298. Berê bi navekî din jî li vir bûm lê bi nivîsandina navekî cudatir mirov xwe azadtir hîs dike, her çend mirov nikaribe bi temamî otosansûrê ji ser xwe biavêje jî. |
|
01.04.2019 11:44 |
henûn
|
299. Min jî dixwast wekî berê her roj bêm li Tirşikê lê mixabin ew kêfa berê nîn e. min sêrî de got qey dema min nîn e lê niha fêm dikim ku ji tirşikê sar bûme. yanê sorun bende değil sende canısı :/// |
|
25.04.2019 01:14 |
jifêzagorda
|
300. Bila dilê kesekî neşike |
|
25.04.2019 04:44 |
bilbilê dilkul
|
301. Min xwest ez hemû peyamên xwe yên li vira jê bibim. Hetta min dest pê kir lê dawiyê ez poşman bûm û min nîvî de hîşt. |
|
04.08.2019 02:10 |
biaqila malê
|
302. Li xwe mukir bêm ez di jiyana xwe de bi gelemperî bi Tirkî qise dikim mixabin. Ev yek e jî dibe sedema paşveçûn a kurdî. Mirov dikare bi zimanekî binivîse lê divê mirov bi wî zimanî gotinên pêşiyan û biwêjên di nav hevokên xwe de bîne ziman. Ji bo vê yekê jî divê zêdetir bê axiftin. |
|
12.11.2019 19:29 ~19:32 |
hesinkar
|
303. heke em ragihandinên telefonî yên tikûtenê û xwendina pirtûkan nehesibînin ji xêndî twitterê ez tu carî bi jînde kurdî bi kar nayînim. li der û dora min dilbikurdî kesek tune ye. ji xwe hevala min a kurd a tenê jî kurdî nizane. kerba ez ê di xwe'n-nim. * |
|
13.11.2019 18:19 ~18:19 |
biruya hayao miyazaki
|
304. Bavê min di sala 1942an de ji dayik bûye ez di sala 1990an de ji dayîk bûm. Yanî bavê min tam 48 sal ji min mezintir bû. Bavê min ji ber çend pirsgirêkan du car zewicîye. Ez naxwazim têkevim hûrgilîyên malbatê. Bavê min gelek ji nezerê ditirsiya çi ku gelek bobelatan hatibûn serê wî û ew her gav digot çavêd xelkê pîs e zû nezer dikin min hemî tiştên xwe ji ber wana wenda kirin. Neyse hevalno bavê min ji ber têkçûnên xwe gelek ji min û ji birê min hez dikir gelek ditirsiya tiştinan bihatana serê me loma gelek caran dema li derûdorê yekî jê re bigota çend kurên te hene? Bavê min digot kurên min tune ne ewê ku li gel min e lawê cîranê me ye. Paşê dema zilam ji dikan biçûya dîsa qala çîroka xwe ya pêncî salan dikir û digot nezer heye nezer. Bavê min însanekî baş bû lê hinekî feodal bû nikaribû di roja îroyîn de tiştinan ji hev derîne loma gelek caran em bi hev diketin. |
|
24.11.2019 23:51 ~23:56 |
ferhenga şikestî
|
305. Gelek caran dixwazim werim li ser tirşik netê tiştinan binivîsim lê tirşik ne wek twîtterê ye loma ez zêde guh didim tiştên li vir dinivîsim lê hingî dişixulim û dibetilim halê min namîne ez li ser entryan bifikirim lê her roj têm û mijaran dixwînim. Ez gelekî li ber vê ferhengê dikevim ku em xatirê wê nizanin destpekê de ez :( |
|
25.11.2019 00:40 |
biaqila malê
|
306. Cêwiyê mi zazakî yew şîîr nuştibî. Hema ma key kîyeyê tazîye di kom bibînî, ma henekê xwu ci û şîîra êy kerdinî. Seba ke şîîra ey de qal û vatişê bawkalê mi bî. (Carna bawkalê mi qalî keyeyê xwuno newe bikerdinî vatinî “keyeyê mi ra gere dewa qasa biaso”). |
|
08.12.2019 23:22 ~2019.12.09 11:13 |
kajav
|
307. min waneyê îngilîsî bi zaravayê soranî bi tîpên erebî gûhdar dikir |
|
07.02.2020 19:55 |
tîrêj zana 21
|
308. Ez nizanim ezê çi îtîraf bikim. |
|
07.02.2020 21:32 |
xabûrî
|
309. Keçika hevala min tir, li min dikir fis.. |
|
07.02.2020 22:17 |
zîzo
|
310. Bi hebûna nivîskarê me yê nû, tîrêj zana 21, tahm û quality ya tirşikê pir hat xwarê. Dilêm ji tirşikê sar bû. kêf ji xwendina tirşikê nagirim. Çend hefte ye dilêm nîn e ez tiştan di tirşikê da binivîsim biweşînim. pir xemgîn im. xwe ecêb dibihîsim wekî ku tiştekî hêja ji destê min çûye. (te got tirşik?) |
|
09.02.2020 11:55 ~2021.12.20 11:05 |
mirovekirind
|
311. li ser imdb 1 puan didim filmên tirkan ên nîjadperest ku min seyr nekirye. |
|
25.02.2020 02:04 |
hespêsor
|
312. Nivîsên dirêj yên tirşikê , xwe de nabînim ku bixwînim lê dema peyamek wiha jî bibînim Here lînkê , dixwînim û dû re dibêjim belê nivîs çiqas dirêjbe ewqas bi tehm e. Belê min ev nivîs xwend Here lînkê |
|
08.04.2020 04:48 ~04:49 |
brzn
|
313. wek hûn jî zanin ; |
|
08.04.2020 13:15 ~17:49 |
shwinsherm
|
314. diho şeva din, saet 4ê sibeyê min sîparîşa pîzzayek mezin da û tenê serê xwar. û ser de jî tasek şîrbirinc wek şîrînahî xwar. |
|
08.04.2020 16:45 ~16:52 |
xelîl
|
pulmoner embolî [1] |
|
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1] |
|
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1] |
|
warê stranan [1] |
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4] |