Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    24 mijar û 28 peyam
    ji mir gotin - tirşik
    ji mir gotin
    (0) (0) ecêb (0) (1)
    di mijarê de bigere

    1. straneke baha şêxo ye. straneke pir û pir xweş e.

    peyvên wê:



    ji mir gotin

    dîlbera te li qamişlo mest û gêj e

    li ser êşa vê dîlberê

    yek şîretê kes nabêje



    gotin bûk e, lê biçûk e

    çîroka wê pir dirêj e

    destê nojdar brîndar e

    bin nenûka tev qirej e



    ji mir gotin li amedê

    dîlbera te pir dinale

    di çavê min ji hêsra re

    şev û rojê sor peyal e



    ev bû sed sal di vê xewnê

    li pêş çava hîn xeyalê

    sal buhurîn li hêviya wê

    serê îro gewr û kal e



    ji mir gotin li mehabad

    dîlbera te wa bêdeng e

    di zindana kul û êşa

    xemla bejnê tarî reng e



    heger wilo jahr bimîne

    cihê wêna gora teng e

    min got bes e vê nebêjin

    hîn ji mêjde şox û şeng e



    ji mir gotin li hewlerê

    dîlbera te perîşan e

    ji ber êşa perçebûnê

    di xemlê de dil kovan e



    li nav cîhan hîn nenas e

    bêsînor û bênîşan e

    min got rast e, lê bi ala

    xwedî tac û parleman e



    ev bû sed sal ez dinalim

    ji ber êşa çar dîlbera

    birînen wan derman bikin

    bi rondikên gulîsera



    agirê sar ez ê dadim

    wek ronak û find û cira

    ta ku ew bax bixemile

    li şûnwarê kelemperê



    ji baha şêxo : http://youtu.be/wHhfZX8pSGg

    ji miheme şirin* : http://youtu.be/p7lHGjQ72ig

    ji koma zelal : http://youtu.be/6-sHm99thmw

    ji bülent yıldız : http://youtu.be/MfprVqRlxoQ

    ji xelîl* : http://youtu.be/7j3WxuqaKwk



    2014.02.23-22:01 | mergehez

    2. way berê bi navê 'li qamişlo' ev mijar hatiye vekirin.



    (bnr: li qamişlo)



    2014.02.23-22:04 | mergehez

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    bêhna dev [1]
    ji yekî re fêhtî û eybî, ji kesên dora wî re jî tam îşkenceye ke. Kesê...
    pêşniyarên ji bo kesên ku têkiliyeke dûrî dijin [2]
    belkî di nav hemû cûreyên têkiliyan de ya herî zehmet têkiliya dûrî be...
    wexta hûn diçin mêvandarîyê hûn bi xwe re çi dibin [1]
    2 beş in. Mêhvandariya nêzik, ya dûr. Ya nêzik Axlebe fêkî, şîranî ye...
    leylan [1]
    Pirtûka dawî ya kek silhedîn e. Bi awayê roman hatiye nivîsandin. Berg...
    hozan serhad [1]
    Nivîskar, helbestvan û stranbêjê ku îda tirşikê bêriyê kiriye. Nizan...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » mirûstang
    » gotinên li ser zivistanê

    Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrn
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî