Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 29 peyam
kurdên ku bi çavê oryantalîstekî li kurdistanê dinêrin - tirşik
kurdên ku bi çavê oryantalîstekî li kurdistanê dinêrin
(7) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. bi piranî kurdên ku ji kurdistanê dûr li welat û wîlayeteka ewropa û emerîqayê dijîn bi vê nexweşiyê dikevin.. bi dilekî paqij dixwazin bal û meyla raya giştî ya xanim û mîrzayên ewropayê bikişînin ser kurdistanê, ji bo vê yekê hêmayên mîstîk û egzotîk bikar tînin, ji ber ku li gorî fêhm û feraseta welatiyên sade yên ewropî û emerîqî, ji ewropa û emerîqayê wêdetir herkes li ser pişta ker û bergîr û hêştiran diçe û tê, ji emerîqa û ewropayê pê ve her der çol û beyaban e, qene qal û qirşek jî lê şîn nabe.. medeniyetê riya xwe bi van deran nexistiye filan.. ev hinek kurdên me yên dinya û ewropa-emerîqadîtî jî ji bo ku kurdistanê li ber dilê ewropiyan sempatîk nîşan bidin gelek caran di kar û xebatên xwe de hawara xwe digihînin hêma û elementê oryantalîst.. û vê yekê jî bi ser navê senteza rojhilat û rojavayê didin nasÎn û nûmayîş dikin..



21.02.2014 03:42 | endazer

2. (bnr: helly luv)



09.03.2014 23:16 | endazer

3. Kesên diçin qursa wênekêşiyê an jî wênekêşekî profesyonel bê te hew dît derket kolanan û wêneyan dikişînê. Jinên li ber tenûra, çaya qaçax, zarokên çilma wan diherikê, kalên bi kopal, deqên rûyên pîran mijarên wan yên sereke ne. Tu dibêjê qey ew bi xwe ne ji vê civakê ne û cara pêşiyê van tiştan dibînin, wusa ecêbmayî dimînin. Ceynika min ji wan diçê.



29.11.2019 23:04 | nan û av

4. li kurdistanê her tişt heye. bes welatê me ji bo ku pêş nekeve her tişt kiriye dijmin. kurdên ku diçin li ewropa jî çerax û lempe û ronîyên zêde dibinîn dibejîn qey ewropa ji welatê me xweştir e.



18 roj berê 17:57 | renasbutimar

dengdanên dawîn (yên din..)
[1]
bi zimanê korevî tê me'naya district.
minak; yongsan-gu, dondae...
gur li serê kîjan çîya mirîye [1]
Qewî gur li kû miriye......
xwarina herî xweş [1]
Xwarinên bi destê diya min têne çêkirin yên herî xweş in....
gur li serê kîjan çîya mirîye [1]
Her wiha gurên kîjan çiyayê mirîne jî tê gotin. Piştî qenciy...
sallana sallana nietzsche ser avê [2]
Navê straneke, ji bo nietzsche yê hatiye nivîsandin nîvî tirkî...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurdên şêxbizinî yên li sînopê
» çavên te xumalî na

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî