Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
rasteqîn - tirşik
rasteqîn
(24) (11) (3)
di mijarê de bigere

1. nivîskareke nipûnû yê tirşikê ye.. bi zimaneke xweş û sivik û sade û objektîv dinivîse.. bi qasê ku dixweye ne mûrîd û mûbtelayê tu rê û rêxistin û rêberan e.. hebûna kesayetên bi vî rengî yên azad û serbixwe yên di nav civaka kurd û civaka tirşikê de ji bo min cihê kêfxweşî û şanaziyê ye..

xwudê bike ku di tirşikê de her berdewam û temendirêj be..



19.02.2014 15:03 | endazer

2. mamosteyekÊ pratÎk e. bi çend peyvÊn zelal rewşa zayendÊn zimanÊ kurdÎ bi min salix da. (kampanyaya rakirina zayendên zimanê kurdî/26818)

ez ÊdÎ piştgirîyÊ nadim kampanyaya rakirina zayendên zimanê kurdî.



20.02.2014 18:44 | cinorek

3. yek ji nivîskarên hîperaktîf yên vê dawiyê ye. (bnr: hêdî be şampiyon)



20.02.2014 22:02 | simurg56

4. nivîskarê ku bi hatina wî gelek kêfxweş bûme ye. mirovekî dînamîk e.

di nav 2 rojan de ketiye di nav nivîskarên ji sedê zêdetir peyam nivîsandî .



21.02.2014 00:25 | brusk56

5. nivîskarêkî li gorî wî navdarê, ango bi peyvên wî xwe ve popilar e.

bi rastî ji rast dibêje, ji ber ku (bnr: herkesin kendine göre bir popisi var) *



22.02.2014 10:54 | nazim tolhildan

6. nivîskarê ku bi xurcezîn û gencÎneya xwe ya wekê keştiya nuh nebî ji her tiştî cotek tê de heyî, min ecêbmayî dihêle û kêfxweş dike.. çend kêmasiyên wî yên rêzimanî hene, lê eger bi vî awayî di tirşikê de berdewam be, di nav du sê hefteyan de wê bikaribe bihêsanî pirtûkeka rêzimanî li pirtûkxaneya kurdî zêde bike..



22.02.2014 16:34 | endazer

7. kedkarekî mezin a tirşikê ye. nivîskarekî rasteqîn e.

(bnr: xwedê jê razî)



26.02.2014 00:01 | brusk56

8. nivîskarê ku ji bo wêneya profîla xwe wêneyek ku egoîzma wî derdixe holê, hilbijartiye, ye.

wêne: http://i.hizliresim.com/e2383O.jpg



07.03.2014 14:32 | mergehez

9. dibêjin di ezmûna têketina zanîngehê de bûye 104. (sed û çaremîn).. û dev ji xwendina xwe ya di zanîngehên marmara û boxazîçiyê de berdaye..

min jî di vê ezmûnê de puaneke baş derxistibû lê ne bi vê ecêbê..

ji vir Û pê de êdî ji bo min the monk who sold his ferrari yanî metranê ku ferrariya xwe firotiye yek e..



08.03.2014 20:22 | endazer

10. nivîskarê ku heke ku ji fikir û ramanên xwe bi bawer be divê neçe û li vir berdewamî vegotin û nivîsandina fikarên xwe bike. ez li ekşiyê jî nivîskar im berî ku lê bibim endam çend hevalên min gotin nickeke tirkî ji xwe re hilbijêre û di 10 peyamên xwe yên pêşîn de nekeve meseleya kurd û kurdistanê. lê min bi ya wan nekir û bi nickeke kurdî lê bûme endam. bi min jixwe pejirandina nivîskariya min bi xêra kurdbûna min e. rêveberên wê kesên ku xwediyê fikrên cûda hildibijêrin û ew dikin nivîskar. ekşî cihê şerê fikaran e. yê ku ekşiyê li ser piyan dihêle jî ev e. wexta ku haya min ji tirşikê tinebû ez ji bo parastina fikar û ramanên xwe lê bûm. gellek caran ketim nav şerê fikaran lê min ti carî hizir nekir ku bêjim "her kes neyarê min e ezê dev ji ekşiyê berdim"

heke ku mirov ji ber ku fikarên wî ne li bi dilê hinekan e dev ji hinek tiştan berde mixabin lê ev negihayîbûna fikar û temenê ye Û hew.



16.03.2014 23:39 | oxir

11. nivîskarê bi çuyîna xwe jî buyî sedema îroniyekê ye. peyama çuna xwe li vir eşkere dike û pê re "oxir" jê re nebêje oxir be jî bi tenê peyamnivîsê jî bi awayekê oxirê jê re dixwaze. mayîn helbet çêtir e ji çuyînê bi her awayî lê ku rasteqîn bi biryar be bila oxir kirin jî ji min be.



17.03.2014 00:10 | azadixwaz

12. lokomotîfa vê dawiyê ya tirşikê ye, camêr di 18ê sibatê de qeyd bûye û duh yanî di 16ê adarê de jî gotiye bes e êdî nema dinivîsim yanî di nav 28 rojan de 741 peyam nivîsandine di tirşikê de ev yek rekorek e ku zû bi zû tu kes nikare jê bibihure.. û dema mirov bala xwe didiyê peyamek tenê vala û ji hewesa dilî re hatî nivîsandin nîne, camêr derheqê fîzîkî de dinivîse, derheqê dîrokê de dinivîse, derheqê mîtolojî û etnografî û fîlolojî û gelek zanistên din ên ku vêga navê wan nayên bîra min..

min di peyameka xwe ya dî ya li jêr vê mijarê de jî nivîsandiye, rasteqîn zanatirîn û şarezatirîn nivîskarê tirşikê ye, ez vê yekê ne ku ji ber ku fikrên me yên derheqê siyasetê de nêzikî hev in dibêjim, ez li peyamên wî yên di tirşikê de dinêrim û dibêjim.. ji bo nimûne nazim tolhildan erê sempatîzaneke karakterîstîk ê öcalan e yanî li gorî termînolojiya apociyan apociyeke ji xwe çêtir e lê dema di bin mijareke din a derî siyasetê de dinivîse mirov tê derdixe û dibêje temam evî camêrî tiştin xwendine, lê dema mirov peyamên sempatîzanên wekê cekdar û ciwan filan dixwîne mirov dibêje temam dewletê bi awayekî zirar û ziyanek gihandiye van û wan jî dîtiye ku öcalan li hemberî dewletê çek hildaye, ew jî çûne öcalan ji xwe re kirine rêber hetta ev meseleya rêberiyê li ser gelê kurd jî ferz kirine û îradeya xwe teslîmî wî kirine û gotine ha ji te re ka me azad bike filan yanî ji xwe re kirine totem û dema kesek rexneyekî lê digire û dijûnan lê dike, bi qebûl û qalibên xwe yên ji xelkê deynkirî an ji devê xelkê sehkirî radibezin xelkê û xwe dînomîno dikin..

wextekî nazim* jî piştî îdîa û îthamên min ê derheqê öcalan û pkk de gotibû êdî nema ditirşikînim lê piştî dît ku tirşik ji min re maye rabû poşman bû jiya xwe hat xwar û li tirşikê vegeriya..

hêvî dikim ku rasteqîn jî evê qerara xwe cardî revîze bike û poşman bibe û vegere tirşikê..



17.03.2014 00:41 | endazer

13. nivîskarê ku li ba xwe heq dibîne ku ji apo re bêje "beraz" û paşê lê dide diçe û dibêje bila tirşik ji apociyan re bimîne. wele xweş bazar e.

ma te çi hêvî dikir bavê min. tu dikarî ji mirovek wek apo re di her peyama xwe de bêjî "îsotçî evdila", û dawiyê de bêjî "beraz" û bila tu kes nekare rexneyan jî li te bike.

ez bi xwe piranî gotinên apo napejirînim. yanê a rast tiştên ku niha dikin xweşa min naçe. hewce ye bi ser navê gelê kurd neaxive filan. lê nikarim heqeret û dijûnan lê bikim. vê heqê li ba xwe nabînim. hadê min kir, heqeret û dijûnên ku wê piştî vê yekê li min bê kirin qebûl dikim.

yanê welhasil, nivîskarê ku hêcetek tune ye ku dev ji tirşikê berde. ger sedemên cûda hebin nizanim lê li gor rewşa ku dixweye hewce ye vegere û "ozeleştiri"ya xwe bide *



17.03.2014 01:04 | brusk56

14. berî her tiştî kes nikare ji kesekî wek apo re peyveke wek beraz bêje. her çiqas fikrên hinekan ne wek êwî jî be ew nikarin peyvek wisa bêjin.

ji bo min çûyina rasteqîn ne grîng e. ji alîkî nivîskarekî tirşikê yê çalak dê kêm bibe. aliyên din jî emê ji dijminek apo xelas bibin.

oxir be jê re lê ger vegere jî emê xêr hatina wî bikin.



17.03.2014 12:51 | mergehez

15. (bnr: döner) *



17.03.2014 18:23 | kevçiyê dil

16. ji bo tirşikê wendahiyek e. em li benda vegera wî ne.

camêr heta niha li hemberî tu kesî ji gotinên xwe yên ku tije dijûn bûn, kêm nekir. loma divê dema rastî bertekên heman rengî were jî bikare tehemûl lê bike.

ya rast, ger hûn ne dijwar bin jî nivîskarên li vir dikarin werin û hemberî we zimanek dijwar, tîj û tehl bi kar bînin lê rewşa vî camêrî ne ew jî.

neyse, îşelleh vegere.

(bnr: ger vegere ya te ye, ger venegere jixwe qet nebûye ya te) *



17.03.2014 19:53 | simurg56


18. ser xêrê dîsa li tirşikê vegerihaye..

dÎsa di xurcezîna xwe de têra xwe tişt anîne..

cardÎ bi xêr hatiye, hêvî dkim, vê carê mayînda be, û bi tu derÎ ve wenda nebe..



06.06.2014 15:22 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» rasteqîn

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî