Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
îtîrafên tirşikvanan - tirşik
îtîrafên tirşikvanan
(284) (24) (15)
di mijarê de bigere

247. De bêjin çen kes tirşikvanên zilam ker gaye *



01.01.2016 14:25 | kuxik

248. Ez heta nîvê şevê li benda barana berfê bûm. Xêra xwedê sisêyê şevê berfê lê kir lê niha jî li bendê me qene erdê bigire. Kengî dinya rehnî bî ezê derkevim der ve û guh bidim dengê sipîya berfê. Min bêriya bêhna sermaya berfê kiriye..



03.01.2016 06:52 | kevçiyê dil

249. ez îtîraf dikim dema reşşik an çepik distînim wêneyê xwe li cîhê dengdanên dawîn dibînim wer kêf xweş dibim.. zilma li kurda dibe jibîr dikim.. û jiber peyamên min ji hinekare dibin kul û derd bêhtir kêfa min tê werhasil bi xwe serbilind dibim..



10.01.2016 14:11 ~14:14 | shorbevan

250. îmana min ji sihûda min û ji min diçe! îmana min û hew!

kes nizane ku çend heb gerdûn û kaînat hene û hebûne. Sêzde mîlyar sal in ku ev kaînat heye û bi mîlyaran stêrk hene û li dora wan stêrkan bi mîlyaran gerstêrk hene ku di nav daîreya îhtîmal de ye di nav wan bi mîlyaran gerstêrkan de toximê jiyanê li ser bi mîlyonan gerstêrk hebe lê li talih û sihûda min a reş binihêrin ku di nav wan bi mîlyonan gerstêrk de ez hatim li dinyayê ketim. Wekî ku ev yek ne bes be di nav sê mîlyar û nîv sal emrê vê gerstêrka dinyayê de ez hatim û hatim li vê heyamê ketim. Wekî ku ev jî ne bes be di nav ewqas bejahî û parzemîn û cih û war û dewletan de xwedê min li tirkiyê da û di vê ciwantiya xwe de, di salên jiyana xwe yên herî xweş de ez rastê desthilata erdoganê faşîst hatim. Felek ev çi sihûda quzzilqurt e felek?! Ji bo ku ez wî bibexşînim divê xwedê pir li ber min bigere pirr!



10.01.2016 21:52 | ceso

251. Ez îtîraf dikim ku berê em û rasteqîn bi hemû awayan em dijberê hevbûn lê êdî ez jî hima bêje li ser her tiştî weke wî difikirim.



11.01.2016 20:50 | ceso

252. ez bi coş li benda eşqê ceso û rasteqînî me.



12.01.2016 16:56 | wiha wilo wisa

253. îroj nivîskarek ji min re gacinceke xwe ragihand, got di derheqê min de tiştên nebaş hatine nivîsin, min jî bi wateya erê yav tu mafdar î, refleskekê nîşan da, piştre hatim min li mijara wê/î vekir û min dît ku yê ku herî zêde rexne kiriye meger ez im :/



05.04.2016 21:52 ~21:56 | ferhenga şikestî

254. tirşikê de heft heb hesabê min henin.



05.04.2016 22:52 | bêhna_piştî_baranê

255. Karekî minî girîng heye. Herì kêm 6 mehan divê. . Lê mixabin ji telefon, tirşik, film û rêzefilmê house md ez nikarim karê xwe bikim. Rojeke min û qutbûna telefûn, tirşik û filman heye . Ka bixêr. Bêka kengî ye.



07.04.2016 00:35 | gumgumok

256. Car caran Mala formata tirşîkê xirab dikem. Haya min jê heye*. Ką hela binêre dirêjîya sermijarê teqez moderator dîn bûne (bnr: xeyalên wek ezê rojekê bo tirşîkê têra ansîklopedîyekê tiştên bi kêr binîvîsim)



26.04.2016 00:05 ~00:07 | azad30

257. Newêrim îtîraf bikim. Wilqasî ziravê min nîne.



26.04.2016 00:29 | gumgumok

258. Ez van rojan li ser ewran radizêm.



07.12.2016 22:20 | endazer

259. Heta demek nêz jî min nizanîbû her du guhên mirov dibihîze;))



08.12.2016 14:50 | porkurîşk

260. Min klama şahê bedo ji keçkeka koreyî re got.
Nûha pir şerm dikim.



08.12.2016 18:51 | cinorek

261. merheba, li amedê Hiqûqê dixwînim û gihame pola 4ê. li vir ders li ser salê hesab dbin, yanî dewra ewil vîze (ezmûna ewil) dewra duyê fînal in. ev du hefte ye, ez dikevim ezmûnên vîzeyê, ji 11 ezmûna 9 qedîyan; mane 2 heb. ceza ozel û cmk. herdu sibî li pişt hev inm ceza ozel dersa sala borî ye, min hêj derbas nekirîye. xwedê bela xwe bide wî yê ev bername çêkirî; ev herdu ders kirine eynî rojê. û ez li vir îtiraf dikim hê jî li herdu dersa nexebitîme; ku ev herdu ders ji hev zortir in, dersên herî zor in. êdî îşev ez ê not mota bixwînim. ez zanim ev ne dersên nota ne, lê çi bikim wext nema.



29.12.2016 18:19 | xendekî