19. Dewletê dest bi guhertina navçeyê kiriye. Hedî hêdî rêyên kevirî radikin û di şwîna wê de alfasta reş birra dide. Her wiha qereqolek û rêyek nuh li jora taxa çiyê çê kirine. Dibêjin rêya xabê jî şoze kirine û ew ê wê jî asfalt bikin. |
|
09.06.2016 22:35 |
berxweda
|
20. (bnr: kurdên sekûlerîst) |
|
16.04.2018 16:01 |
xwelî li ser
|
21. bajarê hevalekî min î winda. Heke tu hê zindî bî ji kerema xwe deng bide. (bnr: nûçik; dizîya tuyapê rih û can e!) |
|
17.04.2018 01:28 |
jifêzagorda
|
22. Navçeyek mêrdîne Hetan 12 saliya xwe li gundekî wê mezin bûm. Ez bawerim li tu navçeyên Kurdistanê qasî Dêrikê araq nayê vexwarin. Heta di stranekê de hevokek wek "Dêrikiya nakim giştik araqçîne" hebû. wekî din Bi zeytûn û hijîrê xwe jî navdare. |
|
16.04.2020 02:09 ~02:10 |
f
|
23. li gor gotina hevalê min navenda wê bajarê de zarokên kurd piraniyan wan zimanê xwe baş dizanin deng û listikên zarokên derve bi kurdî ye. şanaziyek bêhempa, hêvî dikim wisa ye û heta dawiya dinyayê ev rewş înşalah wilo bidome: |
|
16.04.2020 19:26 |
kajav
|
24. Navçeyek girêdayî mêrdîn e, ku di sêgoşeya mêrdîn, riha û amedê de ye. Bajarê ku axaftina me û ya wê wek hev e. Ji loma her çiqas min dêrikê nedîtibe jî dema navê wê dibihîsim hestên min bilind dibe. Bajarek kurdewarî ye û girêdayî çanda xwe ye. Bi devoka wê fesadî û paşgotin pir xweş e. Bi rastî ji bela ku navçeya lê dijîm kozmopolît e, an me bajar guherandiye an ji ber ku bi kurdî mijûl dibim, ji axaftina mirovan memleketê wan bi hêsanî û rêjeyek bilind rast tê derdixim. Dema yek bi devoka xwe biaxive, ji bilî bajêr heya bi navçeya wan jî pê derdixim. Vêca bêyî dêrikê bibînim jî heya niha min gelek cara texmînên rast gotiye. Li mêrdîn bi 3 devokan tê axaftin. Yek jê ya dêrikî ye. Dêrik, şemrex û qismek stewrê yanê bakur-rojhilatê mêrdîn bi vê devokê diaxive. Yek jê qoser, nisêbîn, midyat û qismek jî şemrex e. Axaftina van navçeya jî torî ye. Yek jê jî derdora kerboran û cihên nêzî sînorê şernexê ye. Ev jî axaftina wan torî û botî tevlîhev e. |
|
20.04.2021 01:44 |
tîrêj zana 21
|
îy yo hee [1] |
|
fuckîro rebeno [1] |
|
nexweşiya mirovê vî wextî [2] |
|
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |