Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
bi jinan re çûna danûstandinê - tirşik
bi jinan re çûna danûstandinê
(5) (2) (3)
di mijarê de bigere

17. Ji vê êşkenceyê xirabtir tiştekî dî tune ye. Min îsal 19 roj leşkerîya bi peretî kir lê zeman di wir de dibuhurî lê li danûstandinê ku bi xanima re diçim nabihure. Çimkî jin dema diherin danûstandinê nizanin çi bikirrin dibêjin ezê yeko yeko li hemû maxazayan bigerin lê mêr ne wisa ne. Berî ez herim danûstandinê dizanim ezê bo çi diçim loma danûstandina min bêtir di nava nîv saetan de xelas dibe. Carinan xanim dibêje em herin ji min re pantor bistînim hah wê rojê dibêjim xwezî erd biqelişe û ez têde bigindirim. Em ji bo pantorekê di ezana nîvroyê de diherin di destê nîvê şevê vedigerin.



30.11.2019 20:44 | ferhenga şikestî

18. Wekî jinek îmana min a tune jê dihere. Ji ber ku xwerenedîk im nikarim wan kincan yeko yeko biceribînim berê pêdiviyên xwe tespît dikim dawiyê ji ser înternetê li modelan dinerim û wisa diçim dikanan û naxwazim kes li cem min bin û şîroveyan bikin çimkî wê çaxê ez jî dudil dimînim. Ez bi xwe jî nikarim bi hinekên din re herim çimkî bê biryariya wan min zahf aciz dike. Carekê bi hevala xwe re çûm min keçikê li dikanekî hişt û vegeriyam malê.



30.11.2019 23:09 | biaqila malê

19. ne tiştekî ku min aciz dike ye, lê tenê dema ku ez jî tiştinan dikirim ji ber ku ji danûstandinê hez dikim



30.11.2019 23:38 | mergehez

20. ez zû bi zû li ndsan aciz nabim, dikarim vê jî bêjim dema li wargehê em aciz dibûn, çend ndsê li dora me hebûn, em bi meşê diçûn, çend seatekî beredayî beredayî digeriyan li nava wê, tiştekî lazim tune ba jî, me tiştek didît û em dihatin wargehê.

vêceee, ne bawerim ku dema ez di pêşerojê de bi hevjîna xwe re bigerim û aciz bibim.
yanî xwedê bikim wek min derkeve *



13.06.2021 23:07 ~2021.06.14 00:07 | merwano

21. Bêhna mirov teng dike, sebra pêxemberan divê. Yanî hemû jin dibe ku ne wisa bin lê zoriya (piraniya) wan wisa ne mixabin.



14.06.2021 22:03 | xabûrî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» çûna çîyê ya endazer

Kategoriyên mijarê:: jiyan tekili
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî