Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    24 mijar û 33 peyam
    îtîrafên tirşikvanan - tirşik
    îtîrafên tirşikvanan
    (158) (15) ecêb (11) (123)
    di mijarê de bigere

    341. Min îro raya xwe da Chp û ji qehra serê min diêşe. Hesteke ecêb e.



    2019.04.01-00:43 | biaqila malê

    342. ji ber ku ne li mal bûm min raya xwe neda chpyê loma rehet im. lê bawer im li mal bûma jî min ê raya xwe nedana. lê merivê min, malbata min ku li izmirê rudinên li ser daxwaza silhedîn raya xwe dan chp. hêvî dikim chp wan poşman neke.



    2019.04.01-01:16 | hêvî

    343. Berê bi navekî din jî li vir bûm lê bi nivîsandina navekî cudatir mirov xwe azadtir hîs dike, her çend mirov nikaribe bi temamî otosansûrê ji ser xwe biavêje jî.



    2019.04.01-11:44 | henûn

    344. Fîzik beşek dijware lê dixwazim biqedînim. Lê alîyeke min jî dibêje ev cara duyeme, piştî endezyarîya kombersa neqediyayî tu vegerîyayî li vî beşî û naqede dev jê berde.



    2019.04.20-20:18 | brzn

    345. Min jî dixwast wekî berê her roj bêm li Tirşikê lê mixabin ew kêfa berê nîn e. min sêrî de got qey dema min nîn e lê niha fêm dikim ku ji tirşikê sar bûme. yanê sorun bende değil sende canısı :///



    2019.04.25-01:14 | jifêzagorda

    346. Bila dilê kesekî neşike

    lê a rastî ev e ku gava tûrikê hîn kesan vala dibe û ti gotinê van namîne yekcar tirşik tawanbar dikin. Ev hîç li xweşa min naçe bixwedê.

    Bi hezaran mijar hene li bendê ne ku werin gotûbêjkirin. Her roj bi hezaran bûyer rû dide.

    Kesên ku ji wan rûdanan hema tenê li ser yekî jî mijar venakin û tewizandîbûna xwe vedişêrin û hemî tawanan têkde diavêjin situyê tirşikê bi derbirrîneke herî sivik bêmaf in.

    Her kî be ez jî bim ev wilo ye. 2 roj 3 roj yên xwe bidin hev û di derbarê tiştekî de peyamek binivîsin. Yekî her hefte peyamek binivîse ew di salekî de 52 peyam.

    De êdî divê têbigihin pirsgirêk ji we derdihê.



    2019.04.25-04:44 | bilbilê dilkul

    347. Min xwest ez hemû peyamên xwe yên li vira jê bibim. Hetta min dest pê kir lê dawiyê ez poşman bûm û min nîvî de hîşt.



    2019.08.04-02:10 | biaqila malê

    348. Li xwe mukir bêm ez di jiyana xwe de bi gelemperî bi Tirkî qise dikim mixabin. Ev yek e jî dibe sedema paşveçûn a kurdî. Mirov dikare bi zimanekî binivîse lê divê mirov bi wî zimanî gotinên pêşiyan û biwêjên di nav hevokên xwe de bîne ziman. Ji bo vê yekê jî divê zêdetir bê axiftin.



    2019.11.12-19:29 [guhertin:2019.11.12 19:32]| hesinkar

    349. heke em ragihandinên telefonî yên tikûtenê û xwendina pirtûkan nehesibînin ji xêndî twitterê ez tu carî bi jînde kurdî bi kar nayînim. li der û dora min dilbikurdî kesek tune ye. ji xwe hevala min a kurd a tenê jî kurdî nizane. kerba ez ê di xwe'n-nim. *



    2019.11.13-18:19 [guhertin:2019.11.13 18:19]| biruya hayao miyazaki

    350. Bavê min di sala 1942an de ji dayik bûye ez di sala 1990an de ji dayîk bûm. Yanî bavê min tam 48 sal ji min mezintir bû. Bavê min ji ber çend pirsgirêkan du car zewicîye. Ez naxwazim têkevim hûrgilîyên malbatê. Bavê min gelek ji nezerê ditirsiya çi ku gelek bobelatan hatibûn serê wî û ew her gav digot çavêd xelkê pîs e zû nezer dikin min hemî tiştên xwe ji ber wana wenda kirin. Neyse hevalno bavê min ji ber têkçûnên xwe gelek ji min û ji birê min hez dikir gelek ditirsiya tiştinan bihatana serê me loma gelek caran dema li derûdorê yekî jê re bigota çend kurên te hene? Bavê min digot kurên min tune ne ewê ku li gel min e lawê cîranê me ye. Paşê dema zilam ji dikan biçûya dîsa qala çîroka xwe ya pêncî salan dikir û digot nezer heye nezer. Bavê min însanekî baş bû lê hinekî feodal bû nikaribû di roja îroyîn de tiştinan ji hev derîne loma gelek caran em bi hev diketin.
    Carekî got bavê min ji min re digot ji xwe re mal bistîne heyfa perayên te ne lê bavê min gotiye madem zarokên min nabin ez jî mal nastînim. Bavê min par mir wexta miribû 76 salî bû û ew 76 sal bê mal û milk di dara dinyê de geriya. Digot min guh neda şîretên bavê xwe loma ne min mal ne jî milk nîn e lê bes hûn her du kurên min hene hûn baş bin bes.
    Bi tenê xeyalekî bavê min hebû ez hê deh salî bûm digot bila ez zarokên we bibînim Hama wê kêlîyê xudê rihê min ji min bistîne. Ez bi tenê dixwazim zarokên we bibînim, hêj wan bikim ji xeynî vê yekê tiştekî dî nedifikirî yanî 10 saliya min tê bîra min ango 18 sal Hama bêje kengî biçûyama cem wî digot Hama ez zarokê te bibînim besî min e. Mirovekî bifikirin bi roj û bi şev bi tenê xeyala neviyên xwe kirine, bi tenê xwestiye kurê kurê wî hebe û ew jî paşê bimire.
    Bavê min par di meha hezîranê de rehmet kir û kurê min jî sê meh paşê hat dinyayê. Yanî ev feleka xayîn nehişt zilamekî extîyar, kalekî têkçûyî, însanekî henun bigihîje tekane miraza xwe....
    Lawê min 14 mehî ye hê jî kengî lê binêrim bavê min tê bîra min law dibêjim bavê min bi salan xeyala dîtina vî kurikî kir lê nedî feqîre min. Gelo bavê min eger bijiya û nevîyê xwe bidîta dê çi bikira? Çawa wî hembêz bikira? Çawa wî bigeranda? Çawa hej wî bikira? Çawa wî bigirta li ser çokên xwe? Çawa pê re biketa dîyalogê?
    Ya girîngtir, kelîya ku bavê min cara ewil nevîyê xwe bidîta gelo sûretê wî bi çi şêweyî bikeniya? Kelecana xwe bi bişirîn an bi girîn bida der?
    17 meh berê bavê min mir, 14 meh berê kurê min hat. 17 meh e bavê xwe difikirim 14 meh e kêfa bavê xwe difikirim. Xudê bi sê mehan hemî bextewarîya min ji min girt...
    Aniha tekane xeyala min ev e ku ez kurê lawê xwe yanî ciwanê xwe bibînim...



    2019.11.24-23:51 [guhertin:2019.11.24 23:56]| ferhenga şikestî

    351. Gelek caran dixwazim werim li ser tirşik netê tiştinan binivîsim lê tirşik ne wek twîtterê ye loma ez zêde guh didim tiştên li vir dinivîsim lê hingî dişixulim û dibetilim halê min namîne ez li ser entryan bifikirim lê her roj têm û mijaran dixwînim. Ez gelekî li ber vê ferhengê dikevim ku em xatirê wê nizanin destpekê de ez :(



    2019.11.25-00:40 | biaqila malê