Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
îtîrafên tirşikvanan - tirşik
îtîrafên tirşikvanan
(284) (24) (15)
di mijarê de bigere

190. Ez ê niha rûpelekî ser leyla güven nivîsand xwedê bela xwe Daye ez têketîbûm tirsik ê ema derketîye mi got Mijar bişîne go Qet mafê te tune ez ê dîn bûm

Nivîsa min wenda bû



08.05.2015 23:48 | zergahemzaerdaldilbirîn

191. ez îtiraf dikim gava ji minre reşşik didin kêfa mintê ez tînim bi firim... û ez bi reşşikê xwe serbilindim çiqas pirvin dide nîşan ev tev serkeftina mine û qehirandina hinek kesaye.

(bnr: de inca bixwun)

(bnr: ka bila bê) reşşik



09.05.2015 21:35 | shorbevan

192. ez îtiraf dikim malla ferhenga şikestî hezar car ava be yê reşşika dide min wan ji minre aşkere kir.







edît: hem îtiraf hem jî îftirayeke ev



10.05.2015 19:20 ~19:35 | shorbevan

193. Car caran wexta şeveqê şiyar dibim xwe pir xerîb hîs dikim.



10.05.2015 19:26 | mircembeli

194. di heqîba min de tiştek nema, min divê li ser dîroka siyasî ya başûr û rojhilatê kurdistanê û dîroka siyaseta tirk tiştinan bixwînim, tişta di heqîba min de ketî ser hev min belav kir piştÎ vê saetê her tişteka ez bêjim wê xwe dubarekirin be.. wekê goleke genî hest bi xwe dikim..



11.05.2015 15:40 | endazer

195. yekem fîlma ku ez li ber giriya bûm berîtan bû.

niha fahm dikim ku derhêner di fîlm de nedigo pêşmergeyên dihat ê ynkê bû an ê pdkê bû. ya rast jî ew bû. balkişandina çîroka berîtanê ji eşkere kirina "dijmin"an girîngtir bû.



11.05.2015 16:11 | berxweda

196. ez îtiraf dikim hingî min wêneyê simurg56 endazer7/22 û berxwedayê ci war ne kifşkirî dibînim dilê min ji ala rengîn û ji kek nêçirvan sar dibe erê welle



26.05.2015 20:16 | shorbevan

197. carina ez ji yekî hez nekim, radibim û rûdinim planên kuştin an jî lêxistina wî/wê dikim. planên min çiqas xweş bi hewqas kêfa min jê tê, dûre dibêm "amaaan hele dev jê berdi lo!" Xêra va xeyalperestiya xwe pir caran ji şer dûr dikevim.



27.05.2015 00:24 | arya jîyanda

198. ev salek e min bîr nebir ku ez vegerim Kurdistan a xwe. Qizeke tirk hişê min ji min biri bû. Xwedê hez bike em ê vegerin Kurdistan ê..



27.05.2015 10:53 ~10:53 | ciwanqoser

199. Carna xeletîyêt mazin yên rastnivîsa kurdî dikim.



27.05.2015 12:22 ~2016.03.28 20:00 | azad30

200. yê ku çeppikan dide shorbevan ez im*



16.06.2015 21:01 | ceso

201. ez gava dikevim tirşikê ewil li çepik û reşika dinêrim gava ku reşşik hebin dest bi çêra/dijûna dikim lê gava çepik hebin ez dibêm hima xwedê ji wî kesî razî ku li çepika dixe.



16.06.2015 21:07 | shorbevan

202. we xwe kuşt law bes serî li hev mezin bikin.



17.06.2015 10:52 | ciwanqoser

203. welehi ev hilbijartina giştî de ez wisa westiyam ku tu yê bêjî qey kamyoneke bibar li ser min re derbas bû. êdî ne ji bo kar û barên min taqeta min maye, ne jî ji bo ku di tirşikê de binivîsim taqeta min maye.



17.06.2015 14:04 | nazim tolhildan

204. yek ji tiştê herî zêde ez dibehecim xwendina sirûda tirko ye. di mezûniyetê de jî dê ev marş were xwendin.. ne ji malbatê bûya ez ê neçûma mezûniyetê jî..



17.06.2015 14:40 | berxweda

205. ez rojî nagrim. (bnr: ez ne atêîstim) (bnr: sedemên rojî negirtinê)



21.06.2015 18:42 | hûteheftserî

206. Ez jî nagrim. Min îro (bnr: goştê xinzîr) xwariye. Parsûyên biraştî. Ê ma qey lezetek wê hebû.



21.06.2015 18:45 | hola êzîda

207. Dixwazim hinek mijaran da binivîsim lê ji ber bandora rojê hal min de naminê.nivîs ji min re gelek dijwar tê.piştî fitarî jî wext namînê.



23.06.2015 19:36 | ronahî

208. dema li iraqê an jî sûrî, tirkmen tên kuştin kêfa min tê. tişten ne rast e û ji xwe fedî dikim lê sedema kêfxweşiya min ew e ku tirkên famkor hinek tiştan fêhm bikin.



26.06.2015 17:57 | simurg56