Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    45 mijar û 70 peyam
    mirîşkên zîreetê - tirşik
    mirîşkên zîreetê
    (4) (0) ecêb (0) (6)
    di mijarê de bigere

    1. kurd ji bo mirÎşkên fabrîkasyon, yanî mirÎşkên ku di şert û mercên optîmekirî de tên xwedîkirin û mezinkirin û serjêkirin tê gotin.. herwiha mirÎşkên înorganîk yanî yên nexwezayî jî tê gotin..



    (bnr: mirîşkên gundan)



    2014.02.22-00:30 | endazer

    2. piştÎ mirov darî belgefîlma food inc. bike bawer nakim êdî devê xwe li goştê van mirÎşkan bide.. ez bi xwe ji goştê pêz zêdetir hej goştê mirÎşkan dikim, lê piştî wê belgefîlmê êdî dilê min ji mirîşkan reş bû..



    2014.06.07-23:29 | endazer

    3. mijara ku gotineke tirkî û ez herî zêde bikar tînim, dîsa ji min daye gotinê

    (bnr: dünyanın çivisi çikmiş) ango êdî dinya xera bûye



    2014.06.08-14:58 | nazim tolhildan

    4. (bnr: elametên qiyametê)



    2014.06.08-14:59 | nazim tolhildan

    5. (bnr: mirîşkên evîndar) *



    2016.04.22-01:12 | hozan serhad

    6. mirîşkên bi şevan di qefesên teng de li qamyonan barkirî tên gerîn, di fabriqeyan de tên xwedîkirin... bextê van rebenan tim û tim reş e. ji ber wê ye herhal di halekî gêj û xweveçûyî de ne *



    2016.04.22-01:25 | sergijik

    7. Biçûkyî min bi wan re zad dixwar! *



    2017.01.24-19:15 | xwelî li ser

    8. kûçikbavan di reklamekî bi kurdî de digotin "goştê herî baş, mirîşka herî xweş"

    tu nabêjî rastiya rewşa rebenan ew e: mirîşka herî guneh, goştê herî nexweş.

    ji bo mafê hemû ajalan (bnr: vegan) (bnr: veganism)



    2018.04.04-10:04 | mirovekirind

    9. zehv guneh in.
    sedan mirîşkan li ser serê hev siwar dikin tînin heta êvarê tî û birçî, bi qanceyan va pê wana kaş dikin, heta êvarê wê êşkencê dikişînin.
    rebenin, belengaz in, êşkişandî ne.
    ez bê henek dibêjim.

    li serhedê hema bêje her navçeyê tên firotan.
    niha liba varikan 10 lîra ye.



    2018.04.04-11:16 | hozan serhad

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    zazakî [1]
    çend roj verê ez bawkalê xwu ra persaya. Mi va “bawo şima verê xwu û z...
    hefsar [1]
    navê romana hesenê metê ye ku dixwînim. Ji ser hefsarekî çîro...
    xendekî [2]
    yek ji qedirbilind nivîskarên tirşikê ye. pirî caran nexuya ye lê ...
    keçik çi dixwazin [1]
    xalê min Erich From, Sigmund Freud,Carl Gustav Jung, Rollo May Nisan b...
    keçik çi dixwazin [1]
    pirsa ku wek jineke ez jî bersiva wê nizanim. lê xwestekên herkesî c...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » mirîşkên ku asayîşa koxê dikin

    Kategoriyên mijarê:: xwarinvexwarin ajal spor
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî