Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


39 mijar û 68 peyam
rasteqîn - tirşik
rasteqîn
(24) (11) (3)
di mijarê de bigere

30. (bnr: hêdî be şampiyon)

min ji vê peyama te xelet fehm kiriye 22.03.2015 duyemîn civîna nivîskarên tirşikê a li amedê/61328



22.03.2015 21:55 | ceso

31. nivîskarê ku min jî digot qey wê beşdarî civînê bibe. û min gelek dixwest ku were ..



22.03.2015 23:16 | brusk56

32. xwedê kir tu neçûyî civînê lew hê tu neçûyî bixwe ketî nav pêşdarazan. rasteqîn/62049 law çi ji me re tu bi çi diperesî naperesî. bi dinya xwe ya biçûk dibêjin qey herkes wekî wan e.! bi qewlê pêşiyan ker tune kurtan dikire



22.03.2015 23:23 | ceso

33. nivîskarê ku ez dixwazim sala bê tevlî civînê bibe û bibîne ku tirşikvan bêyî tu kes dilê hev bişkîne an jî çavê hev derxe çi civîneke xweş sohbeteke germ dikarin pêk bînın.



22.03.2015 23:40 | xendekî

34. nivîskarê ku di vê peyama xwe de rast gotiye rasteqîn/62071 temam ez kebûl dikim tu ji min zanatir î û min vê peyama xwe rasteqîn/62048 ê bi dilekî saf, wekî henek nivisî bû, û paşê min mêzekir ku ji xwe min peyama te jî 22.03.2015 duyemîn civîna nivîskarên tirşikê a li amedê/61328 xelet fehm kiriye û min nizanî bû ku wê mijar were vê derê. temam hevalo " a min û te qediya " xuyaye tu rast dibêjî, eger tu biçûna civînê wê muheqqeq şer derketibûna, ez jî wekî te difikirim, tevlênebûna te ya civînê qerarek bi îsabet bû. û dixwazim bêjim ku kesê te ne şibandiye "ker" an, ew gotineke pêşiyan ku ji bo pêşdarazan tê bikaranîn, ne ji bo merivan



23.03.2015 05:54 ~08:57 | ceso

35. tirşikvanê ku ji ber fikrên li ser îsraîlê ji tirşikê xeyidiye. Camêro, qeşengo, nexeyide. Divê her fikir bi awayek vekirî, bi azadî bikare bê gotin. Ji ber vê hewce nake tu xwe bixeyidênnî. Meydanê ji wan re bihêlî *



29.03.2015 00:09 | xendekî

36. nivîskarê ku xuya ye dilê wî hebekî ji tirşikê maye, dil lê dibijînim, ez ku bêsebr û hedan im belam nikarim ji ber dijberiya ku li ber fikrên min tê kirin dev ji tirşikê berdim an xwe lê bixeyîdînim an jî dilê xwe yê kovî jê sar bikim, ez ku tehemûlî li kesên ku bi hêşekî sînorkirî li cîhanê dinihêrîn û bi fereseta xwe ya teng dinyayê şîrove dikin, nakim û ez ku ji mirovan eciz im û ger nevê di rojê de 16 saet û dawiya hefteyê jî 24 saet ji malê dernayêm, hama çay û cixare û tirşika me ya ku me jê re gotiye zarokê me, besî min in, ne şaş bim eyaz yûsif bû digo, heger dinya hemî gul bît gulek tenê besî min e, û heger dinya hemî xefk û dehfik bin an eger dinya hemî xweşî geşî bin dîsa jî tirşik besî me ye ku em ligel wê û pê re fikr û raman û dîtinên xwe yên ku di sersezîm û erdzemînê de bi kêrî kirîna azadiya niştimanekê nayên belav bikin, belkî me nekarîbû cihanê geş bikin lê bes çendek û qurtek me azadî zeft kirin û mafê me ye, heqê me lê heye û jê heye pê de herin û pê re bireşînin..

îja nizanim tu min seh dikî yan na? ez hej ji xwendina entryên te dikem û hej jê dikim ku her daîmî û mayînde bî, ne ku rê li ber xalîbûnê digirim, dilgermî me û jidil dibêjim heke tu bidî li dû bahane û hincetên pûç û vala ger ez nedim dû jî -ji ber ku çûye- li ber bikevim, heyfa vî zemanî, heyfa vî zimanî û heyfa vê mekanê..

ger ez dev ji galagalên destpêkê berdim, bersiva guman û pirsên te ligel min jî hene, min nêt e ku li gorî xwe bibersivînim, de îja gotin ji min, guhdêranîn ji te.

me dil kir ku di vê ferhengê de herkes hebe, û em dikin ku tevî cudahiyên xwe yên ku bi tundî ji hev xêz bûne û veqetiyana di nava xwe de bihewinînin, bila hezar ferhenga şikestî nebin, bila jê yek be, bila ji rasteqînî jî yek be û ji yê dî, yê dî û ya dî.. mesele popûlerbûna gotina ha nîn e, rasteqîniya min û te ye. em kurê/kêça dayîkeke bindest in û peywir û berpirsyariyên me ne ku hîsên me çi tundî bivê jî bi rêya êqil rê li ber bigirin wê hewl bidin ku hemî cihên xwe yên reştarî yên di binê axê de riziyane vejînin, bikin gul û sosin, di vî warî de ez metirsiyên te fêm dikin, bi vê rewşê serwext im lê divê tu jî fêm bikî ku rêya te ya te ji xwe re bijartiye ne tu rê ye..

tu baweriya xwe ji kîja mezheb û olê tînî? nizanim, deîst an ateîst î, nizanim.. şafî yan sunî yan elewî yî? nizanim.. û tu eleqeya min jî jê nîn e, ku te bivê dikarî pîvazeke tûj a dilketiya zazayan e bihebînî yan jî tu tiştek ne hewce ye tu jê re stû biçemînî yan bihebînî.. di vir de mesele ev e ku hemî hîs û hest û ramanên xwe derbiderînî û em jî sûd jê werbigirin, jiyan kurt e çivîk difirin lê nivîs dimîne..

min hê di vê ferhengê de nedîtiye ku di derheqê cihûyan de heqeret hatiye kirin, ku eger bibînim jixwe ez ê wek peywireke moderatoriyê jê bibim, lê di derheqê mislimanan de gelek heqeret hene, dikarim gelek mînak jî bidim, mesela di derheqê mesîhiyan de jî tu heqeret nîn e lê ji bo îslamiyetê gelek hene lê min xwe ji vê rewşê qet eciz nekiriye, herkes jiyana xwe dijî û ji tevger û helwêstên xwe berpirsyar e..

ku em werin li ser meseleya îsraîlê, erê gelek rexne hene li ser dewleta ha, lê ji wê dewletê zêdetir gelek rexne û heqeret li ser dewletên dîn ên misilman û bi taybetî jî ji bo yên ereban hene û min bixwe jî gelek gelek rexne li wan kirine..

em bipîvin û paşê bibêjin çend û heft e, ma ne?

a soxî dîsa tu zanî lê bi a min neçe, ku bicemidî û bi te sar be, dikarî saqoyê min bigirî*



01.04.2015 20:06 ~20:16 | ferhenga şikestî

37. tirşikvanê hêja yê ku beriya niha ji tirşikê xeyidibû, îro bi hewla destbirakê min ferhenga şikestî dîsa li zaroka xwe (tirşik)'ê vegeriyaye, bêxweyî û sêwî nehişt. ev e yekgirtina tirşikvanan.

(bnr: bijî bijî şerê me)

(bnr: yekîtî û hevgirtina tirşikvana) *



01.04.2015 22:06 | xendekî

38. yeqîn û rasteqîn nêzik in ez bawer im



01.04.2015 23:41 | bijêrvan

39. Wek mirovekî ceng sagniç e.



08.04.2015 00:04 | bijîmillah

40. (bnr: ecêb)*

Here lînkê



08.04.2015 00:14 | mergehez

41. peyveke pir xweş e. nizanim çima lê kêfa min ji vê peyvê ra pir tê.



08.04.2015 12:13 | kurê xelkê

42. firsend nedaye me kû em bêjin merheba (bnr: me gotibû merheba) ez roja ewil hatibûm tirşikê şerekî giran di nava min û vî nivîskarî de derket bizorê hinek camêr wî ji nav lepê min derxistin lê ez ditirsim rojek ewê di nav lepê minda bi mine silav jî vî (bnr: zixtik)vanî re.



16.04.2015 18:55 ~19:01 | shorbevan

43. min berdin ezê di dadka (bnr: formata tirşikê) çewayî hanê bikim.

ti berbay min nekeve ez qeşmerîya dikim ji bû kelek dinjî li tirşikê here tirşik geş û xweş bibe. kêfamin jî ji we tevahiya ra tê ez bi herkesî ra henek meneka nakim.



disa biborîne: edît



16.04.2015 19:12 ~19:14 | shorbevan

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» rasteqîna jiyanê

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî