Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


39 mijar û 68 peyam
şoreşa xwezayî - tirşik
şoreşa xwezayî
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. navê strana (bnr: evîn û jînda) ye.

stranek bêhempa ye. klîba wan, mûzîka wan, dîmenên gerîllayan xwesteka tekoşînê dide mirov. ew giyan û hêza di mûzîka wan de, eşka jiyanê dide, kêfxweş dike mirov. carekê temaşekirina vê klîbê heftiyekê têra mirov dike ..







19.02.2014 00:40 | brusk56

2. Strana ku îro dema min xwest strana xwezîya hêvî lêxim, ji dêlava wê li ser malpela youtubê derketîye. Gotinên stranê û dengê her du keçên gerîlla gelekî li hev hatine.
Dema min vîdyoklipa stranê temaşe kir çûm zaroktîya xwe ku ew rojên emîne ayna ji partîyê daxwaza xwe ji bo berendamtîya Nisêbîna rengîn danîbû.
Li dij wê jî camêrek ji partîyê hebû lê gelek kesên wek mezinên me davêtin li pişt emîne ayna.
Tê bîra min, kolanên Nisêbînê tevlî li ber hewşa mala me tije ji poster, brandên şêrikî ku li ser wan hem ala rengîn û şanîya partîyê hem jî sûretê wê jinika hêja hebû. Îca ez û layê xalê xwe, me wan postera dihila û wek mezinên xwe dirûşma davêt :
emîne ayna, emîne ayna, tu her bijî!

Îca rojekê, mizgînîya serkeftina canikê hat ku Emîna zora dijberê xwe biribû û wek berendam hatibû bijartin. Wê çaxê xelkên Nisêbînê, pîrek,zilam,keç,xort zarok.... Hemû xwe avêtibûn derve û li pêşîya wan Emîne Ayna dimeşîya. Gava hatin li ber taxa me, pîrka min jî daket jêr û xwe avêt himbêza wê, ew maçî kir û pîroz kir. Ew dîmen tucar ji ber çavên min naçe...

Nîşe:
Girêdanka vîdyoya ku birêz @birusk56 danîye naxebite. Ji loma a kêrhatî pêvedikim:





16.09.2021 22:14 ~22:41 | pîroz

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» şoreşa îlonê

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî