1. gundekî li çiyayê mazî de ye, gundekî qoserê ye. |
|
21.02.2014 01:04 |
berxweda
|
2. ez bawer nakim ew kurd be! heke kurd ba wê navê wêyî kurdî binivîsa, û ala tirkî jêbiriba. |
|
21.02.2014 01:13 |
berxweda
|
3. gundekî kevn ê qoserê yê li nav çiyayên mêrdînê ye. li quntara çiyayekî mala wêran a axayî heye, tê gotin ku kurê wî di hewizî de fetisiye dûre jî axa û malbata wî mala xwe hiştiye û çûye. li ser malê bi erebî wisa hatiye nivîsîn: ev mal 850 sal berê hat avakirin. ji mala wî hinekî pêş de li quntara çiyayekî din malên wêran ên gundiyan hene. herwa gund bi sûlav û ava xwe navdar e, xelk biharî gelek tên vî gundî. lê îsal sûlav tevde miçiqîbû, av jî hindik mabû. |
|
12.05.2021 11:59 |
keyomerd
|
4. Gundekî gelek xweş e. Çemê ku li nav gund derbas dibe îsal ji ber hişkayî ziwa bûye. Aniha nêzîkê kaniya çemê kêm be jî av diherike bi dengê xwe mirov kêfxweş dike. |
|
28.10.2021 13:13 |
kajav
|
5. Navê gundekî qoserê ye ku li nava çiyayên mêrdînê dimîne. Heman demê peyva "emrûdê" bi farisî di wateya hirmîyê de ye. |
|
28.10.2021 17:26 |
dewbir
|
pulmoner embolî [1] |
|
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1] |
|
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1] |
|
warê stranan [1] |
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4] |