Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
metin û kemal kahraman - tirşik
metin û kemal kahraman
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. stranbêjên kurd in ku stranên dimilî û tirkî distirin.

berî her tiştî vê bêjim û dewam bikim: belkî stranên ji yên wan xweştir zehf bin, lê li tirkiyê tu kes (kurd an jî tirk) heta niha nekariye mûzîkên bi qasê yên wan xweş çêbikin. hûn gotinên stranên wan jê bibin û guhdar bikin stran ji bedewiya xwe tu tişt wenda nakin, mûzîkên wan ewqas xweş in.



metîn kahraman û kemal kahraman birayê hev in. di sala 1990an de vê komê ava kirine. ji dêrsîmê ne. heta niha 6 albûmên wan derketine;

- deniz koydum adını (1994)

- renklerde yaşamak (1995)

- yaşlılar dersim türküleri söylüyor (1997)

- ferfecîr (1999)

- sürela (2000)

- meyman (2002)

- Çeverê hazaru / Binler Kapısı (2006)

- saê moru (Şahmaran - Bir Aşk ve Ölümsüzlük Masalı) (2010)

- oğul (2013)



metin kahraman her wiha yek avakerên grup yorum bû. kemal ji beşa edebiyat û zimanê tirkî xwendiye lê paşê dev jê berdaye û derbasî beşa felsefeyê ya odtüyê bûye. metîn jî beşa radyo û televîzyonê xwendiye.

Piştî Kemal Kahraman ji bo perwerdehiyê diçe almanyayê Metîn Kahraman jî diçe wir û herdu bira xebatên xwe yên muzîkê bi awayeke profesyonel di studyoyên alman didomînin.



ez bawer im strana wan ya herî navdar deniz koydum adını ye. min albûma wan ya bi navê ferfecîr ewqas guhdar kiribû ku min êdî ji ber kiribû. yek ji stranên wan yên bandorker yapma ye ku behsa leşkerên tirko yên ku guhên gerîlayan berhev dikin, dike. dilê mirov diperitîne.



bi qasê zanim demekê ji ber ku derbarê wî de qerara hepsê hebû, kemal demek dirêj neçar mabû ku li derveyî welêt bimîne.



15.02.2014 17:27 | simurg56

2. ji dêrsimê ne. kirmanc in wek min. lê min heta niha ji bilî careke ji ber bêçaretî qet guhdarî nekiriye. zazacî ne, qaşo dibêjin zaza ne kurd in.



(bnr: zaza zimbabweyî ne)

(bnr: dimilî deylemî ne)

(bnr: kirmanc kirmanşahî ne)

(bnr: kird ukraynayî ne)

(bnr: mesele yanî)



16.05.2016 02:50 | endazyar

3. birayên deng xweş in. zazakî û kurmancî jî zanin. her çiqwasî zêde kurmancan/î hez nakin jî (ji ber zilma li ser zazayan) deng û stranên wan tije ruhê kurdî ne.

cara yekem hatin qoserê û min wan li wir zindî guhdarî kir. dengên wan hêja bûn.

lê dema qala meselan dikir bi rastî jî min digo hindik maye bibêje "ben şimdi buraya niye çıktım" :(



29.12.2019 23:17 | berxweda

4. biqasî performansa wan yên zindî kêm performansên zindî yên wisa serkeftî hene. çewanîyek din li muzîkê dikin. bikêf guhdarî dikim



29.12.2019 23:33 | lîfikê firaxê

5. ên ku stran û mûzikên wisa depresîf çêdikin ku mirov 2-3 saetên bênavber guhdarî bike, wê bikeve bradîkardiyê belkî bimire jî wele.



30.12.2019 21:38 | brusk56

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» metin uca
» kemal
» kahraman qahraman ezidi hussein

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrnbj
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî