1. berê dema diya min digot "filan tiştî neke wê perê me here" an jî "te îro klîma pir vekir, pêrê me zehf çûn" min digot qey pere dizîka ji cizdana diya min derdikevin û hêdîka ji mal derdikevin. min îtiraf kir, oxweyş ez rihet bûm. |
|
01.07.2013 11:21 |
simurg56
|
2. (bnr: li xwe mikur hatin) |
|
01.07.2013 13:18 |
endazer
|
5. carina fikrên nijadperest difikirim. |
|
08.07.2013 11:59 |
simurg56
|
6. min hê mem û zîn'ê temaşe nekiriye/nexwendiye. zanim bekoyek bêîman heye û hew. * |
|
13.07.2013 17:31 |
simurg56
|
7. ev tirşik bi kêrê min hat. |
|
13.07.2013 19:23 |
fizikzan
|
8. ev heftakik e ez li tirşikê me lê nivisê min deha derbas nakin, ji ber kû ez baş nizanim bi kurdî binivîsim. |
|
13.07.2013 21:56 |
freedm4ever
|
9. car caran dinêrim ka çend çepkirin u çend reşkirinên nin hene * |
|
13.07.2013 14:01 |
feqiyêteyran
|
10. di twitterê de ji tirşikê peyam ji min re hat.got:tu endamê tirşikê yî min got, erê lê derew bû.rotira din ez bûm endam. |
|
14.07.2013 00:44 |
gulan
|
11. pir caran bêriya nivîsandina tişteke li wîkîferhengê dinêrim, bo ku peyvên standard dikaribim bikarbînim. ji bo mînak min teze peyva "peşîman" tevlê hevokeke kir*, le belê ez bixwe li derwe û li mal dibêjim "poşman". |
|
14.07.2013 01:14 |
sîsîfos
|
12. Te dît di brazzersê da zilamê keçel heye. Ew ez im. |
|
14.07.2013 01:39 |
dengêmintête
|
13. carinan tirşik min ji malperê diavêje. heçko min pêl derkeve kirî ew bi xwe min ji malperê derdixîne . |
|
18.07.2013 00:55 |
brusk56
|
14. Bi zaroktî min bi xwe de dimîst, lê min bera stuyê birê xwe dida... |
|
18.07.2013 10:31 |
keje bemal
|
15. ez ne qut im, ne dirêj im, takrîhana şax diavêjim |
|
21.07.2013 13:35 |
quto
|
16. gelek caran bi qestî û bizanebûn û li ser hemdê xwe telefona hinekan venakim.. û paşê jî dema li wan vedigerim -tabî eger lê vegerim- dibêjim ''qisûrê efû bike ez nûka sÎnyal an lêgerîna te dibînim, an dema tu li min geriyayî ez zêde ne mûsaît bûm..'' ji vî kar û ji vê kirina xwe carinan hezzekî ecêb werdigirm û carûbaran jî eger yê/ya li min geriyayî biçekî feqîrok û bêgueh be û ji bo kar an xizmet an qewîtiyekî li min geriyabe û ji ber venekirin Û bersivnedana min a telefonê ew kar û xizmeta wî/wê bicih nehatibe poşman an biqewlê wîkîferheng û bahdîniyan pêşîman dibim..* |
|
21.07.2013 13:49 |
endazer
|
17. ji ber ku vaye 3-4 roj e min nedikarî bikevim înternetê, min gelek meraq kiribû tirşikê de çi qewimiye, çi hatiye nivîsadin . a rast min tiştên hêvî dikir nedît. lê hejmara nivîskaran zêde bûye pir kêfxweş bûm . ji xeynî wê bi dehan sernivîsên nizanim çiyê kurdistanê hatiye vekirin * |
|
22.07.2013 23:52 |
brusk56
|
18. mehekî sax bi înterneta bi kotaya 1 gb êdare dikim û vê mehê hê nava mehê de înterneta min qediya. hema ez jî wek pênaberek bê welat, xwe diavêjim ber diya xwe û birayê xwe da telefonên xwe bidin min. giriyê kafiran li min tê . roja borî, li sûka mêrsînê, min destê xwe vekir û got "xwedê ji we rezî be 2-3 mb înternet bidin min". bi vî awayî min heta êvarê 179 mb înternet berhev kir û ez hatim malê . ez niha bi wê têdikevim. xwedê xêra wan jê bîne . |
|
16.08.2013 01:12 |
brusk56
|
19. ji ber ku yên min nas dikin li ser tirşikê hene ez nikarim bi rihetî îtirafan bikim û vê yekê îtiraf dikim. ka herin lo, hema qet nebe online nebin heta saetekê. |
|
18.08.2013 00:41 |
azadixwaz
|
20. welle mi rojek keçek rewndibû çi bikim ma mi hez dikir |
|
18.08.2013 16:42 |
rabo
|
22. (bnr: www.nasname.com) |
|
18.08.2013 20:19 |
berav
|
23. dema ez deh salî bum yek mêvan kî hatibû mala me.ew û bavê min û birayên min di odekî de rûnîştin bun û qise dikirin.ez jî ketîm odê û ser mînderkî rûnişt.deme ez rûniştim min mêzekir dengkî hat, min xwe hînek da hêli kî yek berçavkkî şkesti.ew berçavkka mêvan bu.ez pirr tirsîm.dura ez fikirîm min got ezê çi bikim.birayê minê biçûk jî nîzikê min bu.min ev berçavk derxist holê û min ji bavê xwera got birayê min ew berçavk şkandî.bave min ji bawer kir û ev suc li ser milê birayê min ma.dura çi bu?tiştek jî ne bu. |
|
20.08.2013 13:54 |
bayesar
|
24. ferhengên kurdî-tirki tûnebûna ez jî tûnebûm. |
|
20.08.2013 15:24 |
babayaro
|
26. dema dikevim tirşikê ewil lê dinêrim ca çepik dane nedane. |
|
20.10.2013 23:01 |
bawero
|
27. wext têra min nake . dixwazim rojekî bibe 40 saet. tiştek bikim a din kêm dimîne tiştekî din dikim yekî din kêm dimîne* mesela dixwazim guhdarÎ FILM BIKIM û DI HEMAN DEMÊ DE DIXWAZIM PIRTûK JÎ BIXWÎNIM.HEWCE YE DERS JÎ BIŞIXULIM Û HEVALÊ MIN, MIN VEXWENDIYE XWARINÊ. DIVÊ MALÊ PAQIJ BIKIM, XALIYAN RÊKIM BO PAQIJKIRINÊ, JI MIN RE 2-3 TIŞT HEWCE NE DIVÊ JI SÛKÊ BISTÎNIM HWD . DAWIYA DAWÎN HEMÛ DIMÎNE. NIKARIM YEKÎ JÎ BIKIM . TENÊ TÊRA XWE DERS DIŞIXILIM Û WEXTÊ MAYÎ JÎ LI INTERNETÊ ME . |
|
01.11.2013 00:57 |
brusk56
|
28. hê jî temase barbie dikim. |
|
01.11.2013 16:18 |
gelawej
|
29. beriya vêga bi çend salan, helbesteke min di rojnameya postayê de, di rûpelê yurdumun şairleri de weşiyaye, ku îro ez wê wek helbest nabînim û ji ber weşandina wê fedîkar û poşman im. Beşek ji helbesta bêqîmet: |
|
02.11.2013 01:20 |
seydayê_peyvan
|
31. nexweş im. |
|
28.11.2013 02:06 |
brusk56
|
32. (bnr: îtîrafên bêwijdanî) |
|
28.11.2013 13:29 |
ceso
|
33. vaye 17 sal e dibistanê dixwînim lê heta niha carekê jî, dibistana min ji ber berfê neketibû betlaneyê. lê îro sala min a 17 emîn de, çûm dibistanê û piştî saetek din gotin zaningeh ji ber berfê 2 roj ketiye betlaneyê . çi qas kêfxweşbûm nikarim vebêjim . |
|
12.12.2013 21:50 |
brusk56
|
35. min hê jî fêm nekiriye ku omer dilsoz û dilgeş dilsoz yek in an na? |
|
14.12.2013 01:39 |
ferhenga şikestî
|
36. dilê min îşev li ser hespekî rewan e, dibeze ax dibeze.. |
|
14.12.2013 01:49 |
endazer
|
37. dixwazim xwe hînî zimaneke nÛ bikim.. û dixwazim xwe bielimînin çend bernameyên nû yên endazyariyê.. |
|
14.12.2013 01:55 |
endazer
|
38. dikim û nakim tênagihijim bê ka insan bi çi dijî?! |
|
16.01.2014 20:37 |
endazer
|
39. şevên ku dimînim nobetê û hemû rojên din yên ku sibehan li kar im û ne pêkan e têkevim tirşikê; tiştên ku tên bîra min telefona xwe de lîste dikim û dema dû re têkevim tirşikê wan hemûyan yek bi yek dinivîsim * |
|
17.01.2014 20:02 |
simurg56
|
40. min doh şev mamosteyekî xwe yî ku min wî qet nedîbû di xewna xwe de dît (bawer dikim çavê min tirsiyabû, lê îro dema dersa wî de mi dît ku rûyê wî kesî û ê xewna min ne yek in. |
|
18.01.2014 00:42 |
berxweda
|
43. ez sîxurekî ku di tirşikê de kurdan fîş dike, me. |
|
26.02.2014 19:42 |
mergehez
|
44. ez tirkî ji kurdî baştir dizanim. hêj ez nehatîm li vir min digot qey kurmanci zehf sanahiyê lê belê çen rojê ez li virim ez bi kutahî du hevoka diînim cem hev. |
|
26.02.2014 22:22 |
korahî bîbilkêt min girtin
|
45. Ez naha hewl didim ku hijmara peyamên rojane yên tirşikê zêde bikiM.. Çi bikevê ber min ez dinivîsim.. |
|
26.02.2014 23:55 |
nan û av
|
47. yek ji feqiyêteyran hat: http://i.hizliresim.com/xEBd2z.jpg |
|
01.03.2014 22:09 |
mergehez
|
48. kampanyaya ku îro birê ket û baş an xirab çû serî, dilxwede min dabû destpêkirin û mîratê heta çend deqîqe mayîn ji kampanyayê re jî min nekarÎ ez tu amadekariyekî bikim, spontane hema çi hatibe ber dev û dest û dilê min, min li alema twitterê wer kir, hinekan jê girt û hinek jî kes nizanim bi kû ve wenda bûn.. |
|
01.03.2014 22:12 |
endazer
|
50. JI BO KU HIJMARA PEYAMÊN DUH HATÎN NIVÎSANDIN BIGIHIJIN 300Ê MIN HETA DEQQEYA DAWIYÊ JÎ PEYAM NIVÎSANDIN.. mIN XWESt ÎRO (YANÎ DOH) EM REKOREK NÛ BIBÎNIN.. |
|
04.03.2014 01:00 |
nan û av
|
51. ez ji bo tirşikê pirtûkên kurmancî dixwînim |
|
04.03.2014 01:04 |
mergehez
|
53. ev sê heftî ne karê ku ez karim di sê rojan de bikim, ez nikarim xilas bikim.. |
|
06.03.2014 02:00 |
endazer
|
55. dema ku ez li cihê dawîn hatîn reydan avatara xwe dibînim, ez dibişirim, pir kêfxweş dibim û ez tu rayan nadim peyaman da ku avatara min ji wê derê ranebe * |
|
09.03.2014 00:23 |
mergehez
|
57. ji endazer hez nakim. |
|
09.03.2014 01:30 |
hun çawane heval:)))))))
|
58. ez ji ezmûnan kerixîm. bes e yaw. îsal tenê îsal ez ketima ezmûna 11 stajan. |
|
09.03.2014 09:12 |
brusk56
|
59. ezmÛna mina öss(ygs lys) tune buna. ezÊ dinav tirşikÊ bÊtir zehf aktÎf buma. |
|
10.03.2014 14:05 |
hun çawane heval:)))))))
|
60. li qursa kurmancî ez hîn di asta yekemîn de me. |
|
10.03.2014 18:24 |
mergehez
|
63. mijara ku ji alîyê admîn ve hatîye vekirin û ne li gorî formata tirşikê ye. |
|
11.03.2014 19:49 |
nazim tolhildan
|
64. mijara ku yek ji mijarên taybet yên derî formatê ye (min vê jî niha ji ber xwe avêt *). ji bo mînakek din; |
|
11.03.2014 20:05 |
simurg56
|
65. ez teknîkerê tendurîstiyê me û min kpss qezenç kir ez ê heta meheke paşê herim dest bi kar bikim lê min stenbol qezenç kir bi xwedê min hê di xewna xwe de jî stenbolê nedîtiye ez nizanim çi bikim ji ameda rengîn ber bi dojeha mirovan wê çawa bibe nizanim.. şeytan dibêje neçe lê bêrika min jî dibêje gûyê ji serê xwe mezintir nexwe û biteqize... |
|
12.03.2014 23:23 |
ferhenga şikestî
|
66. min ti carî ji helbesta cegerxwîn hez nekiriye. full stop. |
|
13.03.2014 23:16 |
cercîs rewanî
|
67. deh malên min hebin, ez odeyekê jî nadime kejê bêmal. |
|
13.03.2014 23:24 |
cercîs rewanî
|
69. kîsikê mejiyê min ji xwendekarên qedexeparêz diçe! |
|
16.03.2014 02:21 |
zero
|
70. dilê min ji kurdÎtiyê dixele.. |
|
16.03.2014 02:40 |
endazer
|
72. ez xiyalperestekî me. heta wê rewşê min ew çendî pêşve çûye ku, carinan, qasê çend çirkan, ji bîr dikim ku tiştên ez difikirim û diaxifim, xiyal in. |
|
16.03.2014 13:03 |
ervah.azad
|
73. di dilê min de çoleke virt û vala heye.. |
|
16.03.2014 22:05 |
endazer
|
74. her car wek îtîraf tijji tiştan dinivîsim lê dû re reş dikim.. |
|
16.03.2014 22:27 |
gulgenim
|
75. ez gava ji kurdiya xwe sar dibim, dikevim youtubê û stran û klîbên hozan serhad temaşe dikim. dengê wî hêzeke bêhempa dide min hetta dikarim bibêjim ku wek bandora afyonê li ser min pêk tê |
|
16.03.2014 23:37 |
ferhenga şikestî
|
76. dema ku bi tena serê xwe dimînim bi dizî li strana dombrayê guhdar dikim. * |
|
16.03.2014 23:45 |
oxir
|
77. ez dixwazim ku navê tirşik.netê biguhere!! |
|
19.03.2014 23:53 |
ferhenga şikestî
|
78. ez çi dikim çi nakim dîsa jî nikarim fediyokbûna xwe li ser xwe biavêjim... mixabin ku min pirr hewl da dîsa jî bi ser neketim. ji zarotiyê min heta niha ez wisa me min 4 sal zanîngeh xwend di sê bajarên ku çanda wan ji hev cuda de jiyam, ketim gelek civatên cur bi cur, min bi sedan pirtûk xwendin lê feyde nekir hê jî fediyok im hê jî fediyok im... ji min re psîkolog û terapî divê. .. |
|
22.03.2014 21:38 |
ferhenga şikestî
|
80. min di eksisozlukÊ de deh entry nivîsand û piştî wê hew du-sê caran tenê ketimê. rojekê hevalÊ min ji min pirsî, got "ka tu bû nivîskar?" min jî li eksisozlukê nerî û ez bÛbûm nivîskar. lê piştî demekê ez jî adiz bÛm û min nenivîsand. hevalê min got ka şîfreya xwe bide min, ezê binivîsim. min jî da wî. nêvî bêtir entry yÊn wî ne. piştî min şîfre guhert û neda wî, min dest bi jê birina entry'yên wî kirin lê naqedin mîratmayon. * * |
|
25.03.2014 01:30 |
mergehez
|
81. xweşa min ji hun çawane heval))))))) re diçe. ji ber ku, wek zarokên şûm, di tirşikê de çirtikan diavêje* * |
|
26.03.2014 17:01 |
nazim tolhildan
|
83. Helbestên ku ez herî zêde hez dikim bi tirkî ne. |
|
28.03.2014 01:51 |
nazim tolhildan
|
84. ez kurdî nizan im |
|
28.03.2014 15:11 |
berf
|
86. ji ber ku %70ê wextê xwe li cihê kar im, nikarim bi komputerê bikevim tirşikê û loma bi telefonê dişopînim û tiştên ku hatine bîra min li derekê qeyd dikim û dema têm malê ji komputerê van tiştan dinivîsim * |
|
29.03.2014 11:03 |
simurg56
|
87. dema ku ez vê mijarê dibînim ez difikirim da tiştekî li bin vê mijarê binivîsim. * |
|
29.03.2014 21:31 |
mergehez
|
88. ez hê nizanim bê ka butona kul û derd çi ye û kêr çi tê |
|
29.03.2014 21:54 |
kevçiyê dil
|
89. rasteqîn, cinorek û dogania * xeyidîne, xatirê xwe xastine û çûne. êdi di tirşikê de nanivîsin. xuyaye ku ji ber rexneyên min revîn. eger vegerin, ez soz didim ku êdî ji wan re tiştekî nabêjim. li ser de wek mamosteyên xwe endazer heqeretan bikin jî ez dengê dernaxim. |
|
06.04.2014 12:21 |
nazim tolhildan
|
90. carinan hin hevalên me yên ji tirşikê, hin tiştan bi îngîlîzî dinivîsin yaw bi xwedê gelek zora min diçe ji ber ku ji xeynî çend peyvên jiberkirî tiştekî din bi îngîlîzî nizanim lewma fêm jî nakim. divê hevalên me wisa li min neheqî nekin! ez ê heqê xwe helal nekim haa! mesela navê fîlman bi îngîlîzî dinivîsin ez jî dixwazim tevlî wan mijaran bibim lê fêm nakim behsa kîjan fîlm tên kirin. hay ji vê yekê hebin |
|
08.04.2014 01:48 |
ferhenga şikestî
|
94. ez ew karakter û qehremanê di vê helbesta xwudênehiştiyê îsmet ozelî de me, ne kêm ne zêde; |
|
12.04.2014 23:35 |
endazer
|
95. min çend wextan qedrê celladê xwe girt,min wî rind xwudan kir bi xeberên şîrîn,bi keniya ji dil,bi kilam û hikayetên bav û kalan,bi hingîva heqîqî,sêvelokên ser banê mala babê min hatîne hişk kirin..ne mirî me zindî me lê kulek mam.gava dimeşim piyê xwe ê çepê dûv xwe radikêşim.yek bi baldarî guh bidêre wê dengê xuşîna dengê piyê min bibihîse.. |
|
12.04.2014 23:45 |
gulgenim
|
96. mêjiyê min sekiniye. dikim nakim tiştek bikim peyam an jî mijar û binivîsim nabînim. li hêviya xêrxwazekî me ku mijarên eletewş veke em jî bikevin navê. |
|
13.04.2014 02:05 |
ceso
|
98. dema endazer siyasetÊ nake kÊfa min pir jê tÊ lÊ dema dest bi siyasetê dike haho Û haho... |
|
13.04.2014 19:33 |
mergehez
|
99. ceynika serê min ji siyasetê diçe, heta ji min tê naxwazim tevil û têkil bibim, lê dema dibînim kesên ku ji siyasetê fêhm nakin tên di tirşikê de bi ser navê siyasetê sempartîzaniyê dikin û ji bo berjewendiyên xwe Û partiya xwe aliyên din di bin tohmetê de dihêlin, xwe ranagirim çi tê ber dev û destê min li wan wer dikim.. zû bi zÛ aciz nabim lê dema nanxwer û şûrkêşên rijd yên hêz Û hizbekî dibînim hiş di serê min de mamîne.. |
|
13.04.2014 21:09 |
endazer
|
100. ez dizanim demekê dirêj e ku tiştên tewşo mewşo dinivîsim baş dizanim. lê çi bikim? dikim nakim ji dilê min nayê ev bajer êdî ji bo min wek dojeh tê ji ber ku westiyam. |
|
14.04.2014 01:20 |
ferhenga şikestî
|
101. ji ber strana şemamê, carekê gelek rizîl bûm. |
|
15.04.2014 21:17 |
simurg56
|
|
|
19.04.2014 19:19 |
xwelî li ser
|
104. madem ceso û xwelî li ser mikur hatin û evîndariya xwe bi me re parve kirin divê ez jî li paş nemînim:-) |
|
19.04.2014 23:32 |
ferhenga şikestî
|
105. Yê ku reşşikan dide mazlumozdogan ne ez im! Bê henek ceso/22480 |
|
21.04.2014 02:11 |
ceso
|
106. min hesabekî vekir di twitterê de, beriya niha jî di facebookê de, ku bi wêneyekî keçikek xweşik e û bi navê keçan e. bi vî awayî min reklama tirşikê kir. lê bila xwedê we bide bawer kirin, metod û rêya herî baş ev derket. yanê ew çi hewes û eşq û kêf bû * her roj bi dehan kesan daxwaza hevaltiya dişaniya, bi sedan kesan peyamên teybet dişaniya. lê paşê ji ber ku di demek kurt de hejmara hevalên min zêde zêde zêde bû, facebookê hesaba min girt. niha jî ji min nasname dixweze * |
|
22.04.2014 01:00 |
brusk56
|
107. min dinyayek tişt nivîsand û paşê bêyî ku li derekî qeyd bikim min jê bir.. |
|
23.04.2014 02:11 |
endazer
|
108. xemgîn im, betilî me nizanim bê ka ezê çi bikim. jiyanek tevlihevbûyî dibihure û ez di nav wê jiyanê de mame nikarim xwe tev bidim. ne dikarim paş de herim ne jî dikarim pêş de.. di holê de mame û li benda destekî me ku wê xwe dirÊjî min bike û min ji vê quzilqirtê xelas bike. |
|
23.04.2014 02:14 |
mergehez
|
109. duh sibehê ezmûna me hebî, mamosteya me jî qene kopye negihijin destê ti kesî em bi dedektorê qontrol kirin, dilxwede me nikarî em bi xwe re telefon tablet laptop netbook hwd bibin hundir, lê ez û telefona xwe em ji dedektörê reviyan û koma me jî dawiyê de ket ezmûnê*, axir yên ezmûna wan xelas bî min go wan alo |
|
23.04.2014 02:25 |
kevçiyê dil
|
110. biskek berê di rawestgeha taxa gewranê ya ofîsê de rastê wê hatim bi qasî 3 deqe li wê nêriyam lê tirsayam ku herim bêjim merhaba... |
|
23.04.2014 19:59 |
ferhenga şikestî
|
111. van rojan ji tirşikê bêhtir ekşî-yê dixwînim. gellek caran jî nizanim çi dixwînim, ji tiştê ku dixwînim ti gû fêm nakim. carinan jî dibînim ku google vekirî ye û weke gêjan lê dinêrim nayê bîra min ku min ji bo çi ew vekiriye. nizanim depresyona biharê hatiye serê min an ez hino hino dÎn dibim... |
|
23.04.2014 21:20 |
oxir
|
112. ez nema bi xwe re dibînim bitirşikînim tirşika rengîn.. |
|
24.04.2014 00:28 |
mergehez
|
114. her çiqas ez gundî bim jî, ez boxer'êr Calvin Klein li xwe dikim. lê kes nabîne/nizane, qas perê diçin. bijî derpeyên spî! |
|
27.04.2014 15:44 |
daskan
|
115. her çi qas ku ez bajarÎ bim jî bê derpî digerim. kes ne dibîne ne jî dizane bê ji çi qas mesrefê difilitim. bijî timahîzm |
|
27.04.2014 15:49 |
oxir
|
117. wextê min cara yekemîn li xezê filmê kurmancî seyr kiribû min digo qey hinek ketine pişta tvyê û bi kurmancî dişitexilin * |
|
27.04.2014 17:58 |
gêjê
|
118. min hê jî guhdarî the godfather û the lord of the rings nekiriye. |
|
28.04.2014 19:44 |
brusk56
|
119. ew qas westiyame ku, nikarim peyaman bi dawî bikim. tişta ku dixwazim bêjim di niviyê de dimîne. |
|
08.05.2014 02:41 |
brusk56
|
122. min qet texmîn nedikir ku bûyerek bê serê tirkan û ez ev qas xemgîn bibim. min digot qey piştî ev qas êşan ku kurdan ji destê tirkan dîtine, êdî çi bê serê tirkan ew qas tesîr li min nake. |
|
16.05.2014 00:00 |
brusk56
|
123. ez li xwe mikur têm.. |
|
16.05.2014 02:12 |
dijber
|
124. gelek sal berê bû. |
|
12.06.2014 20:53 |
simurg56
|
125. me îro tirşik û savar xwar pir xweş bu : P |
|
14.06.2014 02:42 |
nîgarvan
|
126. min li ser tirşikê ji xwe re hesebeke nû vekir, min biryar dabû ku êdî bi heseba xwe ya nû binivîsim û min çend peyam jî nivîsand lê destê ji vê hesabê nabe loo/lêê destê min naçe ku diguherînim min ji 600 bêtir peyam nivîsiye heyfa min lê tê |
|
15.06.2014 13:41 |
ferhenga şikestî
|
127. min li ser tirşikê ji xwe re hesebeke nû vekir, min biryar dabû ku êdî bi heseba xwe ya nû binivîsim û min çend peyam jî nivîsand lê destê min ji vê hesabê nabe loo/lêê destê min naçe ku biguherînim min ji 600 bêtir peyam nivîsiye heyfa min lê tê |
|
15.06.2014 13:42 |
ferhenga şikestî
|
129. gava dî li ser youtubeê min stranek vekir, lê berî reklama cornettoyê derket û di reklamê de jî yalın straneka bi navê yeniden (ji nû ve) digot.. normalde ceynika serê min ji reklamên li ser vîdeoyên youtubeê û popbêjên tirk diçe, lê çawa min dengê yalın bihîst çar salên min ên lîseyê ketin bîra min de.. di serwîsê de her wextî radyoya powertürk vekirîbû û wextê nû derketî her gav û saet strana zalim ya yalin lê didan.. û dÎsa di serwîsê de cara ewil dema dilê min ji bo eşq û evînê wekê çûkekî serjêkirî diperpitî keşke (xwezîka) ya yalın lêdida.. ji ber wê hê jî kengî ji derinan dengê yalın bi ber guhê min bikeve bivê nevê dem ji bin piyê min dikişe û di bin barana bîranînên xwe yên xortaniyê de şil dibim.. |
|
25.06.2014 02:10 |
endazer
|
130. Ez heyranê ajda pekkan im. Him mûzîka wê, him jî ew* |
|
01.07.2014 12:18 |
ceso
|
131. her çi qas ez * li dijberê dengdanê ji bo serokkomariya tirkiye ji bim di balefirgeha ataturk a li stembolê de dema min ew sindoq dîtin min nekarî xwe û min reya xwe bikaranî û min muhra ku serdê tercih dinivîse bin wêneya selahattîn demirtaş xist. |
|
04.08.2014 09:17 |
karmatî
|
133. li kÊfa xwe binêre :-) |
|
26.08.2014 14:11 |
ferhenga şikestî
|
134. biskek berê xalê min ê mezin telefonî min kir, 52 sal emrê wî ye, ji min re got ez niha derbasî kobanê bûm êdî venagerim, ji min xatir xwast... |
|
23.09.2014 10:10 |
ferhenga şikestî
|
135. birayên ezîz ez jî dixwazim derdekê xwe ji we ra parve bikim. min doh nuçeyek xwend derbarê şervanên ypg ê de. cîwanek di Êrîşeke daişÊ de destÊ xwe yÊ rastÊ winda dike Û heval jÎ jÊ ra dibÊjin " tu dikarÎ şerÎ nekÎ lewra destÊ te yÊ raste ÊdÎ tune" ew hevalÊ delal jÎ naxwaze ji şerÊ dÛr bikeve Û ji ber hindÊ guh nade hişyarÎyÊn hevalÊt xwe. |
|
23.09.2014 11:28 ~2016.04.20 18:22 |
azad30
|
136. willahÎ ez hÊj hostetÎ nizanim ka ezÊ çawa tirşik Ê bikar bÎnim. lawo peyam kÛne, çeppÎk heye an nÎne. nizanim ezÊ çawa hÎn bibim. |
|
23.09.2014 11:37 |
azad30
|
137. îroj du heb nûçe gihîştin min.. |
|
03.10.2014 01:36 |
ferhenga şikestî
|
138. mijara 54 nivîskarên cuda li bin sernivîsa wê peyam rêkirîn. min li hemu mijaran nerêniye lê dibe ku rekorek be. |
|
03.10.2014 14:18 |
azadixwaz
|
140. birÊz tırşık ez li wan Ê rabûm hatıme li van deran ji boy xwendinÊ lÊ qe kÊfa min tune ye . bÊ kes bÊ heval mame nizanim ezÊ çi gûyÎ bixwÊm. |
|
30.10.2014 22:26 |
sarpimoleni
|
141. ez pir hez dikim di tirşikê de binivîsim lê ji ber kar û barên min gelek caran dem nabînin ku binivîsim. |
|
31.10.2014 16:08 |
nazim tolhildan
|
142. carinan mirov xewnekê dibîne, 2-3 rojan nikare ji tesîra wê xelas bibe.. |
|
02.11.2014 02:02 |
brusk56
|
143. Min hej keçikekê kir wê jî hej min.lê ji ber bêaqilî ya min em negehiştîne hevdu..jiber hindê ez herro bo xwe dijûna rêzdikem .. |
|
02.11.2014 04:14 |
vêca çiyeeee
|
144. Ez qet dersê xo ra nêxebitêna. Her tim ser o gurreyê tewşan de vindena, şuxulêna. Hele ez biewnê dawîyê mi se beno. |
|
02.11.2014 13:30 |
endazyar
|
145. loma bêkari ji sibehi ez runiştime li xêvjimare û disekînim maçe beşiktaş-fenerbahçe ku ê dest pê be sehet hefteda. |
|
02.11.2014 15:29 |
nivîskarê bêkes
|
146. ma gelo ez ê kenge bibim endamê tirşike |
|
26.11.2014 01:58 |
bager elih
|
147. hevalê min ê malê nizane torrent çi ye, car heye 10-12 fîlman bi hev re davêjim ser torrentê û tabî bivê nevê dikutim qûna leza înternetê de, hevalê min jî ku tîryakê înternetê ye çawa dbîne ku înternet giran bûye tê dibêje yaw hacî ev çi ji vê înternetê hatiye, heta bi ser googleê ve dibim nîvê emrê min diçe ez jî her heman bersivê diidim û jê re dibêjim ''ez jî nzanim belkî ji ber pirsgirêkeke teknîkî be carina li deverinan baximê li xeta înternetê dikin ji ber wê giran dibe'' ji xwe ji bo wî înternet facebook û lîstikên sanal ên online in ji ber wê dilê min pê naşewiye û li ber nakevim.. * |
|
26.12.2014 23:08 |
endazer
|
148. li vî bajarî, yanê li stenbolê heft mehên min qediyan, bi gotineke din, heft meh e ku ji amedê dûr im, heft meh e ku di jiyanê de hilnayêm û nahewim, dê nehewin jî. |
|
27.12.2014 00:57 |
ferhenga şikestî
|
149. nêzê sal û nîv e ku endamê tirşikê me lê min hê jî avatareke li gor dilê xwe nedît yaww, dil bi êşan im tirşikkkêê! |
|
30.12.2014 00:51 |
ferhenga şikestî
|
150. va fînalêt min destpêkirin.lê ez û hevalên min şev û roj bataq û okêy dileyzîn.xebitîna dersan sifir e. |
|
30.12.2014 16:00 |
vêca çiyeeee
|
151. îtîrafname: li tirşikê vegeriyam. min bêriya tirşikê kiribû. :( |
|
30.12.2014 16:22 |
terkexem
|
152. min heta niha digot qey di stêra tirşikê de bi tenê ken li vir bû nivîsandî ye |
|
19.01.2015 01:01 |
ferhenga şikestî
|
153. min carêk li beqal benîşt dizîbû..gava min benîşt dizî ,ez zarokek 6 salî bûm. |
|
19.01.2015 18:05 |
hesen bira
|
154. ji sala 2006'a, heta sala 2012'a ez li ser wîkîpediyayê gelek xebitiyabûm. min gelek gotar çêkirin û gelek tevlêkirin kirin. lê motîvasyona min a ewilîn a di vî karî de pêşdebirin û baştirkirina kurdî ya min bû. herçiqas min bi vê motîvasyonê dest pê kiribe jî, dû re niyeta min her ku çû xalistir û jidiltir bû, ji ber ku, wek tê zanîn, rêya çêtirîn a elimîna tiştekî nivîsandin e. niha zûve ye ku ez têde kar nakime, lê ne ji ber ku meqseda min hasil bûye, ji ber ku wexta min nabe. |
|
25.01.2015 21:51 |
fethî ronî
|
155. ji bo ku çomeziya min ji holê rabe û li ber vê eyba mezin fediyê giran nejîm, min vê peyamê nivîsand..* |
|
25.01.2015 21:59 |
şûşa dilî şikestî cebar nabe lêê
|
156. heya wextekî min stranaa koma wetan ya bi navê sîne weke navê bajarê rojhilatê kurdistanê dizanîbû * |
|
25.01.2015 22:10 |
berxweda
|
159. ihi ihi, beriya ku bipeyivim divê qirika xwe ya tehl paqij bikim |
|
16.02.2015 00:06 |
şûşa dilî şikestî cebar nabe lêê
|
161. Dergîsek min ê turk hebu.ji min pirskir hayatım bi kurdi çiye min got jînamin.pişt wi gelek dem şunda ji minre got jînamin. Min jêre got ev peyv ji jinanre tê gotin Em gelek kenîyan. |
|
26.02.2015 13:50 |
sedrik
|
162. îroj ji rojan şemiyê ye, ango dawiya hefteyê ye, wek şemiyên din dereng ji xewê şiyar bûm tavilê çûm li ber şibakê û pê hesiyam ku hê jî li ber dîmenên stenbolê şiyar dibim, mala min li pendîkê ye û behreke mezin û xaniyên bêserûber li pêşiya min in, tenê me dîsa, na ne tenê me dîmenek ligel min e û qaqlîbazên stenbolê ligel eciziya min didin perwazan, perên wan xweşik in û dibêjim bena ne |
|
28.02.2015 13:52 |
ferhenga şikestî
|
163. |
|
28.02.2015 13:55 |
ferhenga şikestî
|
165. min di 2012'an de hemû ferheng û peyvên turkcekurtcesozluk.com'êHere lînkê'ê bi bernameya ku min çêkiribû, di çend şevan de daxistine ser kompîtûra xwe û min ji simurg56 re name şand ku ez jê destûrê bixwazim ku wan têxima wîkîferhengê, lê ji wî bersiv nehat û ez zêde bi şopê neketim û min ew têxistine wîkîferhengê. |
|
01.03.2015 13:42 |
fethî ronî
|
166. ez qedera çend hefteyan e bûme tirşikvan lê tirsa nezanbûnê xwê şaşo paşo kirinê min nedivîsî.qasi çend dekka bêrê jî ketime tirşik ê ez çi bibînim hevalekî hêja dibêje kes nay nanivîse loma ez jî diçim .min jî li ji xwe ra got gere tu tirsa xwe bicuyî û derkevî holê ji mêjîyê te çi were bi xulamtîya tiliyên xwe derbasê li tirşik ê kî. |
|
01.03.2015 22:40 |
xeteraqirêj
|
167. Min jî hêviya xwe ji pêvajoya çareseriyê birî .. |
|
02.03.2015 21:35 |
brusk56
|
168. min bi berxwedana xwe 4 kîlo girtin* |
|
03.03.2015 21:21 |
ferhenga şikestî
|
169. belkî haya te ji vir hebe, îroj nebe dê sibe hebe teqez! ma dinya ne piçûk e? ma xwudê jî ne senarîstekî ecêb e? ma rêyên te wê nekevin li pêşiya min? helbet. |
|
25.03.2015 22:14 |
ferhenga şikestî
|
170. (bnr: ev çi bû law) |
|
25.03.2015 22:16 |
ceso
|
171. (bnr: ferhenga şikestî îtîraf dike) |
|
25.03.2015 22:18 |
xendekî
|
172. îro ezmunekê min hebu û ez neçûm, raketim. |
|
25.03.2015 22:38 ~22:39 |
barca63
|
173. Di Wextê xwe yê vale de radikevim. |
|
26.03.2015 00:38 |
brusk56
|
174. ji bo dilê xwe xweş bikim îtiraf3en tirşikvanan dixwînim, lê ya ferhenga şikestî dilê min xweş nekir. jixwe min bi temamî fêhm nekir. |
|
26.03.2015 00:45 |
azadixwaz
|
175. erê roja newrozê bû tirşik ê xweşî û şahî bû ... deng hat dengê dîlan ê.herkesî destavête govenda delîlo yê belê em hekarîyî ji deverên dî cuda ne,divê cihêrengiya me hebe.û me destavête şêxaniya geveriyan..serçopî ez bûm destê min de jî hevalê min yê sinifa min hebû..piştî du deqayan dest ê min û hevalê min jêkvebûn û destek nerm û germ hate destê min.ew bû..wekî rojê bû..ji pirça wê ya sor ku dirêj û mişe bû min serûçavên wê nedidît.carekê pirça xwe avête pişta xwe û ew rûyê wek heyva çardeşevî bi çavê min ketin..hey yarebî te ev rûye ji ber peqlavê çêkiriye çi ? |
|
26.03.2015 02:36 |
vêca çiyeeee
|
176. ji bo vêca çiyeeee |
|
26.03.2015 08:57 |
xendekî
|
177. bnr: tevgerên şîzofrenîk/20633 |
|
26.03.2015 20:50 ~20:50 |
ceso
|
178. Ev du heyv bûn min tirşik jibîr kiribû, doh ceso anî bîra min, sax be* |
|
26.03.2015 21:05 ~21:43 |
kevçiyê dil
|
179. kengî bibînim ku li derekê dibêjin çima kes di tirşikê de nanivîse wek ku hemû kom bûne û li benda bersiva min sekinîne ..belkî tenê ji ber vê dinivîsim niha |
|
27.03.2015 01:47 |
diranfîq
|
180. dema li xwaringeha nexweşxaneyê xwarinê bixwim, her car dirankolkek(kurdan) distînim lê hema bêje qet bi kar naynim û divêjim sergoyê. |
|
27.03.2015 19:17 |
simurg56
|
181. Bi rasti ez pir Kurdi nizanim binifsînim. Hevîyamın ewe ku ez hîne nivisandina kurdî bibim. |
|
27.03.2015 21:02 |
tîrejên rojê
|
182. ji sê tiştan pirr hez dikim; |
|
27.03.2015 21:14 |
ceso
|
183. Dema min bihîst tirsik hatiye avakirin, ez bûm endamê tirsikê .Di serî de min derbarê qasî 15 an 20 mijaran de şîrove û tişt nivîsandin. Lê niha îtiraf dikim ku ev bûye salek min tu tişt nenivîsandiye. Eyba reşê, şerma giranê ji bo min ne wisa? |
|
28.03.2015 00:28 |
nuçevan
|
184. di tirşikê de nû me nizanim ku peyamên taybet mirov ji hev re dişînin admîn dikarin wan bixwînin an na. jvê mereq dikim. ji ber ku tişta taybet taybet e. * |
|
28.03.2015 12:32 |
bijêrvan
|
185. Çend roj ewil hindik mabû ez zewicîbûm û xebera malbata min jî tinebû. |
|
28.03.2015 14:49 |
quşxaneli
|
186. min do şevê di sernava rasteqînê de bi qasî barê karekî tiştina nivîsandin, ji bela ku ji telefonê ketim û ji bela ku piçeke dirêj dem jê derbas bûn, bêî ku copy bikim min şiyand û min dît ku ne onlîne im:( |
|
31.03.2015 12:53 |
ferhenga şikestî
|
187. ez îtîraf dikim ku tişta ku dê min ê bigota wê nebûna îtîrafek. lewma min negot. |
|
01.04.2015 01:05 |
serhednişîn
|
188. min gellek tiştên nivisandina zimanê kurdî bi alikariyê tirşikê hû kir û êdî hû dikim. min berê kurmancî û zazakî tenê bila qeide zanibû. |
|
04.04.2015 18:32 |
cinorek
|
189. yekşemê ezmûnê min destpêdikê le ez ne dikarim dev ji tirşikê berdim ne jî dikarim pênûsa xwe biavejim.ketim ê E'rafe ki mezin. |
|
04.04.2015 20:28 |
quşxaneli
|
191. We qet diziya Xwedê kiriye? |
|
05.04.2015 00:47 |
arifo
|
192. di rojê de 9999999... car pêl li reklamokên beredayîdikim.. |
|
06.04.2015 00:38 ~00:39 |
ferhenga şikestî
|
193. ez itiraf dikem min şifreye xwe hındakırıbu,ewe cara duyemine ez dibim endam,hej wexte nu webi ,tirşik net ,andame we e awil ez bum.. |
|
06.04.2015 01:43 |
baynu
|
194. heftiya vîzeyan e.ez dindik jî naxebitim.niza bo çi nakem xem.divêt ez bixebitim.jixwe min du ders hene ku dê salek din dîsa hilgirim.lê naaaaa...fayde naket. |
|
07.04.2015 21:35 |
vêca çiyeeee
|
196. çend sal berê me dukkaneke emlakê vekiribû.me tabelayek ji bo wê dabû çêkirin.jixwe hertişt bi vê yekê destpê kir.me mêze kir ku gava hinek erebe derbas dibin ji me re tîtikê lê dixin,silav didin,nîşana zaferê dikin.carek erebeya partiyê jî silav da me.em pêşî lê şaş man lê dûre me fêhm kir ku tabeleya me kesk û sor û zer e lewma ew silav didin me. |
|
12.04.2015 21:40 |
bayesar
|
197. Nêzika deh salan e jiyan ji min re giran tê. Ne ku bêhêvî me lê ji ber ku mirov bêyî kategorîzekirinê nikarin bifikirin ez pir diêşim. Gava bi yekê tirk re diaxivim ji ber ku mafê kurdan diparêzim bi yek carek dibim terorîst. Gava ku bi hdpîyan re diaxivim ji ber wan rexne dikim bi yek carî dibim barzanicî an jî hîzbullahçî gava ku barzaniciyan rexne dikim bi yek carî dibim murîd an jî evdoperest, gava bi ateîstan re diaxivim bi yek carî dibim erebekî hov ê biegal û şaşik, gava bi misilmanên serhişk re diaxivim bi yekcarî dibim har û jirêderketî... Pêşî dipirsin tu ji kîjan komê yî? çiqas bibêjim ez ceso me jî dîsa dipirsin tu ji kîjan komê yî... Dîsa dîsa dîsa... |
|
12.04.2015 23:46 ~23:49 |
ceso
|
198. binavê "nemrud" û "chaco" li uludağ sözlükê dinivîsînim û min format hin nekir çû. |
|
13.04.2015 10:40 |
shorbevan
|
199. sibê ezmûna minê fîzîkê heye û heta niha nexebitîm :'(( |
|
13.04.2015 22:54 |
rûbar payîz
|
201. dema ku bêhna min teng dibe, bo dermanî û bo bêhnvedanê entryên shorbevanî dixwînim, hama xwudê jê razî* |
|
14.04.2015 21:15 |
ferhenga şikestî
|
202. wextekî pîla mişka kombersa min xilas bibû, ez çûm min pîla bangesaeta hevale xwe yê malê jê derxist û li mişka xwe da û pîla xwe ya xilas bûyî jî li saeta wî da, min ji bîr kir ez ji hevalê xwe re bêjim.. hevalê min ê malê mamoste ye, sibehê zû radibe diçe mektebeka gund, axirê sibehê ez rabûm de ji xwe re taştê hazir bikim, min dît ku hevalê min jî li malê ye, min go te xêr e, tu çima neçûyî mektebê, go saeta min a bangê xirab bûye, vê sibê lê neda ez jî di xew de mam û min nekarî bigihim servîsa mektebê.. |
|
14.04.2015 22:26 |
endazer
|
203. digel ku dengdanek hdpê me jî ji ber ku xwîntehliya sosyalîzma hov tîne hişê min dikim nakim dilê min li alên pkk nakele dikim nakim nakele. li ber dilê min ala min, ya kurdistana başûr e. çiqas xweş û rengîn e. |
|
14.04.2015 23:59 |
ceso
|
204. Min pir bérîya tirşikvanan kir ya hu ma ev imtihanén zanîngeyé kenge biqedin bo xwedé ? Min pîr bu li zanîngeyé |
|
17.04.2015 00:08 |
tîrejên rojê
|
205. ez itiraf dikim lê yê bawerke ne wunin |
|
23.04.2015 12:51 |
shorbevan
|
208. mın hêjî format ne xwendiye. hima min di serda lê nihart û derbas bûm. |
|
25.04.2015 12:50 |
shorbevan
|
209. gava dî min dît simurg56 li jêr mijara pêkenokê pêkenokek nivîsiye, pêkenoka nivîsî ew qas fiş û eletewş bû, min xwe negirt û reşşika xwe ya ewil di tirşikê de da simurg56, bila qisûrê efû bike.. |
|
25.04.2015 22:24 |
endazer
|
210. Ez hêjî nizanim bakûr ku der e başûr ku der e. Gava di cihekî de rastê van peyvan têm pêşî çend saniye difikirim û pey re têdigihîjim... Peyre dîsa heman quzzilqurt. |
|
28.04.2015 22:24 |
ceso
|
211. 1-bi rasti klavya min a kurmaci tunneye ,ew yek ji bo min itirafe. |
|
28.04.2015 23:45 |
baynu
|
212. îroj liqayî kesekê hatim, bawer bike pirr dişibiya te, min dirûvê te lê anî û heyfa şeş salan ji rûyê wê yê lihevhatî anî û min di bîr anî ku ew serborî gorekî veşartî ye di dilê min de, ji bo ku ji axê rabe jê re bayekî sivik jî bahane ye, bi xwexapandinên xwe yên sêwî, dikim ku destên xwe ji te bişom lê nabe... dibihîzî? |
|
29.04.2015 20:42 |
ferhenga şikestî
|
213. Min di rojêkê de telefûnên 4 keçikan xwest.Min ji bo xwe ev serkeftinêk hesiband.Le ya xirab yekê tenê telefûna xwe da min û wê jî peşniyara min ya evindariyê qebûl nekir. |
|
30.04.2015 00:11 ~00:12 |
hûteheftserî
|
214. min bêriya wan şerên navxweyî yên tijî heqaret ên tirşikcanan (ne tirşikvan) kiriye. * yaw ez çi zexel im.* bila soz û bext be ku vê carê pevçûnek derbikeve ez ê nebêjim bes e bila heta û hetayê şer bikin. |
|
02.05.2015 21:42 |
ceso
|
215. wûn bi çi bawerin ez ji wera bi wî sond bixwum min bêriya tirşikê kirîye. ev internet bûye nexweşînek limin lê min hinek kêmkir niha ez tedawî dibim lê mixabin eşâ bê dermane. ti başbûna min tine bi qurana kû we xwendîye |
|
02.05.2015 23:06 |
shorbevan
|
216. ez îtirafka din jî dikim min dît hisa şikestî nayê min dev ji nivîsa entry berda carek mindî hayloo vaye şikestî jî dev jê berdaye yanjî ewji tedawî dibê kêm dike o hima min ji nava serê xwe kir hewar û min got ez di şanşê xwe nim û min got gere ez disa herim tirşikê û ez hatim |
|
02.05.2015 23:24 |
shorbevan
|
217. ez fetîşîstê memikan im.neku cihek din,hema ew cotik aqlê min ji serê min diben. |
|
04.05.2015 01:14 |
vêca çiyeeee
|
218. ez pir kêm dinivîsim. mixabin wextê min zêde nîne. |
|
04.05.2015 11:06 |
mîrêhekarya
|
219. ez îtiraf dikim min reşşik nedaye kesî heta niha ewê rekor di destê minda be kesê ne li gorî formatê jî ne nivîsandibe û troll be jî hurmeta min ji wanre heye |
|
07.05.2015 21:50 |
shorbevan
|
220. ez îtiraf dikim gava entry min tên jê birin dilê min ji tirşikê sar dibe û ez bi vî awayê hetanî niha min nivîsandîye ez ne nivîsînim ez nikarim binivîsinim. û ez li malparek din digerim bira tirşikvan bibin alîkarî ji minre karek bibînin lotikxane be nasname be anf... be hima bira ji minre qelemekî û defterekî bistînin bese ji serê min zêdeye. niha di rûdawêde dinivîsînim. lê rûdaw jî wekî tirşikêye hetanî entrykî meriv dikevê meriv qansêrî dibe. |
|
08.05.2015 21:22 |
shorbevan
|
221. Ez ê niha rûpelekî ser leyla güven nivîsand xwedê bela xwe Daye ez têketîbûm tirsik ê ema derketîye mi got Mijar bişîne go Qet mafê te tune ez ê dîn bûm |
|
08.05.2015 23:48 |
zergahemzaerdaldilbirîn
|
222. ez îtiraf dikim gava ji minre reşşik didin kêfa mintê ez tînim bi firim... û ez bi reşşikê xwe serbilindim çiqas pirvin dide nîşan ev tev serkeftina mine û qehirandina hinek kesaye. |
|
09.05.2015 21:35 |
shorbevan
|
223. ez îtiraf dikim malla ferhenga şikestî hezar car ava be yê reşşika dide min wan ji minre aşkere kir. |
|
10.05.2015 19:20 ~19:35 |
shorbevan
|
224. Car caran wexta şeveqê şiyar dibim xwe pir xerîb hîs dikim. |
|
10.05.2015 19:26 |
mircembeli
|
226. di heqîba min de tiştek nema, min divê li ser dîroka siyasî ya başûr û rojhilatê kurdistanê û dîroka siyaseta tirk tiştinan bixwînim, tişta di heqîba min de ketî ser hev min belav kir piştÎ vê saetê her tişteka ez bêjim wê xwe dubarekirin be.. wekê goleke genî hest bi xwe dikim.. |
|
11.05.2015 15:40 |
endazer
|
227. yekem fîlma ku ez li ber giriya bûm berîtan bû. |
|
11.05.2015 16:11 |
berxweda
|
228. ez îtiraf dikim hingî min wêneyê simurg56 endazer7/22 û berxwedayê ci war ne kifşkirî dibînim dilê min ji ala rengîn û ji kek nêçirvan sar dibe erê welle |
|
26.05.2015 20:16 |
shorbevan
|
229. carina ez ji yekî hez nekim, radibim û rûdinim planên kuştin an jî lêxistina wî/wê dikim. planên min çiqas xweş bi hewqas kêfa min jê tê, dûre dibêm "amaaan hele dev jê berdi lo!" Xêra va xeyalperestiya xwe pir caran ji şer dûr dikevim. |
|
27.05.2015 00:24 |
arya jîyanda
|
230. ev salek e min bîr nebir ku ez vegerim Kurdistan a xwe. Qizeke tirk hişê min ji min biri bû. Xwedê hez bike em ê vegerin Kurdistan ê.. |
|
27.05.2015 10:53 ~10:53 |
ciwanqoser
|
231. Carna xeletîyêt mazin yên rastnivîsa kurdî dikim. |
|
27.05.2015 12:22 ~2016.03.28 20:00 |
azad30
|
233. ez gava dikevim tirşikê ewil li çepik û reşika dinêrim gava ku reşşik hebin dest bi çêra/dijûna dikim lê gava çepik hebin ez dibêm hima xwedê ji wî kesî razî ku li çepika dixe. |
|
16.06.2015 21:07 |
shorbevan
|
234. we xwe kuşt law bes serî li hev mezin bikin. |
|
17.06.2015 10:52 |
ciwanqoser
|
235. welehi ev hilbijartina giştî de ez wisa westiyam ku tu yê bêjî qey kamyoneke bibar li ser min re derbas bû. êdî ne ji bo kar û barên min taqeta min maye, ne jî ji bo ku di tirşikê de binivîsim taqeta min maye. |
|
17.06.2015 14:04 |
nazim tolhildan
|
236. yek ji tiştê herî zêde ez dibehecim xwendina sirûda tirko ye. di mezûniyetê de jî dê ev marş were xwendin.. ne ji malbatê bûya ez ê neçûma mezûniyetê jî.. |
|
17.06.2015 14:40 |
berxweda
|
237. ez rojî nagrim. (bnr: ez ne atêîstim) (bnr: sedemên rojî negirtinê) |
|
21.06.2015 18:42 |
hûteheftserî
|
238. Ez jî nagrim. Min îro (bnr: goştê xinzîr) xwariye. Parsûyên biraştî. Ê ma qey lezetek wê hebû. |
|
21.06.2015 18:45 |
hola êzîda
|
239. Dixwazim hinek mijaran da binivîsim lê ji ber bandora rojê hal min de naminê.nivîs ji min re gelek dijwar tê.piştî fitarî jî wext namînê. |
|
23.06.2015 19:36 |
ronahî
|
240. dema li iraqê an jî sûrî, tirkmen tên kuştin kêfa min tê. tişten ne rast e û ji xwe fedî dikim lê sedema kêfxweşiya min ew e ku tirkên famkor hinek tiştan fêhm bikin. |
|
26.06.2015 17:57 |
simurg56
|
241. li ser înternetê di muneqeşeyêde tirkê nijadperest bimin nikarin ez dev li wan di qelêşim wan diqehirînim cîyê ez li wir bim ew nikarin serbest xeberdin. |
|
26.06.2015 20:20 ~20:39 |
shorbevan
|
242. Min biguman ne tekes dizanîya recep dildar nivîskareke kurd e.li ser feysbukê jî re daxwazî şand.paşîre min dît ku ew wênê min aciband û şîroveyekê asahî kir.min xwera got bawerke ev ne nivîskare min xeletî kir ji wî re daxwazî şand.piştre min ew ji hevaletî derxist.paşîre min hinek pirtûkê wî dît ku ew nivîskarek e.piştre pişman bum lê dem ji demê borî bu |
|
03.07.2015 01:13 |
ronahî
|
243. ez dixwazim navê xwe yê tirşikê biguherînim lê ji tirsa simurg56 newêrim jê re bêjim:( |
|
14.07.2015 02:50 ~02:53 |
ferhenga şikestî
|
244. nexweşîna tirka nijadperestî digihîje min jî ez dinav wanda hingî diçe nijadperest dibim mixabin. |
|
03.08.2015 12:17 |
shorbevan
|
245. birêz yoda heta niha 5484759.. heb soundtrackên bijarte parve kiriye lê seb xatirê xwudê be jî min yek jî gohdarî nekiriye* |
|
05.08.2015 23:54 |
ferhenga şikestî
|
246. tirşik, |
|
13.08.2015 21:28 |
kurêpîrê
|
247. ez îtiraf dikim endazer û rasteqîn yek kesekîne. çima-çewa? dema tên tirşikê herdû ilamê didin hev bi hevra tên dema diçin jî bi hevra diçin |
|
03.09.2015 00:18 |
shorbevan
|
248. naxwazim razêm û wextê wê ye ji ber karên min ên sibe. |
|
03.09.2015 00:21 |
azadixwaz
|
249. ez ji bo pirtûkan dinivîsim yana nivîsên tirşikê û nivîskarên wê yekcar nayên xwendin. |
|
03.09.2015 23:23 |
dijber
|
250. tê du meh he ne ku neketibûm tirşikê, ji vir meheke berê nazim tolhildan peyam şandiye û gotiye ezê werim stenbolê emê hev bibînin lê min peyam hê nû dîte, aniha min bêriya tirşikê kiribû û mi go ca vekim, xwezî min meheke berê bêriya tirşikê bikira:( |
|
24.10.2015 20:52 |
ferhenga şikestî
|
251. hema bêje tu roj tune ye li tirşikê nenêrim. ew roja min bi roj li tirşikê nenêrî, şev beriya raetinê tê bîra min lê dinêrim bê ka çi hatiye nivîsandin. lê nanivîsim * ji ber ku di ferhengê de kelecana berê tune ye, ji dilê mirov nayê binivîse. lê çi bû di ferhengê de kê çi nivîsand dizanim * |
|
30.10.2015 00:59 |
paşê min got what the fuck
|
253. ji hemû jinan hez dikim, çimkî tev şekir in. |
|
30.10.2015 01:27 |
ferhenga şikestî
|
254. (bnr: bila nefes bistîne bes e) * |
|
30.10.2015 01:28 |
obamayê qunreş
|
255. ez ji hemû jinên ku ji mêran nefret dikin û ji zilamên ku ji hemû jinan hez dikin nefret dikim. |
|
30.10.2015 01:37 |
dijber
|
256. îmana min ji dijber diçe* |
|
30.10.2015 01:40 |
ferhenga şikestî
|
257. (vbnr:pozê min diherike ) û ji min nayê ez gû bikim. |
|
30.10.2015 14:50 |
dijber
|
258. keçên kurdan gelemper ne xweşikin |
|
30.10.2015 15:07 |
nievba
|
259. ez îtirafdikim elegez ji min hezdike. ê yê ku di qehire dikare sîparîşê dîwara bide dibe ku ji bû serê wan lazim bike. |
|
30.10.2015 15:18 ~15:19 |
shorbevan
|
260. min digo qey kanûn meha "kasımê" ye. di çend peyamên xwe de jî min bi vî awayî bikaranî. mirovek tenê derneket û negot keko te li vir xeletî kiriye rastke. de bila wisa be, dostek tune ye li vir ji min re.. |
|
03.11.2015 11:50 |
brusk56
|
261. min biskek berê straneke siya şevê ya sitêyê vekir û guh da wê, û bawer dikim ku ezê heta şefeqê li ser hêv guhdarî bikim.. |
|
04.11.2015 00:43 ~00:44 |
ferhenga şikestî
|
262. min çendek berê çewtiyeke gelek mezin kir, lê ditirsim ji simurg56 re bêjim, belkî ew jî nikaribe rast bike lewma nizanibe baş e |
|
09.11.2015 13:13 |
ferhenga şikestî
|
263. min çeppikek da peyama jor îtîrafên tirşikvanan/79305 da ku li şuna peyamên ku herî dawî hatine dengdanê heya çavê simurg56 pêkeve daleqandî bimîne û simurg56 dehwa xetaya ferhenga şikestî bike * |
|
09.11.2015 20:20 |
ceso
|
264. Min jî çewtiya Ferhenga şikesti zehf mereq kir û got ev peyam îtîrafên tirşikvanan/79305 zehf ecêb e, pakêtek dendik min ji xwe re amade kir belkî sîmurg56 bi pistûka ferhenga şikesti bigire û em jî temaşe bikin* |
|
10.11.2015 02:39 |
kevçiyê dil
|
265. îtîraf dikim di tirşikê de bêhemdê xwe kirina xeletiyek mezin, zêde ne pêkan e. ji ber ku vegera piraniya xeletiyan (carina zehmet be jî) heye. |
|
10.11.2015 22:07 |
simurg56
|
266. îroj ev bû salek e ku bi tenê dijîm, mala min ji navenda bajêr dûr e, mîsal ji bo ku karibim bigihîjim kadikoyê kêmtir saetek û nîv bidim ber çavan.. |
|
11.11.2015 20:24 ~20:31 |
ferhenga şikestî
|
267. ez li xwe mikur têm ku ez nikarim tiştê niha dikim ji we re bibêjim.îca hûn fêm bikin |
|
12.11.2015 21:12 |
dijber
|
268. erê herê da bo we bêjim.. |
|
12.11.2015 22:29 |
vêca çiyeeee
|
269. demeke dirêj e, peyamên li ser rastnivîsê û redaksîyonê hema bêje qet naxwînim. |
|
22.11.2015 20:38 |
simurg56
|
270. Em ber bi ku ve diçin nizanim. Her roj bi dehan mirov tên kuştin li kurdistanê. Vaye îro jî tahir elçi kuştin. Di heman bûyerê de 2 sîvîl jî hat kûştin. Li nisêbînê, dêrikê, farqînê, cizîrê, amedê.. Mirina sîvîlan bûye tiştek normal. Ne tu kes hesab dipirse ne jî tu kes berpirsyariyê distîne. Êdî em bi xwe jî zêde li ser naaxivin. Ji me re jî bûye tiştek normal. Jinên zaro, zarokên 3-4 mehî hatin kuştin. Heçko tu tişt nebûyî em jiyana xwe didomînin. |
|
29.11.2015 00:48 ~00:49 |
brusk56
|
271. ji ber ku tenduristiya min a derûnî xera nebe, heya ji destê min tê, peyamên shorbevan naxwînim. |
|
11.12.2015 16:26 |
nazim tolhildan
|
273. Diya xwe ji welêt zehftir hez dikim. |
|
27.12.2015 02:48 |
deynê doqizincî ayê
|
274. dema mal de tenê dimînim tiştê pîs dikim. xemgînim lê rastî ewe. |
|
27.12.2015 11:25 |
bêhna_piştî_baranê
|
275. dema min her sê îtîrafên li jor vê entrya xwe xwendin, dilê min ji jiyanê sar bû.. |
|
27.12.2015 11:47 |
ferhenga şikestî
|
276. ez îtiraf dikim min bêrîya nivîsandina endazer, ceso, elegez, xendekî, hêja huner berxweda, rasteqîn, mele ahmedê nalbend û ferhenga şikestî kirîyê. |
|
27.12.2015 16:50 ~2016.01.03 02:23 |
shorbevan
|
277. ez dixwazim îtirafek din jî bikim, ez herî hatime tirşikê ti xêr û bereket nemaye.. |
|
27.12.2015 16:54 |
shorbevan
|
278. îtîraf; ez hê jî nizanim tirşikê bikar bînim. heval behsa ferhengê dikin, behsa entrya dikim. haya min ji tiştekî tune. heta doh min nedizanibû mijarek jî vekira. |
|
27.12.2015 18:16 |
bêhna_piştî_baranê
|
279. belkî hûn tiştekî wek ecêb binêrin û ji aliyekî din ve trajediyekî ye û gelek jî ev hal mixabin nav miletê me de tê dîtin jî... |
|
01.01.2016 01:52 |
mîr
|
283. Ez heta nîvê şevê li benda barana berfê bûm. Xêra xwedê sisêyê şevê berfê lê kir lê niha jî li bendê me qene erdê bigire. Kengî dinya rehnî bî ezê derkevim der ve û guh bidim dengê sipîya berfê. Min bêriya bêhna sermaya berfê kiriye.. |
|
03.01.2016 06:52 |
kevçiyê dil
|
285. ez îtîraf dikim dema reşşik an çepik distînim wêneyê xwe li cîhê dengdanên dawîn dibînim wer kêf xweş dibim.. zilma li kurda dibe jibîr dikim.. û jiber peyamên min ji hinekare dibin kul û derd bêhtir kêfa min tê werhasil bi xwe serbilind dibim.. |
|
10.01.2016 14:11 ~14:14 |
shorbevan
|
286. îmana min ji sihûda min û ji min diçe! îmana min û hew! |
|
10.01.2016 21:52 |
ceso
|
288. Ez îtîraf dikim ku berê em û rasteqîn bi hemû awayan em dijberê hevbûn lê êdî ez jî hima bêje li ser her tiştî weke wî difikirim. |
|
11.01.2016 20:50 |
ceso
|
289. ez bi coş li benda eşqê ceso û rasteqînî me. |
|
12.01.2016 16:56 |
wiha wilo wisa
|
291. îroj nivîskarek ji min re gacinceke xwe ragihand, got di derheqê min de tiştên nebaş hatine nivîsin, min jî bi wateya erê yav tu mafdar î, refleskekê nîşan da, piştre hatim min li mijara wê/î vekir û min dît ku yê ku herî zêde rexne kiriye meger ez im :/ |
|
05.04.2016 21:52 ~21:56 |
ferhenga şikestî
|
292. tirşikê de heft heb hesabê min henin. |
|
05.04.2016 22:52 |
bêhna_piştî_baranê
|
294. Karekî minî girîng heye. Herì kêm 6 mehan divê. . Lê mixabin ji telefon, tirşik, film û rêzefilmê house md ez nikarim karê xwe bikim. Rojeke min û qutbûna telefûn, tirşik û filman heye . Ka bixêr. Bêka kengî ye. |
|
07.04.2016 00:35 |
gumgumok
|
295. Car caran Mala formata tirşîkê xirab dikem. Haya min jê heye*. Ką hela binêre dirêjîya sermijarê teqez moderator dîn bûne (bnr: xeyalên wek ezê rojekê bo tirşîkê têra ansîklopedîyekê tiştên bi kêr binîvîsim) |
|
26.04.2016 00:05 ~00:07 |
azad30
|
296. Newêrim îtîraf bikim. Wilqasî ziravê min nîne. |
|
26.04.2016 00:29 |
gumgumok
|
297. Ez van rojan li ser ewran radizêm. |
|
07.12.2016 22:20 |
endazer
|
298. Heta demek nêz jî min nizanîbû her du guhên mirov dibihîze;)) |
|
08.12.2016 14:50 |
porkurîşk
|
300. merheba, li amedê Hiqûqê dixwînim û gihame pola 4ê. li vir ders li ser salê hesab dbin, yanî dewra ewil vîze (ezmûna ewil) dewra duyê fînal in. ev du hefte ye, ez dikevim ezmûnên vîzeyê, ji 11 ezmûna 9 qedîyan; mane 2 heb. ceza ozel û cmk. herdu sibî li pişt hev inm ceza ozel dersa sala borî ye, min hêj derbas nekirîye. xwedê bela xwe bide wî yê ev bername çêkirî; ev herdu ders kirine eynî rojê. û ez li vir îtiraf dikim hê jî li herdu dersa nexebitîme; ku ev herdu ders ji hev zortir in, dersên herî zor in. êdî îşev ez ê not mota bixwînim. ez zanim ev ne dersên nota ne, lê çi bikim wext nema. |
|
29.12.2016 18:19 |
xendekî
|
301. Ji bo xew ve herim her şev bizina dijmêrim. Çiqas xeyalî be jî bawer nakim şivanek emrê xwe de qansî min bizin jimartibi. |
|
20.01.2017 02:56 |
biaqila malê
|
302. Ev îtîrafeke yan îtîrafêk niye nizanim lê belê ez hê jî nikarim bi kurdî wek serî biaxivim. Ji bilî hevokên hêsan yên guftûgoyan, wisa hêdîkâ dipeyivim. Digel vê ez kesekî kurdîzanim yan kurdînezanim nizanim. Ji ber ku ez ji biçûkatî(dema ku ez dusalî bûm) heta niha dûrî welatim, derveyî kurdistanê dijîm û kes nîne em bi hev re bi kurdî biaxivin wilo bûye li gorî ramanê min. |
|
30.01.2017 04:47 |
rûbar
|
303. Tirşikvanek heye ez kîngê navê w di bêşa nivîskarên girêdayî de dibînim hizûra min direve. |
|
18.03.2017 01:21 ~01:21 |
bûtîmar
|
304. nikarime xwe. |
|
18.03.2017 01:45 |
gumgumok
|
305. û ew kes xwe baş dizane ku reşşikan dide min * |
|
19.03.2017 04:01 ~04:08 |
bûtîmar
|
306. îro min bi ecele ji înternetê bilêta Îzmîrê birî. ji ber ku ecele bû min li detay metayan nenerî. paşê hevalên ba min pirsîn kîjan balafirgeh e. wê gavê min got ulaaaaan!! min lê nêrî sabiha gökçena jehr û ziqqûm e. hefteyek berê min gotibû ez êdî min bikujin jî ez bilêtê ji bo wir nabirim lê va ye min birî :( |
|
19.03.2017 07:51 |
mergehez
|
307. îtîraf dikim ez nîzanîm tirşik bikarbeynim |
|
20.03.2017 00:17 |
kanî27
|
308. Hê min ji binî destê xwe ne daye kûçikan. |
|
26.04.2017 15:19 |
gumgumok
|
310. Ez van rojan li ser cihnivînan radizêm. ;) |
|
26.04.2017 21:24 |
endazer
|
311. hewl didim ku peyama 100.000ê ya tirşikê binivîsim lê hîn gelek peyam mane. min nizanibû li ser hev nivîsandina gelek peyaman evqas zor e. tu peyamekê dinivîsî paşê mijar nayê bîra te, dema te mijar dît îcar mijareke din lazim e... |
|
09.06.2017 07:16 |
mergehez
|
313. Carna ez navê tirsik.netê antîsempatîk dibînim. |
|
23.06.2017 01:45 |
bûtîmar
|
314. pirr hej jÊ dikem ku li ser etimolojiya peyvan lÊkolînan bixwînim. |
|
28.06.2017 13:17 |
ferhenga şikestî
|
315. min îro gregor samsayek kuşt * |
|
28.06.2017 18:49 |
bûtîmar
|
316. berî 2-3 saetan, min bi xeletî hemû dengdanên di tirşikê de, kirin dengê ecêb. |
|
08.07.2017 21:59 |
simurg56
|
317. idî ez jî ji wan kesan im ew kesên ku dewa zewacê dikin * |
|
31.07.2017 15:13 ~15:16 |
bûtîmar
|
319. Îtiraf dikim! |
|
05.11.2017 18:01 |
xelefêserhedî
|
320. Yek-du Tirşikvan hene, ez peyamên wana qet naxûnim, dîrekt derbas dibim * |
|
01.12.2017 02:56 ~02:58 |
bûtîmar
|
321. Peyama tirşikvanan herî kêm sê an jî çar cara dixwînim. Yên xwe jî tê de. Heta hinek peyam hene belkî bîst car zêdetir xwendime. Ya ji ber fêm nakim kurdiya min kêm e(birastî jî kêm e) ya ji ber nivîskarên din nikarin ravebikin kurdiya wana kêm e. Lê ji xwendina wan aciz nabim ew baş e. |
|
01.12.2017 04:31 |
rûbar
|
323. Vaye demeke dirêj e ji ber tiralî, xerabiya derunî, rewșa welat û siyasetê min tu tiștî du tirșikêde parve nekiriye. û îtîrafeke din; min dest bi lîstikeke mobîl jir û ji rewșa welêt pir bêhêvî me. |
|
23.12.2017 15:17 |
azadixwaz
|
324. îtîrafe an îtîraf nîne , ez ji hîjdeh salî me , lê hertim xwe heftê salî hest dikim. |
|
30.12.2017 00:23 |
kurdokercewsî
|
325. li gor min her kes xirab e. heta bavê min û diya min jî. |
|
30.12.2017 03:38 |
sloujouc
|
326. di vê heftê de min xwe pir betiland û min îro ji karê xwe ya nîvro reviya û min got mêvanên min ên qedirbilind hatine, nabe ku ez nerim malê. derew e. ji xêynî min rûh û cin û afirîndeyên din kesekî li malê tune ye. |
|
30.12.2017 15:21 ~15:35 |
biruya hayao miyazaki
|
327. Îro min tê anî der, nivîskareke go j'min wê ye mêr e , jin derket. Peyre min peyamên jinikê dûbare kir, dîse xwend. Û ez şaş man. J'bo go wateya berî ez bielimim û piştî ez elimîm zayendê wê zehf guherî. Îda Çêtir watedar xwuya dikirin. |
|
03.01.2018 22:27 |
gumgumok
|
330. hebûna tirşikê ji bîra min diçe. bo mînak ev demekî gelek dirêj bû, ji bîra min çûbû. lê niza^m ji dil derbas bû û hestekî got ka bikevê. |
|
21.02.2018 02:36 |
wiha wilo wisa
|
331. îşev di dilê min de tengasiyek heye lê sedema wê nizanim.. |
|
26.08.2018 01:04 |
bûtîmar
|
332. Ez telebê hz mehdî me, xocê xizirê vî zemanî me, shorbevan'im û şûrê hz mehdî me, xwedê nûra xwe bi destê min, hz mehdî û telebeyên wî temam dike. tevgerên min aqilê kesî têrnake ku fehmbikin mesela ez bibibêjim min araqê xwariye dilê ne rihet têde rihet kiriye, û min xwedê nenasiyê jî kiriye bê ehlaqiyê kiriye û diserde di dinyayêde ti kes bîna min îmanxurt tune. Ez tiştek wisame bi serê merivde naçe tiştek ecêbe newsa? |
|
26.08.2018 17:11 ~17:15 |
telebê hz mêdî
|
333. Ji ber ku karên min van rojan pir zehv in nikarim bitirşikînim. Hêviya betlaneya somestirê me. |
|
28.12.2018 11:23 |
xelîl
|
334. her yekî bo min hevalekê/î virtual bibin jî ez pir ji hevalên min ên li tirşikê hez dikim. |
|
28.12.2018 19:20 |
mirovekirind
|
335. Nivîsa min ji axaftina min baştir e. Ez kêm bi kurdî diaxivim. :( |
|
30.03.2019 19:25 ~19:26 |
hesinkar
|
336. ez ji agirîyê me û min her tim perwerde bi zimanê t*rkan dît.Wê demê da min tu carî ne ji zimanê t*rkî û ne jî rêzimana wî ne jî dersa wêjeyê hez kir. |
|
30.03.2019 20:02 |
brzn
|
337. ez narsîst im. |
|
31.03.2019 00:14 |
gulêê
|
338. ez ji t*rkî xeberdanê pirr acizim yaw , dema ku zêde xeberdim diwestim yaw |
|
01.04.2019 00:20 |
brzn
|
339. Min îro raya xwe da Chp û ji qehra serê min diêşe. Hesteke ecêb e. |
|
01.04.2019 00:43 |
biaqila malê
|
340. ji ber ku ne li mal bûm min raya xwe neda chpyê loma rehet im. lê bawer im li mal bûma jî min ê raya xwe nedana. lê merivê min, malbata min ku li izmirê rudinên li ser daxwaza silhedîn raya xwe dan chp. hêvî dikim chp wan poşman neke. |
|
01.04.2019 01:16 |
hêvî
|
341. Berê bi navekî din jî li vir bûm lê bi nivîsandina navekî cudatir mirov xwe azadtir hîs dike, her çend mirov nikaribe bi temamî otosansûrê ji ser xwe biavêje jî. |
|
01.04.2019 11:44 |
henûn
|
343. Min jî dixwast wekî berê her roj bêm li Tirşikê lê mixabin ew kêfa berê nîn e. min sêrî de got qey dema min nîn e lê niha fêm dikim ku ji tirşikê sar bûme. yanê sorun bende değil sende canısı :/// |
|
25.04.2019 01:14 |
jifêzagorda
|
344. Bila dilê kesekî neşike |
|
25.04.2019 04:44 |
bilbilê dilkul
|
345. Min xwest ez hemû peyamên xwe yên li vira jê bibim. Hetta min dest pê kir lê dawiyê ez poşman bûm û min nîvî de hîşt. |
|
04.08.2019 02:10 |
biaqila malê
|
346. Li xwe mukir bêm ez di jiyana xwe de bi gelemperî bi Tirkî qise dikim mixabin. Ev yek e jî dibe sedema paşveçûn a kurdî. Mirov dikare bi zimanekî binivîse lê divê mirov bi wî zimanî gotinên pêşiyan û biwêjên di nav hevokên xwe de bîne ziman. Ji bo vê yekê jî divê zêdetir bê axiftin. |
|
12.11.2019 19:29 ~19:32 |
hesinkar
|
347. heke em ragihandinên telefonî yên tikûtenê û xwendina pirtûkan nehesibînin ji xêndî twitterê ez tu carî bi jînde kurdî bi kar nayînim. li der û dora min dilbikurdî kesek tune ye. ji xwe hevala min a kurd a tenê jî kurdî nizane. kerba ez ê di xwe'n-nim. * |
|
13.11.2019 18:19 ~18:19 |
biruya hayao miyazaki
|
348. Bavê min di sala 1942an de ji dayik bûye ez di sala 1990an de ji dayîk bûm. Yanî bavê min tam 48 sal ji min mezintir bû. Bavê min ji ber çend pirsgirêkan du car zewicîye. Ez naxwazim têkevim hûrgilîyên malbatê. Bavê min gelek ji nezerê ditirsiya çi ku gelek bobelatan hatibûn serê wî û ew her gav digot çavêd xelkê pîs e zû nezer dikin min hemî tiştên xwe ji ber wana wenda kirin. Neyse hevalno bavê min ji ber têkçûnên xwe gelek ji min û ji birê min hez dikir gelek ditirsiya tiştinan bihatana serê me loma gelek caran dema li derûdorê yekî jê re bigota çend kurên te hene? Bavê min digot kurên min tune ne ewê ku li gel min e lawê cîranê me ye. Paşê dema zilam ji dikan biçûya dîsa qala çîroka xwe ya pêncî salan dikir û digot nezer heye nezer. Bavê min însanekî baş bû lê hinekî feodal bû nikaribû di roja îroyîn de tiştinan ji hev derîne loma gelek caran em bi hev diketin. |
|
24.11.2019 23:51 ~23:56 |
ferhenga şikestî
|
349. Gelek caran dixwazim werim li ser tirşik netê tiştinan binivîsim lê tirşik ne wek twîtterê ye loma ez zêde guh didim tiştên li vir dinivîsim lê hingî dişixulim û dibetilim halê min namîne ez li ser entryan bifikirim lê her roj têm û mijaran dixwînim. Ez gelekî li ber vê ferhengê dikevim ku em xatirê wê nizanin destpekê de ez :( |
|
25.11.2019 00:40 |
biaqila malê
|
350. Cêwiyê mi zazakî yew şîîr nuştibî. Hema ma key kîyeyê tazîye di kom bibînî, ma henekê xwu ci û şîîra êy kerdinî. Seba ke şîîra ey de qal û vatişê bawkalê mi bî. (Carna bawkalê mi qalî keyeyê xwuno newe bikerdinî vatinî “keyeyê mi ra gere dewa qasa biaso”). |
|
08.12.2019 23:22 ~2019.12.09 11:13 |
kajav
|
353. min waneyê îngilîsî bi zaravayê soranî bi tîpên erebî gûhdar dikir |
|
07.02.2020 19:55 |
tîrêj zana 21
|
354. Ez nizanim ezê çi îtîraf bikim. |
|
07.02.2020 21:32 |
xabûrî
|
355. Keçika hevala min tir, li min dikir fis.. |
|
07.02.2020 22:17 |
zîzo
|
356. Bi hebûna nivîskarê me yê nû, tîrêj zana 21, tahm û quality ya tirşikê pir hat xwarê. Dilêm ji tirşikê sar bû. kêf ji xwendina tirşikê nagirim. Çend hefte ye dilêm nîn e ez tiştan di tirşikê da binivîsim biweşînim. pir xemgîn im. xwe ecêb dibihîsim wekî ku tiştekî hêja ji destê min çûye. (te got tirşik?) |
|
09.02.2020 11:55 ~2021.12.20 11:05 |
mirovekirind
|
357. li ser imdb 1 puan didim filmên tirkan ên nîjadperest ku min seyr nekirye. |
|
25.02.2020 02:04 |
hespêsor
|
358. Nivîsên dirêj yên tirşikê , xwe de nabînim ku bixwînim lê dema peyamek wiha jî bibînim Here lînkê , dixwînim û dû re dibêjim belê nivîs çiqas dirêjbe ewqas bi tehm e. Belê min ev nivîs xwend Here lînkê |
|
08.04.2020 04:48 ~04:49 |
brzn
|
359. wek hûn jî zanin ; |
|
08.04.2020 13:15 ~17:49 |
shwinsherm
|
360. diho şeva din, saet 4ê sibeyê min sîparîşa pîzzayek mezin da û tenê serê xwar. û ser de jî tasek şîrbirinc wek şîrînahî xwar. |
|
08.04.2020 16:45 ~16:52 |
xelîl
|
361. Îtîraf dikim! Adonîsê min hene!! |
|
09.04.2020 09:47 |
xwelî li ser
|
362. Di jiyana xwe yî rojane de nikarim bi kurdiya resen baxivim. Ne ji ber nikarim, ji ber ku kesekî min fêm bike tune ji mecbûrî tirkmancî daxivim. Mixabin, sed mixabin, hezar mixabin...... |
|
09.04.2020 11:08 |
tîrêj zana 21
|
363. Wexta ez zarok bûm rewşa me a aborî ne baş bû weke gelek kesan. Me, rebenên Xwedê, têr xwarin jî nedixwar. Rojekê bacanên sor(firingî) li malê hebûn, nizanim bê bavê min ji bajêr kirrî bûn yan dayika min ji ettar kirrî bûn nayê bîra min. Hema tiştê ku baş di bîra min da maye min bi dizî bacanekê girt û veşart dûre jî derketim derve. Piştî ji malê hinekî dûr ketim min ew derxist û weke guran xwar. Tiştê ecêb piştî vê bûyerê Demeke dirêj min digot qey min guneh kiriye û min xwe nebaş hîs dikir * |
|
09.04.2020 17:24 ~17:24 |
xabûrî
|
364. Wextê ez biçûk bûm, kekê min di derbarê zemanê berê de fîlman (helbet qorsan bûn) dianî. Bi şûr û tîr û kevan şer dikirin. Min jî digot qey wan tiştên ku em sêr dikin jidil jî çêbûye, û ez aniha wan tiştên rasterast hîn dibim, dîrokê bi çavê xwe dixweynim. Lê tevê xeyalên min wextê kekê min fîlmekê pêşerojê anî xera bûn. Ji ber ku hê pêşeroj çênebûbû. :((( |
|
09.04.2020 20:27 |
saqîsiwarîyo
|
365. Wexta ez zarok bum, her havin mêşan di kuştim. Min paskê van diqetan carna jî lingê van deqetandan.min Kulîyan jî cukatî van dilebixand.ez û hevalan. Em zarok bûn nizanibun gunahe. |
|
09.04.2020 23:02 |
dilreş
|
366. Rêza filma trt şeş'ê hebu navê rêzefîlmê siya mem û Zîn bu. Mêvanê me jî hebû. Herkes fîlmê temaşe dikir. Dema ku zîn mir. Min çû tuveletê û dizî dizî girîya. |
|
09.04.2020 23:12 ~23:13 |
dilreş
|
368. 23 nîsanê ti car qasî niha bandor li min nekiribû. |
|
23.04.2020 23:29 |
brzn
|
369. Dema îroj min li storya nêrte ku kurdên ala dagirkera avêtinê û cejna 23 avrêlê ya ew atetirkê xwîna kurda vedixwar, ewê ku kurda kir bindest, ewê ku li dersîmê qira kurda anî, ewê ku li amedê şêx seîdê pîran dardekir, , ewê ku zimanê kurda qedexe kir, diyarî zarokê tirka kiribû pîroz dikirin. min fêm kir ku kurd ne hêja ne seriyek pîvaz jî, heyfa ewqas ciwana li serê çiyayan di wê sermê de di wê birçîbûyînê de , wî şerê giran dikin. Heyfa ewqas ciwana laşê wan di zindana de riziya. Heyfa ewqas dayika bi hêsirê çavan û ji kula zarokên xwe perîşan û jar bûn. Heyfa ew qas gundê şewitî. Heyfa ew qas nivîskarê kurd ji bo xwendin û nivîsandina kurdî çavê xwe kor kirin. Heyfa ewqas ciwana ku hama her derfetek dikeve destê wan ji bo kurda dixwazin tiştekê bikin. Lê mixabin Ew kurdên ku Ji bo çend qirûşa an jî bo bikevin karekî dewletê namûs û şerefa xwe yî tune difroşin. Ew kurdên ku zarokê xwe bi qastî asîmîle dikin û bi tirkî mezin dikin. Ew kurdên ku îroj tev serê me bûne chp hez. Ne layiqî ew qas fedakariya ne. Min ji ber kurdayetiya xwe fedî kir û min xwest ez ne kurd bû ma. Heyf û çi heyf. Pere her tiştê kurda ye. Pere pere pere..... |
|
24.04.2020 00:08 |
tîrêj zana 21
|
370. - 26.04.2020- |
|
26.04.2020 00:10 ~00:11 |
brzn
|
371. min qet bawer nedikir ku endamê hespêsor ji peyama min ya hespêsor/121099 aciz bibe. |
|
26.04.2020 03:58 ~05:09 |
mirovekirind
|
372. Ez nizanim ezê ji ku destpê bikim, lê îroj min fêm kir ku heya ji dest mirov hat divê asta perwerda xwe bilind bike. Yanê mebesta min ji asta perwerdê nav û paşnavên pîşeyî an statû ye. Heya li ber navê mirov daçekên dr, prof, doç, mv filan û bêvan tune be gotina mirov pere nake. Min fêm kir an ez gihaştim wê qenaetê ku şîreta gel ya bo bikar anîna zimên kêrî tu tiştî nayê. Divê mirov hin tişta bike ku gel mecbûr bibe zimên bikar bîne. |
|
30.04.2020 04:26 |
tîrêj zana 21
|
373. Ev 3 4 roj e hema dikevime twitterê û çav lê digerînim dû re difetisim xwe davêjime tirşikê. |
|
02.05.2020 18:05 |
brzn
|
374. piştî şewba koronayê derket, karê min sist bû. hê dişixûlim lê êdî her roj naçim kar û şevên ez li kar dimînim hindiktir bûn. |
|
03.05.2020 21:27 |
brusk56
|
375. min dixwest anonîm bim û behsa tiştên ''dirty'' bikim lê mixabin |
|
04.05.2020 01:39 ~01:49 |
gulêê
|
376. ma yek u do u sêne ezbeni? |
|
04.05.2020 22:25 |
hak buddy
|
377. Mim îro seet nêzî deha ji diya xwe re go ez ê razêm lê hêj şîyar im hhh |
|
05.05.2020 03:30 |
sarya
|
378. Ne bi xwe re dibînim fikrên mirovan guhdar bikim ne jî bi xwe re dibînim fikrên xwe bêjim. Wek ku madê min ji dinyayê bixele , wek ku têkçûyînek mezin hatibe serê min , bi bêhevitî li tiştên derdora xwe temaşe dikim û ji her tiştî re serê xwe kil dikim. |
|
05.05.2020 17:49 |
biaqila malê
|
379. Ez ne gokim |
|
05.05.2020 18:51 |
hûteheftserî
|
380. Ji hevalên xwe ra teqlîda Îbrahîm Tatlises dikim. |
|
06.05.2020 01:54 ~01:57 |
ezxeyic
|
381. çendek e ez rojê 25 saetan li telefonê dinhêrim :( |
|
07.05.2020 00:23 |
bûtîmar
|
382. Di berê de mirovekê çêpgirî bûm û li tevgeran çepgirî de he bûm. Kurdî yan Kurdatê li şûns dûyemin yan seyemin de bû û min baverîya Biratîya Gelan kiribû. Lê paşê de min fehm kir biratîya gelan tiştekê dereve û çepkirî jî tiştekê pir valaye û ji bo kurdatî gellek xeternake. |
|
07.05.2020 07:15 |
tekoser
|
384. do şev ji xew rabûm. beşa 8a ya bê henek hat bîra min a ku jina xwarik tê de mîna tespîtvanek mezin dipeyive û pirqînî bi min ket. ji xewa nikarîbûm çavên xwe vekim lê kenên min odê dihejandin. |
|
08.05.2020 01:42 ~01:44 |
biruya hayao miyazaki
|
385. Dema peyamekî lê dikim û dişînim. Lê dinêrim ka peyam çawa tê xuya, estetîk e an na û rêzika dawîn li gorî rêzika ser xwe re dirêjtir e an na eger ne bi dilê min be tenê ji bo ji aliyê estetîkê xweştir xuya bike ji nû ve revîze dikim tiştinan lê zêde dikim an jê dikujim. Ji loma ye hema bêje hemû peyamên min wekî vê sererastkirî ne. |
|
08.05.2020 05:43 ~05:44 |
endazer
|
386. gelek caran ku zarokên Kurd bi min ra bi Tirkî diaxivin ez bi qestî dibêjim bi Tirkî nizanim û bi wan ra bi kurdî diaxivim. Ew jî gelek caran bi kurdî dizanin lê ji ber dayik û bavên wan yên bêxiyret mejîyê wan ê teze bi tirkî dişixule mixabin. Gavek berê jî çend zarokên gundî hatin, çend heb ji wan ji Stenbol'ê hatibûn lê bavê wan gundîyê me ye, ji min ra bi tirkî gotin em dixwazin gulan ji bo dayikên xwe berhev bikin. Min jî weke berê got hûn çi dibêjin ez fahm nakim, bi Tirkî nizanim. Wan jî weke zarokên din hinekî bi -mîş kirinê be jî daxwaza xwe bi Kurdî gotin. Kêfa min hat û min her yekê gulek da wan û min wan şand. |
|
10.05.2020 13:13 ~13:35 |
xabûrî
|
387. mirovên tev dixevitim tirkin, waxtê vês(mola) didin em tev rudinin û de ew dest pê tiştên politic dikin. ji bo şixulê xwe (kar-job) wenda nekim dengê xwe vanara nakim. çi dibêjin dêjim erê wisane. mîna gotina îngîlizî 'looser' an jî gotina tirka yavşak hisdikim. |
|
10.05.2020 22:47 |
doesntmatter
|
388. mîjar wek mikurên tirşikvanan bihata vekirîn wê baştir bûya. |
|
11.05.2020 23:05 |
brzn
|
389. Westa me êdî tirşik. Nizanim çi bikim. Di nav zûçûyîn û derengmayînên xwe de û di nav deryaya derdên xwe de bûme dîlemayekî, ne dixeniqim ne jî avjeniyê dikim. Mame hêviya destekê ku min bigire û ji avê derixe. |
|
14.05.2020 23:20 |
xelîl
|
390. Min saetek ewil xwe nav nivîna da dirêj kir got ez ê deh deqeyan li tirşikê binhêrim paşê razêm lê hê jî li vir im û rabûme li ser sandalîyê rûniştime ditirşikînim. |
|
23.05.2020 00:24 ~00:26 |
bûtîmar
|
391. Di YouTubeyê de heta ji min tê şiroveyên kurdî(hemû zarava) diecibînim, di Instagramê de deng didim storyên Kurdî (bi taybetî ji bo ku yên nû kurdî dinivîsin), di WhatsAppê de her wiha bi vî şiklî tevdigerim. Li gorî min dê ev yek ji bo wan bibe wek xurt kirinê, bi tirkî pekiştirmeyê. |
|
05.06.2020 11:40 ~11:42 |
xabûrî
|
393. îtîraf dikim ku min gavek berê îtîrafek xwe nivîsand û paşê poşman bûm û min jê bir dîsa. |
|
21.06.2020 13:44 |
simurg56
|
394. Îro dîsa li rastiyeke civaka me rast hatim. Em çend kes li ber devê dikanê rûniştibûn. Ji xwe piştî kombûnê axaftin divê. Me jî dest bi niqaşên olî û siyasî kir. Vêca min bala xwe da wan û axaftinên wan, min ji dêlava wan fedî kir. Yanê hingî cahil bûn, bifikirin nizanibûn wîkîpediya çiye. Ev kes jî 24 demjimar bihîstok di destê wan de ne û wêneya li ser tora civakî parve dikin ha. Yanê ne kesên xwendin û nivîsandina wan tune ne û înternet li ber destê wan tune ne. Di serde jî 12 sal dibistan xwendine. Dema diaxivîn kenê min dihat vêca min nikaribû li wan guhdarî bikira. |
|
11.07.2020 01:07 |
tîrêj zana 21
|
395. bi salan e endama tirşikê me lê hema bêje her tim wexta serdema ezmûnan bê, ezmûnên min hebin li vir dinivîsim. |
|
11.07.2020 22:41 |
roza
|
396. eşkere dikim ji helbestan hez nakim û ji yên kurdî ti tişt fêm nakim |
|
17.07.2020 17:36 ~17:39 |
zerê
|
397. Ji 7 salî heta 70 salî Ez ji herkesî re bi kurdî dinivîsim(ger kurdî zanibin). Ku kurdî nizanibin jî ez pozê wan dişewitînim hinekî, ez dibêjim ma tu tirk î bi Tirkî dinivîsî, yan jî dibêjim çima li zimanê xwe xwedî dernakevî, nizanî zimanê xwe, eyb e şerm e. Her çiqas şaşî pir be jî Pirranî bersiva nivîskî bi kurdî tê lê kêm caran bi Tirkî dinivîsin. Ez ji tirşikvanên ku wisa nakin re pêşniyar û tika dikim hûn jî wisa bikin. Ne wisa be kesek hînî xwendin û nivîsandina Kurdî nabe. Em çawa tirkî hîn bûn? Ne bi mecbûrî? Ê divê wê demê em Kurdan jî mecbûrî hînî kurdî bikin. Fikra min ev e. |
|
17.07.2020 19:50 ~19:51 |
xabûrî
|
398. Wextê em zar bûn, li taxa me de cihekî hebû pîrketan çêdikir, pîrketên ku pê wê dîwar tê çêkirin. Gava me topê dileyist car caran topê me diçû li wir pîrketên şil e ku teze hatibû çêkirin ji ber topê me dihate şikestin. Mêrik hinekî hêrsok bû gava topê me diçû li wir dibeziya me. Axirî rojekî dîsa topê me çû li wir mêrik wê carê pê kêrekî ve topê me ji ortê jêkir kir du qet avête ber me, go min ji we re negotibû USA nekin. |
|
30.07.2020 18:38 |
mîr
|
399. sala 2015 dema pêşmerge ji bo herin kobanê ji tirkiyeyê derbas bûn. wê demê ez 13 salî bûm. berî bên qosarê xelk sibê zû li dora rêya îpekê civiyan, ez û diya min jî di seat dehê sibê de çûn. bi hezaran mirov bi ala û rengên kurdistanê benda pêşmergeyan bûn. lê ez bende mam û mam lê nedihatin. seat bû duyê nîvro ez aciz bûm û çûm înternet kafeyê min wolfteam lîst. min pêşmerge nedîtin. xwezî wê rojê nigên min bişkestana ez li wir bimama, xwezî destên min bişkestana min ew lîstika genî nelîsta :( |
|
04.08.2020 23:19 |
keyomerd
|
400. îtîrafên tirşikvanan/126701 ez jî li ser rêya îpekê bûm bi seetan em man , de bên de bên bi telaq em ser dara niga mirin hingî em li bende wan man gelacîyek derketi bû , digotin peşmerge reviyanin .. |
|
04.08.2020 23:55 ~23:56 |
shwinsherm
|
401. Ez pir hez ji xwendina tirşikê dikim. Ji nivîsandinê bêhtir kêfa min ji xwendinê re tê. Hema bêje her roj dixwînim. Carinan diçim nivîsên berê û wan jî dixwînim. Lê mixabin ji ber ku nivîskar kêm in, hindik mijar vedibin. Berpirsiyariya nivîsandinê dikeve stûyê min jî. Divê ez jî binivîsim. Xwezî pir kesan binivîsanda û min tenê bixwenda. |
|
27.08.2020 14:37 |
berijahr
|
403. Ji ber ku li jor tenê peyamek hebû, min şerm kir û vê peyamê nivîsand :/ |
|
20.10.2020 21:10 |
xelîl
|
404. Îro ji sibe de nivîsek teknîkî amade dikim bo li tirşikê bar bikim, lê piştî ewqas ked û xebat min nivîsê neeciband. Hin peyv kurdiya wan tune, hinek ji wan heya niha bi kurdî kes behsa wan nekirine, hevokên dirêj dikim nakim li kurdî nikarim wergerînim. |
|
18.11.2020 20:06 |
tîrêj zana 21
|
405. Cihê ku ez lê dixebitim pirranî Ereb û kurdên bûne Ereb lê dijîn. Carina xelkê navçeyê tên bi karmendên li jûra min re bi erebî diaxivin. Gelek caran bi min re jî bi erebî diaxivin yan jî ji me herduyan re tiştna dibêjin. Erebiya min heye lê ne ewqasî ye, ez pirr fêhm nakim. Wexta bi tenê bim ez dibêjim mo arif erebî(erebî nizanim). Carina bi kurmancî dibêjim ez erebî nizanim îja ew bi kurmancî diaxivin. lê wexta em herdu li jûrê bin ez pê nahesînim ku ez nizanim. Wekî ku fêhm dikim guhdarî dikim ew jî li min dinihêrin û diaxivin û diaxivin lê ez tiştekî fêhm nakim * |
|
18.11.2020 22:13 ~22:15 |
xabûrî
|
406. car caran li wêneyê civînê tirşikê dinêrim û di nava xwe de dibêjim gelo kî kî ye? |
|
21.11.2020 00:49 |
merwano
|
407. Berîya vê du sala min ala tirkan parve kiribû. Wê demê, ne xwenas bûm û min ji bo prîmê parve kiribû. * |
|
20.11.2020 22:15 |
yûsiv
|
408. berê dema yên malê digot em ê biçin taziyê min digot qey ew diçin cîhekî ku lê hewuz heye û her kes li wir tazî digere :D |
|
04.12.2020 20:41 |
keyomerd
|
409. Dema yek reşik dide min gelekî aciz dibim, dinya li ber çavê min reş dibe * û destê min êdî naçe nivîsandinê. (: |
|
08.12.2020 11:20 |
yûsiv
|
410. di binê pirteqalan de giroverek heye, berê min digot qey pirteqal ca mendalînan in û mendalîn ji wê giroverê derdikevin * |
|
13.12.2020 10:22 |
keyomerd
|
411. Îtîraf dikim piştî min di înstagramê de evêya îtîrafên tirşikvanan/63980 dît ez hatim diziya xwedê like bikim (-._.-) |
|
13.12.2020 10:45 |
xabûrî
|
412. Li derê kurdîaxiv de nikarim bi tirkî biaxivim , |
|
04.02.2021 01:12 |
xemakê
|
413. li qoserê em ji dê re dibêjin ca, loma jî min digot qey camêr ji ca û mêrê pêk tê yanî kesê/a ca (dêya) wî/wê mêr e :D |
|
04.02.2021 07:51 |
keyomerd
|
414. Sitranek şahê bedo heye li wir dibêji " îşev diçim nav dîka , xeber didim mirîşka " Em li sêwregê xeber dan bo dijûndanê bikar tînin. min jî heta îsal digot gelo çima ji mirîşkê reben ra xeber didi, çi kirine :( ji ku bizanbim li amedê bo axaftin bikar tê! |
|
04.02.2021 18:30 ~2023.01.14 01:13 |
navîgiranmezelîwêran
|
415. Hin cara di hişê min de fikrên xwekuştinê derbas dibin. |
|
04.02.2021 19:34 |
yûsiv
|
418. Di peyamên bêdawî de ku meriv dixwîne naxwîne naqede de (nexasim yê ferhenga şikestî de) min edetek ji xwe re peyda kiriye ku ez heta têm dawiya peyamê bi mereq û texmînên xwe hewl didim ku tê derxim ka ev ya/yê kê ye. Di peyama ciwan haco de min got "ev ne ya @ferhenga şikestî ye ji ber ku ew zimanek zelaltir û hêsantir dinivîse" lê car caran dûdilî jî bûm, "ê ya @simûrg56 jî nîne ji ber ku peyva 'heçkû' nehatiye bi kar anîn *" ê wekî din tirşikvan nehat bîra min weleh . Min dema navê @hemdilaarda dît ez şaş mam "heta vê rojê çima leqayî vê tirşikvanî nehtime!?" û min çû yekser peyamên kekê @hemdilaarda xwend û ji ber ku şev dereng bû helbet hemû ne * ezê bidomînim û destê wî sax be, bi rastî nivîsek xweş û bi çêj bû. |
|
06.02.2021 09:51 ~09:52 |
rizgarm
|
419. Dema diçûm pola 8 a carek waneyê înkilabê hebû mamoste got fermo pirtûkê bixwîne ( ya înkilabê ) min jî dest pê kir îjar dora xwendina " terakkî perwer" min ji bo ew hêrs bikim ( jiber ku tirkek ji kurda heznedikir ) mexsûzî min got şivan perver, îjar çiqas hêrs bû û hawar kir em pol hemû dikenyan *)) qet ne xema me bû |
|
06.02.2021 22:56 ~22:57 |
navîgiranmezelîwêran
|
420. Sewa ku ez entryên shorbevan fehm bikim ez zehv serê xwe pê ra dêşînim * hine caran ez hinek hevokên wî fehm nakim :/ |
|
08.02.2021 03:44 ~03:46 |
bûtîmar
|
421. wexta mijarê divekim hê jî nizanim peyva bi lînk bikim. |
|
08.02.2021 23:04 |
hueyn
|
425. Ji Dêngê Dengbêjan hez nakim |
|
20.02.2021 16:06 |
heval.js
|
426. xêncî kesên kurdewar kesîra bi samîmî nakevim tekilîyê |
|
22.02.2021 23:33 |
doesntmatter
|
427. Berî her tiştî îtîraf bi Kûrdî "mikur hatin" e. |
|
23.02.2021 23:19 ~23:19 |
pîroz
|
428. Bi wergera google translate’ê keçikên biyanî razî dikim. |
|
24.02.2021 22:08 |
rodem
|
432. îtîrafên tirşikvanan/131918 Ez jî carnan li ser vê difikirim lê dûra pêl şêytanê xwe dikim. ;))) |
|
23.03.2021 18:53 ~18:53 |
pîroz
|
433. 7-8 salî bûm. Xalê min î piçûk, 3 xwişkên min û ez, em bi hev re diçûn mizgeftê ji bo em fêrî xwendina Qûr'anê bibin. Melayê ko me fêrî Qûr'anê dikir zilamek Tirk bû û ji binî ve Kurmancî nizanîbû. Û me, ne bi tenê li ser xwendina Qûr'anê li ser ola Islamê jî xûrt dikir. Rojkê, babeta îtîqadan vebû û ji me re got : hûn Şafî ne, ez jî Henefî me." |
|
26.03.2021 00:33 |
pîroz
|
436. Ji kurdî qise kirina osman baydemîr hez nakim. |
|
19.04.2021 17:59 |
navîgiranmezelîwêran
|
437. Ew peyama ya sedî ye lê nizam wek berê dilê min xweş nake. Dibe ku ez jî ji tirşikê bar kim mala xwe. |
|
26.04.2021 22:56 ~23:00 |
navîgiranmezelîwêran
|
438. havînî dema ez li kulîçexane dixebitîm, ji ber korona xebatkarê me kêm bûn, ez jî ji bo kar nekevê ser hev, di seata antrê de min xwest ez çend şiraniya çê bikim... min hewl da ku yeke bi şîr çê bikim, min şîr berda beroşê, min dît ku şekir nemaye lê şekirê pûdra heye. min jî çavên xwe kor kir, min çû jî wî berdayê...ma min ji ku zanîbû şekirê pûdra wê xwe berdê binê beroşê û pêve girê. ew şîr şewitî û ew beroş jî binê wê reş bû... |
|
10.05.2021 02:57 |
merwano
|
439. min fîlma dag ii ra -978 pûan da. |
|
10.05.2021 03:27 |
heval.js
|
441. bêşerefê ku ev heftiyekî di rojeva tirkî de ye û li her derî pêşiya merov derdikeve hê navê wî li tirşikê derbas nebû. ji ber vê ez hij li vir dikim ez dibêm qey. |
|
24.05.2021 21:49 |
hueyn
|
442. Min digot qey li peyamê taybet eger peyam jê bibe ji her du alî jê dibe. piştî min dît ku peyamên min çûne ya hemberî min û ew jî bersivandiye |
|
04.06.2021 11:54 ~11:58 |
navîgiranmezelîwêran
|
443. mijarê ku li tirşikê ve dikim yê li ser erdnîgariyê bi piranî ji bo di hişê min de çêtir bimînin ez ve dikimಠಿ_ಠ |
|
04.06.2021 23:28 ~23:29 |
merwano
|
444. Van rojana êşa evîna ya pir xedar dikêşim. Ez ne merivek wisa bûm lê nizam çi bû. Evîndara min jî nîne lê rewşek gelek cûda ye. Vegotina vê tiştê çima ji zinara li piştî sysyphosî girantir e? Dibe ku bibe çîrokek li ser pelan an helbestek ji serê pênûsan ango çawa bêjim di hundurê min de heta mirinê. Lê niha tenê hewcehiya min ji rewşek baştir û bîrkirinê heye. Neyse ji ber vê ye ne li vir ne jî di jiyana rojane de çalak im. Û ji ber ku rewşek tevlihev û bi aloz e nikarim jin kesî re jî bibêjim. Lê her ku diçe mezintir dibe. Nizam bi ku de herim:( |
|
04.06.2021 23:49 |
rizgarm
|
445. Rastî hîn tîpên latînî yê bo zimanê kurdî hemî nizanim . |
|
22.06.2021 23:36 |
xunceleb
|
446. eva du sal zêdetir e jî ez rojane bi Kurmancî diaxivim û li nav rewşên wisa me lê hêj nikarim (ji )û (li) ji hev cuda bikim nabêjim hemû carek lê hin car eger bilez be bo axaftin cuda nakim û tevlihev dibe ya rastî jiber ku di soranî de (ji, li) her (le) ye û ez dizanim (ji , li ) bo çi bikar tên lê dîsa jî wisa dibim. |
|
24.06.2021 22:38 |
hewlêriha
|
447. gava ez di cara yekem de ku ketim bêşa fîlm, min fîlmek vekir û hûn jî dizanin menûyek wisa heye: "agahî, şîrove .. dengan ...", min cîhê dengdanê dît û got; "wow dûblaj jî kirine!". |
|
24.07.2021 04:04 ~04:07 |
heval.js
|
448. Berêya razanê firkek acêp difikrim, gelo ez'a ku sibê rabe, ez'a niha ye? |
|
29.07.2021 03:31 |
heval.js
|
449. Berî aniha çend rojan min xeftanek bedew li ser sepana dolap ê kirîbû lê gava giha ber destê min ez heft ecêbmayî mam. Ne ku xeftan ne xweşik e lê bûçikê wê nîn in yanî bêzendik in! |
|
29.07.2021 12:11 |
pîroz
|
450. mijarên ku li ekşisozlukê populer in li vir jî popular dibin, ew jî min gelek aciz dike. |
|
30.07.2021 12:00 |
heval.js
|
451. ji kûçikên gûndan pir ditirsim. |
|
03.08.2021 10:01 |
heval.js
|
453. Tirşikvan Dema li peyama nanêrin gelekkk aciz dibim . pîroz Xan peyamdank pls Min heta niha nizanîbû kesek xeydok im, lê niha dibînim bi malbat û hevalên xwe re naaxivim û ji wan dixeyidim, bîr li rabirdû jî dikim ku berê jî wa bûme birastî ecêb e mirov xwe nas neke . spoilerê veke kuro li polê şeşan bi mamosteyê matê ra 6 meh neaxivim, kûçikbav jî skorê kêm da min |
|
07.08.2021 15:19 |
navîgiranmezelîwêran
|
454. Di nav stranên gelerî ev gotin gelekî derbas dibe: |
|
07.08.2021 22:58 |
pîroz
|
455. Îro ne kêm ne zêde salek min di tirşikê de derbas bû. Min hêvî dikir berî salvegera yekem ez ê 400 peyaman re tirşikê tirş û şor bikim lê nebû.... |
|
30.08.2021 21:59 ~22:07 |
pîroz
|
456. bêşa "dengdanên dawîn"ê ez domîne dikim. (bnr: aha ji te reşşikek) spoilerê veke (bnr: tu jî çeppikek bistîne), (bnr: eferim wisa berdewam bike) |
|
04.09.2021 12:37 ~12:42 |
heval.js
|
457. Carek tê bîra min, 12 salî bûm. ez ketibûm hilbijartinên gogê û gelek kêfa wan ji lîstina min re hatibû. hatin bal min gotin di nav çend rojan de navnîşana xwe ya ku têde wêne hebe bîne em ê lîsansa tê derxin û tu yê êdî bibî gogbazê me. ez dikim ku bifirim gelek kêfa min tê. ez diçim fotokopiya navnîşana xwe derdixim, piştre jî malê wêneyekî xwe yê rengî li ser wê fotokopiyê dixim û dibim ji wan re. didim wan, dibêje kuro tu henekên xwe li me dikî piştî vê saetê em te naxin tîma xwe û hew. |
|
04.09.2021 20:55 |
pênûsa westiyayî
|
458. Nivîsandina bi kurdî ji bîr kirime . |
|
13.09.2021 07:30 |
xemakê
|
459. Dema li lîse xwendekar bûm, kêfa min gelekî ji yekî re dihat û qederê 2 salan min hejê kir. Dibêjim qey kêfa wî jî ji min re dihat lê tucar xwedêjêrazî ne ew hat li xwe mikur hat ne jî min rojkê jê re got . (bnr: dilketina platonîk) |
|
05.10.2021 22:18 |
pîroz
|
460. Ez hê jî carna bêrîya wî dikim lê gava ji min re dinivîse ez vira dikim dibêjim qet ez naxwazim bi te re mijûl bibim lê tabîî ew nizane ez her roj çawa ew li ba min be pê re mijûl dibim |
|
06.10.2021 04:05 |
paqreş
|
462. Wexta ez zarok min digot qey em paşîya televizyonê bişkenin wê lîstikvanên jê derkevin kajdjsjd yaw çawa min neşkênandîye bi wî aqlê xwe yî kêm ez hê jî heyrî me ahahshsj |
|
06.10.2021 14:06 ~14:07 |
paqreş
|
463. Dema dibînim kurdên me yên welatparêz pişt didin yekitiya gelê Aryanan kenê min tê , qey dibêjin em hezar sal berê yek bûn niha jî wiha ye . Lê Ew çîroka qediya, her kesî li ser berjewendiyên xwe birayê xwe firot û çû êdî nema tê . Li çar aliyên Kurdistanê de rojhilat di nav qaşo birayê me de ne , deng ji wan tê ? Ji çar alî herî bêdeng ne rojhilat e ? Ew pirsana li serê min de Govendê digre û ew kena dibe kenekî xemginiyê . |
|
20.10.2021 13:17 |
navîgiranmezelîwêran
|
465. yekî ji min re temena min pirsî, li vir bersiv didim: 1 salî me. |
|
08.11.2021 03:24 |
heval.js
|
466. ciwanên rojavayî çima tev li tirşikê nabin/137978. |
|
01.12.2021 12:29 |
tîrêj zana 21
|
467. ezê îtarafê xwe wekê pirsekî bikim. |
|
01.12.2021 20:16 |
heval.js
|
468. gava tirşikvan hev re reşşik didin ez jî wan re reşşik didim. bila tenê nemînim. |
|
06.12.2021 01:25 ~01:34 |
heval.js
|
469. piştî mijarekî min tê edîtkirin dikevim fikirînên zor. |
|
08.12.2021 17:54 |
heval.js
|
470. festîvala filman a kurt û kurmancî/138725 |
|
19.01.2022 12:55 |
xabûrî
|
471. biwêjên kurdî/139577 |
|
11.05.2022 01:05 |
pîroz
|
472. Di medyaya civakî de dema kurdek li binê parvekirina xwe tenê bi tirkî yan erebî yan jî farisî dinivîse ez naecibînîm. Eger li binê heman parvekirinê tiştekî nenivîse ez diecibînim. |
|
15.05.2022 11:00 ~16:56 |
xabûrî
|
473. Heta berya naha salekê jî, ne misqala hişmendiya ziman, ne jî ya neteweyî bi min re tune bû. Her çend ne rast jî be, bizanin ku stranên şakiro yê bi remîx, vê rêgê de çiqas bihêz in. salekê da min yek car guhirand* Êdî nizanim, dibe ku min ji xwe re hêcet jî digeriya û ew rastî min hat. |
|
15.06.2022 00:08 |
evcebarê pirê
|
474. Gava cara pêşî min suretên @sîmurg56 dîtibû, min digot Xwedê ev camêr dişibe yekî lê min dikir nedikir min pê dernedixist ku min ew dişiband kê. |
|
17.07.2022 00:39 |
pîroz
|
475. Hevalek min heye, qet ji bi wî re xeberdanê hez nakim eger em bêjin ji bo çi? Ji ber vê; bi ya min bê hed beredayî diaxive, ev yek gorî min wiha ye. Jixwe mirov nikare vê mijarê de biryarek tekez û objektîf bide tenê ji bo min bi vî awayî ye. Û welhasil naxwazim dilê wî jî bihêlêm ji ber vê jî wekî ku pir jê hez bikim û gava pê re diaxivim wekî pir keyfxweş im tevdigerim.Gava telefonê li min dike xwe mecbûr( ya bi rastî hemû kesî de wiha ye*) hîs dikim ku vekim. Ji min, ji we re pêşnîyarek bi hemû kesî re nebin heval û hogir, û bizanin, bêjin na. Bawer min bikin ku ev yek dê di jiyana we de pir alîkariya we bike. Tabî ez nikarim vê yekê bikim lê hûn bikin. Û divê mirov perspektîfek din jî de lê binêre eger we fam kir yek naxwaze xwe li nêzîkî we bigre yanî jî gava li ba we pir bêhnteng dibe xwe jê dûr bikin eve dê him ji bo jiyana we gelek baş bibe him jî ji bo jiyana wê/wî. Xweda piştevanîya we bike camêr û canikên qedrbilind û hêja. |
|
16.10.2022 02:51 |
bayê xerbî
|
476. Ez berê du sal (bnr: tirşikçî) û yê herî xirabtir (bnr: makarnacî)bûm |
|
30.12.2022 01:36 |
bakur.nekure1
|
478. dibeecim! |
|
24.01.2023 00:52 |
endazer
|
479. Ez wek kurdên îroyîn dîroka miletê xwe ji bîr nakim ji ber vê yekê ez li dijî tirkan nîjadperest im |
|
08.03.2023 17:25 |
horhorik
|
482. îtîraf dikim hinek ji stranên raperînê hez dikim.* ger amedspor mezintir bûya ku bi tîmên mezintirîn re bilîsta, ev stran jî piştî golan bihata lêdan evê tiştek gelek şêrîn bûya. "Lêêêêdaaaa û gol!, lê lê lê lê lê lê lê lê lê" * |
|
05.09.2023 02:25 |
ciwanzêr
|
484. hişyarî=ev peyam aîdê çomezek e, loma hê nehatiye weşandin. tenê admîn û moderator dikarin van peyaman bibînin. |
|
21.12.2023 21:49 |
fera_şimikê
|
485. 1: wisa xewnên tewşomewşo dibînim ku gava yekî re dibêjim wekê dînek şaşmayî dibe. min diceriband ku ji megatronê re moşelekî nûklearî bavejim, an jî binê meyteva me de wargeheke taybet hebû, an jî min li ser machu picchuya perûyê hevalan re xeber dida... ew çi îş e xalo? |
|
22.12.2023 19:59 |
ciwanzêr
|
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3] |
|
kompleksa îkarus [3] |
|
inglourious basterds [5] |
|
tiştanok [1] |
|
Grass: A Nation's Battle for Life [1] |