Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


7 mijar û 8 peyam
îtîrafên tirşikvanan - tirşik
îtîrafên tirşikvanan
(284) (24) (15)
di mijarê de bigere

20. (bnr: www.nasname.com)



18.08.2013 20:19 | berav

21. dema ez deh salî bum yek mêvan kî hatibû mala me.ew û bavê min û birayên min di odekî de rûnîştin bun û qise dikirin.ez jî ketîm odê û ser mînderkî rûnişt.deme ez rûniştim min mêzekir dengkî hat, min xwe hînek da hêli kî yek berçavkkî şkesti.ew berçavkka mêvan bu.ez pirr tirsîm.dura ez fikirîm min got ezê çi bikim.birayê minê biçûk jî nîzikê min bu.min ev berçavk derxist holê û min ji bavê xwera got birayê min ew berçavk şkandî.bave min ji bawer kir û ev suc li ser milê birayê min ma.dura çi bu?tiştek jî ne bu.



20.08.2013 13:54 | bayesar

22. ferhengên kurdî-tirki tûnebûna ez jî tûnebûm.



20.08.2013 15:24 | babayaro

23. heya îro jî min digo qey ferhengên înteraktîv weke forûman e. *



20.10.2013 00:23 | ceso

24. dema dikevim tirşikê ewil lê dinêrim ca çepik dane nedane.



20.10.2013 23:01 | bawero

25. wext têra min nake . dixwazim rojekî bibe 40 saet. tiştek bikim a din kêm dimîne tiştekî din dikim yekî din kêm dimîne* mesela dixwazim guhdarÎ FILM BIKIM û DI HEMAN DEMÊ DE DIXWAZIM PIRTûK JÎ BIXWÎNIM.HEWCE YE DERS JÎ BIŞIXULIM Û HEVALÊ MIN, MIN VEXWENDIYE XWARINÊ. DIVÊ MALÊ PAQIJ BIKIM, XALIYAN RÊKIM BO PAQIJKIRINÊ, JI MIN RE 2-3 TIŞT HEWCE NE DIVÊ JI SÛKÊ BISTÎNIM HWD . DAWIYA DAWÎN HEMÛ DIMÎNE. NIKARIM YEKÎ JÎ BIKIM . TENÊ TÊRA XWE DERS DIŞIXILIM Û WEXTÊ MAYÎ JÎ LI INTERNETÊ ME .



01.11.2013 00:57 | brusk56

26. hê jî temase barbie dikim.



01.11.2013 16:18 | gelawej

27. beriya vêga bi çend salan, helbesteke min di rojnameya postayê de, di rûpelê yurdumun şairleri de weşiyaye, ku îro ez wê wek helbest nabînim û ji ber weşandina wê fedîkar û poşman im. Beşek ji helbesta bêqîmet:



...

piştî qasekî din mîna dizê şevan dikevime hundir; bêhis û bêdeng

da ku rêhevalê min şîyar nebin ji xewa xwe yî şêrîn

da ku nebînin girîyê min î keskesorî yê ji boyî te.



02.11.2013 01:20 | seydayê_peyvan

28. nexweş im.

nexweşî tiştek gelek nexweş e. qet nexweş e..



28.11.2013 02:06 | brusk56

29. (bnr: îtîrafên bêwijdanî)



28.11.2013 13:29 | ceso

30. vaye 17 sal e dibistanê dixwînim lê heta niha carekê jî, dibistana min ji ber berfê neketibû betlaneyê. lê îro sala min a 17 emîn de, çûm dibistanê û piştî saetek din gotin zaningeh ji ber berfê 2 roj ketiye betlaneyê . çi qas kêfxweşbûm nikarim vebêjim .



12.12.2013 21:50 | brusk56

31. min hê jî fêm nekiriye ku omer dilsoz û dilgeş dilsoz yek in an na?



14.12.2013 01:39 | ferhenga şikestî

32. dilê min îşev li ser hespekî rewan e, dibeze ax dibeze..

henek menek dilê min ev çi qas e tê bêjî qey hatiye xesandin..

ev çendik û çend sal in bi ser navê eşq û evîn û muhbetê tu tişt lê şÎn nabe..

tê bêjî qey teqîneka nûkleerî lê çêbûye.. erdeke rip û rût û trafîkeka transît.. heçî tê diçe, heçî tê diçe..



14.12.2013 01:49 | endazer

33. dixwazim xwe hînî zimaneke nÛ bikim.. û dixwazim xwe bielimînin çend bernameyên nû yên endazyariyê..

û ji bo vê yekê min hemû hesabê xwe yên sosyal medyayê sekinandine, divê destê xwe ji tirşikê jî bişûm, lê dema ku dibînim layê çepê yê tirşikê virt û vala ye û bûye berdîwarê sêwiyan, xwe nagirim tişta tê ber dest û devê min li tirşikê direşînim..

dixwazim dinyayeke bi temamî kurdî ava bikim..

dixwazim dinyayeke ji binî ve bi kurdî ava bibe..



14.12.2013 01:55 | endazer

34. dikim û nakim tênagihijim bê ka insan bi çi dijî?!

ya ku zanim ne hezek e ku arjen arî di helbesteka xwe de lê digere..



16.01.2014 20:37 | endazer

35. şevên ku dimînim nobetê û hemû rojên din yên ku sibehan li kar im û ne pêkan e têkevim tirşikê; tiştên ku tên bîra min telefona xwe de lîste dikim û dema dû re têkevim tirşikê wan hemûyan yek bi yek dinivîsim *



17.01.2014 20:02 | simurg56

36. min doh şev mamosteyekî xwe yî ku min wî qet nedîbû di xewna xwe de dît (bawer dikim çavê min tirsiyabû, lê îro dema dersa wî de mi dît ku rûyê wî kesî û ê xewna min ne yek in.



Xwedê mere ji xewnên werê bisitirîn e.



18.01.2014 00:42 | berxweda