Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


12 mijar û 19 peyam
kovara zarema - tirşik
kovara zarema
(26) (0) (5)
di mijarê de bigere

21. min kovar girt lê xwezî redaksiyoneke baş lê bihata kirin. ji aliyê dîtbariyê re ez dibêm qey kovara herî xirabe di wêjeya kurdî de. xwedê giravî bi hişmendiyke mezin derketine rê. bi qasî min dîtî ferzan şêr jî endamê kovarê ye. bila êdî weke ku li ser pirtuka remezan alan nivîsî bila li ser zaremayê jî binivîse. lê çaxê bi pirtuka remezan alan re muqayese dikim, divê ferzan şêr 100 rupel rexne binivîse êdî *



21.05.2014 23:55 | tujo21

22. berî ku dest bi postkolonyalîzmê bikin gava pêşî bila edîtora kovarê dev ji wergerkirina berhemên bi îngilîzî ji bo tirkî berde ku ji xwe ev nivîskar kurd in. bila wan wergerîne kurdî û paşî behsa postkolonyalîzmê bike.



22.05.2014 00:00 | dara

23. gelo kijan gotar ji ingîlizî bo tirkî hatiye wergerandin min tam fehim nekir.Helbet werger pêwîst in ji bo kovaran,ger pirtûkên teorîk tev de bi kurdî hebûna xwendevan û nivîskarê kurdî di şuna yê tirkî de ev bixwandana heya ku zimanê gotarê wan xira nebûya.



22.05.2014 00:03 | tivirloismail

24. ne ji bo kovarê dibêjim keko, ji bo xebatên wê yên pirtûkî dibêjim. maşeleh xizmeteke mezin ji birayên xwe ye tirk re kiriye. şeş heft pirtuk wergerandine tirkî ji bo avesta.



22.05.2014 00:08 | dara

25. min kêm zêde hemû nivîs xwendine wekî hevalan jî gotî kêmasiya redaksiyonê hebe jî bawer im di jimara bê de ew ê were çareserkirin lê nivîsên akademik bi mêjiyeke kurdî çi qaS XWEŞ E MİROV VÎ TİŞTÎ TÊRA XWE BAŞ DİBÎNE DEMA ZAREMAYÊ BİXWÎNE



22.05.2014 00:41 | elomelo

26. di vê kovarê de nêrîna dijkolonyal pir girîng e; yanî her çi binivîsin wê ji aliyekî hay ji bindestiya xwe hebin û bi feraseteke kurdistanî binivîsin. çar tiştên ku ez li ber ketim min dîtin: 1. camêrin ji wêje û rexneyê veqetiyane, wan û xebatkarên wêje û rexneyê yên niha tu gotineke nexweş ji hev re nekiriye; lê hinek salakşör li ser navên wan bi hev dikevin. 2. hin kes dibêjin 'ma qey yek ne bes bû çi hewce bû' ev jî tam ehmeqiyek e. di tirkî de bi hezaran kovar hene, lê nayê bîra kurdekî ku bibêje 'ma çi hewce ye ku ewqas hebin', lê kurd mixabin carinan xwe liyaqî tiştinan nabînin, tiştinan zêdeyî xwe dibînin, çi bêjim mala bindestiyê xera bibe ku ev ruhên me gemarî kirine. 3. kes tiştekî li ser naveroka wê nabêje, lê hemû qala formatê dikin. mixabin ev jî nîşanî me dide ku hîna gelek kes ji me ji qonaxa şikl derbasî qonaxa naverokê nebûye. 4. hin kesan li vê platforma navêkesîlênediyar navinî xebatkarên kovarê dane ku bêhna qayişkêşiyeke şexsî jê difûre û ev jî eybeke mezin e bi rastî. de bila li ser xêrê be li kurdan..



22.05.2014 01:38 | maro

27. bila pîroz be li kurdan. çiqas kovar hebin ewqas baş e li gor min. nivîsa mihemed şarman emê... û ya mîrza baran nivîsên resen in, siheta hemû xebatkaran xweş be.



22.05.2014 01:48 | qomançêro

28. pirs û bersivê ku di kovarê de li ser tirşikê hatine belavkirin;



1.Tirşik çi wextî ji teref kê/kiyan ve hat damezrandin.



1. malpera tirsik.net di meha hezîrana sala 2013an de, weke malpereke girêdayî wergerine.com û turkcekurtcesozluk.comê hat vekirin.





2.Herkes dikare di tirşikê de binivîse



2. herkesê ku bixwaze û dikare bi kurdî binivîse, dikare bibe endamê tirşikê. piştî bûna endamê tirşikê pêwist e nivîskariya we ji aliyê moderasyona tirşikê were aktîfkirin, piştî hingî endamê nû-nivîskar bi ya dilê xwe dikare mijarên nû veke an di bin mijarên heyî de di nav peyamekî de fikra xwe bêje.



3.tu dikarî statîstîkê tirşikê bidî.



3. îstatîstîkên heta dawiya meha sibata 2014an wisa ye: hejmara peyaman: 25.720, hejmara mijaran 7.127, hejmara nivîskarên qeydbûyî: 954 e.



4.Yê herî zêde peyam nivisî ye kî ye



4. ya rast li ber destê min lîsteyeke birêkûpêk nîne ku ez yeko yeko bihijmêrim lê dikarim çend nivîskarên ku bi zêdebûna peyamên xwe yên di tirşikê de balê dikişînin bêjim; @endazer 3800 peyam, @simurg56 3300 peyam, @brusk56 1500 peyam, @ceso 1000 peyam, @elegez 700 peyam, @cinorek 600 peyam, @nan û av 600 peyam, @mamoste 400 peyam, @mazlumozdogan 400 peyam, @nazim tolhildan 400 peyam fîlan..



5.Eleqa nivîskar rewşenbîrên kurdan bi tirşikê re heye, çawa ne.



5. erê di tirşikê de çend nivîskar û rewşenbîrên kurd ên berniyas hene û bi navên cuda dinivîsin lê ji ber ku di tirşikê de zemîn û atmosfereke bêserûber ya serbestiya derbirîna fikrî û rexneyan heye, û ji ber ku civaka kurd -xwende û nivîsendeyên kurd jî tê de- civakeke girtî ye û her rexneyekî wekê reşkirin an rabezînekî li hemberî heyîna xwe dibîne, di nav nivîskar û rewşenbîrên kurd de biheqî hêj belav nebûye, yanî erê xebera pirraniya wan jê heye lê ji ber ûşt û egerên muxtelîf xwe jê dûr vedidin. an jî bi navên ku em nizanin, tê de dinivîsin û em nizanin.



6.Hûn ji tirşikê çi hêvi dikin.



6. berî her tiştî em dixwazin ji rojeva serdestan û ji ajandaya mêtingeran wêdetir rojev û ajandayeke bi kurdî û kurdistanî çêkin, û herwiha em dixwazin databankekî bi kurdî ya berfireh ku tê de ji şîrê şêr bigire heta formûla çêkirina kurdistaneke serbixwe, ji bêje û biwêj û zargotin û metnên kurdî yên li ber metirsiya nemanê bigire heta rê û rêbaza perçekirina dendika atomê, ji pozîsyonên seksê yên di nav civaka kurdî de bigire heta klîşeyên helbest û stranên kurdî, behsa her tişteka li ser rûyê erdê bike, û herwiha em dixwazin bi pişkdariya kurdên ji her beşeka kurdistanê û ji ji her zarava û devokeka kurdî, devok û zaravayên kurdî biçekî din nêzî hev bibin, zimanê kurdî biçekî dî ber bi standartbûnê ve biçe, neteweya kurdî biçekî din qalib bigire û hişmendiya kurdistanê biçekî dî li nav reh û demarên kurdan bigere. bi kurt û Kurmancî em dikarin bibêjin ku armanca tirşikê ew e ku li ser înternetê derbarê her tiştî de agahî û şîroveyên kurdî werin berhevkirin û arşîvkirin û bi vî awayî dema kurdek bikeve înternetê bikare her tiştî bi kurdî peyda bike.



7.Problemên we hene hebin çi ne.



7. erê çawa?! mezintirîn pirsgirêka me, em dikin nakin nikarin xwe bigihînin kîtleya xwe ya potansiyel, tevî hemû hewldanên me, heta niha teqrîben 1000 (bi nivîsê, hezar) nivîskarên tirşikê çêbûne û ji nîvî zêdetir ê van nivîskaran hêj destê xwe qene li peyvekî jî negerandine, yanî bi jargona tirşikê qet netirşikandine, ez naxwazim tu kesî deşîfre bikim û bidim şermê lê em dibînin heta êvarî li ser mecrayên din ên sosyal medyayê kêf û seyranê dikin, lê dema tu ji wan dipirsî tu çima di tirşikê de nanivîsî, xwe didin paş perdeya hêncet û mahneyên wek, wextê min nîne, ez bi xwe re nabînim, ez ji sîstema tirşikê fêhm nakim, ez bi kurdiya xwe ne bawer im, ez vêga diçim kursa zimanê kurdî hema çawa ez serwextê zimên bûm ez ê binivîsim, kuliya zimanê min xwariye, ''okiyam ama yazamiyem'' mozqirtikê bi zimanê min ve daye, tirşik bûye cihê reşkirin û rexnelêgirtina destkeftinên kurdan, destê min lê nagire ku ez di tirşikê de binivîsim, ji ber ku ne min tirşik vekiriye û ji ber ku di tirşikê de tu payeyek neketiye ser milê min ez ez xwe lê nakim xweyî û tê de nanivîsim, filan.. hêj berdestnebûna versiyona mobîl ya malpera tirşikê jî yek ji pirsgirêkên me yên mezin e ku dilê gelek bikarhênerên me yên xwedî smartfon ji tirşikê dihêle..



8.Tirşik di medya kurdî de cih girtiye?



8. li ser înternetê di gelek malperan de nûçeya tirşikê derket, lê di malper û rojnameyên ku me hêvî ji wan dikir û pirraniya kîtleya potansiyel ya tirşikê jî xwendevanê xwezayî yê wan e, nûçeya tirşikê di ser guhê xwe re avêjt, herwiha li ser sosyal medyayê jî çend kes û komên kurd ên popûler ku bi hêviyên mezin me ji bo tirşikê hawara xwe gihande wan, qene berê xwe jî bi me ve nekirin.



(amedekar; mihemed şarman, kovara zaremayê, hejmarar yekê)



06.06.2014 00:32 | endazer

29. hejmara duyem,derket bi naverok û forma xwe hêja dixwiyê.ev hejmar ithafê gelê êzdiyan kirine.



04.09.2014 19:32 | tivirloismail

31. kovara ku hejmara sêyem bi helbesta arjen arî efendîno vedibe û bi wêneyên şerê man û nemanê ên kobanêyê diqedeye. Nivîsa şerner ozmen a Çîrok û Çîrçîrokên Hunera Hevçax pir balkêş e. naverok ev e: Here lînkê



25.04.2015 01:01 ~01:02 | seydayê_peyvan

32. kovara zarema digel kovara wêje û rexneyê di kovargeriya kurdî de destpêka serdemeke nû ne. ew her du kovar bi naverok û kalîteya xwe, mijarên ku hildidin dest dikin ku nivîsa kurdî, zimanê kurdî derkeve asteke bilind... heta niha tim dihat gotin û lorandin ku çima di kurdî de rexne tune, ... a ev her du kovar vê vahiya muhîm jî dadigirin...



01.01.2016 19:56 | pîrêmerd

33. kovareke akdemîk e, niha bi hejmara xwe ya şeşem ve bi li ber destê xwînerê xwe ye.



02.01.2016 02:12 | subasi842

34. vi kovara malpera (lînk:pirtukakurdi.com) sedi 40 erzani heye nıha



02.01.2016 09:27 | mala te ava

35. Kovara ku min bi xêra wî tirşîkê nas kir û ez bume endam. Şîrove û analîzên nivîsên kovarê gelek cih de ne û mesele ji bo kesê ku ji derûnnasîyê hez dikin dikarin serî li zarema yê bidin, di mijara "romanê de bikaranîna sembolîzm ê" de agahîyên baş dixe pêşîya me.



01.06.2017 13:19 | azad30

36. esehî ez qaîl bûm ku di nava civata kurmancan de xweşbîn kêm in. Ka Bergê Hejmara 11emîn a Zaremayê binêrin, piştî bobelata weşanxaneya belkîyê ev jî qewimî.

Here lînkê



31.08.2017 15:48 ~15:49 | tizbîkêş

37. li gor daxuyaniya wan kovar êdî neyê çapkirin. herî dawî hejmara 13emîn çap bibû. min fehm kir bê ka çima 13 di nav ewropiyan de wek hejmareke bêyom tê qebûlkirin.



01.07.2018 18:05 ~22:00 | bargiran baran

dengdanên dawîn (yên din..)
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Pirsgirêkek din: her kes di bubble-ê xwe de dijî. Tenê mijarên hilbija...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [1]
Xwîna-Pak Ji te re dibêjim, Tu yî tu! Erê hem jî gelek baş dizanim...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2]
Li pey Xeyalekê Her caran bo te hewil didim Helbestên pes...
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
belki ev jî bala te bikişînin
» kovara şewçila

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi kovarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî