Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 13 peyam
lorke lorke - tirşik
lorke lorke
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. straneke xweş ya gelêrÎ ya kurdî ye..

min îro ji dengê xanimekî bi navê zuleyxa şazîyê versiyona wê ya soranî jî guhdarî kir..



#t=87



23.02.2014 18:01 | endazer

2. prototîpa stranên ji kurdî ji bo tirkî hatîn revandin e, loma jî qet kêfa min jê re nayê. çima wisaye nizanim lê pêşî versiyona tirkî tê bîra min û serê min jê diêşe.



16.05.2014 07:28 | azadixwaz

3. gotinên wê wisa ne:



Ez çum mala xalê Elî

Xatûnê lorik

Berme danî dims û qelî

Delalê lorik



Min ne xwar û dilê min xelî

Xatûnê lorik

Min ne xwar û dilê min xelî

Delalê lorik



Lorke lorke lorke lorke

Xatûnê lorke

Kêrê bîne pênîr hûrke

Xanimê lorke



Ez çum mala Elîyê Zaza

Xatûnê lorke

Te li me danî goştê kaza

Delalê lorke



Min ne xwar û min ne raza

Xatûnê lorke

Min ne xwar û min ne raza

Delalê lorke



Lorke lorke lorke lorke

Xatûnê lorke

Kêrê bîne pênîr hûrke

Xanimê lorke



Li mihela Elî Paşa

Xatûnê lorik

Dengê defê gimbir gimbir

Delalê lorik



Li mihela Elî Paşa

Xatûnê lorik

Dengê zûrnê zimbir zimbir

Delalê lorik



Brader û tembûra xwe

Xatûnê lorik

Bi hawar û qêrîn û gir

Delalê lorik



Lorke lorke lorke lorke

Keç Xatûnê lorke

Kêrê bîne pênîr hûrke

Xanimê lorke



16.05.2014 12:53 | bayesar

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» lorke lorke
» lorke lorke

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî