Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
rasteqîn - tirşik
rasteqîn
(24) (11) (3)
di mijarê de bigere

74. de hayde xatirê te tirşikê . min ji 1517 peyaman 1513 jê bir lê 4 heb min dikir nedikir nedibû çimkî di binê wan de bişkoka rakirina entry tûnebû de her çi be . pişta min, destên min , çavên min êşiya lê dawiya dawî di nava 4 saeta min giştika jêbir. de bila moderatoran ji xwe re gogê bilîzin li vira. wisa ber dewam bikin ku di tirşikê tu kesê nehêlin.



25.04.2016 02:41 | rasteqîn

75. Nivîskarê ku heta niha hema bêje 70.521 peyv û 351.425 tîp nivîsandîye û 411.946 carî bi tilîyên xwe pêl klavye kiriye. Birastî jî kedeke mezin e. Tiliyên wî saxbin. Xelatekê heq dike. xwidê jê razî be. Birastî jî ez gelekî jê re rêz digrim û qîmet didmê. Her dem ji bo vê kedê ezê bi qenciyê behsa wî bikim.



Ji alîyê dî ve jî: ji bo van peyvên giran efû dixazim



Ji bo ku ev keda xwe şewitandiye ditijbihê dînê ku agir berdayî bênder û ardûyê xwe. Û bi vêya ku bi jêbirina peyamên xwe zîyan da zimên û ferhengê bêaqiltî kiriye. ''Kurdên bêaqil'' ji binî ji dîrokê kêm nebûne. Ma te çi ji xwe fêhm kir vêca.



29.04.2016 04:39 ~15:35 | gumgumok

76. nivîskarê riya wî vekirî be, weke her kesî xwediyê pencereyeke cuda bu ku tê re dinyayê didît û ev jî ji bo kurdî û tirşikê dewlemendiyek bu. li vir hewldana me hemuyan ew e ku ji bo kurdî û kurdan ferhengeke kêrhatî bihêlin (qet ne be ya piraniyê). ji ber wê jî ez xeyidînê fêhm nekim jî hema dibe, lê ma peyam jêbirin çi ye?

ev yek yekpare buna tirşikê jî xerab dike ji ber ku hin peyam êdî nayên zanîn ka ji ber çi hatine nivîsîn. loma ez pêşniyara xwe ya kevn dîsa pêşwazî dikim; bila di şuna peyamên hatîn jêbirin ve li wir "nivîskarekî li vê derê tirek kir" bête nivîsîn.



29.04.2016 19:04 | azadixwaz

77. nivîskarê ku ji ber sedemên pûç û vala dîsa tirşikê terikandiye.

vê carê peyamên xwe jî jê biriye, keyfa xwe ye. wextê îdîa kir ku peyamên wî hatine jêbirin fîlan, me lîsteya hemû peyamên wê rojê hatine jêbirin jî nîşanî wî da.

camêr dibêje qey moderatorên tirşikê li cihên bilind rûniştine û mîna xwedayek çi bixwazin wê dikin.

moderasyona tirşikê hingî te nevê fêhmdar in û ne pozbilind in. û hemû adîl in.

herkes bi keyfa xwe ye tabî, lê dikarim vê bêjim ku di nav hemû ferhengên tirkî de jî nikare yeke ji tirşikê azadtir û adîltir bibîne.



behsa wekheviya çûna wî û endazer jî hatiye kirin lê tu eleqeya wan bi hev re tune. endazer ji ber sedemên takeksî çû û jixwe ew bixwe jî moderator bû, yanî jixwe nikariya behsa neheqiyek fîlan jî bike.



29.04.2016 19:32 | simurg56

78. nivîskarê wekî zarokaye,; ez bawerim wekî ku wî jî digot jiber sedemên evînî, eşka dil lêxistiye xerabtir bibe min hêvîye *.. niha hez dike wekî min û misilmana yanî xwedê û pêxember nabînin li ser wan mirar dibin... dev ji wî jî berdidim dema keçikekî got na edî qediyaye îcab nake meriv zordarîya bike... riya te vekirî a keçikê vekirî û divê meriv keçika neheq neke û xwe nede ser qedera wan... divên keçik guzin an sêvin? hadê bira belot bin * li serê darane herkes kevirê xwe diavêje filan û bêvan werhasil bira here ber dareka din an here çekên giran jixwera ray bike vî îşî bi kevir û dara nabe... niha jiber sedemên wisa tir dike ji tîra xwe di xeyide zarok jî wisanin? ez deh cara hatime xapandin jî min carek mehdê xwe jî tirş nekir... werhasil dipey endazerda çûndina wî jî başe tirşik çiqas vallabe ewê hewqas serê me rihet be ji wî şitrê qey ezê bibêjim hewara xwedê *



29.04.2016 21:56 | shorbevan

79. rihmetiyê niha cîhê wî xuya dike ku vallaye îro jibû peyamên min reşşik nehatine danê ecêb! * demekî wî jî digot ez namirim herê herê..



23.05.2016 22:03 | shorbevan

80. Xwedê jê ne razî be yê ku ketiye cîhê wî û reşik daye vê peyama min * tirsik.net/91947



22.07.2016 00:26 | shorbevan

81. Hevalê ku min di tirşîkê de berîya wî kirîye xwezî nexweşî neketiba nav nivîskaran da ku nebuba sebebê vê çûyînê.



22.07.2016 09:10 | azad30

82. Tiştên rast, resen, orijînal



02.07.2021 20:47 | hesinkar

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» rasteqîniya efsûnî

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî