Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
mehmed uzun - tirşik
mehmed uzun
(19) (2) (2)
di mijarê de bigere

18. - satalayta dinyayê; heyv

- elementa ku sembola wê "fe" ye; hêsin

- nivîskarê kurd; mehmet uzun



hunermendê ku li hişê gelek kesan weke "nivîskarê kurd" hatiye kolan.

aliyên wî yên ku dikarin werin rexnekirin hene lê dîsa jî xwedê jê razî be, berhemên xweş jî nivîsandiye.



06.03.2014 21:02 | simurg56

19. semede ziwanê kurdî xizmetÊ ke zaf gird kerd o. la ma k'itaban ey turkî wanenê. zaf eyb o. ma ganî kîtabanê ey kurdî biwanê.



18.06.2014 21:29 | merg o bêkes

20. Bi kurmanciyek xwerû di pirtûkên xwe yê romanên dirokî de kesayetên di dîroka kurdan de cîh girtinin dide naskirin. Karkerê zimanekî qedexekirî.



26.12.2014 01:33 | gûndîyav

21. bi aliyê kurdên romantîk ve bûye benîştê devê.



19.03.2015 00:39 | remlavêj

22. wek xuyaye di bin bandora yaşar kemal de maye



24.03.2015 20:22 | mîr bedirxan

23. li gorî min nivîskarê herî serkeftî yê kurmancî ye.. bê guman û bê şik jî.



24.03.2016 23:33 | xulamê mîr

24. Nuştoxo ke demo ke ez lîse de bîya mi di kitabê ey ê bi açarnayîşê tirkî wendîbîy. Dima mi kelava xo girewt vernîya xo û ez fikirîyaya. Mi xo ra vat: " mêro ti kurd î, kalikê to kurd ê, mehmed uzun kurd o, kitabê ey bi kurdkî yo, la ti kitabanê ey bi açarnayîşê tirkî wanenê. Eyb o şerm o fedî yo. "



Tabîî, mi fek kitabê tirkî ra veradayî. Mi dest bi nuştiş û wendişê kurdkî(verîn kirmanckî, peyên kurmancî) kerd. No hamnano peyên de mi kitabê mehmed uzunî yê bi nameyê mirina kalekî rind wend. Gama ke mi kitab qedna û mi reyna kelava xo girewt vernîya xo û xo ra vat: " mêro ti kurd î, kalikê to kurd ê, kitabê mehmed uzunî kurdkî yê, û ti bi kurdkî wanenê. Aferîm to rê".



Hîkayeya min a serkewtişî zî wina ya. Goşdarîkerdox û wendoxan rê spas. *



25.03.2016 02:32 ~02:35 | endazyar

25. divê piştî mehmed uzun nivîsandina romanên kurdî bihata qedexekirin. Çunkî piştî wî romaneke bi qalîte nehata nivîsandin.



15.05.2016 02:17 | xulamê mîr

26. nivîskarê ku serkeftî ye û xwedîyê gelek romanên kurmancî ye. û hetta heta nika min yekane û tekane romaneke kurmancî xwendiye û ew jî ya mehmed uzun e.



lêêê. lê lê lê.



serkeftîbûn an jî navdarbûna wî nayê wê wateyê ku romannivîsê kurmancî yê herî serkeftî ev e. navdarbûna wî jî ji ber pirtukên wî yên ku hatine wergerandin e. navdarbûn baştirînbûn nîn e.



15.05.2016 02:41 | endazyar

27. ji ber hişê min hîmê tirkî bûyê gava min romanên wî bı kurmancÎ xwand ewgas jî ji min re xweş nehat weke wergerên tirkÎ yên pirtûkên wî. hedÎ hêdi gava kurmancÎ ji mêjî de rûnişt min pirtûka wî ye sÎya evînê dixwend ku pir lezzetek hilda min .



lê jorê jÎ endazyar rind gotiye navdarbûn baştirbûn nîn e.



15.05.2016 02:59 | xeteraqirêj

28. Nivîskarê kurd ê gelek serkeftî. Min piraniya pirtûkên wî xwendine, bi taybetî romanên wî, lê guman tune ye ku nivîskarên din ên gelek serkeftî hene û zêdegaviya vê mijarêde li wêjeya kurdî heqaret e.



15.05.2016 12:03 | azadixwaz

29. Nîvîskarê heqê nîvîskarîyê daye zêde jî daye bawerim em dikarin bibêjin nîvîskarekî hêjaye, em nikaribin bibêjin nîvîskarê herî başe jî em dikarin bibêjin nîvîskarê di dema xwede êdî ji tinebûna nîvîskara be ez nizanim yê herînavdar(navdarbûn jî ne tiştek hindike..)û baş tê dîtin ji nîvîskarên dû xwera bûye rênas û xwe navdar kiriye êdî baş êdî nebaş reqîb jêre tinebûne.. yê herî başe , jibû wî nîvîskarên berê dikarim vî bibêjim dibe şaşbim fikra xwe dibêjim nîvîskarên niha ez nizanim çewanin helbet yên jê hîn bûne an tiştek jê girtine û baştir dinivîsînin hene.....



15.05.2016 23:38 | shorbevan

30. Nivîskarê ku li gorî ferhenga şikestî yê di beşa romanê de jê gelekî baştir hene . Sedema navdengbûna wî , hevaltîya wî û yaşar kemal e. Yaşar kemal , şahekî edebîyata tirkî bû bi destê mehmet uzun girt, reklema wî kir, navê wî belav kir. Bi saya yaşar kemal, mehmet uzun di dinyayê de hate nasîn.



mehmed uzun/89784 ev camêr rast dibêje.



16.05.2016 01:13 | gumgumok

31. romaneke ji hawara dîcleyê serkeftîtir hebe ji kerema xwe mînakekê bidin.



16.05.2016 01:51 | xulamê mîr

32. Nayê bîra min, min kêngî gotiye bi saya hevalbendiya yaşar kemal di dinyayê de bûye navdar... Lê ger min gotibe jî min kêm gotiye ezê lê zêde bikim; memed uzun cihê xwe tim li cem nivîskarên tirk ên navdar xweş dikir, kesên wek yaşar kemal, orhan pamuk, zülfü livaneli hwd hevalên wî bûn, ha hûn ê bêjin ma çi qebhet heye di vê yekê de, helbet nîn e, jixwe mesele jî ne ew e, memed uzun wexta romanên xwe dinivîse ji şêwaza tûj a kurdeweriyê her dûr disekine loma di romana wî ya ronî mîna evînê tarî mîna mirinê de mekan nîn e, digel vê yekê jî ji hela dozgêr ve di derheqê wê romanê de doz tê vekirin, memed uzun di kitêba xwe ya nar çiçekleri de behsa vê meselê dike û dibêje hakîm ji min pirsî û got tu behsa welatê çiyayî dikî behsa gerileyan dikî felan lê bes memed uzun di parastina xwe de dibêje ne xêr, ew mekaneke farazî ye, mesela fîlîstîniyek romana min bixwîne dibêje qey mekan fîlîstîn e, çeçenek bixwîne dibêje qey çeçenistan e (binêrin mînakan dide lê ji kurdan û ji kurdistanê ji tirsa mînak nade)

Memed uzun wexta romanên xwe dinivîsî beriya ku bide ber çapê tirkiya wan jî amade dikir, hama bêje çapbûna bi kurdî û bi tirkî di eynî wextê de dibû, loma ji hessasiyeta xwendevanên kurdî bêtir guh dida ya tirkan. Demekî rênas jiyan hatibû girtin û çend nivîskarên kurd jî ji bo çalakiyê xwe amade dikirin bo vê çalakiyê çûn li cem memed uzun daku piştevaniya rênas jiyan bike lê bes memed uzun gotibû karê min bi siyasetê re nîn e, baş e, nexwe çima dema di derheqê berhemên te de doz hat vekirin te hawarê bire nivîskarên tirk û swêdî? Xweş bazar e newsa? De neyse...

Li jor yek gotiye bila yek ji min re romaneke ji hawar dicleyê xweştir mînak bide.. ne yek, dikarim ji te re deh mînak bidim lê ev çend roj in ku têgihîştime ku nivîskarên tirşikê ne di wê astê de ne loma ne hewce ye, herin ji kerema xwe re çend kîtêbên rexneyî bixwînin, li ser teoriya romanê û li ser rola nivîskarên entelektuel çend tişt bixwînin dûre werin emê galegala vê yekê cardî bikin.. wesselam



16.05.2016 09:26 ~09:28 | ferhenga şikestî

33. jibo destpêkirina kurdî pirtûkên wî herî xweş û asan in.



16.05.2016 11:40 ~11:41 | cinorek

34. ferhanga şikestî hem bersiva pirsa ku dikim nedaye hem jî tiştên dibêje bi giştî ne rast in. tenê rastî hinekî çirandiye û ev analîz kiriye. hem jî di dawiye de egoya xwe tatmîn kiriye. êdî ne hÊja ye ku bersivê bidim.



17.05.2016 20:08 | xulamê mîr

35. Rehmeliyê ku di pirtûkike xwe de mealen gotî " çavkaniya fikr û ramanên min, pirtûk û xeyalên min zarokatiya min e.. Kengî lazim be, tê hewara min".

Birastî jî wilo ye. Piștî mirov ji zarokatiyê tê derxistin ev wate tam tê fêhm kirin. Zarokatî xezîneyeke kûr û fireh e.

Belê, çawa ku "afata zanînê jibîrkirin e" , afata mirov jî jibîrkirin e.



19.03.2017 12:43 ~12:45 | gumgumok

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» mehmed said aydın

Kategoriyên mijarê:: niviskarweje kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî