Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
îtîrafên tirşikvanan - tirşik
îtîrafên tirşikvanan
(284) (24) (15)
di mijarê de bigere

67. xweşa min ji hun çawane heval))))))) re diçe. ji ber ku, wek zarokên şûm, di tirşikê de çirtikan diavêje* *



26.03.2014 17:01 | nazim tolhildan

68. Helbestên ku ez herî zêde hez dikim bi tirkî ne.

(bnr: bir intihar mektubu teşebbüsü 1)

(bnr: bir intihar mektubu teşebbüsü 2)



28.03.2014 01:51 | nazim tolhildan

69. ez kurdî nizan im



28.03.2014 15:11 | berf

70. ez kpss naşixulim û bibe sedema birçîbûna min *



28.03.2014 19:49 | rêzan

71. ji ber ku %70ê wextê xwe li cihê kar im, nikarim bi komputerê bikevim tirşikê û loma bi telefonê dişopînim û tiştên ku hatine bîra min li derekê qeyd dikim û dema têm malê ji komputerê van tiştan dinivîsim *



29.03.2014 11:03 | simurg56

72. dema ku ez vê mijarê dibînim ez difikirim da tiştekî li bin vê mijarê binivîsim. *



29.03.2014 21:31 | mergehez

73. ez hê nizanim bê ka butona kul û derd çi ye û kêr çi tê



29.03.2014 21:54 | kevçiyê dil

74. rasteqîn, cinorek û dogania * xeyidîne, xatirê xwe xastine û çûne. êdi di tirşikê de nanivîsin. xuyaye ku ji ber rexneyên min revîn. eger vegerin, ez soz didim ku êdî ji wan re tiştekî nabêjim. li ser de wek mamosteyên xwe endazer heqeretan bikin jî ez dengê dernaxim.



06.04.2014 12:21 | nazim tolhildan

75. carinan hin hevalên me yên ji tirşikê, hin tiştan bi îngîlîzî dinivîsin yaw bi xwedê gelek zora min diçe ji ber ku ji xeynî çend peyvên jiberkirî tiştekî din bi îngîlîzî nizanim lewma fêm jî nakim. divê hevalên me wisa li min neheqî nekin! ez ê heqê xwe helal nekim haa! mesela navê fîlman bi îngîlîzî dinivîsin ez jî dixwazim tevlî wan mijaran bibim lê fêm nakim behsa kîjan fîlm tên kirin. hay ji vê yekê hebin



08.04.2014 01:48 | ferhenga şikestî

76. ez ew karakter û qehremanê di vê helbesta xwudênehiştiyê îsmet ozelî de me, ne kêm ne zêde;



''uzak nedir?

kendinin bile ücrasında yasayan benim için

gidecek yer ne kadar uzak olabilir?

başım açık, saçlarımı ikiye

ortadan ayırdım

kimin ülkesinden geçsem

şakaklarımda dövmeler beni ele verecek

cesur ve onurlu diyecekler

halbukı suskun ve kederliyim ''



yanî;



'' çi ye dûr î, û kû der e?

ji bo yekÎ wekî min ku ji xwe jî dûr ketiye Û dûr dimîne

heta kû derê diçin rê û bi ser çi ve dibin?

serê min ripûrût e, min pora xwe ji nîvê re

kiriye du şeq

ji kÎjan welatî bibihurim

yê min ji deqên li ser ceynikên min, nas bikin

yê bêjin çi qas jêhatî û liberxweketî ye

lê ya rast bêdeng û xemgîn im''



12.04.2014 23:35 | endazer

77. min çend wextan qedrê celladê xwe girt,min wî rind xwudan kir bi xeberên şîrîn,bi keniya ji dil,bi kilam û hikayetên bav û kalan,bi hingîva heqîqî,sêvelokên ser banê mala babê min hatîne hişk kirin..ne mirî me zindî me lê kulek mam.gava dimeşim piyê xwe ê çepê dûv xwe radikêşim.yek bi baldarî guh bidêre wê dengê xuşîna dengê piyê min bibihîse..



12.04.2014 23:45 | gulgenim

78. mêjiyê min sekiniye. dikim nakim tiştek bikim peyam an jî mijar û binivîsim nabînim. li hêviya xêrxwazekî me ku mijarên eletewş veke em jî bikevin navê.



13.04.2014 02:05 | ceso

79. kam ke bi kirdî/zazakî binuso, ez ey rê çeppikan cenena. *



13.04.2014 19:25 | kurdane

80. dema endazer siyasetÊ nake kÊfa min pir jê tÊ lÊ dema dest bi siyasetê dike haho Û haho...



13.04.2014 19:33 | mergehez

81. ceynika serê min ji siyasetê diçe, heta ji min tê naxwazim tevil û têkil bibim, lê dema dibînim kesên ku ji siyasetê fêhm nakin tên di tirşikê de bi ser navê siyasetê sempartîzaniyê dikin û ji bo berjewendiyên xwe Û partiya xwe aliyên din di bin tohmetê de dihêlin, xwe ranagirim çi tê ber dev û destê min li wan wer dikim.. zû bi zÛ aciz nabim lê dema nanxwer û şûrkêşên rijd yên hêz Û hizbekî dibînim hiş di serê min de mamîne..



13.04.2014 21:09 | endazer

82. ez dizanim demekê dirêj e ku tiştên tewşo mewşo dinivîsim baş dizanim. lê çi bikim? dikim nakim ji dilê min nayê ev bajer êdî ji bo min wek dojeh tê ji ber ku westiyam.



14.04.2014 01:20 | ferhenga şikestî