Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
îtîrafên tirşikvanan - tirşik
îtîrafên tirşikvanan
(284) (24) (15)
di mijarê de bigere

37. ez sîxurekî ku di tirşikê de kurdan fîş dike, me.



26.02.2014 19:42 | mergehez

38. ez tirkî ji kurdî baştir dizanim. hêj ez nehatîm li vir min digot qey kurmanci zehf sanahiyê lê belê çen rojê ez li virim ez bi kutahî du hevoka diînim cem hev.



26.02.2014 22:22 | korahî bîbilkêt min girtin

39. Ez naha hewl didim ku hijmara peyamên rojane yên tirşikê zêde bikiM.. Çi bikevê ber min ez dinivîsim..



26.02.2014 23:55 | nan û av

40. ez o se heb moron em lı odake dıjın *



28.02.2014 00:19 | hema wılo

41. yek ji feqiyêteyran hat: http://i.hizliresim.com/xEBd2z.jpg



01.03.2014 22:09 | mergehez

42. kampanyaya ku îro birê ket û baş an xirab çû serî, dilxwede min dabû destpêkirin û mîratê heta çend deqîqe mayîn ji kampanyayê re jî min nekarÎ ez tu amadekariyekî bikim, spontane hema çi hatibe ber dev û dest û dilê min, min li alema twitterê wer kir, hinekan jê girt û hinek jî kes nizanim bi kû ve wenda bûn..



01.03.2014 22:12 | endazer

43. JI BO KU HIJMARA PEYAMÊN DUH HATÎN NIVÎSANDIN BIGIHIJIN 300Ê MIN HETA DEQQEYA DAWIYÊ JÎ PEYAM NIVÎSANDIN.. mIN XWESt ÎRO (YANÎ DOH) EM REKOREK NÛ BIBÎNIN..



04.03.2014 01:00 | nan û av

44. ez ji bo tirşikê pirtûkên kurmancî dixwînim



04.03.2014 01:04 | mergehez

45. ev sê heftî ne karê ku ez karim di sê rojan de bikim, ez nikarim xilas bikim..

îro projeyeka ku min berî 5 mehan çêkiribû bi hênceta ku kêmasiyên wê hene bi ser me de rêkirin, ev cara ewil e projeyek li min vedigere, yanî di ser min de dimîne.. eger projeyê sererast nekim û cardî rênekim ez ê nekaribim heqê xwe bistÎnim û bi xwe re nabînim destê xwe li tu tiştî bidim..

berê min di rojekî de 20 rûpel werger dikir, lê êdî heta rûpelekî xilas dkim nîvê ruhê min diçe..



hilbijartinên şaredariyê nêzik dibin û ez hê jî nizanim bê ez ê çi bikim, berê min digo ya baş ez neçim ser sindoqê di mala xwe de rûnim, du roj berê ji partiya aşitî û demokrasiyê keçikek û xortek hatin ber deriyê malê û pirsa hilbijartinan ji min kirin, min jî ya dilê xwe ji wan re got, wan jî got em herin ber deriyê kîjan malê her rexne û gazindên bi vî awayî tên kirin û gotin em bi xwe jî ji van tiştên tu dibêjî ne razî ne, û di nav partiyê de jî dibêjin, lê kes zêde guh nade me, min go madem welê ye, hÛn çima simsariya vê siyaseta çewt û çelexwehrî dikin, yekî got birayê min li serê çiyê ye û ya dî jî got min di nav vê siyasetê de çavê xwe li dinyayê vekiriye.. seb xatirê van herdu ciwanan tenê mabe dixwazim wê rojê herim ser sindoqê û dengê xwe bidim gülten kışanakê, lê dema navê gülten kışanakê û tiyatroya destnîşankirina endamên şaredariyan ku jê re önseçim dibêjin tînim bîra xwe cardî poşman dibim û vedigerim ser fikra xwe ya berê..



06.03.2014 02:00 | endazer

46. dema ku ez li cihê dawîn hatîn reydan avatara xwe dibînim, ez dibişirim, pir kêfxweş dibim û ez tu rayan nadim peyaman da ku avatara min ji wê derê ranebe *



09.03.2014 00:23 | mergehez

47. ji endazer hez nakim.



09.03.2014 01:30 | hun çawane heval:)))))))

48. ez ji ezmûnan kerixîm. bes e yaw. îsal tenê îsal ez ketima ezmûna 11 stajan.

her ezmûn stresek din, rojên tenê bi ders şixûlandinê derbas dibin, xwarinên ji derve hatî xwestin, kar û barê ku ji ber ezmûnê hatine talûk kirin bi xwe re tîne. paşê ezmûn derbas dibe, rojek tenê jî betlane tune ye. roja din dîsa dibistan heye. hê mirov ezmûna din ji bîr nekirî a din tê. şikir ji xwedê re ez ji hemûyan jî derbas bûm.

lê min tu tişt ji vî salî fêm nekir.emrê min 23 e. ma ez ne guneh im, ciwantiya xwe li malê bi şixulandina dersê derbas dikim.

vaye 2-3 roj e, li amedê ji ernê min, dinya ew qas xweş e ku.. pencereya odeya min li derve dinêre, wek di filma hababam sinifiyê de, li derve dinêrim û dibêjim "dinya gelek xweş e, herkes bi hezkiriya xwe digere" û dû re jî dibêjim bena na. bena na ez li malê me û ders dişixûlim.



09.03.2014 09:12 | brusk56

49. ezmÛna mina öss(ygs lys) tune buna. ezÊ dinav tirşikÊ bÊtir zehf aktÎf buma.



10.03.2014 14:05 | hun çawane heval:)))))))

50. li qursa kurmancî ez hîn di asta yekemîn de me.



10.03.2014 18:24 | mergehez