Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 27 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; kovara zarema
peyamên çepikkirî

37138. carinan di veqetandinê de xêr heye. pêşî kovareke hêja valahiya rexneya wêjeya kurdî dagirt. niha jî bawer im valahiya hunerê yê werê dagirtin. bi min ev tiştekî erênî ye. û bi qasî ku min dîtî yên veqetayî û yên mayî di nava xwe de niqaşek dernexistine û jev nexeyidîne. ev tiştekî baş e. bila hinekî din bi pêş de biçin ku nivîskarên her du kovaran nivîsan bişînin kovara din jî.



06.06.2013 03:00 | salim rehman

39718. kovara nû ya kurdî ye ku bi angaşteke mezin derketibû. ji kovara wêje û rexneyê ve cudatiyek pêk aniye ku wê ji xeynî wêje û edebiyatê qala muzîk û huner falan jî bikin neyse bi xêr be min hejmara nû bi dest xist min piçek jî xwend. têde behsa tirşik.netê jî hatiye kirin. bi nivîskarê me yê hêja endezarî re hevpeyvîneke xweş kirine. endezar behsa tirşikê kiriye, bi pirs û bersiv kul û derdên me û armanca tirşikê vegotiye



08.06.2013 14:50 | simurg56

39735. niha li ber destê min e. kovareke zimanê we pir xweş e. ziman ji sarbûniya rexneyê azad kiriye. kinbeş ji bo ku xwendekar jî tevlÎ dibin bîrbirineke pir delal e. Nivîsa mehmed şarman ya bi navê "emê! tu dikarî di tariyê de jÎ bi tirkÎ biaxivî" hem bi zimanê xwe û hem jî bi peyama xwe nivîseke gelekî balkêş e.

Bixwînin hûn ê qet poşman nebin.



30.05.2013 15:52 | simurg56

39838. min kovar girt lê xwezî redaksiyoneke baş lê bihata kirin. ji aliyê dîtbariyê re ez dibêm qey kovara herî xirabe di wêjeya kurdî de. xwedê giravî bi hişmendiyke mezin derketine rê. bi qasî min dîtî ferzan şêr jî endamê kovarê ye. bila êdî weke ku li ser pirtuka remezan alan nivîsî bila li ser zaremayê jî binivîse. lê çaxê bi pirtuka remezan alan re muqayese dikim, divê ferzan şêr 100 rupel rexne binivîse êdî *



16.06.2013 16:10 | simurg56

39873. di vê kovarê de nêrîna dijkolonyal pir girîng e; yanî her çi binivîsin wê ji aliyekî hay ji bindestiya xwe hebin û bi feraseteke kurdistanî binivîsin. çar tiştên ku ez li ber ketim min dîtin: 1. camêrin ji wêje û rexneyê veqetiyane, wan û xebatkarên wêje û rexneyê yên niha tu gotineke nexweş ji hev re nekiriye; lê hinek salakşör li ser navên wan bi hev dikevin. 2. hin kes dibêjin 'ma qey yek ne bes bû çi hewce bû' ev jî tam ehmeqiyek e. di tirkî de bi hezaran kovar hene, lê nayê bîra kurdekî ku bibêje 'ma çi hewce ye ku ewqas hebin', lê kurd mixabin carinan xwe liyaqî tiştinan nabînin, tiştinan zêdeyî xwe dibînin, çi bêjim mala bindestiyê xera bibe ku ev ruhên me gemarî kirine. 3. kes tiştekî li ser naveroka wê nabêje, lê hemû qala formatê dikin. mixabin ev jî nîşanî me dide ku hîna gelek kes ji me ji qonaxa şikl derbasî qonaxa naverokê nebûye. 4. hin kesan li vê platforma navêkesîlênediyar navinî xebatkarên kovarê dane ku bêhna qayişkêşiyeke şexsî jê difûre û ev jî eybeke mezin e bi rastî. de bila li ser xêrê be li kurdan..



30.05.2013 12:45 | simurg56

39874. bila pîroz be li kurdan. çiqas kovar hebin ewqas baş e li gor min. nivîsa mihemed şarman emê... û ya mîrza baran nivîsên resen in, siheta hemû xebatkaran xweş be.



06.06.2013 19:21 | brusk56

132951. weşanxaneya avestayê derxistina kovarê biriye ser xwe û kovar dîsa dest bi weşanê kiriye ku ev nûçeyekê pir xweş e. hejmara 14an di firotinê de ye. mixabin min tenê pênç hejmarên pêşîn kirrîne. havîna çûyî min li înternetê hinin hejmarên wê peyde nekiribû ji ber wê yên heyî jî nekirîbû. mentiqekê nebaş. :/

Here lînkê



06.06.2013 16:08 | endazer