Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


15 mijar û 26 peyam
mehmed uzun - tirşik
mehmed uzun
(19) (2) (2)
di mijarê de bigere

36. Min qedera din pirtuka mehmed uzun bi navê "rojek ji rojan evdalê zeynikê " xwend gelekî xemgîn bûm. Bi rastî pirtûkeke pir baş bû. Piştre çûm youtube strana ciwan haco ax û eman guhdarî kir. Têr nebûm û albuma destana êgîdekî guhdarî kir û çetir xemgîn bûm.



25.11.2019 00:40 | kurêtirîdeus

37. Nivîskarekî ku pirtûkên wî ji kurdî zêdetir Tirkî dihê zanîn.
Rojekê min pirtûka Mehmed Uzunî dixwend yekê kurd hat ji min re pirsî "Gelo pirtûkên Mehmed Uzunî yên kurdî hene ?"



25.11.2019 17:26 | hesinkar

38. Siya evînê bi min modern hat ango bi şêweya dewra xwe ve nivîsye



25.11.2019 17:38 | seryasêdilşûşe

39. li amedê hama bêje herkes ewî camêrî nas dike. di nava romanûsên kurdan de ez dibêjim qey bi tenê memed uzun ji hêla hemî kesan ve tê naskirin lê ez îddîa dikim nivî hejêkerên memed uzun nizanin ku memed ya rastî romanên xwe bi kurdî nivîsîne. kî bawer neke bila here li sûkê û ankêt çêke



25.11.2019 18:27 | ferhenga şikestî

40. Niviskarê kurd ê ku kurdî dinivîse lê bi tirkî tê xwendin e.

Romana tu is the best.



25.11.2019 21:05 | xelîl

41. Xwendina min ya Kurdî bi vî nivîskarê hêja çê bû. Û ji bo xatirê wê li Siwêregê "Şeytan Kuçesî (zetir di pirtûka xwe ya 'Ruhun Gökkuşağı' de qala vê cihê tevlihev dike)" gerîyam. Û li Wêranşarê jî merivê wê heye. Bi xwe ji "eşîra kûra" ye û ji "bera dirêjan" e. Û belegfîlmek (lînk:

) wê ji alîyê lîstikvan/derhêner Aydin Orak hatîye kişandin (bi rastî muzîka fonê gelek bi hest bû ji bo min). Û gotinek di wir de dilê min sot. Di ambûlansê de destê xwe dihejîne û dibêje "ez bi qurbana we bim" û gotina "em bi qurbana te bin ruhême" tevî hesra ji devê min derket. Û di "Hewara Dîcleyê" de çiqwas qala rojê reş dike ewqas jî qala rojên ronî dike. Ya behtir meraqa nivîsandina vê zimanê hêja jî bi vê nivîskarê çêbû. Û dawîya dawî Mehmed Ûzûn zimanekî aîdê xwe afirandîye. Bi tehme û ez seh dikim ve zimanî. Mehmed Ûzûn xeyaleke min e...



25.11.2019 21:20 ~21:20 | rizgarm

42. Nivîskarê ku bi saya wî, min wêjeye kurdî nas kir. Wan çaxan ez çardeh panzdeh salî bûm. Min serî de " nar çiçekleri" xwend paşê jî " bîra qederê" cara ewil bû ku bi şêranî û xweşiya nivîsa kurdî hisiyam. Bû mamosteyê min û ez hînî tîpên kurdî kirim. Her wiha gelek peyvên kurdî ku min heta niha qet nebihistîbû! Hînê hemûyan bûm. Bû bingeha hezkirina min a wêjeya Kurdî! Hê jî gelekî jê hez dikim im, deyndarê wî me.
Sed heyf ku zû çû emrê xwedê, lê ew him di rûpelên kurdî de him jî di dilê me kurdan de her nemir e.



25.11.2019 21:39 | fatoş xanim

43. romannûsekî sêwregî ye.
Pir zû çûye rexma xwedê. Xwezî qasê yaşar Kemal dirêj bijiya.
Gelek kes xwendina kurdî sifteh bi kitêbên wî destpê dikin.
Jixwe ji bo sifteh xwendina kurdî pir baş e. Zimanê xwe giran ninû. Hevokên wî dirêj ninûn. Hikayetên xwe bal dikişinin. Bes daha çi dixwazin.
Lowma ez ji bo kesên dixwazin hinî xwendina kurdî bibin her tim pesna mehmed uzun dikim.



22.01.2020 09:53 ~2020.01.23 08:15 | cinorek

44. Ji alîyê helîm yûsiv re li ser mehmed uzun rexneyên tûj;

''Mehmed uzun romanivîsê kurd, yan siwarê hespa boz ya dewlata tirk?''
''Çend gotinên giştî di derbarê romanên mehmed uzun de''
''Zelalkirina mijarê''
''Çima mehmed uzun?''
''Derewên yaşar kemal yên li ser mehmed uzun û li ser romana kurdî''
''Roman û dagirkerî''
''Encam''

Helîm yûsiv/romana kurdî/weşanxaneya ronahî/2011



22.01.2020 19:23 ~19:52 | dijwarwanî

45. Here lînkê
tu ya mehmed uzun bi îtalî weşiya. cara ewil romaneke kurmancî ji bo îtalî hate wergerandin û bû hêvîyeke din ku zimanê kurdî di literatura cîhanê de şopa xwe deyne. wergêrê romanê francesco marilungo ye.

Here lînkê



26.03.2020 17:26 ~18:27 | tizbîkêş

46. Di lêvê min de helbesta te ya "destana egîdekî" û di gohê min de "mihemedo" ya mehmet atli. Û di hişê min de qewmek ku hatiye xezebê. Bêguman bejna te hîn nîşana serê çiyane lê mixabin agir nakeve mala wan romiyan. Û li gundê welatê me yên bêçare hîn şerê man û nemanê berdewam e. Lê hîn jî me wext neaniye ser xurtî, mêrxasî, jîrî û hunerê. Tirsa mina mezin ewe ku dê em heta û heta weha bimînin. Bêyî te , bêyî ku te bibîr bînin salvegerek din jî derbas bû. Tu ji me kêm nebe, tu her bi me re be.



12.10.2020 01:40 | rizgarm

47. 2 sal berê, piştî hişê xwe hêdî hêdî didim ser kurdî û kurdbûnê. kekê min jî dibîne van tiştan dikim. rojek tê li bal min û dibêje tu Mehmed uzun nas dikî? Min Yekem car navê wî wê demê bihîst. Min got na. Ji min re got, vêga ji xwe re dibêjî ez kurd im... Difikirim Ma mehmed uzun kî ye, ji bo Kurd û Kurdistanê çi kiriye ku kekê min ji min re van gotina dibêje? Min piştî derheqê wî de çend gotinan xwend ferq kir ku kekê min hindik jî gotiye. Me hevdu wisa nas kir.

Mehmed uzun di jiyana min de cihekî pirr girîng digire. Min Bi saya wî gelek kurdên taybet nas kir. Lê min ew bi tirkî nas kir. Min Wekî kunekan pirtûkên wî bi tirkî xwend. Xwelî serê Muhsino be. Yekem car min pirtûka wî ya nar çiçekleriyê xwendibû. Qala rewşa kurda û asîmîle bûna kurda dikir. Çavên min ên jixwe hatibûn vekirin hêdî hêdî zêdetir vedibûn.

Paşî min bîra Qederê xwend û ew pirtûk li ser min tesîrek mezin kir. Mixabin min celadet alî bedirxan wê demê nas kir. :/ tiştên ku mîrê mezin kiribû min matmayî hiştibû. Ha piştî wê demê min hewl da kurmancîyê û min biryar da ku ez ê dev tiştên virt û vala berdim, ji bo neteweyê xwe tiştan bikim. me êdî bi kurdî ji hev fêm kir.

Ji ber ku piçek hestîyar difikirim pirtûkên wî gelek xweşa min diçe û nikarim dev jê pirtûkên wî berdim.



26.11.2020 15:30 | yûsiv

48. Mehmed Uzun di sala 1953ê li Swêregê hatiye dinyayê, xwendina xwe ya destpêkê li Sêwregê temam kiriye. Ew di xortaniya xwe de bûye welatparêz û şoreşgerekî kurd. mehmed Uzun dema darbeya eskerî ya 12ê adara 1971ê li Amedê bi gelek welatperwer û şoreşgêrên kurd re hat binçav kirin. Piştî derketina efuya giştî ya sala 1974ê Mehmed Uzun li Tirkiyê bû berpirsyarê kovara Rizgariyê.

Mehmed uzun Di sala 1977ê de ji welat derket û koçî Swêdê bû. Li Swêdê demekê bi navê rizgariya kurdistan kovarek derxist. Ji sala 1985ê ve dest bi nivîsên edebî kir û romana xwe ya pêşîn a bi navê tu di 1985ê de li Swêdê weşand. Ji wê demê bi vir de wî gelek roman û xe-batên edebî yên din weşandin. Pirranî Berhemên wî bi kurdî ne. Lê berhemên wî yên fransî, norwejî, almanî, îngilîzî, tirkî, swêdî, û hin zimanên din jî hene.

Mehmed uzun ji ber nexweşiya giran a şêrpenceyê(kanserê), di 11/10/2007 an de li Diyarbekirê li nexweşxaneya Fakulteya zankoya Dîcleyê jiyana xwe ji dest da. Wê demê 54 salî bû.

berhemên wî
• TU, roman, 1985
• Mirina Kalekî Rind, roman, 1987
• Siya Evînê, roman, 1989
• Rojek ji rojên Evdalê Zeynikê,
roman, 1991
• Destpêka Edebiyata Kurdî, 1992
• Hêz û bedewiya pênûsê, 1993
• Mirina Egîdekî, Destan,1993
• Världen i Sverige, Antolojiya Edebi,
bi M. Grive re, 1995, bi swêdî
• Antolojiya Edebiyata Kurdî Antoloji,
du cilt, 1995
• Bîra Qederê, roman, 1995
• Nar Çiçekleri, ese, 1996
• Ziman û roman, hevpeyivîn, 1997
• Bir Dil Yaratmak, söyleşiler, 1997
• Dengbêjlerim, deneme, 1998
• Ronî mîna evînê – tarî mîna mirinê,
roman, 1998
• Zincirlenmiş Zamanlar Zincirlenmiş
Sözcükler, deneme, 2002
• Hawara Dîcleyê –I, roman, 2002
• Hawara Dîcleyê–II, roman, 2003
• Ruhun Gökkuşağı, roman, 2005



04.02.2021 14:34 | yûsiv

49. kurdên xewnan. 1992 apê mûsa, mehmed uzun, abdullah keskin, dengê Ciwan haco û hwd.



05.02.2021 01:25 ~01:29 | asîmanê sêwî

50. Nivîskar û rewşenbîrê ku 15 sal berî niha duh pênûsa xwe sêwî hiştî ye. Û dîsa heman salî axaftinekî bi rojnamevan Hasan cemal re kirî de wiha gotiye:

"Navê min Mehmed e. paşnavê min Uzun e. Dîroka rojbûna min 01.01.1953 ye. bi vî awayî her kes min nas dike... lê yek ji van jî ne rast e; Navê min ne Mehmed e, paşnavê min ne uzun e, dîroka rojbûna min ne ev hejmar in.
Mixabin Mehmed Uzun ne navekî ku di edebiyata cîhanê de gelek caran tê dîtin e û nivîskar û rewşenbîr bê îrade serî lê didin, nemaze ji bo ku xwe ji bindestî, qedexe û sansûra rejîmên totalîter biparêzin.
Demek dirêj e ez bi navên weha re hînbûyî me, li herêmên ku ez lê ji dayik bûm û mezin bûm, jiyana her kesî ji yekî zêhftir bû û gelek ji van jiyan veşartî bûn. jiyana veşartî jî kod û navên xwe hebûn; hema bêje hemû navên nivîskarên kurd bernavk bûn... lê Mehmed Uzun ne navekî wisa ye. Mehmed Uzun ez im jî, lê ezê ku min esîr girtî.
Ji ber ku navê min yê rastî qedexe ye ez bûm Mehmed. ji ber ku paşnavê min ê rastîn qedexe ye ez bûm uzun. Ji ber ku tu qîmeta min a mirov tune ye û ez tenê wekî endamek keriyek ku divê were teşhîr kirin têm dîtin, 1.1.1953 li ser nasnameya min bi awayek herî rehet hate nivîsandin. ...navê min Mehmed e, navê bapîrê min ji hemê tê... hemê, memê yek ji navên ku herî zêde di jiyana rojane de li herêmên ku ez lê ji dayik bûme tê bikaranîn. lê ev nav di jiyana fermî de qedexe ye; Tu nikarî vî navî hildî, tu nikarî bi vî navî xwe qeyd bikî, tu nikarî bi vî navî serî li saziyeke fermî bidî. Paşnavê min uzun, ev jî ji kalê min tê. Navê kalê kalê min biroye direj, yanî uzun biro. lê dîsan li gor zagonên navan, biro ji bo çand û adetên Tirkan ne guncaw e û ji ber ku bi Kurdî ye qedexe ye. Ji bo vê jî biro ji aliyê saziyên fermî ve bi temamî tê avêtin û direj bi tirkî tê çêkirin dibe uzun. Wendabûna bîr'ekî gelek caran bi guhertinên wiha biçûk pêk tê."



11.10.2022 22:15 ~22:24 | pêşewa

51. "wendabûna bîrekî gelek caran bi guhertinên wiha piçûk pêk tê" ev hevok pênaseya asîmîlebûna me ya îro ye, bi çi awayî em asîmîle bûne pênase dike, mesela navê kalikê min "koro" bûye, bûye gero, ev jî mînakek e.



11.10.2022 22:50 ~22:51 | cezmîkurd

52. Yekem kesê ku di romanê de evqas israr kiriye.
Romana ewil, tu (1985)
Mirina kalekî rind (1987) otobîyografîk.
Siya evînê (1989) bîyografîk.
Rojek ji rojên evdalê zeynikê (1991) bîyografîk.
Bîra qederê (1995) bîyografîk.
Ronî mîna evînê, tarî mîna mirinê (1998) dîrokî.
Hawara dîcleyê (2001) dîrokî.

Di hemû lehengên de îdealîzekirinek heye.
Ji bo ku dîrok nayê jîbirkirin van lehengan bijartiye.
Ji aliyê teknîkî ya herî pêş “bîra qederê” ye.
Romaneke bîyografîk û dîrokî ye.
Metneke prolog e, berî metne îzahekê heye
Dixwaze mîzansenekê çêke.
Bi awayekî dîyalojîk hatiye nîvisandin. (Vegotineke dînamîk)

Vegêr (vebêj) 1: yê ku romana celadet dinîvîsî, yanî nîvîskarê veşartî.
Ev vegêr daxwaza leheng bicîh tîne.

Vegêr 2: celadet, heger binîvîsa dê çawa binivîsa.
Ev her du perspektif hevdû temam dikin.

Fotograf derfetekê dide ku bi saetan li ser bê axaftin.
Teswîr dûr û dirêj dibin, ne fonksiyonel e.
Wesfên girîng û negirîng divê ji hev bên cudakirin.
Bîr, rageşîyekê di xwe de dihewîne.

Bi min “bîra qederê”, 28 sal bûye hatiye çapkirin, hê di lûtkeya edebîyata kurdî de ye.



08.04.2023 01:43 ~01:53 | çomo

dengdanên dawîn (yên din..)
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2]
Li pey Xeyalekê Her caran bo te hewil didim Helbestên pes...
şêx seîd [2]
Şêx Seîd, Şêx Muhemmed Seîdê Neqşîbendî an jî (stur: Ş...
kercews [1]
Ji midyadê veqetiyaye dûre jî búye Navçeya batmanê. Ne şaş bim Navê xw...
nexweşiya mirovê vî wextî [1]
Ji hal û rewşa xwe ne kêfxweş in. Berê hewqas nexweşî, şer, feqîrî, be...
belki ev jî bala te bikişînin
» mehmed paşa

Kategoriyên mijarê:: niviskarweje kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî