Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    8 mijar û 12 peyam
    nutella - tirşik
    nutella
    (7) (1) ecêb (0) (15)
    di mijarê de bigere

    1. markayek kremaya bindeqan e.



    2014.02.24-17:50 | mergehez

    2. di eksisozlukê de yekî/ê gotiye; min di tirşikê de mijara 'nutella' geriyaye lê tu tişt derneketiye. qey em kes ji nutella heznakin gelo?



    2014.02.24-17:52 | mergehez

    4. (bnr: nutella vs tirşik)

    xwarina sereke ya nivîskarên ekşi'yê ye. dema diçin û ferhengekê vedinêrin cara ewil li mijara nutella digerin: https://eksisozluk.com/entry/40650389



    2014.02.24-19:38 | simurg56

    5. bîjiyên ekşîsözlükê rojê se dan nutella dixwin

    wextê dikenin ji kursî de dikevin *



    2014.02.25-00:04 | kevçiyê dil

    6. samuraiê ekşîcî ber xwe ketiye, ka çima di tirşikê de mijara nutella tuneye. berê ezê guh ne dama lê piştî nicka wê/wî dîtim xwîna min lê keliya. êh em di vê civatê de çend qaşo-japon in ma? *. qejmerî aliyekî ji ber vê yekê ez xwestim qala nutella bikim lê ma yabo kêfa min jî pir jê nayê. hema xwarinekî xurîniyê ye bes. erê min çend cara dema hesiyam ku ezê têkevim rewşa melankolîk li oda xwe stoka çîkolata avakirim lê carde jî vê çalakiya demî, taybetekî naxe li ser nutellayê nutella. hew. *



    2014.03.08-22:55 | biruya hayao miyazaki

    7. ne pir erzan e. ji ber vê hindê herkes nikare birehetî vê bikire. aniha li ba min heba dê çiqas xweş ba yaw. minê bi kevçiyan têketa ser û minÊ bixwara.



    2014.03.08-23:00 | mergehez

    8. pêxwarina ku piştî min zanî ku pêxwarina millî ya nivîskarên ekşisozlukê ye, min li xwe heram kiriye..



    (bnr: ben ziqqum yiyiyorum meqerne yemiyorum ha) *



    2014.03.08-23:02 | endazer

    9. pÊXWaRINA KU EV E NÊZIKÎ HEYVEKE ME HÊ JÎ XILAS NEKIRIYE YE. eWQAS ZIRT Û PESNÊ WÊ DIDIN LÊ DEMA EM DI DEYNIN SER SIFREYA TAŞTÊ CARNA PARÎKÊ LÊ DIDIM CARNA JÎ BÊYÎ KU EM PARÎKÎ JÎ JÊ BIXWIN JI SER sifreyê dirakin..



    2014.03.08-23:15 | nan û av

    10. (bnr: ji bo kurdan nutella; isot)



    2014.03.09-07:44 | cinorek

    11. sernivîsa, piştî ku di ekşisozlukê de ji aliyê samurai ve hatiyê qal kirin bi rojeke mazlumozdogan vekiriye.



    samurai 23.02.2014: (wergirtin: https://eksisozluk.com/entry/40650389)

    mazlumozdogan, 24.02.2014: nutella/27617



    2014.05.07-23:52 | giyanster

    12. maye sêwî. xwedî û çêkerê wê jiyana xwe ji dest daye.



    2015.02.15-10:37 | simurg56

    13. a ku şeva borî berberê ez çuyîmê digot kurê wî ne ew be tu tiştî naxwe û saet 24ande mal û mal nan geriyaye ku nutella bide kurê xwe.



    2015.02.15-11:32 | azadixwaz

    14. çaya qaçax/60764



    2015.03.25-23:39 | mîr

    15. çuqlateya ku amatorên çuqlateyê zikê xwe pê diperçivînin. lêzanên çuqlateyê paxav pê nakin, wan marqên xwe yên xas hene, wek (bnr: de ritter).



    2015.03.25-23:57 | gordereş

    16. marqeyeka îtalyayê ye. ji kakao û bindeqan tê çêkirin. ji peyamên jor û berteka ekşicîya dinêre, eşkere ye ne pêxwarineka civaka kurdan e, bi tu şiklî cih nedîtiye nav taştêyên kurda. tê bîra min em zarok gelek dilê me diçûyê lê piştî me carekî tam dikir cara duyê bi zorê cara sêyê nediçû xwar. nanê avbacanî sed qetê wê bêhtir dihat xwarin.



    2017.12.19-18:01 | xendekî

    17. xwarina ku di malên hemû xwendevanên kurd de heye lê mixabin nayê xwarin * nizanim çima dikirin ? mala me hebû hebkî. me payîzê wextê destpêka zanigehê kirîbû heta dawîya fînalan jî ew di sarincê de bû. paşî ez ji mal derketim. nizam belkû ew nutella hê jî li vê derê ye. *



    2019.07.12-15:56 | xelîl

    18. xelîl law ma mirov nutellayê dixe dolaba bûzê(?!) law law?

    xwarineke ecêb xweş e, pir jê hez dikim. bi taybetî jî bi krep û meyveyan re pir xweş e. lê mirov nikare bixwe bigre, pir dixwe, ji ber wê neyarê tendurustiya mirov e. mirov pê xurt dibe :/



    2019.07.13-15:11 | roza

    Hemûyan Bixwîne

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    what can i do sometimes [1]
    dil heye bibêje "sometimes there's nothing you can do" lê zi...
    lêvanê [2]
    gotina ku ji bo curetevgerên mirovan yên wek maçkirin, firikandin, bih...
    cîhên herî xweş ji bo xwekuştinê [1]
    partosa gîhayan!
    merivê xwe serserkî biavêjê partosê oxx.. bib...
    ji înternetê bêdestûr daxistin guneh e [4]
    Hukmekî rast e. Ya rastî, hukmekî rast xuya dikê. Lê meriv naxwazê go ...
    li ser rexneyên kurdiya çêkirî û standart [9]
    Li ser rexneyên kurdiya standart (zimanê çêker) çend têbiniyên min
    belki ev jî bala te bikişînin
    » nutella

    Kategoriyên mijarê:: xwarinvexwarin
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî