe newÊrim bikevime şerÎ.

gava ez gehiştime 30-40 salÎya xwe pir ditirsim ku zarÊn min ji min bipirse " te wextÊ şerê daÎşÊ lenetÎ de çi kir" bersiva min : ...



23.09.2014 11:28 ~2016.04.20 18:22 | azad30

114. willahÎ ez hÊj hostetÎ nizanim ka ezÊ çawa tirşik Ê bikar bÎnim. lawo peyam kÛne, çeppÎk heye an nÎne. nizanim ezÊ çawa hÎn bibim.



23.09.2014 11:37 | azad30

115. îroj du heb nûçe gihîştin min..

a yekê, kurê xalê min

a duyê, hevalekî min î dilsoz û jidil..

serê sibehê dadgeha kurê xalê min bû ku ji 5 sal zêdetir di girtigehê de bû, îro tehliye bû, cara ewil kêfxweş bûm piştre hevalekî min peyamek şiyand û got; xebera te jê tune ye? mi go xêr e çi bû? got sertîp li kobanê şehîd ket... ez kor bûm!

ey xwedê! ma ne bes e?

nizanim çi bikim nizanim çawa bijîm. ..



03.10.2014 01:36 | ferhenga şikestî

116. mijara 54 nivîskarên cuda li bin sernivîsa wê peyam rêkirîn. min li hemu mijaran nerêniye lê dibe ku rekorek be.



03.10.2014 14:18 | azadixwaz

117. birÊz tırşık ez li wan Ê rabûm hatıme li van deran ji boy xwendinÊ lÊ qe kÊfa min tune ye . bÊ kes bÊ heval mame nizanim ezÊ çi gûyÎ bixwÊm.

estanbul xoştur ame bane na .





30.10.2014 22:26 | sarpimoleni