Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


35 mijar û 66 peyam
roja zimanê dayîkê - tirşik
roja zimanê dayîkê
(7) (1) ecêb (1) (16)
di mijarê de bigere

1. 21 ê sibata sala 1999 an ji aliyê unesco yê ve weke roja zimanê dayîkê hatiyê hijbijartin û ji hingî ve hersal weke roja zimanê dayikê tê pîroz kirin.



2014.02.21-01:59 | seydayê_peyvan

2. pêwîst e ku şûna dayîkê peyva zikmakî were bikaranîn



2014.02.21-02:04 | kevçiyê dil

3. her roj roja zimanê zikmakî/dayîkê ye!! (her du jî rast in)



2014.02.21-02:10 | berxweda

4. rojek ji wan rojÊn taybetan e lÊ wek hemû rojÊn taybet Ên din -ji xeynî newroz- ji bo min tu tişt îfade nake. niha sibÊ li fesybûkÊ binÊrin, rûpela herkesÊ/î bi slogana 'zimanê me rûmeta me ye' dÊ tijî bibe lê rojeke din tu kes behsa zimanÊ xwe bi taybetî jî bi zimanÊ xwe dÊ neke. Ê min çi fêm kir ji vÊ barebarÊ?

roja zimanÊ zikmakiyê jî bi zimanÊ neyarÊ xwe pîroz dike lÊ here xwelî li serÊ xwe wer bike wÊ pîroztir be. kî sibe bi tirkî slogan biavÊje di fesybûkÊ de ez Ê wê/î rencîde bikim bila bikevin di nava qelîştekÊn kur û dûr qene di serÊ me de qîreqîr nekin



2014.02.21-03:09 | ferhenga şikestî

5. (bnr: roja zimanê zikmakÎ) - kurmancÎ

(bnr: rocê zıwanê daykon) - zazakÎ

roja ku li ser tirşikÊ peyvÊn xweş Ê derbarÊ zimanÊn şirin pek bÊ ye.



2014.02.21-09:07 | cinorek

6. rocÊ ku bianetÊ seba ey malperÊ xo pir zıwanÎ kerde yo. xwezÎ her roc wina biyo.

http://bianet.org/bianet/2014/2/21



2014.02.21-09:13 | cinorek

8. Zimanên beyanî çek û kincên me ne,

Lê zimanê kurdî çerm û laşê me ye.

/Celadet Elî Bedirxan/



2014.02.21-14:37 | rêzan

10. (bnr: zavayê biyanî)



2014.02.21-18:22 | cinorek

11. eZ GELLEK MEREQ DIKIM GELO JI BER ÇI GELÊN SERDEST YÊN WEKE TIRK, EREB Û FARIS VÊ ROJÊ PÎROZ NAKIN.. hEMA PÎROZKIRINA VÊ ROJÊ BI HÊVIYA ME KURDA VE MAYE. wEKE GELLEK ROJÊN DIN (8Ê ADARÊ, 1 ÎLONÊ) PÎROZKIRINA VÊ ROJÊ JÎ BI HÊVIYA ME KURDA VE MAYE.. hEÇKÛ EV ROJ TAYBETÎ JI BO GELÊN BINDEST HATIYE TE'YÎN KIRIN..gER NE WÛSA BA EZ BAWERIM eV ROJ WÊ JI ALIYÊ GELÊN KU NAVÊ WAN LI JOR DERBAS BÛ VE HATIBA PÎROZKIRIN..



2014.02.21-23:23 | nan û av

12. rOJA KU JI ALIYÊ KCKÊ VE BI PEYAMEKÎ HATIYE PÎROZ KIRIN E. lÊ YA ECÊP EW E KU EV PEYAM BI TIRKÎ YE. EZ DI MALPERÊ DE GERIYAM KU BELKÎ KURDIYA WÊ PEYAMÊ BIBÎNIM LÊ MIXABIN MIN NEDÎt. ha JI WERE PEYAMA KCKÊ: http://www.pkkonline.com/tr/index.php?sys=article&artID=1909



2014.02.22-00:34 | nan û av

13. bi xêra vê rojê 2 hevalên min ên nuh derbasî facebooka kurdî bûn. înşele ne demkî bin..



2014.02.22-04:59 | berxweda

14. nivîsa jêr a Selahedîn Çelîk li ser 21ê sibatê ye ku bi ya min divê bê xwendin.

Here lînkê



ev jî ji min:



2015.02.20-21:07 | biruya hayao miyazaki

16. roja ku îro li îdirê, beşdarî paneleke li ser zimanê kurdî bûm. lê mixabin mijar her çiqas kurdî be jî panel %50 bi tirkî bû.



2015.02.21-15:22 | nazim tolhildan

17. roja ku, ji bilî kurdan, haya kesî jê tune.



2015.02.22-00:28 | diyako47

18. Ewro yo la xemê ma kurdan nîyo. Goreyê raporê UNESCO yeno vatene ke; ziwanê Kirmanckî yo ke hetê 4-6 mîlyon merdiman ra yeno qiseykerdene, binê xeterê vinîbîyayene de yo.



2020.02.21-19:01 [guhertin:2020.02.21 19:04]| kajav

19. roja kurd dibêjin pîroz be w bi tirkî dewam dikin. ji min re bûye kul û derd li metropolan biçim kîjan çalakîya kurdan (qonser, panel, şano, sînema ûhwd.) xelk bi tirkî diaxivin. evane ne ew kesên alîgirê dagirkeriyê ne, qaşo hemû xweyî hişmendî w bîrûbawerî ne lê dîsa xwe nagrin. ger xwe bigrin, kurdî qesebikin dê tttep u teqin! Çi benîştek buhaye ev tirkî li ser xwarnê jî navêjin!



2020.02.21-19:14 | hevînevî

20. (bnr: roja zimanê zikmakî)



2020.02.21-21:11 | xelîl

21. Ew roj e ku bo turkiyeciyan tenê îro tê hişê wan.



2020.02.21-23:17 | yusiv hemed

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (Yên Din..)
stranbêjên kurd ku guh nadin nivîsandina kurdî [1]
stranbêjên ku mirov ji ber wan fedî dike û ku nivîsek wan li s...
brzn [1]
Saxbî kajav 'ê hêja , nivîs û peyamên ku bala we dikişînin û h...
diyarbekir [1]
Vê taliyê li meydana deriyê çiyê, ji aliyê qeyûm ve Bêyî ku guh bidin ...
nivîskarên ku hîn tîpên kurdî û îngilîzî ji hev dernaxin [1]
Belê alfabeya kurdî de çÇ ,şŞ heye lê bi rastî ez jî qet ji va...
serburiyek [1]
Yek ji stranên xweş a albûma Ciwan Haco ya "dûrî" ye. Dema c...
belki ev jî bala te bikişînin
» roja herî bibereket ya tirşikê
» zimanên biyanî di tirşikê de
» dayikên şemîyê

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî