Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
zêdenebûna nivîskarên tirşikê - tirşik
zêdenebûna nivîskarên tirşikê

Navê mijarê ya ewil ev bû:zêdenebuna nivîskarên tirşikê
(3) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. nizam çima lê hema çiqas dem e ku heçku tim heman nivîskar dinivîsin ma ji we re jî ne wisa ye? ji ber çi ye gelo?



01.07.2013 22:28 | azadixwaz

2. ji ber nebûna reklamê ye.

ferheng %80 rûnişt û baş dixebite lê bi qasê min tespît kirine 17 çewtî-xeletî hene. piştî ev jî çareser bûn em ê reklama ferhengê bikin û mirovên din jî vexwînin.

ji aliyê din ve bi saya 5-6 nivîskarên ku aniha dinivîsin, hejmara peyaman ji 1500 derbas bû û ji bo ferhengê bingehek çêbû. yanî êdî dema kesên ku mantiqa ferhengên înteraktîf nizane, were malperê, wê fêhm bike mesele çi ye.

him ger mirov werin û fikrek baş lê malperek vala bibînin wê li vir nemînin. lê bi saya van 1500 peyaman, kesê ku îro were, dikare belkî 2-3 saet malperê de wextê xwe biborîne.

ji ber van sedeman ez bixwe lez nakim ku mirovan gazî bikim.

dema malperê got ez hazir im, em ê ji rêveçûnê derbasî vezînê bibin. yanî işalleh.



01.07.2013 23:44 | simurg56

3. ne zêde ye .



hebe jî bawerim bi xebatên min ên ser twitter ê çêbûye *



02.07.2013 13:43 | brusk56

4. piraniya nivîskarên heyî wergêrên malpera wergerine.comê ne.

dema malper vebû ji hemû wergêrên wergerine.comê re peyam hat şandşn ku bibin endam û hesabên wan otomatîk hatin vekirin.

ji bilî vê min bixwe tu xebatekî nekir, (bi zanistî) lê bi saya hinek bikarhêrên me çend nivîskarên din jî bûn endam. lê pêşerojê de wê her tişt baş be



02.07.2013 13:49 | simurg56

5. Zêdebûnê zêde dibin lê qet dest bi nivisînê nakin. Tew yên heyî jî dev ji nivîsandinê berdidin.



24.11.2013 23:39 | ceso

6. madem ku ji derve tu kes naye nexwe em di nav xwe de çend.. neyse heqqet çima tu kes nayê? *



24.11.2013 23:45 | endazer

7. Zêde dibin û tirşikê rengorengo dixemilînin.



05.12.2013 23:18 | ceso

8. cur be cur...



17.12.2013 18:35 | gly gn

9. bêguman ew nivîskarên ku wê tirşikê bigihînin asta şaristanîyên hemdem in.
Henek li alîyekî ez her roj yekî/ê nû dibînim û bi telaq gelek kêfxweş dibim.
Tev bi xêr hatine *



02.12.2019 00:04 ~00:05 | gulêê

10. Nizanim ev çav wê kengî nivîskarê giredayî 100-200 kesan bînin

(bnr: kero nemire bihar tê)



06.08.2021 20:35 | merwano

11. bi min divê hejmar kêm naverok dewlemend be. bawer nakim ku hejmarên mezin tirşikê baştir bike..

(bnr: hindik lê rindik)



06.08.2021 22:12 ~22:13 | hueyn

12. Slogana me ew e:
(bnr: less is more)

Yanê weke li jor jî hatiye gotin; hindik e lê rindik e.



07.08.2021 08:54 | cinorek

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» zêdenebûna nivîskarên tirşikê
» nivîskarên girêdayî
» tirşikê bixwin lê nebin tirşikçî

Kategoriyên mijarê:: anket tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî