Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


45 mijar û 87 peyam
cekdar - tirşik
cekdar
(8) (1) (2)
di mijarê de bigere

1. nivîskarê tirşikê yê, hê bala admîn û moderatoran nekişandîye. lê bala min kişandîye. berîya moderatoran ez jê re bejim; bi xêr hatîye, li ser seran, ser çavan hatîye. bila ziman û pênûs a wî tûj be, li hemberî dijminan, wek hin nivîskarên din ne li hemberî kurdan.



19.02.2014 12:21 | nazim tolhildan

2. Xêredar be. : )



19.02.2014 17:53 | cekdar

3. nivîskarê ku bi rastî jî mereq dikim, gelo ji bo 06.02.2014 vîdeoya abdullah öcalan ya lêpirsînê çi difikire, piştî van vîdeoyan fikra wî ya derheqê öcalan de guheriye an na? eger erê çima eşkere û deklare nake? ji bo tirkên kemalîst yên ku radibin û rûdinin dibêjin eger ne ji atatûrk û artêşa tirk bûya niha em hemû kurê qehbê bûn, me nedizanî bê bavê me kîjan efserê îngîlîzan bûye, çi difikire?



21.02.2014 04:10 | endazer

4. (bnr: tecrîda imraliyê) wekî silhedîn demîrtaş gotî "vîdyoyên we yên bêbingeh ne serê vî miletî tevlîhev dike ne jî tesîrê li pêvajoyê dike.Her yekî jî we 15 saetekê têxin wê derê hûnê hemî nirxên xwe bifiroşin."



21.02.2014 21:22 | cekdar

5. çekdar nekeve mesela xwefirotinê di 80êyî de (mînak zindana amedê, mêrdînê) wan şertên giran pirr kes xera nekirin tew baweriya wan zêde kir. îca tu mesela we ya 15 saetan!! yekî di wur de mabû xwe digo ez û 7 kesên din di odeyeke çarîkê a öcalan de mabûn, ez behsa îşkenceyê nakim jî..



piçekî li ser qûna xwe rûnê û bifikir û bes peyva dubare bike..



21.02.2014 21:31 | berxweda

6. xweyê dubarê û mişt nakokiyê berxweda.Ma êkî wey te reş-propaganîst, xweyê dûvê rep wê zindanan bîne bîra min.Ka pêşî dûvê xwe sist bike, dest ji gotinên rahêlanî berde û serê xwe ji cuhurê xwe der bêxe paşê behsa fikirînê ji min re bike.Hekî te xîret hebe pariyeke ji peyama/(bnr: tecrîda imraliyê) min ji endezar re nivîsî bixwîne...yê nikare ji ber rikberiyê xwe ji du, sê stûnên tawanbar ê kifkû xilas bike dibêje "bes peyva dubare bike".piçekê nûjen be, xwe netirsîne hekî mirov bivê dikare xwe ji hizirên paşverû bike. ma heta kengê ev rikberî.



21.02.2014 21:48 | cekdar

7. bibore piştî vê peyama ezê nema bersivan li pirsê te yê bêfikirîn bikim. Ji ber ku tu nafikirî..



1- tu kes nikare şertê 80ê yî û şertên öcalan bîne ber hev û bibêje şertê öcalan girantir e. ger bibêje girantir e an şertê 80êyî nizane heke zanîbe jî tenê tiştek jêre dimîne ku pirr navê wê heye (partizan ,-ist(pirr caran dibêjim kemalist), fedaîbûna fikirekê).



2- behsa rewşa kurdan kiriye. wextê öcalan li şamê di bin parastina esadan de bû(bibore di bin tecrîdê de bû), xweş tê bîra min bê rewşa kurdên rojava çawa bû. bênasname, ji ber bênasnamebûne jî her tiştên xwe li ser navê ereban qeyd dikirin û ne xwediyê tu tiştî bûn. wekî din zindanên sûrî ji ber kurd bê nasname bûn wan dadgehên wan kêfî bûn û tu qeydê mana zindanên surî û dadgehên wan jî çênedibin. ez dikarim dehan tiştên öcalan didît û rast nedikir bijmêrim.



ew kesê nikarîbû rewşa wan li surî xweş bikira behsa tecrîta xwe ûrewşa kurdan dike.



Jiber wê kekê çekdar dev ji klavyeyê berde û here çend pirtûkên dîrokî bikere ku bila ne tenê ê di fikra pkkê de bin. bila ê her fikrî be ji bo tu baş fahm bikî ku rewşa kurdan çawaye. (ez bawer im te dîroka tirkî xwendiye û te tişt jê bawer nekiriye ji ber ku te pirtûkên fikra li hemberî wê jî xwendiye)



de bimîn di xêr û xweşiyê de



21.02.2014 22:47 | berxweda

8. ez bersiva xalên te dayî yeko yeko nadim.Hemî bi rihetî dikarin bên pûç kirin.

Ez nizanim te ji kû zaniye ku min ji kê û çi xwendiye?

Ez ji vê qasê piştrast im ku dîroka partiyên kurd ez têr dizanim.û ev zanîn ji çavkaniyên wan partiyan bi xwe tê.Lê qesta te kîjik çavkanî ne?

Rastî jî ez mereq dikim kîjan pirtûk in yên te divê ez bixwinim.Ez li hêviya pêşniyara te me?Lê ne we be tu ziqqÛmên wekî nasnamê pêşniyar bikî.Hekî tiştek ji reşkirinê dûr be , Ezê keyfxweşî karibim bixwînim.Lê şika min ji te heye?belê pêşinyarên te kîjan pirtûk in ?



21.02.2014 23:33 | cekdar

9. te kîjan pirtûk xwendine ger te ewas pirtûk xwendibin neheddê min e ku ez pirtûkan pêşniyarî te bikim!

te çi îxanetê( bnr:xayîn ) partiyên din dîtine ku di nav pkkê de tune û tu bûyî partîzanê pkkê?



û mesele ne hejmara xwendina pirtûkan e.. weke min li jor jî gotiye ger meriv nefikirine, zanebûnê hemû mirovatiyê jî kêrî wî nayê.



22.02.2014 00:05 | berxweda

10. ez çi dibêjim tu çi dibêjÎ rastî jÎ ti rê ji te naçe lo..(bnr: vêca were vî barî li vÎ kerî bike)



22.02.2014 10:13 | cekdar

11. nivîskarê ku, tewsiyeke min ê jê re hebe ye:

ma tu nizanî ku karûbarên qaşo-dijberên pkkê, li holê de çirtik û lotik avêtin e. dijwarîyê de serê xwe di bin erdê dikin, lê rehetîyê de jî niqaşan dikin. dev ji wan berde û bila xwe bi xwe re niqaşan bikin.



22.02.2014 10:47 | nazim tolhildan

12. nivîskarê ku piştî şiroveya / /31288 rasteqîn yê pêl hed û hidûdê terbiyê kiriye bersivek/ /31299 qerase dayiyê ye.

Çawa çêbû qey zora te çû ? vêca tu çima qûna xwe li erdê didî. gotin û nivîsên te bi xwe pîvana "vala Û ehmekî" û "gengeşe şareza"tiyê" ye. HekÎ dermanê ehmeqiyê hebûya pêşî te yê li xwe bidaya. çima tu niha dûvê xwe yê rep têxî nav çaqilên xwe û hirrîna xwe dikî kûz kûz.



21.03.2014 13:01 | cekdar

13. nivîskareke ku ew jî wek min, ji kê re be bila bibe ferq nake, heqeretan qebûl nake ye. ya ecêb ewe ku, kesên ku ramanên me re ango ji me re hezar heb heqeretan dikin, em dengê xwe nakin. lê dema ku em du pirsan dibêjin bi çolê dikevin û bi hêrsan ve nizanin yê çi bikin.



21.03.2014 18:34 | nazim tolhildan

14. nivîskarekî zimanxweş û kérhatî ye. li gel reşreşokén virde wirde bi lewnekî xwedî rûmet û qaîm disekine. tirşika te xwarî li te helal be



10.05.2014 22:36 | renas

15. çûbû seferê, hatiye ve, cardî bi xêr hatiye ;)



24.09.2016 17:45 | endazer

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
uvuvwevwevwe onyetenyevwe ugwemubwem ossas [1]
Tiştê ku ez dibihîzim, hevpeyvînerê di vîdyoyê de diyar e ku Afrîkî ye...
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
afroamerîkî [1]
amerîkiyên reş in. ango kesên afrîkî û amerîkî ne. kesên ku ji wan re ...
simurg56 [2]
Nojdarekî serkeftî yî tirşikê ye. Min îroj xaltîka xwe bo muayene û te...
belki ev jî bala te bikişînin
» cekdar

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî